Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 26

Vegerin Cem Min

Vegerin Cem Min

“Vegerin min, ezê jî vegerim we” (MALX. 3:7).

KILAMA 102 “Komekê Bidine yên Sist”

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa çi texmîn dike, gava xizmetkarekî wî vedigere cem wî?

ÇAWA me gotara pêşiya vêda şêwir kir, Yehowa xwe beramberî şivanê qenc dike, yê ku bi dil û can bona pezên xwe xem dike. Û ew her kesê ku ji riya rast dûr ketiye, digere. Yehowa gote Îsraêliyên ku ew hîştin: “Vegerin min, ezê jî vegerim we”. Em zanin, wekî îro jî Yehowa usa ye, çimkî ewî xwexa got, ku ew nayê guhastinê (Malx. 3:6, 7). Îsa got ku Yehowa û melek gelek şa dibin, çaxê hema xizmetkarekî jî vedigere cem Xwedê (Lûqa 15:10, 32).

2. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

2 Were em derheqa sê meselên Îsa şêwir kin, kîjan nîşan dikin, ku ça alî wan xûşk-bira bikin, yên ku ji Yehowa dûr ketine. Emê usa jî pêbihesin derheqa wan hunura, kîjan ku mera lazim in, wekî alî pezên undabûyî bikin ku vegerin cem Yehowa. Û emê bivînin ku çira hêja ye, wekî em alî yên sist bikin.

LÊGERÎNA ZÎVÊ UNDABÛYÎ

3-4. Çira ew kulfet, derheqa kîjanî Lûqa 15:8-10-da tê gotinê, drahma xweye undabûyî rind digeriya?

3 Seva em van meriva bigerin, yên ku dixwazin vegerin cem Yehowa, hinekî cefa lazim e. Kitêba Lûqada Îsa metelok anî derheqa kulfetekê, ya ku draxma dêmek polekî zîvî qîmet, unda kiribû. Ew metelok mera eyan dike, wekî seva ku tiştekî bigerin, cefa lazim e. (Bixûne Lûqa 15:8-10.)

4 Îsa gilî dike ku ew kulfet çi texmîn dike, gava evî polê undabûyî divîne. Wedê Îsada, çaxê qîzekê mêr dikir, diya wê roja dewatê cara ça cihêz dehe drahma dida qîza xwe. Diqewime vê metelokêda hema ev drahma unda bibû, ya ku dê pêşkêşî wê kiribû. Ew kulfet difikirî, ku ev pol ketiye erdê, lema jî ew çira xwe vêdixe û digere, lê navîne. Ew çira wêye pê bizir, êpêce şewq nade, wekî ev pola zîv bivîne. Axiriyêda çaxê ew malê gêzî dike, nava tozêda drahma xweye qîmet divîne, ku ji şewqa çirê dibiriqe. Ew usa şa dibe ku gazî heval û cînarên xwe dike, wekî wanra bêje, ku ewê pola xwe dîtiye.

5. Çira lazim e hinekî cefa bikişînin, seva wan xûşk-bira bivînin, yên ku ji civatê dûr ketine?

5 Li gora vê meteloka Îsa, rastî jî hinekî zemet lazim e, wekî tiştê undabûyî bivînin. Mera jî dibeke lazim e hinekî cefê bikişînin, wekî wan xûşk-bira bivînin, yên ku ji civatê dûr ketine. Diqewime îda gelek sal derbaz bûne, ku wana xizmetiya xwe dane sekinandinê. Ewana diqewime derbazî wî cîyî bûne, kîderê xûşk-bira wana nas nakin. Û ji wana hinek, gelek dixwazin vegerin cem Yehowa. Ewana dixwazin tevî malbeta xweye ruhanî Yehowara xizmet bikin, lê wanra alîkarî lazim e.

6. Ça temamiya civatê dikare alîkariyê bide lêgerîna wan xûşk-birada, yên ku xizmetiya xwe dane sekinandinê?

6 Kê dikare wan xûşk-birên ku ji civatê dûr ketine, bigere? Gişk, dêmek rûspî, pêşeng, neferên malê, û xûşk-birên civatê dikarin vê yekêda alîkariyê bidin. Dibeke heval yan merivên weyî nêzîk xizmetiya xwe dane sekinandinê. Yan jî dibeke hûn mal bi mal, yan wedê xizmetiya ber stêndê, rastî wan bên. Wanra bêjin ku hergê ewana qayîl in wekî kesek teseliya wan bike, emê bi şabûn adrês yan hejmara têla wan, bidine rûspiyên mihala wan.

7. Hûn ji mesela Tomas çi hîn dibin?

7 Lê rûspî çi dikarin bikin, wekî alî wan xûşk-bira bikin, yên ku dixwazin vegerin cem Yehowa? Dîna xwe bidine mesela Tomas *, rûspîkî ji Îspanyayê. Ewî alî 40 xûşk-bira kir, ku vegerin civatê. Ew dibêje: “Pêşiyê ez ji xûşk-bira dipirsim, wekî ewên undabûyî niha kîderê dijîn. Yan jî dibêjim, wekî bînin bîra xwe, hela kê îda gelek wext nayê civatê. Xûşk-bira bi dil û can vê yekêda alîkariyê didin, çimkî ewana jî lêgerînêda komekê didin. Paşê ez teseliya wan xûşk-bira dikim, yên ku ji civatê dûr ketin, û dipirsim hela zar û merivên wanî nêzîk ça nin. Hinek ji wan xûşk-bira berê tevî zarên xwe dihatine civatê, û ew zar dibeke wedekî mizgînvan bûn. Wanra jî alîkarî lazim e, wekî vegerin cem Yehowa”.

ZARÊN YEHOWAYÎ UNDABÛYÎ VEGERÎNIN

8. Meteloka derheqa kurê undabûyîda, ku Lûqa 15:17-24-da tê gilîkirinê, bav ça xwe da kifşê hindava kurê xweyî ku tobe kir?

8 Lê kîjan hunur mera lazim in, wekî alî wan bikin, yên ku dixwazim vegerin cem Yehowa? Dîna xwe bidinê, ji meteloka Îsa derheqa kurê ku ji mal çû, em çi dikarin hîn bin. (Bixûne Lûqa 15:17-24.) Îsa şirovedike ku ev kur axiriyêda hate ser hişê xwe û safî kir vegere mala xwe. Bav direve pêşiya kur, lê hemêz dike û hizkirina xwe wîra dide kifşê. Îsafa kur wî diçerçirand û ewî got ku hêjayî kurtiya bavê xwe nîne. Lê gava bav ew yek bihîst, dilê wî şewitî. Paşê bav pê kirên xwe îzbat kir, wekî şa ye ku ew vegeriya mal, û wî qebûl kir ne ku ça pale, lê ça kurê xweyî delal. Ewî sifreke gelek mezin vekir û çuxê lapî rind kurê xwe kir, yê ku tobe kir.

9. Kîjan hunur mera lazim in ku alî xûşk-bira bikin, wekî vegerin cem Yehowa? (Binihêre çargoşe “ Ça Alî Wan Bikin, yên ku Dixwazin Vegerin”).

9 Yehowa jî mîna wî bavê ji metelokê, zarên xweye ku dixwazin vegerin cem wî, gelek hiz dike. Hergê em çev bidine Yehowa, emê bikaribin alî wan xûşk-bira bikin, wekî vegerine civatê. Lê bona vê yeke, em gerekê dilşewat bin, bi sebir û bi hizkirin bin. Çira ev hunur usa ferz in, û em ça dikarin wan hunura bidine kifşê?

10. Çira sebir lazim e seva alî wan bikin, yên ku ji civatê dûr ketine?

10 Em gerekê bi sebir bin, çimkî wede lazim e, wekî meriv vegere cem Yehowa. Gelek xûşk-birên ku vegeriyane civatê, gilî dikin ku rûspî û xûşk-birên civatê gelek car teseliya wan dikirin, û evê yekê wana hêlan kir, ku vegerine civatê. Nênsî, xûşkeke ji Asyayê, nivîsî: “Hevala mine nêzîk ji civatê, gelek alî min kir. Ewê ez ça xûşka xweye mezin hiz dikirim. Ewê timê dianî bîra min, ku berê me wede ça xweş derbaz dikir. Çaxê min dilê xwe jêra vedikir, ewê bi sebir guh dida min û ez şîret jî dikirim. Ewê îzbat kir wekî hevaleke baş e û hazir e her gav alîkariyê bide”.

11. Çira em gerekê dilşewat bin hindava wanda, yên ku civatêda ji kesekî xeyîdîne?

11 Dilşewatî ew heye dermaneke qewî, ku dikare alî merivên dilbirîndar bike. Hine xûşk-bira ji civatê dûr ketine, çimkî bi sala pêşda, civatêda ewana dane xeyîdandinê, ji bo vê yekê ewana heta niha hêrs in û nikarin ewê yekê bîr kin. Û dibeke hinek difikirin, ku hindava wanda neheqî hatiye kirine. Ew her tişt rê wan digire, ku vegerin cem Yehowa. Lema jî ewana hewce ne, ku kesek guh bide wan û wana fem ke (Aqûb 1:19). Marîa, ya ku wextekî ji civatê dûr ketibû, gilî dike: “Min dixwest kesek guhê xwe bide min, ber dilê minda bê, û alî min bike”.

12. Çi cûreyî hizkirina Yehowa mîna togê ye?

12 Kitêba Pîroz hizkirina Yehowa beramberî togê dike. Lê ew çi cûreyî mîna togê ye? Dîna xwe bidine vê meselê: Bidine ber çevê xwe, wekî hûn berêda, ya ku pêlên wê rabûne, dixeniqin û kesek êlek davêje bal we. Bêşik, hûnê ji wî kesî gelek razî bin, çimkî hûnê bikaribin xwe ser avê xwey kin. Lê seva emirê xwe xilaz kin, tenê êlek bes nîne. Av gelek sar e, lema jî heta hûn negihîjine qeyika bona xilazkirinê, hûnê xilaz nebin. Lazim e kesek togê bavêje bal we û we bikişîne berbi qeyikê. Yehowa gote Îsraêliyên ku ji wî dûr ketibûn: “Min wana bi toga hizkirinê dikişand” (Hos. 11:4, DT). Xwedê îro jî usa ne hindava wanda, yên ku ji wî dûr ketine, û problêm û xemên xweda dixeniqin. Yehowa dixwaze ewana bizanibin, ku ew wana gelek hiz dike, û dixwaze wana bikişînine cem xwe. Yehowa dikare bi saya we hizkirina xwe wanra nîşan ke.

13. Serhatiya Pablo ça nîşan dike, ku qewata hizkirinê gelek mezin e?

13 Gelek ferz e timê wana, yên ku xizmetiya xwe dane sekinandinê, bidine bawerkirinê, wekî Yehowa û usa jî em wana gelek hiz dikin. Pablo, derheqa kîjanî gotara pêşiya vêda hate gotinê, 30 sala zêdetir nedihate civatê. Ew dibêje: “Carekê şebeqê çaxê ez ji mal derketim, xûşkeke gelek şîrin ku emirda mezin e, rastî min hat û usa bi hizkirin tevî min xeber da, ku ez mîna zara biçûk giriyam. Min jêra got, wekî Yehowa ew şandiye cem min, ku tevî min xeber de. Hema vê demê min xwera qirar kir, ku vegerim cem Yehowa”.

BI HIZKIRIN ALÎ YÊ SIST BIKIN

14. Li gora meteloka ji Lûqa 15:4, 5, şivan çi kir paşî vê yekê, çaxê peza undabûyî dît?

14 Em gerekê timê xûşk-birên ku ji civatê dûr ketine, bişidînin û alî wan bikin. Ewana jî dibeke mîna kurê undabûyî meteloka Îsada, dilşkestî ne. Femdarî ye, ewana ruhanîda jî sist in, çimkî vê dinya Şeytanda bê Yehowa ne. Lema jî wanra alîkarî lazim e, wekî dîsa baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin. Îsa meteloka derheqa peza undabûyîda gilî dike, ku şivan vê hildide hemêza xwe û dibe dike nav kerî. Şivan êpêce wede xerc kiriye û cefa kişandiye heta ku ew dîtiye. Lê paşê ew fem dike, ku gerekê evê pezê bive bike nav kerî, çimkî qewata wê tune ye ku xwexa vegere. (Bixûne Lûqa 15:4, 5.)

15. Em ça dikarin alî sista bikin, yên ku dixwazin vegerin cem Yehowa? (Binihêre çargoşe “ Haceteke Pir Qîmet”.)

15 Mera jî dibeke êpêce wede û cefa lazim be, wekî alî yên sist bikin ku bikaribin vegerin cem Yehowa. Em dikarin bi saya ruhê Yehowayî pîroz, Xebera wî, û edebyetên ku em civatêda distînin, alî wan bikin ku dîsa ruhanîda qewî bin (Rom. 15:1). Lê ça vê yekê bikin? Rûspîkî cêribandî got: “Heçî zef yên ku bi rastî dixwazin vegerin cem Yehowa, hewcê hînbûna Kitêba Pîroz in”. * Hergê rûspî wera bêjin, ku tevî filankesê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin, bi dil û can vê cabdariyê qebûl kin. Evî rûspîyî usa jî got: “Mizgînvanê ku hînbûnê derbaz ke, gerekê bibe hevalê baş, wekî ew xûşk yan bira îtbariya xwe wî bînin û bikaribin dilê xwe vekin”.

ŞABÛN SER EZMANA Û SER ERDÊ

16. Em ji ku zanin wekî melek alî me dikin?

16 Gelek mesele nîşan dikin, ku melek jî komekê didine me, wekî em wan xûşk-bira bivînin, yên ku dixwazin vegerin cem Yehowa (Eyan. 14:6). Mesele, Sîlvîo ji Ekwadorê, dua-dirozge dikir, wekî Yehowa kesekî bişîne cem wî ku alî wî bike wekî ew vegere civatê. Çaxê ewî dua dikir, hema vê demê kesek derî xist. Ew du rûspî bûn. Wedê vê serlêdanê, ew rûspî gelek şa bûn, ku wê alîkariyê bidine wî, çida ew hewce ye.

17. Emê çi karê bistînin hergê alî xûşk-birên ruhanîda sist bikin?

17 Dilê me şa dibe çaxê em alî yên ruhanîda sist dikin, ku vegerin cem Yehowa. Pêşengek navê kîjanî Salvador e, ku dîna xwe dide ser xûşk-birên ruhanîda sist, usa dibêje: “Cara, ez ji şabûnê nikarim hêsirê xwe bigirim. Dilê min şa dibe çaxê ez difikirim, ku Yehowa ça ji vê dinya Şeytan pezeke xwe xilaz kir, û qedirekî usa daye min, ku ez tevî Wî vê yekêda hevkariyê dikim” (Kar. Şand. 20:35).

18. Hergê hûn ji Yehowa dûr ketine, çida hûn gerekê dudilî nebin?

18 Hergê hûn ji cimeta Yehowa dûr ketine, dudilî nebin, wekî Yehowa dîsa we hiz dike. Ew dixwaze hûn vegerin cem wî. Lê bona vê yekê hûn gerekê hine gava bavêjin. Belê, mîna bavê ji meteloka Îsa, çevê Yehowa timê riya we ye û wê bi dil û can we qebûl ke mala xwe.

KILAMA 103 Şivanên Me Pêşkêş in

^ abz. 5 Yehowa dixwaze wekî ewên ku xizmetiya xwe dane sekinandinê û nayêne civatê, vegerine cem wî. Em jî dikarin wana hêlan kin, wekî evê teglîfkirina Yehowa qebûl kin: “Vegerin min”. Vê gotarêda emê şêwir kin ça em dikarin alî wan xûşk-bira bikin.

^ abz. 7 Hine nav hatine guhastinê.

^ abz. 15 Hine xûşk-birên ku ruhanîda sist bûne, pê kitêba “Çawa Nava Hizkirina Xwedêda Bimînin?” hînbûnê derbaz dibin, lê hineka jî xweş tê pê kitêba “Nêzîkî Yehowa bin” hînbûnê derbaz bin. Komîtêya Xizmetiyê ya Civatê wê safî ke, ku tevî wî kesî kê hînbûnê derbaz ke.

^ abz. 68 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Sê bira alî birakî dikin, yê ku dixwaze vegere cem Yehowa. Ewana jêra têlê dixin û dinivîsin, wî didine bawerkirinê ku lê hiz dikin, û r’ind guh didine wî.