Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 20

“Padîşahê Bakur” Îro Kî ye?

“Padîşahê Bakur” Îro Kî ye?

“Dê bigihêje dawiya xwe û dê kesekî ku alîkariyê jê re bike, tune be” (DAN. 11:45).

KILAM 95 Ronayî Hê Zelal Dibe

PÊŞGOTIN *

1-2. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?

GELEK îsbat hene ku em êdî pir nêzikî dawiya vê dinyayê ne. Di demeke nêzik de, Yehowa û Îsa Mesîh wê hemû hikumdariyên ku li dijî Padîşahiya ezmanî şer dikin, tune bikin. Heta wê demê, padîşahê bakur û padîşahê başûr wê hem li dijî hev hem jî li dijî xizmetkarên Xwedê şer bikin.

2 Li vê meqaleyê, emê gotinên Danîêl 11:40–12:1 lêkolîn bikin. Emê bielimin ku padîşahê bakur niha kî ye, û emê bibînin ku em çima dikarin bawer bin ku çi dibe bila bibe, Yehowa wê me xelas bike.

PADÎŞAHÊ BAKUR JI NÛ VE DERDIKEVE MEYDANÊ

3-4. Padîşahê bakur îro kî ye?

3 Piştî ku Yekîtiya Komarên Sovyet di sala 1991ê de hilweşîbû, xizmetkarên Xwedê yên ku li wê derê dijiyan ‘bîskek alîkarî dît’, yanî heta wextekê azad bûn (Dan. 11:34). Bi saya vê azadiyê, wan mizgîn bi rihetî belav dikir, û di hundirê wexteke kin de, bi sed hezaran mirovên li wan welatan bûn Şahidên Yehowa. Bi zeman re, Rûsya tevî hevalbendên xwe wek padîşahê bakur derket meydanê. Çawa ku me li meqaleya berê dîtibû, tenê hikumdariyeke ku (1) rasterast li ser xizmetkarên Xwedê tesîr dike, (2) bi kirinên xwe nîşan dide ku ew dijminê Yehowa û xizmetkarên wî ye û (3) bi padîşahê din re reqabetê dike, dikare rola padîşahê bakur yan padîşahê başûr bilîze.

4 Em çima dibêjin ku Rûsya tevî hevalbendên xwe bûye padîşahê bakur? (1) Van welatan belavkirina mizgînê qedexe kiriye, û ew li sed hezaran xwişk û birayên ku li wê derê dijîn, zilm û zordariyê dikin. Bi vî awayî, ew rasterast li ser xizmetkarên Xwedê tesîr dikin. (2) Bi van kirinan, ew nîşan didin ku ew ji Yehowa û ji xizmetkarên wî nefret dikin. (3) Ew bi padîşahê başûr re, yanî bi Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê re reqabetê dikin. Niha emê bibînin ku Rûsya û hevalbendên wê çawa rola padîşahê bakur dilîzin.

REQABETA DI NAV PADÎŞAHAN DE DEWAM DIKE

5. Danîêl 11:40-43 behsa kîjan demê dike, û li wê demê çi wê biqewime?

5 Danîêl 11:40-43 bixwîne. Ev ayet nîşan didin ku di dema dawiyê de çi wê biqewime. Danîêl ji berê de gotibû ku di dema dawiyê de, reqabeta di nav padîşahê başûr û padîşahê bakur de wê dewam bike (Dan. 11:40).

6. Reqabeta di nav du padîşahan de çawa eşkere bûye?

6 Sebeba reqabeta di nav padîşahê bakur û padîşahê başûr de ev e ku her yek ji wan dixwaze bibe dewleta herî xurt. Mesela, piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, gelek welatên Ewropayê ketin bin bandora Yekîtiya Komarên Sovyet û hevalbendên wê. Seba kirinên padîşahê bakur, padîşahê başûr hevalbendiyeke leşkerî ya bi navê NATO saz kir. Hem padîşahê bakur hem jî padîşahê başûr ji bo çek û sîlehan pir pere xerc dikin. Li şer û serhildanên ku li welatên Afrîka, Asya û Amerîkaya Latînî rabûn, wan piştgiriya dijminên hev dikir. Di van salan de, Rûsya û hevalbendên wê bandora xwe li seranserê dinyayê zêde kiriye. Wekî din, ew bi destê êrîşên sîber bi padîşahê başûr re şer dikin. Padîşahê bakur û padîşahê başûr hevdû sûcdar dikin ku yê din hewl dide ku bi destê programên kompîtûrê zerarê bide sîstema wî ya ekonomîk û siyasî. Ji xeynî vê, wek Danîêl ji berê de gotibû, padîşahê bakur bi dewamî hicûmî xizmetkarên Xwedê dike (Dan. 11:41).

PADÎŞAHÊ BAKUR DIKEVE “WELATÊ XWEŞIK”

7. “Welatê xweşik” çi ye?

7 Li gor Danîêl 11:41, padîşahê bakur wê bikeve “welatê xweşik”. Gelo ev kîjan welat e? Li demên berê, welatê Îsraêl “xemla hemû welatan” bû, çimkî xelkê vî welatî ji Yehowa re îbadet dikir (Hêz. 20:6). Ji roja Pentîkostê ya sala 33yan ya P.M. û pê ve, ev “welat” êdî welatekî herfî nîne, çimkî xizmetkarên Yehowa li seranserê dinyayê dijîn. Îro, “welatê xweşik” warê ruhî yê xizmetkarên Yehowa ye. Di vî warî de, em bi civînên xwe, bi xizmeta xwe û bi fealiyetên din ji Yehowa re îbadetê dikin.

8. Padîşahê bakur çawa çend caran ket “welatê xweşik”?

8 Li rojên dawîn, padîşahê bakur çend caran ket “welatê xweşik”. Mesela, gava Almanya di dema Naziyan de padîşahê bakur bû – bi xisûsî li dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn – wî li xizmetkarên Xwedê zilm dikir û ew dikuştin. Piştî Şerê Cihanî yê Duyemîn, Yekîtiya Komarên Sovyet bû padîşahê bakur, û wî jî li xizmetkarên Xwedê zilm dikir û ew sirgûn dikirin.

9. Di van salan de, Rûsya û hevalbendên wê çawa ketine “welatê xweşik”?

9 Di van salan de, Rûsya û hevalbendên wê jî ketine “welatê xweşik”. Gelo çawa? Di sala 2017an de, vî padîşahê bakur fealiyetên xizmetkarên Yehowa qedexe kirin û hin ji wan avêtin hebsê. Wekî din, vî padîşahî Wergera Dinyaya Nû û weşanên me yên din qedexe kirine. Bi ser de, buroya me û Salonên Îbadetê yên li Rûsyayê ji destê me hatine girtin. Piştî vê, di sala 2018an de, Koma Rêberiyê êdî eşkere kir ku Rûsya û hevalbendên wê bûne padîşahê bakur. Xizmetkarên Yehowa li hin dewletan her çi qas rastî zilm û zordariyê tên jî, ew li dijî van dewletan şer nakin. Li şûna vê, ew li gor şîreta Kitêba Pîroz “ji bo hemû serweran” dua dikin, bi xisûsî eger qerarên wan dikarin ser azadiya îbadetê tesîr bikin (1. Tîm. 2:1, 2).

GELO PADÎŞAHÊ BAKUR WÊ PADÎŞAHÊ BAŞÛR MEXLÛB BIKE?

10. Gelo padîşahê bakur we padîşahê başûr mexlûb bike?

10 Gotinên Danîêl 11:40-45 herî zêde di heqê kirinên padîşahê bakur de ne. Gelo ev yek tê maneya ku ewê padîşahê başûr mexlûb bike? Na. Wexta ku Yehowa û Îsa wê hemû hikumdariyên dinyayê li cenga Harmegedonê helak bike, padîşahê başûr wê hê “sax” be (Pey. 19:20). Em vêya ji ku dizanin? Bala xwe bide ku gotinên kitêba Danîêl û kitêba Peyxamê çi nîşan didin.

Li Harmegedonê, Padîşahiya Xwedê, ya ku bi kevirekî tê temsîl kirin, wê hikumdariya însanan, ya ku bi heykelekî mezin tê temsîl kirin, bişkîne (Li paragrafa 11an binêre)

11. Danîêl 2:43-45 çi nîşan dide? (Li resmê li rûyê kovarê binêre).

11 Danîêl 2:43-45 bixwîne. Danîêl pêxember behsa heykelekî mezin kiribû, yê ku ji cure cure metalan hatiye çêkirin. Her yek ji van metalan hikumdariyekê temsîl dike, ya ku li ser xizmetkarên Xwedê hikm ajot. Lingên vî heykelî, yên ku hem ji hesin hem jî ji gilê ne, hikumdariya paşîn, yanî Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê, temsîl dikin. Ji vê em fehm dikin ku wexta ku Padîşahiya Xwedê hemû hikumdariyên dinyayê helak bike, Brîtaniya û Amerîka wê hê hebin.

12. Serê heftan ê cinawir çi temsîl dike, û ji vê em çi fehm dikin?

12 Yûhennayê şandî jî behsa rêza hin hikumdariyan kiribû, yên ku li ser xizmetkarên Yehowa tesîr kiriye. Yûhenna van hikumdariyan wek cinawirekî bi heft seran tarîf dike. Serê heftan ê vî cinawirî Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê temsîl dike. Piştî vî serî, serên din tune. Ji vê em fehm dikin ku wexta ku Îsa Mesîh û ordiyên ezmanî wê bên ku vî cinawirî helak bikin, serê heftan wê hê hebe (Pey. 13:1, 2; 17:13, 14).

DI DEMEKE NÊZIK DE, PADÎŞAHÊ BAKUR WÊ ÇI BIKE?

13-14. “Gogê ji welatê Magogê” kî ye, û çi wê belkî bibe sebeb ku ew hicûmî xizmetkarên Xwedê bike?

13 Wisa tê fehm kirin ku Hêzekîêl 38:10-23; Danîêl 2:43-45; 11:44–12:1 û Peyxam 16:13-16, 21 behsa eynî demê û eynî tiştan dikin. Eger ev nêrîn rast e, ev ayet nîşanî me didin ku berî helakkirina padîşahê bakur û padîşahê başûr çi wê biqewime.

14 Demeke piştî destpêka tengahiya mezin, “hemû padîşahên dinyayê” wê bi hev re koalîsyonekê çêkin (Pey. 16:13, 14; 19:19). Ev koalîsyon, di Nivîsarên Pîroz de wek “Gogê ji welatê Magogê” tê bi nav kirin (Hêz. 38:2). Miletên vê koalîsyonê wê cara dawîn hicûmî xizmetkarên Xwedê bikin ji bo ku wan bi temamî ji holê rakin. Çi wê bibe sebeba vê hicûmê? Yûhennayê şandî ji berê de gotibû ku li wê demê, “teyroka mezin” wê li ser dijminên Xwedê bibare. Dibe ku ev “teyrok” tê maneya fermana Xwedê, ya ku xizmetkarên Yehowa wê belav bikin. Seba vê xebera sert, Gogê ji Magogê wê belkî hicûmî xizmetkarên Xwedê bike ji bo ku wan ji rûyê erdê tune bike (Pey. 16:21).

15-16. (a) Dibe ku Danîêl 11:44, 45 behsa çi dike? (b) Çi wê bê serê padîşahê bakur û qismên din ên Gogê ji Magogê?

15 Îhtimal heye ku Danîêl 11:44, 45 (bixwîne) jî behsa vê xebera sert û hicûma dawîn dike. Li van ayetan, Danîêl gotibû ku padîşahê bakur wê seba “agahiyên ji rojhilatê û ji bakur” aciz bibe û “bi kerbekî mezin derkeve rê” ji bo ku “gellekan helaq bike”. Wisa tê fehm kirin ku peyva “gellekan” tê maneya xizmetkarên Xwedê.

16 Seba vê hicûma padîşahê bakur û hikumdariyên din, Xwedê wê pir bihêrs be, û cenga Harmegedonê wê dest pê bike (Pey. 16:14, 16). Li wê demê, padîşahê bakur û miletên din ên ku pareke Gogê ji Magogê ne, wê bigihîjin dawiya xwe, û “kesekî ku alîkariyê jê re bike [wê] tune be” (Dan. 11:45).

Li cenga Harmegedonê, Îsa Mesîh û ordiyên wî yên ezmanî wê dinyaya Îblîs helak bikin û xizmetkarên Xwedê xelas bikin (Li paragrafa 17an binêre)

17. “Serokê mezin” Mikaîl, ê ku Danîêl 12:1 behsa wî dike, kî ye, û ewê çi bike?

17 Ayeta din a pêxemberiya Danîêl nîşan dide ku padîşahê bakur û hevalbendên wî wê çawa bên helak kirin û emê çawa bên xelas kirin (Danîêl 12:1 bixwîne). Maneya vê ayetê çi ye? “Mikaîl” navekî din ê Padîşahê me Îsa Mesîh e. Padîşahiya Xwedê di sala 1914an de li ezmanan hatibû saz kirin. Ji wê wextê û pê ve, Mîkaîl di oxira xizmetkarên Xwedê de disekine. Di demeke nêzik de, ewê “rabe”, yanî li cenga Harmegedonê dijminên xwe helak bike. Dewra ku Danîêl wek wexta tengasiya herî xerab a hemû tarîxê bi nav dike, wê bi vê cengê biqede. Di kitêba Peyxamê de, ev dewr wek “tengahiya mezin” tê bi nav kirin (Pey. 6:2; 7:14).

GELO NAVÊ TE WÊ DI KITÊBÊ DE BÊ NIVÎSANDIN?

18. Çima ne lazim e ku em bitirsin?

18 Çi dibe bila bibe, ne lazim e ku em bitirsin, çimkî hem Danîêl û Yûhenna got ku xizmetkarên Yehowa û Îsa di van rojên çetin de sax bimînin. Danîêl got ku navên kesên ku sax dimînin wê di kitêbekê de bên nivîsandin (Dan. 12:1). Gerek em çi bikin ku navên me jî di vê kitêbê de bên nivîsandin? Lazim e ku em bi eşkereyî nîşan bidin ku em baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin, ê ku “Berxê Xwedê” ye (Yûh. 1:29). Gerek em jiyana xwe bidin destê Xwedê û bin av bibin (1. Ptr. 3:21). Wekî din, gerek em alî kesên din bikin ku ew Yehowa nas bikin û bi vî awayî piştgiriya Padîşahiya Xwedê bikin.

19. Gerek em niha çi bikin, û çima?

19 Pir muhîm ku em baweriya xwe ya bi Yehowa û teşkîlata wî xurttir bikin û piştgiriya Padîşahiya Xwedê bikin. Eger em wisa bikin, emê li wexta ku padîşahê bakur û padîşahê başûr wê ji aliyê Padîşahiya Xwedê ve bên helak kirin, sax bimînin!

KILAM 149 Kilama Serketinê

^ par. 5 “Padîşahê bakur” îro kî ye, û ewê çawa bê helak kirin? Cewabên van pirsan dikarin baweriya me xurttir bikin û me ji bo tengahiya mezin hazir bikin.