Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xwegirtin: Hunureke Ferz e seva ku Yehowa Me Qebûl ke

Xwegirtin: Hunureke Ferz e seva ku Yehowa Me Qebûl ke

Pol gilî dike: “Çaxê kurê xalê min destpêkir tevî min şer bike, min destê xwe kire xeneqa wî û dixwest wî bixeniqanda. Min dixwest wî bikuşta”.

Marko dibêje: “Malda hela hê ser tiştên biçûk jî hêrsa min radibû. Hemû tişt çi jî ber destê min diket, min kevkî dikir”.

Diqewime em usa hêrs nakevin mîna wan du bira. Lê yeke cara mera çetin e xwe kontrol kin. Meniya pêşin ew e, ku gunê Adem derbazî ser hemû meriva bûye (Rom. 5:12). Mîna Pol û Marko, dibeke hinekara çetin e xwegirtinê bidine kifşê. Lê hinekara dibeke çetin e fikirên xwe kontrol kin. Mesele, ewana difikirin derheqa wan tişta, çi ku tirsê dike dilê wan û wana dilteng dike. Hine merivara jî çetin e aliyê bênamûsiyêda xwe kontrol kin, pey îçkê nekevin û narkotîka nedine xebatê.

Merivên ku fikir, xwestin û kirên xwe kontrol nakin, emirê xwe dikine bin qeziyê. Lê em dikarin ji wan dereca xwe xwey kin. Ça? Hergê xwegirtinê nav xweda pêşda bînin. Were sê tişta şêwir kin, kîjan ku vê yekêda dikarin alî me bikin: 1) Xwegirtin çi ye? 2) Çira ew yek ferz e? 3) Ça em dikarin ewî hunurî nav xweda pêşda bînin, kîjan ku berê ruhê pîroz e? (Galt. 5:22, 23) Paşê emê şêwir kin, em çi dikarin bikin hergê cara nikarin xwegirtinê bidine kifşê.

XWEGIRTIN ÇI YE?

Merivê ku xwegirtinê dide kifşê, wê zû hêrs nekeve ser her tiştî. Ew wê ji xeberdan û kirên usa xwe dûr bigire, kîjan ku dikarin dilê Yehowa bêşînin.

Îsa zelal da kifşê ku xwegirtin çi tê hesabê

Îsa nîşan kir ku çi dikeve nava xwegirtinê. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Gava dihate rezîlkirinê, ji berva kes rezîl nedikir, gava cefa dikişand, gef li kesekî nedixwar, lê xwe spartibû hakimê ser rastiyê” (1 Pet. 2:23). Çaxê dijminên Îsa wî dikeniyan, gava ew ser stûna cefê bû, hingê ewî xwegirtinê da kifşê (Met. 27:39-44). Lê pêşiya vê yekê, Îsa ew hunur da kifşê, çaxê serwêrên rêlîgiya gelek pirs didane wî, seva ku wî şaş kin û ew tiştekî nerast bêje (Met. 22:15-22). Û çaxê Cihûyên hêrs kevir hildan ku bavêjine wî, hingê jî Îsa xwegirtinêda meseleke mezin hîşt! Dewsa ku caba wan bide, “Îsa xwe ji wan vedizî û ji paristgehê derkete derva çû” (Yûhn. 8:57-59).

Em jî dikarin çev bidine mesela Îsa. Petrûsê şandî nivîsî: “Mesîh xwexa jî bona we cefa kişand û nexşek wera hişt” (1 Pet. 2:21). Rast e em neqedandî ne, lê yeke em dikarin xwegirtinêda çev bidine mesela Îsa. Lê çira ferz e em çev bidine wî?

ÇIRA XWEGIRTIN FERZ E?

Em gerekê xwegirtinê bidine kifşê seva ku qebûlkirina Yehowa bistînin. Hergê jî em îda gelek wede ye Yehowara bi aminî xizmet dikin, yeke hergê em xeberdan yan kirên xwe kontrol nekin, em dikarin dostiya xwe tevî Xwedê unda kin.

Bifikirin derheqa Mûsa, yê ku “gelekî şkestî bû, ji hemû merivêd li ser rûyê erdê gelektir” (Jimar 12:3). Mûsa gelek sala bi sebir kute-kute Îsraêliya tab dikir. Lê carekê ewî xwe kontrol nekir û hêrs ket, çimkî wana dîsa kire kute-kut ji bo vê yekê, ku ava wan tunebû. Ewî sert tevî wan xeber da û got: “Bibihên gelî raberîkara, dibe ku em ji vî qeyayî wera avê derxin?” (Jimar 20:2-11)

Vê derecêda Mûsa xwegirtin neda kifşê. Ewî Yehowa rûmet nekir bona vê yekê, ku Ewî bi keremetî av da wan (Zeb. 106:32, 33). Axiriya vê yekê ew bû, ku Xwedê îzin neda Mûsa, wekî bikeve Erdê Sozdayî (Jimar 20:12). Heta mirina xwe jî, Mûsa dibeke poşman dibû, ku ewî çira usa xwe da kifşê (Qan. Dcr. 3:23-27).

Mesela Mûsa çi ders e bona me? Hergê em îda gelek wedeye nava rastiyêda nin, yeke em gerekê tu car bêqedir nîbin hindava wan meriva, yên ku hêrsa me radikin, yan jî hindava wanda, kîjanara şîret lazim e (Efes. 4:32; Kols. 3:12). Em çiqas mezin dibin, sihet-qewata me hê xirab dibe, lema cara mera diha çetin dibe sebirê bidine kifşê, lê mesela Mûsa gerekê timê bîra meda be. Em naxwazin dostiya xwe tevî Yehowa xirab kin ji bo vê yekê, ku xwegirtinê nedine kifşê. Lê çi wê alî me bike, wekî ev hunurê ferz nav xweda pêşda bînin?

ÇA XWEGIRTINÊ NAV XWEDA PÊŞDA BÎNIN?

Bona ruhê pîroz dua bikin. Çira? Çimkî xwegirtin berê ruhê pîroz e, û Yehowa ruhê xweyî pîroz dide wan meriva, kê ji wî dixwaze (Lûqa 11:13). Bi saya ruhê xweyî pîroz, Ew qewatê dide me, wekî em bikaribin evî hunurî bidine kifşê (Fîlî. 4:13). Xwedê usa jî dikare alî me bike, wekî hunurên din jî bidine kifşê, kîjan ku dikevine nava berên ruhê pîroz, mesele hizkirin. Ji bo wî hunurî mera diha hêsa ye xwegirtinê bidine kifşê (1 Korn. 13:5).

Xwe dûr bigirin ji wan tişta, çi ku dikare rê me bigirin xwegirtinê bidine kifşê

Xwe dûr bigirin ji wan tişta, çi ku dikare rê me bigire ku xwegirtinê bidine kifşê. Mesele, xwe dûr bigirin ji malper û wedederbazkirinên usa, kîjan dikarin xirab hukum kin (Efes. 5:3, 4). Mesele, em gerekê xwe ji wan tişta dûr bigirin, çi ku dikare me berbi xirabiyê bive (Metlk. 22:3; 1 Korn. 6:12). Usa jî, merivê ku hêsa dikare bikeve telika bênamûsiyê, diqewime gerekê safî ke, wekî kitêbên romantîkî nexûne û ne jî fîlmên usa binihêre.

Dibeke mera çetin be ewê şîretê emirê xweda bidine xebatê. Lê hergê em qewatê bidine xebatê seva ewê şîretê bînin sêrî, Yehowa wê alî me bike, wekî em xwegirtinê bidine kifşê (2 Pet. 1:5-8). Wê usa jî alî me bike fikir, xeberdan û kirên xwe kontrol kin. Em vê yekêda bawer in, çimkî mesela Pol û Marko vê yekê îzbat dikin, yên ku hîn bûne hêrsa xwe kontrol kin. Were mesela birakî şêwir kin, yê ku çaxê avto dajot, xwe kontrol nedikir û hela hê jî ser ajovanên din hêrs diket û tevî wan dikete dewê. Lê paşê ewî çi kir? Ew dibêje: “Min her roj Xwedêra gelek dua dikir. Min têmên derheqa xwegirtinê lêkolîn dikir û rêzên ji Kitêba Pîroz, kîjan ku alî min dikirin, bîra xweda xwey dikir. Rast e ez îda bi sala ser xwe dixebitim, ez heta roja îro her şebeq dikime bîra xwe, ku ez gerekê hêrsa xwe kontrol kim. Lê niha seva ez wedê ajotinê lez nekevim, îda zû dertêm ku herim pey şixulê xwe”.

HERGÊ BAL ME NAYÊ STANDINÊ XEWGIRTINÊ BIDINE KIFŞÊ

Cara bal me wê neyê standinê xwegirtinê bidine kifşê. Hingê dibeke emê şerm bikin Yehowara dua bikin. Lê îlahî wî çaxî, em gerekê Yehowara dua bikin, wekî Ew alî me bike. Lema jî pêra-pêra Wîra dua bikin. Lavaya wî bikin ku bibaxşîne we, alîkariyê ji wî bixwazin û hemû tiştî bikin, wekî dîsa şaşiyên usa nekin (Zeb. 51:9-11). Nefikirin wekî Yehowa wê guh nede duayên weye ji dil (Zeb. 102:17). Yûhennayê şandî tîne bîra me, ku xûna Kurê Xwedê “me ji hemû guna paqij” dike (1 Yûhn. 1:7; 2:1; Zeb. 86:5). Bîr nekin, ku Yehowa dibêje xizmetkarên xwe, wekî zû bibaxşînin hev. Lema jî em dikarin bawer bin, ku Xwedê jî wê bibaxşîne me (Met. 18:21, 22; Kols. 3:13).

Dilê Yehowa xweş nehat çaxê Mûsa beriyêda xwegirtin neda kifşê. Lê yeke Yehowa baxşande wî. Xêncî vê yekê, Xebera Xwedêda tê gotinê, ku Mûsa merivekî gelek amin bû, û em jî vê yekêda gerekê çev bidine wî (Qan. Dcr. 34:10; Îbrn. 11:24-28). Rast e Yehowa îzin neda Mûsa wekî bikeve Erdê Sozdayî, lê mecal da wî, ku cinetêda heta-hetayê bijî. Hergê em jî aliyê xweda hemû tiştî bikin, wekî ev hunurê ferz nav xweda pêşda bînin, dêmek xwegirtinê, emê bikaribin emirê heta-hetayêra şa bin (1 Korn. 9:25).