Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 20

Îro Padşê Bakurê Kê ye?

Îro Padşê Bakurê Kê ye?

“Ew wê bigihîje dawiya xwe, û wê kesekî ku alîkariyê jêra bike, tune be” (DAN. 11:45).

KILAMA 95 Ronayî Hê Zelal Dibe

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

EM Xilaziya rojên axiriyêda dijîn, û hê eşkere îzbatkirinên vê yekê divînin. Zûtirekê, Yehowa û Îsa wê qira hemû serwêrtiyên meriva bînin, kîjan ku miqabilî Padşatiya Wî dertên. Heta ew roj bê, padşê bakurê û padşê başûrê wê berdewam kin hevra bikevine hucetê û hin jî pey cimeta Xwedê kevin.

2 Vê gotarêda emê pêxembertiya ji Daniyêl 11:40–12:1 şêwir kin. Emê pêbihesin ku îro kê ye padşê bakurê û çira em gerekê netirsin çaxê rastî tengasiya bên, yên ku pêşiya me ne.

PADŞÊ BAKURÊYÎ TEZE EYAN DIBE

3-4. Îro padşê bakurê kê ye? Şirovekin.

3 Sala 1991-da Yektiya Sovyetê hilşiya. Hingê xizmetkarên Xwedê ku bin serwêrtiya wêda dijîtin, hinekî “alîkarî” standin, dêmek wextekî azayêda bûn (Dan. 11:34). Bi saya vê yekê, wana aza mizgînî bela dikir, û zûtirekê wan welatada, kîjan berê diketine Yektiya Sovyetê, hejmara mizgînvana bi seda hezara zêde bû. Wede şûnda, Rûsya û welatên ku piştgiriya wê dikin, bûne padşê bakurê. Û çawa me gotara pêşiya wêda şêwir kir, seva têderxin ku padşê bakurê û padşê başûrê kê ne, em gerekê bîr nekin ku kîjan sê tiştada ewana nayêne guhastinê: 1) ewana miqabilî cimeta Xwedê derdikevin, 2) pê wan kirên xwe ewana eşkere dikin ku dijminên Xwedê û cimeta wî ne, û 3) ew herdu padşa hevra dikevine hucetê.

4 Dîna xwe bidinê, ku çira em dibêjin, wekî îro Rûsya û piştgirên wê, padşê bakurê ne. 1) Ewana pey cimeta Xwedê ketine bi vê yekê, ku şixulê belakirina mizgîniyê qedexe kirine, û bi seda hezara xûşk-bira dizêrînin, kîjan dijîn li ciyên ku bin kontrola wanda nin. 2) Ev kirên wan nîşan dikin, wekî ewana Yehowa û cimeta wî nefret dikin. 3) Ewana seva hukumê xwe zêde kin, dikevine hucetê tevî padşê başûrê, dêmek Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Were em pêbihesin, wekî Rûsya û piştgirên wê, ça bûne padşê bakurê.

PADŞÊ BAKURÊ Û PADŞÊ BAŞÛRÊ DÎSA HEVRA DIKEVINE HUCETÊ

5. Daniyêl 11:40-43-da, derheqa kîjan wextî tê gotinê, û çi diqewime wî wedeyî?

5 Bixûne Daniyêl 11:40-43. Vê pêxembertiyêda tê gotinê derheqa wextê dawînê, dêmek rojên axiriyê. Wan rêzada usa jî tê kifşê hucetiya padşê bakurê û padşê başûrê. Û li gora pêxembertiya Daniyêl, xilaziya rojên axiriyêda, padşê başûrê wê tevî padşê bakurê “şer” bike (Dan. 11:40).

6. Çi îzbat dike ku herdu padşa hevra dikevine hucetê?

6 Padşê bakurê û padşê başûrê berdewam dikin hevra bikevine hucetê, seva hukumê xwe ser dinyayê mezin kin. Mesele, dîna xwe bidin çi qewimî paşî Şerê Hemdinyayê II çaxê Yektiya Sovyetê û piştgirên wê nîvê Ewropayê zêdetir kirine bin destê xwe. Ew kirên padşê bakurê, mecbûr kirin padşê başûrê, wekî tevî welatên din peyman girêde, seva ordiyên xwe bikine yek, û usa teşkîleta bi navê NATO saz bû. Padşê bakurê û padşê başûrê berdewam dikin hevra dikevine hucetê bi vê yekê, ku perê qalim xerc dikin, seva çekên wane lape qewî hebin. Padşê bakurê tevî padşê başûrê dikete hucetê usa jî bi vê yekê, ku wedê şera piştgiriya dijminên wî dikir Afrîkayêda, Asyayêda, û Amêrîkaya Latînîda. Wan salên paşwextiyêda, Rûsya û piştgirên wê hukumê xwe dinyayêda hê zêde dikin. Padşê bakurê û padşê başûrê hev neheq dikin vê yekêda, ku pê programên komputerê ziyanê didine sîstêma heve êkonomîkî û polîtîkî. Li gora pêxembertiya Daniyêl, padşê bakurê usa jî berdewam dike pey cimeta Xwedê keve (Dan. 11:41).

PADŞÊ BAKURÊ DIKEVE “WELATÊ XWEŞIK”

7. Çi ye “welatê xweşik”?

7 Daniyêl 11:41 dibêje, wekî padşê bakurê wê bikeve “welatê xweşik”. Ew çi welat e? Berê welatê Îsraêlê eyan bû ça “xemla hemû welata” (Hezql. 20:6). Xêncî vê yekê, ev welat gelek mexsûs bû, çimkî merivên wêderê Yehowa dihebandin. Lê ji sala 33 D.M., ev îda bi sîmbolîk “welat” e, çimkî îro cimeta Yehowa ser temamiya erdê belabûyî ye. Îro “welatê xweşik” bi sîmbolîk cineta ruhanî ye, çi ku tê hesabê şixulên ruhanî, mesele hebandin Yehowara civatêda û xizmetiyêda.

8. Padşê bakurê ça kete “welatê xweşik”?

8 Wedê wan rojên axiriyêda, padşê bakurê çend cara kete “welatê xweşik”. Mesele, çaxê Almanyaya Natsîstî padşê bakurê bû, ew îlahî wedê şerê hemdinyayê duda, kete “welatê xweşik” gava xizmetkarên Xwedê dizêrand û dikuşt. Paşî Şerê Hemdinyayê II, gava Yektiya Sovyetê bû padşê bakurê, ew kete “welatê xweşik” çaxê pey cimeta Xwedê diket û aksor dikir.

9. Wan salên paşwextiyê, Rûsya û piştgirên wê ça ketine “welatê xweşik”?

9 Wan salên paşwextiyêda, Rûsya û piştgirên wê jî ketine “welatê xweşik”. Çawa? Sala 2017-da, ev padşê bakurê şixulê cimeta Yehowa qedexe kir û hine xûşk-bira kire kelê. Ewî usa jî edebyetên me û Kitêba Pîroze “Welgerandina Dinya Teze”, qedexe kir. Xêncî vê yekê, ewî Rûsyayêda fîlîala me, Odên Civata û Odên Civatên Mezin ji me stand. Paşî vê yekê, sala 2018-da, Koma Rêberiyê elam kir, ku Rûsya û piştgirên wê, padşê bakurê ne. Rast e xizmetkarên Yehowa zef têne zêrandinê, lê ewana tu car miqabilî serwêra dernayên û ne jî tiştekî dikin seva serwêrtiyê biguhêzin. Dewsê ewana şîreta Kitêba Pîroz tînin sêrî û bona “hemû serwêra” dua dikin, îlahî gava serwêr safîkirinên usa dikin, ku dikarin ser azaya hebandina me hukum bin (1 Tîmt. 2:1, 2).

GELO PADŞÊ BAKURÊ WÊ PADŞÊ BAŞÛRÊ ALT KE?

10. Gelo padşê bakurê wê padşê başûrê kuta ke? Şirovekin.

10 Pêxembertiya ji Daniyêl 11:40-45, heçî zef derheqa kirên padşê bakurê gilî dike. Lê gelo ev tê hesabê, wekî ew wê padşê başûrê kuta ke? Na. Padşê başûrê wê hela hê “sax” be, heta ku Yehowa û Îsa şerê Harmegedonêda qira hemû serwêrtiyên meriva bînin (Eyan. 19:20). Lê çira em vê yekêda bawer in? Dîna xwe bidinê, ku pêxembertiyên ji kitêba Daniyêl û Eyantî çi didine kifşê.

Padşatiya Xwedê ku bi sîmbolîk tê hesabê kevir, wê Harmegedonêda heykelê mezin, dêmek serwêrtiya meriva kuta ke (Binihêre abzasa 11)

11. Daniyêl 2:43-45 çi eyan dike? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

11 Bixûne Daniyêl 2:43-45. Daniyêl derheqa wan serwêrtiya pêxembertî kir, yên ku cûre-cûre wededa pey cimeta Xwedê diketin. Ewana bi sîmbolîk cûre-cûre parên heykelê bûn. Serwêrtiya paşin bi sîmbolîk nigên vî heykelî ne, ku ji hesin û heriya sor in. Ev nig bi sîmbolîk têne hesabê Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Ev pêxembertî nîşan dike, wekî Împêriya Anglo-Amêrîka wê hela hê serwêrtiyê bike, heta ku Padşatiya Xwedê qira hemû serwêrtiyên meriva bîne.

12. Bi sîmbolîk serê hefta yê cenewir kê ye, û çira ferz e vê yekê bizanibin?

12 Yûhennayê şandî jî derheqa serwêrtiyên dinyayê pêxembertî kir, yên ku pey cimeta Xwedê diketin. Pêxembertiya Yûhennada ew serwêrtî bi sîmbolîk cenewirê pê heft seriya ye. Serê hefta yê cenewir tê hesabê Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Eva înformasiya ferz e, çimkî paşî vî serî, îda tu serê mayîn tune ye, ew yê xilaziyê ye. Û ev serê hefta hela hê wê serwêrtiyê bike, heta Mesîh û ordiyên wîyî ezmana ewî cenewirî bi temamî kuta kin * (Eyan. 13:1, 2; 17:13, 14).

PADŞÊ BAKURÊ AXIRIYÊDA WÊ ÇI BIKE?

13-14. Kê ye “Gog ji welatê Magogê”, û çi dibeke wê hêrsa wî rake, ku ew pey cimeta Xwedê keve?

13 Pêxembertiya Hezeqêl mera dide kifşê ku çi wê biqewime pêşiya kutakirina padşê bakurê û padşê başûrê. Hergê em binihêrin pêxembertiyên ji Hezeqêl 38:10-23; Daniyêl 2:43-45; 11:44–12:1; û Eyantî 16:13-16, 21, emê bivînin wekî ew hemû pêxembertî derheqa wedekî dibêjin. Li gora vê yekê, em dikarin axiriyêda hîviya wan tişta bin.

14 Hine wext paşî destpêka tengasiya mezin, “hemû padşêd dinyayê” wê koalîsya mileta saz kin, dêmek bibine komek (Eyan. 16:13, 14; 19:19). Eva wê ew koalîsya be, kîjan ku Kitêba Pîroz nav dike “Gog ji welatê Magogê” (Hezql. 38:2). Ev koalîsya mileta, wê miqabilî cimeta Xwedê derkeve û bixwaze bi temamî qira wê bîne. Lê çira? Derheqa wî wedeyî, Yûhennayê şandî xewn-xeyalêda dît, wekî teyroka gir ser dijminên Xwedêda dibare. Ew teyrok bi sîmbolîk dibeke tê hesabê dîwana sert, ku cimeta Yehowa wê merivara elam kin. Diqewime hema ew elametî wê hêrsa Gog ji Magogê rake, seva miqabilî cimeta Xwedê derê û ser rûyê erdê wana bi temamî kuta ke (Eyan. 16:21).

15-16. a) Daniyêl 11:44, 45-da, derheqa kîjan qewimandina tê gotinê? b) Çi wê biqewime tevî padşê bakurê û Gog ji Magogê?

15 Derheqa vê dîwana sert û hicûmkirina ser cimeta Xwedê, Daniyêl 11:44, 45-da jî tê gotinê. (Bixûne.) Daniyêl dibêje, wekî deng û bes ji “rohilatê û ji bakurê” wê bên, ku padşê bakurê “bikesirînin”, û ew wê bi hêrsa mezin derê. Nêta padşê bakurê wê ew be ku “geleka helaq bike”, yanê qir ke. Ça tê kifşê, vira xebera “gelek” ser cimeta Yehowa tê gotinê. * Diqewime wan rêzada Daniyêl nîşan dike, ku dijminên Xwedê wê ça cara paşin hicûmî ser cimeta Xwedê bikin.

16 Ew hicûmkirina padşê bakurê û serwêrtiyên mayîn, wê hêrsa yê Himzor bîne, û Ew wê şerê Harmegedon destpêke (Eyan. 16:14, 16). Wî wedeyî padşê bakurê û miletên mayîn ku bi sîmbolîk Gog ji Magogê têne hesabê, wê bela xwe bistînin û “kesekî ku alîkariyê” bide wan, wê “tune be” (Dan. 11:45).

Şerê Harmegedonêda Îsa Mesîh û ordiyên wîyî ezmana, wê qira dinya Şeytan bînin û cimeta Xwedê xilaz kin (Binihêre abzasa 17)

17. “Serokê mezin”, dêmek Mixayîl ku Daniyêl 12:1-da nivîsar e, ser kê tê gotinê, û ew wê çi bike?

17 Bixûne Daniyêl 12:1. Vê rêzêda hûr bi hûr tê şirovekirinê derheqa vê yekê, ku ça padşê bakurê û piştgirên wî, wê qir bin û ça Yehowa wê cimeta xwe xilaz ke. Ew rêz çi tê hesabê? Vê rêzêda Mixayîl, sernavê Îsa Mesîh ye, ku bû Padşa Padşatiya Xwedêda. Ji sala 1914, çaxê ew Padşatî ser ezmana saz bû, hingêda Îsa bona cimeta Xwedê sekinî ye. Axiriyêda jî ew wê “rabe”, dêmek wê şerê Harmegedonêda dijminên Xwedê kuta ke. Ev şer wê xilaziya vê qewimandinê be, ku Daniyêl nav dike “wextekî tengasiyê”, û kîjan ku nava terîxiya însanetêda tu car tune bûye. Yûhennayê şandî kitêba Eyantîda ewî wextî nav dike “tengasiya mezin” (Eyan. 6:2; 7:14).

NAVÊ TE WÊ “PIRTÛKÊDA NIVÎSANDΔ BE?

18. Çira em gerekê ji axiriyê netirsin?

18 Em gerekê axiriyê netirsin, çimkî pêxembertiyên ji Daniyêl û ji Yûhenna îzbat dikin, wekî wedê tengasiya mezin hemûyên ku Yehowa û Îsara xizmet dikin, wê xilaz bin. Daniyêl dibêje ku navê wan, yên ku wê xilaz bin, wê “pirtûkêda nivîsandî” bin (Dan. 12:1). Lê em gerekê çi bikin seva navê me vê pirtûkêda bê nivîsandinê? Em gerekê pê jîyîna xwe îzbat kin, wekî baweriya xwe Berxê Xwedê, dêmek Îsa tînin (Yûhn. 1:29). Em gerekê emirê xwe tesmîlî Xwedê kin û bêne nixumandinê (1 Pet. 3:21). Û em gerekê nîşan kin, wekî piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin bi vê yekê, ku alî meriva dikin derheqa Yehowa pêbihesin.

19. Em nihada gerekê çi bikin û çira?

19 Niha ew wede ye, wekî em îtbariya xwe hindava Yehowa û teşkîleta wî qewî kin. Niha ye wede ku aliyê Padşatiya Xwedê bigirin. Hergê em usa bikin, emê xilaz bin, gava Padşatiya Xwedê qira padşê bakurê û padşê başûrê bîne.

KILAMA 149 Kilama Serketinê

^ abz. 5 Îro padşê bakurê kê ye û ew wê ça bê kutakirinê? Cabên van pirsa wê baweriya me bişidînin û me hazir kin bona tengasiyên ku pêşiya me ne.

^ abz. 12 Bona hê zêde înformasiya derheqa Daniyêl 2:36-45 û Eyantî 13:1, 2 pêbihesin, binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Hezîranê sala 2012, rûp. 7-11, 12-13, 14-18, 19.

^ abz. 15 Bona hê zêde înformasiya, binihêre “Birca Qerewiliyê” ya 15 Gulanê, sala 2015, rûp. 29-30.