Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 23

“Navê Te Pîroz be”

“Navê Te Pîroz be”

“Xudano! Navê Teyê her tim hebe” (ZEB. 135:13).

KILAMA 10 Rûmet kin Yehowa, Xwedayê me!

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Bona Şedên Yehowa pirsên lape ferz kîjan in?

ÎRO em ber pirseke ferz sekinîne, kîjan ku pîrozkirina navê Xwedêva û îzina hukumetiya wîva girêdayî ye. Em Şedên Yehowa, hiz dikin derheqa van têmên hewas şêwir kin. Lê em firqiyê nakine orta van du pirsa, dêmek îzina serwêrtiya Xwedê û pîrozkirina navê wî, çimkî ew herd tişt hevva girêdayî ne.

2 Em gişk jî zanin, wekî navê Xwedê gerekê ji bêhurmetkirinê paqij be. Em usa jî fem dikin, wekî gerekê bê îzbatkirinê ku tenê Yehowa ye hukumdar, dêmek tenê serwêrtiya wî lape baş e. Em gerekê dîna xwe bidine wan herdu pirsa, çimkî ev pirs gelek ferz in.

3. Navê Yehowa dîsa çi tê hesabê?

3 Ew yek ku çi tê hesabê navê Yehowa, mera her tiştî derheqa Xwedêyê me û usa jî serwêrtiya wî, eyan dike. Hergê em dibêjin wekî pirsa lape ferz bona me ew heye pîrozkirina navê Xwedê, dêmek bi vê yekê em usa jî dibêjin, wekî gerekê îzina hukumetiya wî bê îzbatkirinê. Navê Xwedê, Yehowa, girêdayî ye tevî vê yekê, ku ew ça Xwedêyê Himzor hukumetiyê dike. (Binihêre çargoşe bi navê “ Çi tê Hesabê Navê Yehowa Paqij be”.)

4. Kitêba Zebûr 135:13-da derheqa navê Xwedê çi tê gotinê, û vê gotarêda emê cabên kîjan pirsa pêbihesin?

4 Navê Yehowa gelek mexsûs e. (Bixûne Zebûr 135:13.) Lê pirs pêşda tên. Çira navê Xwedê usa ferz e? Kengê cara pêşin ser navê Xwedê buxdan hate avîtinê? Ça Xwedê navê xwe paqij dike? Em ça dikarin navê wî biparêzin? Were cabên wan pirsa pêbihesin.

NAVÊ MEXSÛS

5. Derheqa pîrozkirina navê Xwedê, dibeke çi pirs bal me pêşda bê?

5 “Navê te pîroz be” (Met. 6:9). Îsa got, ku ya lape ferz bona çi jî em gerekê dua bikin, ew heye pîrozkirina navê Xwedê. Lê ev giliyên Îsa çi têne hesabê? Tiştekî pîroz kin, tê hesabê paqij kin. Lê hine meriv dibeke bifikirin: “Ne navê Yehowa îda pîroz û paqij e?”. Seva caba vê pirsê bidin, em gerekê fem kin ku nav çi tê hesabê.

6. Qîmetê nav çida ne?

6 Nav tenê xeber nîne, kîjan dikarin binivîsin yan jî bêjin. Dîna xwe bidinê Kitêba Pîroz çi dibêje: “Navê qenc ji hebûka pir qenctir e” (Metlk. 22:1; Waîz 7:1). Lê çira qîmetê nav usa mezin e? Çimkî navê meriv dide kifşê ku ev meriv kê ye û derheqa wî çi difikirin. Lema jî ferz nîne ew nav ça tê nivîsarê yan ça tê gotinê, lê ferz ew e ku çaxê meriv evî navî dibihên yan jî wî merivî divînin, derheqa wî çi tê hişê wan.

7. Çi cûreyî meriv navê Xwedê xirab dikin?

7 Çaxê meriv derheqa Yehowa derewa dibêjin, ewana navê wî erdê dixin. Ew tê hesabê pê wan buxdana navê wî xirab dikin. Cara ewlin baxçê Êdênêda ser navê Xwedê buxdan hate avîtin. Were şêwir kin ku em derheqa vê yekê çi pêdihesin.

CARA EWLIN ÇA SER NAVÊ XWEDÊ BUXDAN HATE AVÎTINÊ

8. Adem û Hêwayê derheqa çi zanibûn, û kîjan pirs pêşda tên?

8 Adem û Hêwayê zanibûn ku navê Xwedê Yehowa ye. Ewana usa jî derheqa wî tiştên ferz zanibûn, mesele ku ew Efirandar e, yê ku jîyîn, mala cinetî û zewaca bêqisûr dabû wan (Destp. 1:26-28; 2:18). Lê gelo ewana ser hemû qenciyên ku Yehowa bona wan kiribû, difikirîn? Gelo wana berdewam dikirin hizkirin û razîbûna xwe hindava Yehowa bidin kifşê? Ew yek eyan bû gava dijminê Xwedê ewana cêribandin.

9. Li gora Destpêbûn 2:16, 17 û 3:1-5, Yehowa çi gote Adem û Hêwayê, lê Şeytan çi şik kire dilê wan?

9 Bixûne Destpêbûn 2:16, 17; 3:1-5. Şeytan bi saya mer pirs da Hêwayê: “Rastî Xwedê gotîye wekî ji hemû darêd baxçe gerekê nexwin?” Vê pirsêda dereweke veşartî hebû, ku mîna jerê bû. Bi rastî Xwedê wanra got ku ji hemû darên baxçeda dikarin bixwin, tenê ji yekê nexwin. Baxçeda gelek cûre dar hebûn, ji kîjana Adem û Hêwayê dikaribûn bixwarana (Destp. 2:9). Belê, Yehowa yekî merd e. Ewî gote Adem û Hêwayê, wekî tenê ji darekê îzina wan tune bixwin. Lê ev pirsa Şeytan şik kire dilê wan. Ewî usa xeber da, ku yançi Xwedê merd nîne. Lema jî diqewime hişê Hêwayêra fikireke usa derbaz bû: “Dibeke Xwedê tiştekî baş ji min vedişêre?”

10. Şeytan ça buxdan avîte ser navê Xwedê, û axiriya vê yekê çi bû?

10 Hêwa hê gura Yehowada bû çaxê Şeytan ev pirs da wê. Ewê temiya Xwedê ya zelal, Şeytanra wekiland. Ewê hela hê jî serda zêde kir, wekî ewana gerekê qe dest nedine vê darê. Û usa jî ewê got ku hergê ewana gura vê temiya Xwedê nekin, wê bimirin. Lê ser vê yekê Şeytan jêra got: “Na, hûn tu car namirin” (Destp. 3:2-4). Şeytan îda ne ku binva derew dikir, lê eyan buxdan avîte ser navê Xwedê û gote Hêwayê, wekî Yehowa yekî derewîn e. Usa Şeytan bû dijmin, yanê buxdanbêj. Hêwa xalifî û baweriya xwe Şeytan anî (1 Tîmt. 2:14). Ewê hê zêde îtbariya xwe wî anî, ne ku Yehowa, lema jî safîkirina lape xirab kir. Hêwayê gura Yehowa nekir û berê darê xwar, kîjan ku Yehowa qedexe kiribû, û paşê Ademra jî da (Destp. 3:6).

11. Adem û Hêwayê ça dikaribûn caba Şeytan bidana?

11 Bifikirin ku Hêwayê ça gerekê caba Şeytan bida. Bidine ber çevê xwe hergê ewê usa bigota: “Ez nizanim tu kê yî, lê ez Bavê xwe Yehowa zanim û ez wî hiz dikim û îtbariya xwe wî tînim. Ewî her tişt da min û Adem. Te ça îzin da xwe ku derheqa wî tiştên xirab bêjî? Dûrî min here!” Bidine hesabê xwe, Yehowa wê çiqas şabûya hergê ewî ji qîza xweye hizkirî, ew gilî bibihîsta! (Metlk. 27:11) Lê Hêwayê û usa jî Adem bi dil û can Yehowa hiz nedikirin. Hizkirina wan hindava Yehowa kêm bû, lema jî wana navê wî ji buxdan xwey nekirin.

12. Mîrê-cina ça şik kire dilê Hêwayê, û Adem û Hêwayê çi gerekê bikirana lê nekirin?

12 Ça me şêwir kir, destpêkêda Şeytan şik kire dilê Hêwayê. Ewî usa kir, wekî Hêwa dudilî be ku ew Kes navê kîjanî Yehowa ye, qenc e. Adem û Hêwayê gerekê navê Yehowa ji buxdana biparistana, lê wana ev yek nekirin. Usa wana rê da Şeytan, wekî ser wan hukum ke, ku miqabilî Bavê xwe herin. Îro jî Mîrê-cina evê mêtodê dide xebatê. Ew buxdana davêje ser navê Xwedê û wî bêhurmet dike. Û merivên ku dikevine ber bayê derewên Mîrê-cina, normên Yehowaye rast înkar dikin.

YEHOWA NAVÊ XWE PÎROZ DIKE

13. Hezeqêl 36:23 elametiya sereke ya Kitêba Pîroz ça eyan dike?

13 Gelo Yehowa tiştekî dike, seva navê xwe ji buxdana paqij ke? Belê, ew dike! Temamiya Kitêba Pîroz dîna me dide ser wê yekê, ku Yehowa çi dike wekî navê xwe ji buxdanên ku baxçê Êdênêda ser wî hate avîtinê, paqij ke (Destp. 3:15). Em dikarin bêjin, wekî elametiya sereke ya Kitêba Pîroz ew e: Yehowa bi saya Padşatiyê, kîjanêda kurê wî serwêrtiyê dike, navê xwe paqij dike û wê dîsa rastiyê û edilayê vegerîne ser erdê. Elametiya ji Kitêba Pîroz alî me dike fem bikin, wekî ça Yehowa navê xwe pîroz dike. (Bixûne Hezeqêl 36:23.)

14. Yehowa çi kir, çaxê navê wî hate bêhurmetkirinê?

14 Mîrê-cina qe çi kir û çi nake seva qirara Yehowa neyê sêrî. Lê ew timê dide der. Kitêba Pîroz dide kifşê ku Yehowa pirsa ku Mîrê-cina pêşda anîbû, ça safî kir. Û ew yek îzbat dike, wekî ew bi rastî Bavekî bi hizkirin e û Serwêrê lapî baş e. Belê, miqabilîbûna Mîrê-cina û piştgirên wî, dilê Yehowa gelek êşandin (Zeb. 78:40). Rast e navê Yehowa hate bêhurmetkirinê, lê yeke Ewî bîlanî, sebir û heqiya xwe da kifşê. Yehowa bi gelek cûra eyan kir, wekî Ew Xwedayê Himzor e. Lê ya lape ferz ew e, ku hemû kirên wîda hizkirina wî tê kifşê (1 Yûhn. 4:8). Belê, Yehowa timê navê xwe pîroz dike.

Şeytan Hêwayêra derheqa Yehowa derew got, û ew îda bi qirna berdewam dike buxdana bavêje Xwedê (Binihêre abzasa 9-10, 15) *

15. Şeytan îro ça buxdana davêje Xwedê, wekî navê wî bêxe, û ew yek ça ser meriva hukum dibe?

15 Şeytan heta roja îro jî pê buxdana navê Xwedê bêhurmet dike. Ew şikê dike dilê meriva, ku Yehowa qewat, heq, bîlan û bi hizkirin e. Mesele, Şeytan hemû tiştî dike, wekî meriya bide bawerkirinê ku Efirandar tune ye. Lê ew merivên ku Xwedê bawer dikin, Şeytan dixwaze wana bide bawerkirinê, wekî Xwedê û normên wî heq nînin û azaya meriva sînor dikin. Ew hela hê jî hîn dike, ku Yehowa Xwedêkî bêrem e û meriva cenimêda dişewitîne. Çaxê meriv wan derewa bawer dikin, îda normên Yehowayî heq înkar dikin. Mîrê-cina heta ku nehatiye kutakirinê, wê berdewam ke buxdana bavêje Yehowa û çiqas dikare usa bike, wekî em pişta xwe bidine Bavê xwe. Lê ew wê bikaribe bigihîje nêta xwe yan na?

ROLA ME PIRSA DERHEQA SERWÊRTIYA XWEDÊDA ÇI YE

16. Tu çi dikarî bikî çi ku Adem û Hêwayê nekirin?

16 Yehowa îzinê dide merivên neqedandî, ku ewana jî aliyê xweda çi dikarin bikin, wekî navê wî bê pîrozkirinê. Lema jî çi ku Adem û Hêwayê nekirin, em dikarin bikin. Rast e em dijîn dinyake usada, kîderê meriv navê Yehowa bêhurmet dikin, lê mecala me heye, wekî navê wî biparêzin û derheqa wî rastiyê bêjin, ku Ew pîroz, heq, qenc û bi hizkirin e (Îşa. 29:23). Em dikarin piştgiriya serwêrtiya wî bikin. Em dikarin alî meriva bikin, wekî fem kin ku tenê serwêrtiya Yehowa rast û heq e, û tenê ew dikare edilayê û bextewariyê însanetêra bîne (Zeb. 37:9, 37; 146:5, 6, 10).

17. Îsa ça navê Bavê xwe eyan kir?

17 Çaxê em navê Yehowa diparêzin, em çev didine Îsa Mesîh (Yûhn. 17:26). Îsa navê Bavê xwe eyan kir ne tenê bi wê yekê, ku navê wî dida xebatê, lê usa jî derheqa wî gilî dikir, wekî ew bi rastî Xwedêkî ça ne. Mesele, ewî derewên Fêrisiya eşkere dikir, yên ku bi cûre-cûre mêtoda, Yehowa eyan dikirin ça yekî sert, gelek tişt dewa dike, xwe ji meriva dûr digire û bêrem e. Îsa alî meriva dikir wekî ewana bivînin, ku Bavê wî yekî heq û bîlan e, bi sebir û hizkirin e û hazir e bibaxşîne. Xêncî vê yekê Îsa bi temamî çev dida hunurên Bavê xwe, û bi vê yekê jî dida kifşê, ku bi rastî Yehowa Xwedêkî çawa ne (Yûhn. 14:9).

18. Em ça dikarin eyan kin, ku ew derew û buxdanên hindava Yehowa, pûç in?

18 Mîna Îsa, em jî dikarin derheqa Yehowa merivara gilî kin û wana hîn kin, wekî Ew Xwedêkî bi hizkirin û qenc e. Çaxê em usa dikin, em eyan dikin wekî ew derew û buxdanên hindava Yehowa, pûç in. Navê Yehowa bi wî cûreyî jî pîroz dibe çaxê em alî meriva dikin, wekî ewana Yehowa hiş û dilê xweda pîroz kin. Rast e em neqedandî ne, lê yeke em jî dikarin çev bidine Yehowa (Efes. 5:1, 2). Çaxê em bi xeberdan û şixulên xwe merivara didine kifşê ku Yehowa bi rastî yekî çawa ne, bi vê yekê em navê wî pîroz dikin. Em usa jî navê Xwedê pîroz dikin gava alî meriva dikin ku zanebûna nerast derheqa Yehowa, ji serê xwe derxin. * Em bawer in ku merivên neqedandî dikarin Yehowara amin bimînin (Îb. 27:5).

Yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, em gerekê alî wan bikin, ku pêbihesin, wekî Yehowa Xwedêkî çiqas qenc û bi hizkirin e (Binihêre abzasa 18-19) *

19. Li gora Îşaya 63:7, çaxê em meriva hîn dikin nêta meye sereke gerekê çi be?

19 Em dîsa bi cûrekî din jî dikarin navê Yehowa pîroz kin. Çaxê em meriva Kitêba Pîroz hîn dikin, em didine kifşê wekî tenê îzina Yehowa heye serwêrtiyê ser temamiya dinyayê bike. Rast e ferz e meriva derheqa qanûnên Xwedê hîn kin, lê nêta meye sereke ew e, wekî alî wan bikin, ku Yehowa Bavê me hiz bikin û wîra amin bimînin. Lema jî wê baş be, wekî em dîna meriva bidine ser hunurên Yehowa, û wanra bidine kifşê, wekî yê ku ew nav ser e, kesekî ça ne. (Bixûne Îşaya 63:7.) Usa emê alî wan bikin, wekî ji hizkirinê gura Yehowa bikin û wîra heta xilaziyê amin bimînin.

20. Gotara dinda emê çi şêwir kin?

20 Em ça dikarin têderxin ku pê rabûn-rûniştina xwe û bi cûrê hînkirinê, em navê Yehowa hurmet dikin û alî meriva dikin ku nêzîkî wî bin? Gotara dinda emê caba vê pirsê pêbihesin.

KILAMA 2 Navê Te Yehowa ye

^ abz. 5 Bona însanetê û meleka pirseke lape ferz kîjan e? Çira ew pirseke mexsûs e, û ça ew pirs me jî dikeve? Cabên wan pirsa wê alî me bikin, ku em heleqetiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin.

^ abz. 18 Cara edebyetên meda dihate gotinê, wekî navê Xwedê hewcê pîrozkirinê nîne. Lê çira? Çimkî tu car tu kesî negotibû wekî îzina Xwedê tune ewî navî hilde ser xwe. Lê ser civata hersalî ya sala 2017-da, femkirina teze hate şirovekirinê. Bira got: “Em dikarin bêjin, wekî tiştekî nerast vê yekêda tune ku bona pîrozkirina navê Yehowa dua bikin, çimkî bi rastî navê wî gerekê bê paristinê. Binihêrin bername ya meha Çileyê, sala 2018 ser malpera me jw.org®. Bikevine KITÊBXANE > JW BRODKASTÎNG”

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Mîrê-cina buxdan avîte Xwedê û gote Hêwayê ku yan çi Ew derewîn e. Îda gelek qirne ye Şeytan cûre-cûre derewa derheqa Xwedê bela dike, mesele ku Ew bêrem e û Efirandar tune ye.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bira hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike û derheqa hunurên Yehowa şirovedike.