Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 23

“Navê Te Pîroz Be”

“Navê Te Pîroz Be”

“Ya Xudan, navê te her û her dimîne” (ZEB. 135:13).

KILAM 10 Rûmet kin Yehowa, Xwedayê Me!

PÊŞGOTIN *

1-2. Kîjan mijar ji bo Şahidên Yehowa muhîm e?

SERWERIYA Yehowa û pîrozkirina navê wî, dozên pir muhîm in. Ji ber vê yekê, Şahidên Yehowa ji mirovan re behsa van mijaran dikin.

2 Em rind dizanin ku navê Xwedê hatiye reş kirin. Loma, gerek navê wî bê pîroz kirin. Wekî din, em dizanin ku gerek bê îsbat kirin ku serweriya Yehowa hikumdariya herî baş e. Lê belê, gelo mijara serweriya Yehowa ji mijara pîrozkirina navê wî cihê ye? Na!

3. Navê Yehowa bi çi ve girêdayî ye?

3 Bi eslê xwe, mijara navê Yehowa bi mijara hikumdariya wî ve girêdayî ye. Loma, ji bo pîrozkirina navê Yehowa lazim e ku bê îsbat kirin ku hikumdariya wî hikumdariya herî baş e. Navê Yehowa bi serweriya wî ve girêdayî ye (li çarçoveya “ Pirsên ku bi Doza Mezin ve Girêdayî ne” binêre).

4. Zebûr 135:13 di heqê navê Xwedê de çi dibêje, û li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

4 Navê Yehowa bêemsal e (Zebûr 135:13 bixwîne). Gelo çima? Navê wî cara pêşîn kengê hatibû reş kirin? Xwedê navê xwe çawa pîroz dike? Em çawa dikarin navê wî biparêzin? Niha emê li cewabên van pirsan binêrin.

NAVÊ XWEDÊ ÇIMA MUHÎM E?

5. Di heqê pîrozkirina navê Xwedê de, dibe ku em ji xwe çi bipirsin?

5 “Navê te pîroz be” (Met. 6:9). Îsa nîşan dabû ku pir muhîm e ku em ji bo pîrozkirina navê Xwedê dua bikin. Lê belê maneya van gotinan çi ye? Peyva “pîroz” tê maneya “pak” yan “paqij”. Hin kes belkî ji xwe wisa dipirsin: “Ma navê Yehowa jixwe ne pîroz, pak û paqij e?” Ji bo cewaba vê pirsê, gerek em bînin ber çavê xwe ku nav çima tiştekî ew qas muhîm e.

6. Navê kesekî çima pir muhîm e?

6 Nav ne tenê peyvek e. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Navê qenc ji serweta mezin ... ewletir e” (Mtl. 22:1; Waiz 7:1). Navê kesekî çima ew qas biqîmet e? Çimkî navê kesekî, bi vê ve girêdayî ye ku kesên din di heqê wî de çi difikirin. Loma, tiştê herî muhîm ne ev e ku navê wî çawa tê nivîsandin yan çawa tê bi lêv kirin, lê ev e ku mirov di heqê xwediyê vî navî de çi difikirin.

7. Mirov navê Xwedê çawa reş dikin?

7 Gava ku mirov di heqê Yehowa de derewan dikin, ew navê wî reş dikin. Cara pêşîn, navê Xwedê li baxçeyê Adenê hatibû reş kirin. Niha emê bibînin ku ev yek çi rêyî me dide.

NAVÊ XWEDÊ CARA PÊŞÎN ÇAWA HATIBÛ REŞ KIRIN?

8. Adem û Hewayê çi dizanibû, û kîjan pirs tên meydanê?

8 Adem û Hewayê dizanibû ku navê Xwedê Yehowa ye, û wan di heqê wî de gelek tiştên muhîm dizanibûn. Mesela, wan dizanibû ku jiyana wan, cenet û zewaca wan hediyeyên ji Xwedê ne (1. Mû. 1:26-28; 2:18). Gelo ew li ser tiştên ku wan ji Yehowa stendibûn, kûr difikirîn? Gelo wan ji Yehowa her ku diçû zêdetir hez dikir û şikurdariya xwe ji wî re eyan dikir? Gava ku dijminê Xwedê ew diceribandin, cewabên van pirsan derketin meydanê.

9. Li gor 1. Mûsa 2:16, 17 û 3:1-5, Yehowa ji Adem û Hewayê re çi gotibû, û Îblîs gotinên Xwedê çawa zivirandin?

9 1. Mûsa 2:16, 17 û 3:1-5 bixwîne. Bi devê marekî, Îblîs ji Hewayê wisa pirsî: “Gelo Xwedê bi rastî jî gotiye: Qet mêwan ji tu darê bexçê nexwin?” Di vê pirsê de, dereweke veşartî hebû, ya ku fikrên Hewayê bijehr kirin. Bi eslê xwe, Xwedê gotibû ku ji xeynî yek darê, ew dikarin ji hemû daran bixwin. Di baxçeyê Adenê de bêguman cure cure dar hebûn (1. Mû. 2:9). Belê, Yehowa yekî destvekirî ye. Yehowa ji Adem û Hewayê re gotibû ku ew dikarin ji hemû daran bixwin, lê tenê ji yek darê nexwin. Pirsa Îblîs gotinên Xwedê zivirandin, qey Xwedê yekî destgirtî ye. Seba gotinên Îblîs, Hewa belkî wisa difikirî: “Gelo Xwedê tiştekî baş ji me vedişêre?”

10. Îblîs navê Xwedê çawa reş kir, û netîce bû çi?

10 Wexta ku Îblîs ev pirs dipirsî, Hewayê Yehowa hê wek Hikumdarê xwe qebûl dikir. Loma wê ji Îblîs re got ku Xwedê ji wan re çi gotibû. Heta, wê got ku gerek ew dest nedin wê darê. Hewayê dizanibû ku eger ew guh nede Xwedê, ewê bimire. Lê Îblîs got: “Hûn namirin” (1. Mû. 3:2-4). Bi van gotinan, vî melekê xerab êdî rasterast ji Hewayê re digot ku Yehowa derewçîn e. Bi vî awayî, ew bû “Îblîs”, yanî “Îftiraker”. Hewa hat xapandin, û wê bi gotinên Îblîs bawer kir (1. Tîm. 2:14). Ji ber ku Hewa ji Yehowa zêdetir bi Îblîs bawer bû, wê qerareke pir xerab da û ji Yehowa re bêîtaetî kir. Wê ji mêweya qedexekirî xwar û ji Adem re jî da (1. Mû. 3:6).

11. Adem û Hewayê wê karibûya çi bikin, lê wan çima wisa nekir?

11 Li gor te, wê baş bûya ku Hewa ji Îblîs re çi bibêje? Mesela, wêyê karibûya wisa bibêje: “Ez te nas nakim, lê ez Bavê xwe Yehowa nas dikim, û ez ji wî hez dikim û pê bawer im. Di destê me de çi heye, me her tişt ji wî stendiye. Tu çawa xeber didî? Ji min dûr keve!” Eger Hewayê tiştekî wisa bigota û ji Bavê xwe re dilsoz bimaya, Yehowa wê çi qas şa bibûya! (Mtl. 27:11). Lê çi heyf e ku Adem û Hewayê ji Yehowa ew qas hez nedikir. Ji ber vê yekê, gava navê Yehowa hat reş kirin, wan ew neparast.

12. Îblîs çawa guman xistin dilê Hewayê? Adem û Hewayê çi nekir?

12 Îblîs çawa hicûmî navê Yehowa kir? Serê pêşîn, Îblîs guman xistin dilê Hewayê. Bi vî awayî, Hewayê êdî şik dibir ka Yehowa Bavekî baş e yan na. Adem û Hewayê navê Xwedê neparast, lê wan guh da Îblîs û li hemberî Yehowa serî hilda. Metodên Îblîs îro jî eynî ne. Ew îro jî navê Yehowa reş dike. Mirovên ku bi derewên Îblîs bawer dikin bi hêsanî tên xapandin û hikumdariya Yehowa red dikin.

YEHOWA NAVÊ XWE PÎROZ DIKE

13. Hêzekîêl 36:23 çawa nîşan dide ku mijara sereke ya Kitêba Pîroz çi ye?

13 Gava navê Xwedê tê reş kirin, gelo ew xwe çawa diparêze? Kitêba Pîroz bi zelalî nîşan dide ku Yehowa çi kiriye da ku îsbat bike ku tiştên xerab, ên ku li baxçeyê Adenê di heqê wî de hatibûn gotin, derew in (1. Mû. 3:15). Bi eslê xwe, em dikarin bibêjin ku mijara sereke ya Kitêba Pîroz ev e: Yehowa navê xwe bi destê Padîşahiya xwe pîroz dike. Padîşahê vê Padîşahiyê, Îsa Mesîh e. Bi saya Padîşahiyê, Yehowa wê edalet û aştiyê bîne dinyayê. Kitêba Pîroz alî me dike ku em fehm bikin ku Yehowa navê xwe çawa pîroz dike (Hêzekîêl 36:23 bixwîne).

14. Yehowa navê xwe çawa pîroz dike?

14 Îblîs pir xîret kiriye ku ji armanca Yehowa re bibe asteng. Lê belê, ew tu caran serkeftî nebûye. Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku Yehowa çi kiriye, û îsbat dike ku Xwedayê me bêemsal e. Serhildana Îblîs û alîgirên wî dilê Yehowa pir êşandiye (Zeb. 78:40). Dîsa jî, Xwedê her tim sebir kiriye û hîkmet û edaleta xwe eyan kiriye. Wekî din, wî qudreta xwe ya bêsînor gelek caran bi kar aniye. Bi ser de, hezkirina wî di hemû kirinên wî de xuya dibe (1. Yûh. 4:8). Belê, Yehowa bê rawestin ji bo pîrozkirina navê xwe dixebite.

Îblîs ji Hewayê re di heqê Yehowa de derew gotin, û heta niha, ew navê Xwedê her tim reş dike (Li paragrafên 9, 10 û 15an binêre) *

15. Îblîs navê Xwedê çawa reş dike, û netîceya vê çi ye?

15 Îblîs îro jî navê Xwedê reş dike. Ew mirovan dixapîne ku ew ji qudret, edalet, hîkmet û hezkirina Xwedê guman bikin. Mesela, Îblîs xîret dike ku mirovan bide bawer kirin ku jiyan nehatiye afirandin, lê xwe bi xwe hatiye meydanê. Wekî din, ew xîret dike ku kesên xwedênas bide bawer kirin ku Xwedê û qanûnên wî bi zêdeyî sert in. Bi ser de, Îblîs hîn dike ku Xwedê zalim e û mirovan di cehenemê de dişewitîne. Gava kesek bi derewên wisa bawer dike, îhtimal hê mezin dibe ku ew hikumdariya Yehowa red bike. Heta ku Îblîs ji holê bê rakirin, ewê dev ji derewkirinê bernede, û ewê xîret bike ku te jî bixapîne. Gelo ewê serkeftî bibe?

DI DOZA MEZIN DE ROLA TE ÇI YE?

16. Tu çawa dikarî navê Yehowa pîroz bikî?

16 Em her çi qas qisûrdar in jî, Yehowa îznê dide ku em navê wî pîroz bikin. Belê, em dikarin îsbat bikin ku em ne wek Adem û Hewayê ne. Dinya navê Yehowa reş dike û di heqê wî de derewan dike, lê em dikarin rastiyê bibêjin – ku Yehowa pîroz, adil, qenc û dilovan e (Îşa. 29:23). Belê, em dikarin piştgiriya hikumdariya wî bikin. Em dikarin rêyî mirovan bidin ku tenê hikumdariya Xwedê bi rastî adil e û wê aştî û bextewariyê bîne (Zeb. 37:9, 37; 146:5, 6, 10).

17. Îsa navê Bavê xwe çawa dida nas kirin?

17 Gava em navê Yehowa diparêzin, em Îsa Mesîh ji xwe re emsal digirin (Yûh. 17:26). Îsa hem navê Xwedê dida nas kirin hem jî eşkere dikir ku Xwedê bi rastî yekî çawa ye. Mesela, Fêrisiyan Yehowa wek yekî sert, dûr û bêrehm tarîf dikir, lê Îsa alî mirovan dikir ku ew Xwedê wek yekî maqûl, bisebir, dilovan û efûkar bibînin. Wekî din, wî bi hal û hereketên xwe sifatên Bavê xwe bi awayekî bêqisûr emsal digirtin û bi vî awayî alî mirovan dikir ku ew Yehowa nas bikin (Yûh. 14:9).

18. Em çawa dikarin derewên di heqê Yehowa de îfşa bikin?

18 Wek Îsa, em jî dikarin ji mirovan re bibêjin ku Yehowa çi qas dilovan e. Bi vî awayî, em dikarin derewên di heqê Yehowa de îfşa bikin. Em her çi qas qisûrdar in jî, em dikarin navê Yehowa biparêzin û alî mirovan bikin ku ew fehm bikin ku ew pîroz e (Ef. 5:1, 2). Gava em bi gotin û kirinên xwe nîşanî mirovan didin ku Yehowa bi rastî yekî çawa ye, em piştgiriya pîrozkirina navê wî dikin. Wexta ku em alî mirovan dikin ku ew rastiya di heqê Xwedê de fehm bikin, em navê Xwedê pîroz dikin. Wekî din, em îsbat dikin ku mirovên qisûrdar dikarin dilrast bin (Eyûb 27:5).

Em dixwazin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ew fehm bikin ku Yehowa çi qas dilovan e (Li paragrafên 18 û 19an binêre) *

19. Li gor Îşaya 63:7, gerek em ji mirovan re behsa çi bikin?

19 Bala xwe bide derseke din: Gava em rastiya Kitêba Pîroz hîn dikin, em gelek caran behsa serweriya Xwedê dikin û dibêjin ku heqê Yehowa heye ku ser temamiya kaînatê hikumdariyê bike. Ev yek helbet rast e. Lê belê, ne bes e ku em tenê di heqê qanûnên Xwedê de xeber bidin. Armanca me ya sereke ev e ku em alî mirovan bikin ku ew ji Bavê me Yehowa hez bikin û ji wî re dilsoz bin. Loma pir muhîm e ku em bala mirovan bikişînin ser şexsiyet û sifatên Yehowa (Îşaya 63:7 bixwîne). Bi vî awayî, em dikarin alî wan bikin ku ew ji Yehowa hez bikin, bi dilxwazî guh bidin wî û ji wî re dilsoz bimînin.

20. Li meqaleya din, emê bala xwe bidin çi?

20 Gelo em çawa dikarin hem bi rabûn û rûniştina xwe hem jî bi hînkirina xwe alî mirovan bikin ku ew ji Yehowa hez bikin? Li meqaleya din, emê bala xwe bidin vê pirsê.

KILAM 2 Navê Te Yehowa ye

^ par. 5 Gelo doza herî muhîm kîjan e? Ev doz çima ew qas muhîm e û çima bi me ve girêdayî ye? Cewabên van pirsan û pirsên din wê alî me bikin ku em dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin.

^ par. 61 RESIM: Gava Îblîs ji Hewayê re got ku Xwedê derewan dike, wî navê Xwedê reş dikir. Di tarîxê de, Îblîs gelek derew belav kirine, mesela derewa ku Xwedê zalim e û ku jiyan ji aliyê wî ve nehatiye afirandin, lê xwe bi xwe hatiye meydanê.

^ par. 63 RESIM: Birayek ji xwendekarê xwe re zelal dike ku Xwedê yekî çawa ye.