Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 27

Çiqas ji We Dikeve, ji Wê Zêdetir Ser Xwe Nefikirin

Çiqas ji We Dikeve, ji Wê Zêdetir Ser Xwe Nefikirin

“We her kesîra dibêjim: Çiqas ji we dikeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin” (ROM. 12:3).

KILAMA 130 Hevdu Bibaxşînin

VÊ GOTARÊDA *

1. Li gora Fîlîpî 2:3, çira heleqetiya me tevî xûşk bira wê baş be, hergê em milûk bin?

EM BI milûktî gura prînsîpên Yehowa dikin, çimkî fem dikin, wekî Yehowa timê zane çi bona me diha baş e (Efes. 4:22-24). Hergê em milûk bin, emê qirara Yehowa daynin ciyê pêşin û xwe ser merivara negirin. Usa heleqetiya me tevî Yehowa û xûşk bira wê baş be. (Bixûne Fîlîpî 2:3.)

2. Pawlosê şandî çi nedixwest bigota, û vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

2 Hergê em fesal nîbin, nihêrandina merivên vê dinyayê, yên ku qure û xwehiz in, * wê ser me hukum be. Ça tê kifşê hine Mesîhiyên qirna yekê ketine ber bayê merivên usa. Pawlosê şandî derheqa vê yekê nivîsî: “We her kesîra dibêjim: Çiqas ji we dikeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin” (Rom. 12:3). Pawlos nedixwest bigota wekî em gerekê derheqa xwe qe nefikirin, lê got wekî zêde nefikirin. Vê yekêda milûktî wê alî me bike. Vê gotarêda emê şêwir kin sê dereca, kîjanada em gerekê milûk bin û derheqa xwe zef nefikirin. Ew heye 1) zewac, 2) cabdariyên me teşkîleta Yehowada, û 3) xebitandina malperên sosyalî.

ZEWACÊDA MILÛKTIYÊ BIDINE KIFŞÊ

3. Çira zewacêda dikarin çetinayî pêşda bên û ça hine meriv wan çetinaya safî dikin?

3 Yehowa dixwaze, wekî mêr-jin zewacêda bextewar bin. Lê tu kes bêqisûr nîne, lema jî wê çetinayên wan hebin. Mesele, Pawlos got, wekî ewên ku bizewicin, wê rastî oxirmên giran bên (1 Korn. 7:28). Hinek difikirin, wekî ewana nikarin tevî heval-zewacê xwe yole herin û poşman dibin ku hev standine. Hergê ewana mîna vê dinê difikirin, wê zewaca xwe xwey nekin û wê safî kin, ku hev biqetin. Ewê ku difikire, wekî wê diha bextewar be hergê ji heval-zewacê xwe biqete, ew dide kifşê ku merivekî xwehiz e û tenê derheqa xwe dişirmîş dibe.

4. Em gerekê xwe ji kîjan nihêrandinê xwey kin?

4 Em gerekê nefikirin ku îda çare tune, wekî zewaca xwe xwey kin. Em ji Kitêba Pîroz zanin, wekî bona hevqetandinê tenê menîk heye, ew heye qavî (Met. 5:32). Lema jî gava em zewacêda rastî problêma tên, em gerekê nehêlin wekî ji bo qurebûnê fikirên usa bal me pêşda bên: “Qe zewaca min karê minra tîne? Ez zewacêda hizkirina ku hêja me, distînim? Dibe ku ezê tev kesekî din diha bextewar bim?” Dîna xwe bidinê, ji wan pirsa tê kifşê, ku meriv tenê dikeve heyra xwe. Bîlaniya vê dinyayê hêlan dike, wekî guh bidine dilê xwe û vê yekê bikin çi ku wê we bextewar ke, û hergê lazim be, dikarin hev biqetin jî. Lê bîlaniya Xwedê dibêje: “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlî. 2:4). Yehowa dixwaze ku hûn zewaca xwe xwey kin, ne ku ji hev biqetin (Met. 19:6). Û ew dixwaze, wekî em qirara wî daynin ciyê pêşiyê, ne ku xwestinên xwe.

5. Li gora Efesî 5:33, jin-mêr gerekê hindava hevda ça bin?

5 Jin-mêr gerekê hindava hevda bi hizkirin û bi qedir bin. (Bixûne Efesî 5:33.) Kitêba Pîroz me hîn dike, wekî hê zêde bona meriva xem bikin, ne ku bikevine heyra xwe (Kar. Şand. 20:35). Lê kîjan hunur wê alî jin-mêra bike, ku hindava hevda bi hizkirin û bi qedir bin? Ev heye milûktî. Jin-mêrê milûk wê ne ku kara xwe bigerin, “lê ya hevalê xwe” (1 Korn. 10:24).

Jin-mêrê milûk dewsa ku miqabilî hev derên, wê alî hev bikin (Binihêre abzasa 6)

6. Hûn ji mesela Stîvên û Stêfanî çi hîn dibin?

6 Milûktî alî gelek jin-mêrê Mesîhî dike ku zewaca xweda bextewar bin. Mesele, birakî me Stîvên dibêje: “Hergê hûn mîna kom yektiyêda bin, hûnê problêmada jî xwe li hev bigirin. Hingê hûnê dewsa ku bifikirin ‘çi diha baş e bona min’, hûnê bifikirin ‘çi diha baş e bona me”. Jina wî, Stêfanî dibêje: “Tu kes naxwaze tev merivê usa bijî, kê ku timê dikeve dewê. Çaxê orta meda çetinayî pêşda tên em pêşiyê digerin ku meniya vê yekê çi ye. Paşê em dua dikin, lêkolîna dikin û şêwir dikin ça evê problêmê safî kin. Paşê em ne ku hevra dikevine dewê, lê dîna xwe didinê ku çi cûreyî problêmê safî kin”. Mêr-jin diha bextewar in, çaxê her kes derheqa xwe zêde nafikire.

YEHOWARA “BI TEMAMIYA MILÛKTIYÊ” XIZMET BIKIN

7. Hergê bira dixwaze civatêda hê zêde cabdariya bistîne, nêta wî gerekê çi be?

7 Her şixulê ku em bona Yehowa dikin, bona me qedir e (Zeb. 27:4; 84:10). Hergê bira dixwaze civatêda hê zêde cabdariya bistîne, ew hêjayî paya ye. Çimkî Kitêba Pîroz dibêje: “Heger temê yekî li serwêrtiyê heye, ew şixulekî qenc dixwaze” (1 Tîmt. 3:1). Lê çaxê ew cabdariyê distîne, gerekê derheqa xwe zêde nefikire (Lûqa 17:7-10). Nêta wî gerekê ev be, ku bi milûktî bona hewcên kesên din xem bike (2 Korn. 12:15).

8. Em ji serhatiyên Diyotrefîs, Ûzîya û Abşalom çi hîn dibin?

8 Kitêba Pîrozda hene meselên wan meriva, yên ku bona xwe zef dişirmîş dibûn. Mesele, Diyotrefîs yekî şkestî nîbû û xwe “ser hemûyara” digirt (3 Yûhn. 9). Ûzîya ji babaxbûnê tiştekî usa kir, çi ku Yehowa îzin nedabû wî ku bike (2 Dîr. 26:16-21). Lê Abşalom dixwest bibûya padşa û ewî xwe usa da kifşê, ku yan çi meriva hiz dike, wekî ewana pişta wî bigirin (2 Sam. 15:2-6). Ew serhatiyên ji Kitêba Pîroz zelal didine kifşê, wekî merivên babax ku dixwazin bêne hurmetkirinê, dilê Yehowa xweş nayên (Metlk. 25:27). Û axiriyêda ewana rastî problêma tên (Metlk. 16:18).

9. Îsa çi mesele mera hîşt?

9 Lê niha were em şêwir kin derheqa Îsa, yê ku mîna Xwedê bû, lê “pey wê yekê neket”, ku bibe weke Xwedê (Fîlî. 2:6). Rast e Îsa paşî Yehowa ciyê duda digire, lê ew xwe bilind nake, û derheqa xwe zêde nafikire. Ewî şagirtên xwera got: “Kî nava we hemûyada herî biçûk e, ew e yê herî mezin” (Lûqa 9:48). Keremeteke çiqas mezin e, ku xizmet kin tevî pêşenga, berdestiyên civatê, rûspiya û berpirsiyarên mihalê, yên ku çev didine Îsa wê yekêda, ku milûktiyê didine kifşê! Hergê em milûk bin, emê diha zef hizkirina xwe merivara bidine kifşê. Îsa usa jî got, ku xizmetkarên Xwedê wê hindava hevda hizkirinê bidine kifşê (Yûhn. 13:35).

10. Em gerekê çi bikin hergê bi texmîna me civatêda problêm ça lazim e nayêne safîkirinê?

10 Em gerekê çi bikin hergê divînin, wekî civatêda problêm hene, û bi texmîna me rûspî bona vê yekê tiştekî nakin? Vê derecêda dewsa ku bikine kute-kut, wê baş be ku em gura birên cabdarda bin (Îbrn. 13:17). Seva ku vê yekê bikin, pirsên usa bidine xwe: “Gelo ew problêmên ku ez divînim, usa mezin û ferz in, ku gerekê bêne rastkirinê? Gelo ew wextekî baş e, wekî ew problêm bêne safîkirinê? Gelo ew îşê min e, ku bikevime nava wan şixula? Bi rastî ez dixwazim yektiyê bikime civatê, yan dixwazim xwe baş bidime kifşê?”

Ewên ku cabdariya wan heye, gerekê usa bin, wekî wana nas kin ne ku tenê ça merivê xweyê feresetên baş, lê ça merivên milûk (Binihêre abzasa 11) *

11. Li gora Efesî 4:2, 3, çaxê em bi milûktî Yehowara xizmet dikin, ew yek çi karê tîne?

11 Yehowa milûktiyê diha qîmet dike ne ku fereseta, û edilayê hê zêde qîmet dike, ne ku xîretbûnê. Lema jî aliyê xweda hemû tiştî bikin, wekî bi milûktî Yehowara xizmet kin. Hergê hûn usa bikin, hûnê edilayê civatêda xwey kin. (Bixûne Efesî 4:2, 3.) Xizmetiyêda xîret bin. Mecala ji destê xwe bernedin, wekî pê şixulên xweyî baş alî meriva bikin. Hindava hemûyada mêvanhiz bin, firqî tune cabdariya wan civatêda heye yan na (Met. 6:1-4; Lûqa 14:12-14). Hergê hûn civatêda bi milûktî tevî xûşk-bira hevkariyê bikin, ewana wê ne ku tenê feresetên weyî baş bivînin, lê ya lape ferz ew e, ku wê bivînin wekî hûn milûk in.

ÇAXÊ MALPERÊN SOSYALÎ DIDINE XEBATÊ, MILÛKTIYÊ BIDINE KIFŞÊ

12. Kitêba Pîroz derheqa hevala çi dibêje? Şirovekin.

12 Yehowa dixwaze, wekî em şabûnê bistînin, çaxê tevî nefer û hevalên xwe, wede derbaz dikin (Zeb. 133:1). Hevalên Îsa jî hebûn (Yûhn. 15:15). Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku hevalên baş dikarin kêrî me bên (Metlk. 17:17; 18:24). Û usa jî tê gotinê, wekî ne baş e hergê xwe ji meriva başqe kin (Metlk. 18:1). Gelek meriv difikirin, wekî malperên sosyalî mecaleke baş e, ku hevala xwera bivînin û xwe tenê texmîn nekin. Lê em çaxê malperên usa didine xebatê, gerekê fesal bin.

13. Çira hine meriv, yên ku malperên sosyalî didine xebatê, xwe tenê texmîn dikin û dikevine dêprêsiyayê?

13 Lêkolîna nîşan kirin, wekî merivên ku gelek wede malperên sosyalîda derbaz dikin, axiriyêda xwe tenê texmîn dikin û dikevine dêprêsiyê. Lê çira? Menîk dibeke ew e, ku meriv şiklên xweye bedew û yên hevalên xwe dikine malperên sosyalî, û gişkara nîşan dikin ku ewana ciyên çiqas başda wedê xwe derbaz dikin. Merivê ku wan şikla dinihêre dibeke bifikire, ku emirê wî himberî emirê merivê ku şiklê xwe kiriye wan malpera, qe hewas nîne û hela hê jî nêta emirê wî tune ye. Xûşkeke me ku 19 salî ye, dibêje: “Çaxê min didît ku hinek rojên Şemî û Ledê ça baş wedê xwe derbaz dikin, lê ez medekirî malda rûniştime, min xwe hêsîr û bêbext texmîn dikir”.

14. Şîreta ji 1 Petrûs 3:8 ça dikare alî me bike, wekî bi bîlanî malperên sosyalî bidine xebatê?

14 Em dikarin malperên sosyalî bi nêta baş bidine xebatê, mesele wekî haş malbeta xwe û hevalên xwe hebin. Lê we qe texmîn kiriye, ku hine meriv komêntarî, şikil û vîdêoyên xwe dikine wan malpera, wekî navê xwe bilind kin? Ça tê kifşê, pê vê yekê ewana timê dixwazin dîna meriva bikişînin ser xwe. Hinek hela hê jî komêntariyên necayîz ser şiklên xwe, yan jî ser şiklên merivên din dinivîsin. Lê Mesîhî têne hêlankirinê ku milûk bin û hestên hev hildine hesab, lema jî ewana malperên sosyalî wê bi wî cûrê necayîz nedine xebatê. (Bixûne 1 Petrûs 3:8.)

Komêntariyên te, şikil yan jî vîdêoyên ku tu dikî malperên sosyalî, didine kifşê ku tu xwe qure dikî, yan yekî milûk î? (Binihêre abzasa 15)

15. Kitêba Pîroz ça dikare alî me bike, wekî em kubar-babax nîbin?

15 Hergê tu malperên sosyalî didî xebatê, wan pirsa bide xwe: “Dibe ku komêntarî, şikil yan jî vîdêoyên ku ez dikime malperên sosyalî, didine kifşê ku ez xwe qure dikim yan jî payê xwe didim? Gelo ew yek nabe menî, ku bal meriva hevsûdî pêşda bê?” Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Her tiştêd ku dinyayêda ne, dilhavijî, çevhavijî û kubar-babaxiya vî emirî ye, ew ne ji Bavê ne, lê ji vê dinyayê ne” (1 Yûhn. 2:16). Mesîhî xwe ser merivara nagirin û dîna meriva nakişînin ser xwe. Ewana ev şîreta ji Kitêba Pîroz hildidin hesab: “Em kubar nebin, agirê hev gur nekin û hevsûdiyê li hevdu nekin” (Galt. 5:26). Hergê em milûk bin, emê mîna merivên vê dinyayê nîbin, yên ku qure û babax in û dixwazin meriv wana bilind kin.

USA BIFIKIRIN KU SERWAXT BIN

16. Çira em gerekê kubar-babax nebin?

16 Em gerekê milûktiyê nav xweda pêşda bînin, çimkî merivên babax serwaxt nînin (Rom. 12:3). Merivên babax dikevine dewê û xwehiz in. Cûrê fikirandina wan û kirên wan, gelek car hin wanra hin jî merivên dinra ziyanê tîne. Hergê ewana neyêne guhastinê, Mîrê-cina wê hişê wan dade (2 Korn. 4:4; 11:3). Lê merivê milûk nihêrandina rast xwey dike. Merivê usa ser xwe rast dinihêre û fem dike, ku merivên din gelek tiştada wî çêtir in (Fîlî. 2:3). Û ewana zanin ku “Xwedê miqabilî kubar-babaxa ye, lê keremê dide şkestiya” (1 Pet. 5:5). Merivên serwaxt naxwazin ku Yehowa miqabilî wan be.

17. Em çi gerekê bikin, seva ku milûk bimînin?

17 Seva ku milûk bimînin, em gerekê evê şîreta ji Kitêba Pîroz bînin sêrî, ku “merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe [bêxin] û ewî nû li xwe [kin]”. Bona wê yekê, em gerekê ser xwe bixebitin, ku mesela Îsa kûr lêkolîn bikin, û çiqas dikarin çev bidine wî (Kols. 3:9, 10; 1 Pet. 2:21). Ew yek hêja ye, çimkî usa emê kareke mezin bistînin. Hergê em milûktiyê nav xweda pêşda bînin, wê malbeta me diha bextewar be, emê civatêda edilayê xwey kin, û usa jî malperên sosyalî rast bidine xebatê. Lê ya lape ferz ew e, ku emê kerem û qebûlkirina Yehowa bistînin.

KILAMA 117 Berên Qenciyê

^ abz. 5 Îro em dinyake usada dijîn, kîderêda tije merivên qure, babax û xwehiz in. Lema jî em gerekê fesal bin, wekî mîna wan meriva nîbin. Vê gotarêda emê şêwir kin sê dereca, kîjanada em gerekê milûk bin û derheqa xwe zef nefikirin.

^ abz. 2 GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ: Merivê qure ser xwe diha zef difikire ne ku ser merivên din. Dêmek merivê qure xwehiz e. Lê milûktî dikare alî meriva bike, wekî xwehiz nîbin. Merivê milûk qure nîne û nafikire ku ew ji kesên din çêtir e.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birê ku ser civata mezin pê gotarê dertê û usa jî rêberiya bira dike, ew qîmet dike vê mecalê, ku civata bona xizmetiyê derbaz dike û Oda Civatê temiz dike.