Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 21

Tu Pêşkêşên ji Xwedê Dişêkirînî?

Tu Pêşkêşên ji Xwedê Dişêkirînî?

“Gelek in kirinêd Te, ya Xudan, Xwedêyê min, ew keremet û fikirêd Teye li ser me” (ZEB. 40:5).

KILAMA 5 Efirînên Destê Xwedê

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Li gora Zebûr 40:5, Yehowa çi pêşkêş daye me, û çira vê gotarêda emê derheqa van pêşkêşa şêwir kin?

YEHOWA Xwedêkî gelek merd e. Bifikirin ser sê pêşkêşên wî ku daye me: mala meye bedew û mexsûs, dêmek erd, mejiyê me ku gelek ecêbmayî hatiye çêkirinê, û Xebera wî Kitêba Pîroz. Yehowa erd daye me seva em ser bijîn, mejû daye me seva bifikirin û xeber din, û Kitêba Pîroz daye me, wekî em cabên pirsên ferz pêbihesin. (Bixûne Zebûr 40:5.)

2 Vê gotarêda emê derheqa wan sê pêşkêşa şêwir kin. Çiqas zêde em derheqa wan pêşkêşa bifikirin, haqas hê zêde emê bişêkirînin û bixwazin dilê Efirandarê xwe Yehowa şa kin (Eyan. 4:11). Emê usa jî diha rind alî wan meriva bikin, yên ku xalifîne û hînkirina qelp êvolûsiya bawer kirine.

PLANÊTA MEYE TEK

3. Erd çida tek e?

3 Em bîlaniya Xwedê eşkere divînin vê yekêda, ku ewî ça mala me, dêmek erd çêkiriye (Rom. 1:20; Îbrn. 3:4). Planêta me jî mîna planêtên mayîn dora tevê dizivire, lê ev tek e vê yekêda, ku her tişt çi bona jîyîna meriva lazim e, ser heye.

4. Ça bîlaniya Xwedê tê kifşê vê yekêda, ku ewî erd ça çêkiriye? Meselê bînin.

4 Planêta me gerdûnêda mîna gemiyê ye, ya ku ser okyanûsa mezin diçe. Lê firqiyên mezin hene orta gemiya bi meriva tije û erdê me. Mesele, bifikirin, meriv ser gemiyê çiqas wext wê bikaribin bijîn, hergê xwexa xwera oksîjenê, xwarinê û avê destxin, û hin jî hergê nikaribin gemarê û tiştên bermayî bavêjin okyanûsê. Femdarî ye, merivên vê gemiyêda wê dirêj emir nekin. Lê ser erdê bi mîlyarda meriv û heywan dijîn. Erd xwexa oksîjenê, xurek û avê dide, û ew tişt tu car xilaz nabin. Hin jî rast e hemû gemar û tiştên bermayî ser erdê dimînin, yeke erd dîsa jî bedew dimîne û baş e bona jîyînê. Lê çira? Çimkî Yehowa erd usa çêkir, ku ev dikare tiştên bermayî bike tiştên kêrhatî, ku dîsa jî dikarin bidine xebatê. Were em tenê derheqa du tişta şêwir kin, dêmek ziviroka oksîjenê û ziviroka avê.

5. Ziviroka oksîjenê çi ye, û ew çi îzbat dike?

5 Oksîjen ew heye gaz, bi saya kîjanî meriv û heywan dijîn. Li gora lêkolînê, efrînên sax nava salekêda bi seda mîlyard ton oksîjen bîna xwera dikişînin, lê gaza karbondîoksîd bîna xwera derdixin. Lê oksîjen tu car kuta nabe, û karbondîoksîd jî hewayêda namîne û top nabe. Çira? Çimkî Yehowa cûre-cûre şînkayên mezin û biçûk efirandiye, kîjan ku karbondîoksîdê dikişînine xwe, û dewsê oksîjenê derdixin. Ev ziviroka oksîjenê îzbat dike giliyên ji Karên Şandiya 17:24, 25: “Xwedê . . . xwexa emir, bînê û her tiştî dide hemûya”.

6. Ziviroka avê çi ye, û ew çi îzbat dike? (Usa jî binihêre çargoşe “ Ziviroka Avê Pêşkêşa ji Yehowa ye”.)

6 Av ser erdê heye, çimkî planêta me cîkî usada ye, ku ji tevê ne gelek dûr e, ne jî gelek nêzîk e. Hergê ev hema hinekî nêzîkî tevê bûya, ava ser erdê wê ziha bûya, erd wê germ û hişk bûya, û jîyîn wê ser tune bûya. Lê hergê erd hema hinekî ji tevê dûr bûya, temamiya ava ser erdê wê usa biqerimiya, ku erd bibûya topeke bûzê. Lê Yehowa erd daniye cîkî lapî baş, lema jî ser erdê ziviroka avê heye, kîjan ku emir xwey dike. Tev ava okyanûsa û hemû avên ser erdê germ dike û dike hulm seva ewir çêbin. Her sal ava ku tev dike hulm, ji ava hemû golên ser erdê, zêdetir e. Paşê ew hulma avê, weke deh roja hewêda dimîne, dibe berf yan baran û dibare ser erdê. Ev av axiriyêda paşda vedigere okyanûsa û cûre-cûre gol û kaniyên ava, û usa ev zivirok berdewam dibe. Yehowa ev zivirok usa saz kiriye, seva ser erdê hertim av hebe. Ew yek rastî jî bîlaniya wî û qewata wî eyan dike (Îb. 36:27, 28; Waîz 1:7).

7. Ça em dikarin razîbûna xwe nîşan kin bona vê pêşkêşê, ku Zebûr 115:16-da tê gotinê?

7 Çi dikare alî me bike, wekî em planêta me û tiştên baş çi ser hene, hê zêde bişêkirînin? (Bixûne Zebûr 115:16.) Ya pêşin, bifikirin ser çêkirina destên Yehowa. Ew yek wê me hêlan ke, wekî her roj bona tiştên qenc ku Yehowa dide me, razîbûna xwe jêra bidine kifşê. Usa jî hergê em ciyê ku em dijîn temiz xwey kin, emê bidine kifşê ku erdê qîmet dikin.

MEJIYÊ MEYÎ MEXSÛS

8. Çira em dikarin bêjin, wekî mejiyê me bi cûrê mexsûs hatiye çêkirinê?

8 Mejiyê meriva bi cûrê mexsûs hatiye çêkirinê. Çaxê hûn hê zikê diya xweda bûn, mejiyê we bi organîze saz dibû, û her deqe bi hezara şaneyên teze çêdibûn! Lêkolînkar dibêjin, wekî mejiyê merivê gihîştîda, weke 100 mîlyard şane hene, navê kîjana nêîron in. Bi wan hemû şana mejiyê meriva saz dibe, giraniya kîjanî weke 1.5 kîlogram e. Dîna xwe bidine tenê çend feresetên mejû.

9. Çi wera îzbat dike, ku xeberdan pêşkêşa ji Xwedê ye?

9 Ew yek ku em dikarin xeber din, keremet e. Bifikirin ku çi diqewime gava em xeber didin. Seva hema xeberekê bêjin, mejiyê me gerekê rêberiyê weke 100 masûlkên me bike, yên ziman, qirikê, lêva, çengiyê, û sîngê me. Seva ku giliya zelal bêjin, lazim e ev hemû masûlke wedê xweda bixebitin. Derheqa xeberdana ser cûre-cûre zimana, sala 2019-da lêkolînekê eyan kir, wekî zarên virnî dikarin xeberên başqe têderxin. Gelek lêkolînkar qayîl in tevî vê yekê, çimkî bawer in, wekî em bi vî feresetî têne bûyînê, ku dikarin zimana têderxin û hîn bin. Eşkere ye, xeberdan ew heye pêşkêşa ji Xwedê (Derk. 4:11).

10. Em ça dikarin nîşan kin, wekî em dişêkirînin xeberdanê, dêmek pêşkêşa ji Xwedê?

10 Emê nîşan kin ku pêşkêşa xeberdanê dişêkirînin, hergê wan merivara yên ku êvolûsiyayê bawer dikin, şirovekin wekî efirandarê her tiştî Xwedê ye (Zeb. 9:1; 1 Pet. 3:15). Merivên ku êvolûsiyayê bawer dikin, dixwazin me bidine bawerkirinê, ku erd û hemû tiştên sax xwexa pêşda hatine. Pê Kitêba Pîroz û hine fikirên ku me vê gotarêda şêwir kir, em dikarin Bavê xweyî ezmana biparêzin, û wan merivara yên ku guh didine me, şirovekin çira em bawer dikin, wekî Yehowa Efirandarê erd û ezmana ye (Zeb. 102:25; Îşa. 40:25, 26).

11. Dîsa çida mejiyê me mexsûs e?

11 Ew yek ku em dikarin tişta bîra xweda xwey kin, gelek ecêbmayî ye. Berê, lêkolînkarekî got, wekî mejiyê meriva dikare haqas înformasiya bîra xweda xwey ke, çiqas weke 20 mîlyon kitêbên mezinda cî dibe. Lê îro dibêjin, wekî meriv ji vê zêdetir înformasiya dikare bîra xweda xwey ke. Bi saya vê yekê, meriv çi dikarin bikin?

12. Em ji heywana çida cude dibin?

12 Ji hemû efrînên ser erdê, tenê meriv dikarin qewimandinên berê bînin bîra xwe, kûr ser bifikirin, û ser hîmê vê yekê xwera dersa hîn bin. Bi vî cûreyî em dikarin bibine merivne hê baş, û cûrê fikirandina xwe û jîyîna xwe biguhêzin (1 Korn. 6:9-11; Kols. 3:9, 10). Dêmek, em dikarin îsafa xwe hîn kin, ku qencî û xirabiyê ji hev derxin (Îbrn. 5:14). Em usa jî dikarin hîn bin ku hizkirinê bidine kifşê, dilşewat û rem bin, û çev bidine heqiya Yehowa.

13. Li gora Zebûr 77:11, 12, em pêşkêşa bîrê gerekê ça bidine xebatê?

13 Cûrekî ku ça em dikarin razîbûna xwe bidine kifşê bona vê pêşkêşê ku bîra me heye, ew e ku bîr nekin, wekî Yehowa ça hemû derecada alî me dikir û dilbînî dida me. Bi vê yekê baweriya me wê hê qewî be, wekî Xwedê wê axiriyêda jî alî me bike (Bixûne Zebûr 77:11, 12; 78:4, 7). Emê usa jî bidine kifşê, ku evê pêşkêşê qîmet dikin, hergê bîr nekin û bişêkirînin qenciya meriva hindava xwe. Lêkolînkara têderxistine, wekî merivên şêkirdar diha bextewar in. Wê usa jî baş be ku çev bidine Yehowa vê yekêda, ku hine tişta bîra xweda xwey nekin. Mesele, rast e bîra Yehowa kamil e, lê çaxê em gunên xwe tobe dikin, ew van guna bîr dike û dibaxşînine me (Zeb. 25:7; 130:3, 4). Û çaxê meriv dilê me dêşînin, lê baxşandinê ji me dixwazin, em jî gerekê mîna Yehowa bîr kin û bibaxşînine wan (Met. 6:14; Lûqa 17:3, 4).

Hergê em pêşkêşa Xwedê, dêmek mejû bişêkirînin, emê bona pesindayîna Yehowa bidine xebatê (Binihêre abzasa 14) *

14. Em ça dikarin razîbûna xwe bidine kifşê bona mejû, dêmek pêşkêşa ji Xwedê?

14 Emê nîşan kin ku pêşkêşa ji Xwedê dişêkirînin, dêmek mejû, hergê evê pêşkêşê bidine xebatê seva pesina bidine Wî. Hine meriv mejiyê xwe bona kara xwe didine xebatê, dêmek xwexa safî dikin bona wan çi qenc e û çi xirab e. Lê çimkî Yehowa em efirandine, logîkî ye wekî prînsîpên wî diha baş in, ne ku prînsîpên ku em xwexa xwera datînin (Rom. 12:1, 2). Çaxê em prînsîpên wî tînin sêrî, em edilayêda dijîn (Îşa. 48:17, 18). Ew yek nêtê dide emirê me, ku em pesina didine Efirandar û Bavê xwe, û dilê wî şa dikin (Metlk. 27:11).

KITÊBA PÎROZ PÊŞKÊŞEKE GELEK QÎMET E

15. Pêşkêşa Xwedê Kitêba Pîroz, ça hizkirina Yehowa hindava însanetê eyan dike?

15 Kitêba Pîroz ew heye pêşkêşa ji Xwedê. Bavê meyî ezmana rêberî kir, wekî Kitêba Pîroz bê nivîsarê, çimkî ew zarên xweye ser erdê gelek hiz dike. Bi saya Kitêba Pîroz, Yehowa cabên pirsên ferz dide, kîjan ku bal meriva dikarin pêşda bên, mesele: Em ça hatine dinê? Nêta jîyîna me çi ye? Û axiriya me wê ça be? Yehowa dixwaze wekî hemû zarên wî caba wan pirsa pêbihesin, lema jî ew nava qirnada rêberiyê meriva dikir, ku ser gelek zimana Kitêba Pîroz welgerînin. Îro Kitêba Pîroz nîvîda yan bi temamî ser 3 000 zimana zêdetir heye! Nava terîxiyêda tu kitêb ser haqas zimana nehatiye welgerandinê û usa belabûyî nîne çawa Kitêba Pîroz. Heçî zef meriv, firqî tune ewana kîderê dijîn yan ser çi zimanî xeber didin, dikarin rastiya Kitêba Pîroz ser zimanê xweyî dê pêbihesin (Binihêre çargoşe “ Kitêba Pîroz ser Zimanên Afrîkanî Hatine Welgerandinê”).

16. Li gora Metta 28:19, 20, em ça dikarin bidine kifşê ku Kitêba Pîroz qîmet dikin?

16 Hergê em Kitêba Pîroz dişêkirînin, emê her roj bixûnin, ser bifikirin, û çi ku ew hîn dike emirê xweda bînin sêrî. Usa jî emê bidine kifşê ku dişêkirînin evê pêşkêşa ji Xwedê, hergê çiqas dikarin gelek merivara gilî kin, ku Kitêba Pîroz çi dibêje (Zeb. 1:1-3; Met. 24:14; bixûne Metta 28:19, 20.)

17. Vê gotarêda me derheqa kîjan pêşkêşa şêwir kir, û gotara mayînda emê derheqa çi şêwir kin?

17 Vê gotarêda me şêwir kir derheqa sê pêşkêşên ji Xwedê, ew heye mala me, dêmek erd, mejiyê me ku bi cûrê mexsûs hatiye çêkirinê, û Xebera Wî Kitêba Pîroz. Hene pêşkêşên mayîn jî, ku Yehowa daye me, lê ew nayêne dîtinê. Derheqa van pêşkêşa, emê gotara dinda şêwir kin.

KILAMA 12 Xwedayê Himzor, Yehowa

^ abz. 5 Ev gotar wê alî me bike, wekî em hê zêde Yehowa qîmet kin û sê pêşkêşên ku ewî daye me, bişêkirînin. Emê usa jî pêbihesin, ku ça xeber din tevî wan meriva, yên ku dudilî ne, wekî Xwedê heye.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkek zimanê xerîb hîn dibe, seva ku êmîgranta rastiyên ji Xebera Xwedê hîn ke