Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 25

“Ezê yê ku Unda Bûye Bigerim”

“Ezê yê ku Unda Bûye Bigerim”

“Ezê mîhên xwe bipirsim [bigerim] . . . yê şikestî bipêçim û yê ku nexweş e xwurt [qenc] bikim” (HEZQL. 34:11, 16).

KILAMA 105 “Xwedê Hizkirin e”

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa çira xwe beramberî dê kir?

“MA Pîrek dikare ku lawê xweyî bimemikva ji bîr bike?” Ew pirs Yehowa da wedê rojên pêxemberê xwe Îşaya. Lê Xwedê gote cimeta xwe: “Belê, ew dikarin ji bîr bikin, lê belê ez te ji bîr nakim!” (Îşa. 49:15). Vê derecêda Yehowa xwe beramberî dê dike, lê ne hertim. Yehowa derheqa heleqetiya orta dê û zarê mesele anî, wekî bide kifşê, ku ew xizmetkarên xwe çiqas hiz dike. Gelek dê ser xwe texmîn dikin vê yekê, çi ku xûşka me Jasmîn ser xwe texmîn kiriye. Ew dibêje: “Çaxê dê bona zara xwe xem dike, heleqetiya orta wan gelek qewî dibe û ew heleqetî temamiya emirê wanda berdewam dibe”.

2. Yehowa ça xwe texmîn dike, gava hela hê xizmetkarekî wî jî, wî dihêle?

2 Hela hê jî çaxê tenê zaroke Yehowa civatê dihêle û îda xizmetiyêda kar nake, Ew derheqa vê zara xwe jî zane. Bidine ber çevê xwe, dilê Yehowa çiqas dişewite çaxê ew divîne, wekî her sal bi hezara xizmetkarên wî ruhanîda sist dibin * û xizmetiya xwe didine sekinandinê.

3. Yehowa bi dil û can çi dixwaze?

3 Gelek xûşk-bira ku ruhanîda sist bûne, dîsa vedigerin civatê û dilê me seva wan gelek şa dibe! Yehowa û usa jî em, bi dil û can dixwazin ku ewana vegerin (1 Pet. 2:25). Lê em ça dikarin alî wan xûşk-bira bikin? Pêşiya ku em caba vê pirsê pêbihesin, were em şêwir kin ku çira hine xûşk-bira îda nayêne civatê û xizmetiya xwe dane sekinandinê.

ÇIRA HINEK XIZMETIYA XWE YEHOWARA DIDINE SEKINANDINÊ?

4. Xebat ça dikare ser hineka hukum bike?

4 Hine xûşk-bira pey xebatê dikevin û ew dibe menî, ku ewana xizmetî didine sekinandinê. Hang, * birakî me ji Asyayê, derheqa xwe dibêje: “Ez pêda ketibûm nav xebatê. Min xwexa xwe dixapand, çimkî difikirîm, ku hergê perê min zef be, ezê bikaribin hê zêde Yehowara xizmet kim. Lema jî ez gelek siheta dixebitîm, û min hêdî-hêdî civat berdida û axiriyêda qe nediçûm civata. Rastî jî ev dinya hêdî-hêdî meriva ji Yehowa dûr dixe”.

5. Problêm ça ser xûşkeke me hukum bûn?

5 Hine xûşk-birên me ji bo gelek problêma dilteng dibin, lema jî xizmetiya xwe didine sekinandinê. Xûşkeke me ji Brîtanyayê Anna, diya pênc zara ye. Ew gilî dike: “Zareke min seqet hate bûyînê, paşê wede şûnda qîzeke min ji civatê hate derxistinê, lê bal kurekî min jî nexweşiya psîxîkî pêşda hat. Ez ketime dêprêsiya usa giran, ku axiriyêda ez ruhanîda sist bûm. Ez îda ne diçûme civatê û min ne jî xizmet dikir”. Dilê me ça bona xûşka me Annayê û neferên wê dişewite, usa jî bona wan xûşk-bira, yên ku rastî problêmên usa tên.

6. Hergê meriv rêza ji Kolosî 3:13 nede xebatê, ça ew dikare ji cimeta Yehowa dûr keve?

6 Bixûne Kolosî 3:13. Hine xûşk-bira xizmetiya xwe dane sekinandinê, çimkî ji civatê kesekî ewana dane xeyîdandinê. Pawlosê şandî zanibû, wekî cara wê “gazinê” me hindava xûşk yan birada hebe. Hela hê diqewime neheqiyê jî me bikin. Hergê em fesal nîbin, em dikarin bibine yekî zulm û hêrs. Ev hêrs axiriyêda dikare me ji cimeta Yehowa dûr xe. Dîna xwe bidine serhatiya birakî me Pablo ji Amêrîka Başûrê. Buxdan avîtine wî, ku yan çi ewî xirabî kiriye. Ewî ji bo vê yekê cabdariya xwe civatêda unda kir. Ev derece ser wî ça hukum bû? Pablo dibêje: “Ez gelek hêrs ketim, û hêdî-hêdî ez ji civatê dûr ketim”.

7. Çi dikare biqewime tevî wî merivî, îsafa kîjanî lê diçerçirîne?

7 Ewê ku gunekî giran kiriye, îsafa wî dikare gelek wext wî biçerçirîne, û ew dikare bifikire ku îda hêjayî hizkirina Xwedê nîne. Hela hê jî hergê ewî bi dil gunê xwe aniye rûyê xwe, yeke ew dikare hesab ke ku îda layîq nîne Yehowara xizmet ke. Lê birakî me Fransîsko halekî usada bû. Ew gilî dike: “Min bênamûsî kir û ez hatime cezakirinê. Pêşiyê ez dîsa diçûme civatê, lê ez ketime dêprêsiyê û difikirîm ku îda hêja nînim nava cimeta Xwedêda bimînim. Îsafa min gelek ez diçerçirandim û ez difikirîm ku Yehowa nebaxşandiye min. Wede şûnda min îda xizmetiya xwe da sekinandinê û ez ne jî dihatime civatê”. Lê hûn çi difikirin derheqa dereca wan xûşk-bira, besa kîjana me jorê kir? Dilê we dişewite bona wan? Lê ya lape ferz, Yehowa çi difikire derheqa wan?

YEHOWA PEZÊ XWE HIZ DIKE

Şivanê Îsraêlî bona peza undabûyî gelek xem dikir (Binihêre abzasa 8-9) *

8. Gelo Yehowa ça ne hindava wan, yên ku xizmetiya xwe dane sekinandinê? Şirovekin.

8 Yehowa bîr nake wan meriva, yên ku jêra xizmet dikirin, lê wedelû ji cimeta wî dûr ketine. Ew ne jî bîr dike kirên wan, kîjan ku bona wî kirine (Îbrn. 6:10). Îşaya pêxember meseleke usa dilgermî anî, ku dide kifşê wekî Yehowa ça bona cimeta xwe xem dike. “Wê mîna şivanekî pezê xwe bajo, bi baskê xwe wê berxika bicivîne” (Îşa. 40:11). Lê Yehowa ça Şivanê Mezin, çi texmîn dike gava pezeke wî ji kerî dûr dikeve? Îsa eyan kir ew yek gava pirs da şagirtên xwe: “Hûn çawa texmîn dikin? Heger sed pezêd merivekî hebin û yek ji wan unda be, ewê nod neha nehêle çiyabaniya û neçe ku ya undabûyî bigere? Lê gava bibîne, ez rast wera dibêjim, ewê bona wê hê gelekî şa be, ne ku bona nod nehêd dine ku unda nebûne” (Met. 18:12, 13).

9. Berê, şivan ça bûn hindava pezên xweda? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

9 Çira em Yehowa beramberî şivan dikin? Çimkî berê şivanê qenc gelek miqatî pezên xwe dibûn. Mesele, Dawid tevî şêr û hirç şer kir, wekî keriyê xwe xwey ke (1 Sam. 17:34, 35). Hergê tenê pezek jî unda dibû, şivanê qenc texmîn dikir (Yûhn. 10:3, 14). Şivanê usa, 99 pezên xwe ciyê xweykirîda yan cem şivanê mayîn dihîşt, seva ya undabûyî bigere. Îsa ev mesela şivan da xebatê seva rastiya ferz hîn ke: “Bavê weyî ezmana naxwaze ku ji van biçûka yek unda be” (Met. 18:14).

Şivanê Îsraêlî xem dike bona bexika ku unda bibû (Binihêre abzasa 9)

YEHOWA PEZA XWE DIGERE

10. Li gora Hezeqêl 34:11-16, Yehowa çi soz dabû ku bona pezên xweyî undabûyî bike?

10 Yehowa me her kesî hiz dike, û usa jî wan “biçûka”, yên ku ji keriyê wî dûr ketine. Xwedê bi saya Hezeqêl pêxember soz da, wekî wê pezên xweye undabûyî bigere û ruhanîda wana qenc ke. Û ewî got ku wê çi bike seva wana xilaz ke. Çi ku ewî gere bikira, berê şivanê Îsraêlî dikir gava pezek unda dibû. (Bixûne Hezeqêl 34:11-16.) Pêşiyê, ew şivan diçû peza undabûyî bigere, û seva vê yekê lazim bû wede xerc ke û cefê bivîne. Çaxê şivan ew pez didît, dianî nava kerî. Xêncî vê yekê, hergê ew pez birîndar yan tî-birçî bûya, ewî şivanî bi hizkirin alî vê heywana sist dikir, birînên wê dipêça, hildida hemêza xwe û lê têr dikir. Rûspî jî, dêmek şivanên “keriyê pezê Xwedê”, gerekê usa bikin gava alî wî kesî dikin, yê ku ji civatê dûr ketiye (1 Pet. 5:2, 3). Rûspî wan kesa digerin, alî wan dikin seva vegerin civatê, û bi hizkirinê ruhanîda wana qenc dikin. *

11. Şivanê qenc çi fem dikir?

11 Şivanê qenc fem dikir, wekî pez dikare unda be. Û çaxê pez xwexa ji kerî dûr diket, şivan seva vê yekê lê ceza nedikir. Dîna xwe bidine mesela Xwedê, ku ewî ça alî xizmetkarên xwe dikir, yên ku wedelû ji wî dûr ketibûn.

12. Yehowa hindava Ûnisda ça bû?

12 Ûnis pêxember gura Yehowa nekir û ji cabdariya xwe revî. Lê Yehowa terka Ûnis neda. Yehowa mîna şivanê qenc ew xilaz kir û alî wî kir, wekî qewî be û cabdariya xwe bîne sêrî (Ûns. 2:7; 3:1, 2). Paşê, Yehowa pê mesela kol alî Ûnis kir ku fem ke, wekî emirê her merivekî bona wî çiqas qîmet e (Ûns. 4:10, 11). Ji vê yekê em çi dersê hîn dibin? Rûspî gerekê derbêra nefikirin, wekî xûşk-birên ku xizmetiya xwe dane sekinandinê, wê îda venegerin. Dewsê, rûspî gerekê têderxin ku menî çi bû, wekî ew pez ji kerî dûr ket. Û çaxê ew vedigere cem Yehowa, rûspî gerekê berdewam kin bi hizkirin bona wî xem bikin.

13. Yehowa hindava nivîskarê Zebûr 73 ça xwe da kifşê, û em ji vê yekê çi hîn dibin?

13 Nivîskarê Zebûra 73, dilşkestî bû çaxê didît ku merivên xirab ça bêjî timê pêşda diçin. Ew kete şikê ku gelo rastî hêja ye Xwedêra xizmet ke (Zeb. 73:12, 13, 16). Lê Yehowa ça xwe da kifşê hindava wî? Yehowa ew sûcdar nekir. Ew tê kifşê ji vê yekê, ku Xwedê giliyên wî zebûrbêjî Kitêba Pîrozda daye nivîsarê. Axiriyêda zebûrbêj fem kir, wekî bi rastî dostiya tevî Yehowa ji her tiştî qîmettir e (Zeb. 73:23, 24, 26, 28). Ew yek çi dersê me hîn dike? Rûspî gerekê lez nekevin ku wan xûşk-bira sûcdar kin, yên ku dudilî dibin, wekî xizmetî Yehowara badîhewa nîne. Dewsê, ewana gerekê fem bikin, ku çira ew xûşk yan bira usa difikire yan usa dike. Tenê hingê rûspî wê bikaribin bi saya Kitêba Pîroz hê baş dil bidine wî û alî wî bikin.

14. Êlyas çira hewcê alîkariyê bû, û Yehowa ça alî wî kir?

14 Êlyas pêxember ji Îzabêla Jin-padşa, revî (1 Padş. 19:1-3). Ewî tirê xêncî wî tu kes ji pêxemberê Yehowa nemaye û şixulê ku ewî kir badîhewa bû. Ew usa dilşkestî bû, ku xwera mirin dixwest (1 Padş. 19:4, 10). Yehowa seva vê yekê Êlyas sûcdar nekir, lê dewsê wî da bawerkirinê ku ew tenê nîne, û dikare îtbariya xwe qewata Xwedê bîne, û hela hê gelek şixul maye ku ew gerekê bike. Çaxê Êlyas derdên xwe Yehowara gilî kir, Yehowa bi dil guh da wî û şixulên teze da wî (1 Padş. 19:11-16, 18). Ew yek çi dersê me hîn dike? Her kes ji me, îlahî rûspî gerekê hindava xizmetkarên Yehowa nerm û qenc bin. Hergê kesek hêrse-hêrs derdê xwe rûspiyara gilî dike, yan jî kesek dibêje, wekî ew hêjayî baxşandina Yehowa nîne, yeke rûspî gerekê r’ind guh bidine wî, gava ew dilê xwe vedike. Paşê rûspî gerekê ew peza undabûyî bidine bawerkirinê, ku Yehowa wî gelek hiz dike.

EM GEREKÊ ÇA BIN HINDAVA PEZÊN UNDABÛYÎ?

15. Li gora Yûhenna 6:39, Îsa ça bû hindava pezên Bavê xwe?

15 Lê Yehowa dixwaze em ça bin hindava pezên wîyî undabûyîda? Îsa mera meseleke baş hîştiye. Ewî zanibû ku Yehowa hemû pezên xwe qîmet dike. Lema Îsa her tişt çi destê wîva dihat dikir, seva “pezêd mala Îsraêlêye undabûyî” vegerîne cem Yehowa (Met. 15:24; Lûqa 19:9, 10). Usa jî Îsa mîna şivanê heyf, her tişt dikir seva tu pezeke Yehowa unda nebe. (Bixûne Yûhenna 6:39.)

16-17. Rûspî gerekê ça bin hindava wan, yên ku ji civatê dûr ketine? (Binihêrin çargoşe bi navê “ Pezên Undabûyî Ça Xwe Texmîn Dikin”.)

16 Pawlosê şandî rûspiyên ji civata Efesî şîret kir, wekî çev bidine Îsa. Ewî got: “Gerekê bixebitin komekê bidine ketiya û xebera Xudan Îsa bîr bînin ku digot: ‘Xwezî li dayiya, ne ku li standiya’” (Kar. Şand. 20:17, 35). Eyan e wekî wî şixulîda îro cabdariya rûspiya mezin e. Salvador, rûspîkî ji Îspanyayê dibêje: “Çaxê ez difikirim ku Yehowa pezên xweye undabûyî çiqas zef hiz dike, ez diha zef dixwazim her tiştî bikim çi destê min tê, wekî alî wan bikim. Ez bawer im wekî Yehowa dixwaze, ku ez ça şivanê ruhanî bona wana xem bikim”.

17 Vê gotarêda besa kîjana me kir, yên ku ji Yehowa dûr ketine, wana alîkarî stand û dîsa vegeriyan cem Yehowa. Niha jî gelekên ku ji civatê dûr ketine, dixwazin vegerin. Gotara dinda emê hê hûr bi hûr şêwir kin, ku ça alî wan bikin, wekî vegerin cem Yehowa.

KILAMA 139 Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe

^ abz. 5 Çira hine xizmetkarên Yehowa, kîjan ku gelek sala bi aminî wîra xizmet dikirin, civat hîştin? Xwedê hindava wanda ça ne? Vê gotarêda emê cabên wan pirsa pêbihesin. Emê usa jî şêwir kin, ku Yehowa ça wedê berê alî wan xizmetkarên xwe dikir, yên ku ji wî dûr ketibûn.

^ abz. 2 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Mizgînvanê ruhanîda sist ew e, yê ku nava şeş mehada yan hê zêde, hesabê sihetên xizmetiyê nade. Lê ew mizgînvan dîsa jî xûşk-birên me ne û em wana gelek hiz dikin.

^ abz. 4 Hine nav hatine guhastinê.

^ abz. 10 Gotara dinda emê hûr bi hûr şêwir kin derheqa wan gava, kîjan ku rûspî gerekê bikin.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Şivanê Îsraêlî bona peza undabûyî berxwe dikeve, diçe lê digere, û vedigerîne nava kerî. Şivanên ruhanî îro jî usa dikin.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkek ku ji civatê dûr ketiye, otobûsêda rûniştiye û divîne ku ça du Şedên Yehowa bi şabûnê şedetiyê didin.