Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 28

Dudilî Nebe ku Tu Çi Bawer Dikî Ew Heye Rastî

Dudilî Nebe ku Tu Çi Bawer Dikî Ew Heye Rastî

“Nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û çida îzbat bûyî” (2 TÎMT. 3:14, DT).

KILAMA 56 Rastiyê Qebûl ke

VÊ GOTARÊDA *

1. Em çi dixwazin bêjin, çaxê xebera “rastî” didine xebatê?

DIBEKE kesekî pirsên usa daye te, yan jî te ew pirs daye kesekî, mesele: “Te rastî ça dît? Tu nava rastiyêda mezin bûyî? Çiqas wede ye tu nava rastiyêda nî?” Em çi dixwazin bêjin, çaxê xebera “rastî” didine xebatê? Em evê xeberê didine xebatê, çaxê derheqa baweriya xwe, hebandina xwe Xwedêra, û derheqa cûrê jîyîna xwe dibêjin. Merivên ku “nava rastiyêda nin”, zanin Kitêba Pîroz çi hîn dike û prînsîpên wê emirê xweda didine xebatê. Ewana îda baweriya xwe hînkirinên rêlîgiyên qelp naynin, çimkî ji vê yekê aza bûne, û emirê xweyî îroyînra şa dibin (Yûhn. 8:32).

2. Li gora Yûhenna 13:34, 35, sêrîda çi dikare meriva hêlan ke, wekî bêne nava rastiyê?

2 Destpêkêda çi te hêlan kir, ku te rastî qebûl kir? Dibeke rabûn-rûniştina cimeta Yehowa te xweş hat (1 Pet. 2:12). Yan jî dibeke hizkirina wan hindava meriva, tu hêlan kirî. Gelek meriv çaxê cara pêşin têne ser civatê evê hizkirinê divînin, û ew yek diha bîra wanda dimîne, ne ku ew çi wêderê bihîstin. Ew yek ecêbmayî nîne, çimkî Îsa got ku şagirtên wî wê pê hizkirinê bêne naskirinê. (Bixûne Yûhenna 13:34, 35.) Lê seva ku baweriya me qewî be, dîsa hine tişt lazim in.

3. Çi dikare biqewime hergê baweriya me tenê ser hîmê hizkirina xûşk-bira be?

3 Baweriya me gerekê ne tenê ser hîmê hizkirina hindava cimeta Xwedê be. Çira? Çimkî hergê baweriya me tenê ser hîmê vê hizkirinê be, em dikarin hêsa baweriya xwe unda kin. Mesele, dibeke em bilikumin û xizmetiya xwe Yehowara bidine sekinandinê hergê xûşkek yan birak, yan jî hela hê rûspî yan pêşeng, gunekî giran bike. Em usa jî dibeke bilikumin, hergê kesek dilê me bêşîne yan jî bibe raber û bêje ku baweriya me ne rast e. Lema jî hergê hûn dixwazin baweriya we qewî be, ew gerekê ser hîmê heleqetiya weye baş tevî Yehowa be. Lê hergê we baweriya xwe ser hîmê kirên meriva ava kiriye, wî çaxî baweriya we wê sist be. Belê, baweriya me gerekê ne ku tenê ser hîmê hest û êmosiya be, lê usa jî ser hîmê îzbatkirinên hîmgirtî. Hûn gerekê sed selefî bawer bin, wekî Kitêba Pîroz rastiyê derheqa Yehowa hîn dike (Rom. 12:2).

4. Li gora Metta 13:3-6, 20, 21, çetinayî ça dikarin ser baweriya hine meriva hukum bin?

4 Îsa got ku hine meriv wê “bi eşq û şa” rastiyê qebûl kin, lê gava ewana rastî çetinaya bên, baweriya wan wê sist be. (Bixûne Metta 13:3-6, 20, 21.) Mesele, dibeke ew meriv ne jî difikirin, ku hergê bibine şagirtên Mesîh, wê rastî çetinaya bên (Met. 16:24). Yan jî dibeke ewana difikirin, ku hergê bibine Mesîhî, problêmên wan wê tune bin, dêmek wê bi emirekî pê keremeta û bê çetinayî bijîn. Lê em zanin wekî vê dinya gunekarda problêm wê hebin. Emirê meda dikare tiştek bê guhastinê û em wedelû şabûna xwe unda kin (Zeb. 6:6; Waîz 9:11).

5. Heçî zef xûşk-birên me ça didine kifşê, wekî wana rastî dîtiye?

5 Heçî zef xûşk-birên me didine kifşê, wekî ewana dudilî nînin, ku wana rastî dîtiye. Çira em dikarin usa bêjin? Baweriya wan sist nabe hela hê hingê jî, gava civatêda kesek dilê wan dêşîne, yan jî xwe necayîz dide kifşê (Zeb. 119:165). Gava ewana rastî çetinaya tên, baweriya wan diha qewî dibe, ne ku sist dibe (Aqûb 1:2-4). Lê hûn çi dikarin bikin, wekî baweriya we jî usa qewî be?

“ZANEBÛNA XWEDÊ” QAZANC KIN

6. Hîmê baweriya Mesîhiyên qirna yekê çi bû?

6 Baweriya şagirtên qirna yekê, ser hîmê zanebûna Nivîsara û hînkirinên Îsa Mesîh bû, ku “rastiya Mizgîniyê” bû (Galt. 2:5). Rastî ew heye ev hemû tişt, çi ku Mesîhî bawer dikin, usa jî îzbatkirinên derheqa qurbanbûna Îsa û saxkirina wî. Pawlosê şandî bawer bû, wekî ew hînkirin rast in. Lê çira ew bawer bû? Çimkî ewî Nivîsar didane xebatê û “wanra îzbat dikir, ku gerekê Mesîh cefa bikişanda û ji mirinê rabûya” (Kar. Şand. 17:2, 3). Mesîhiyên qirna yekê ew hînkirin qebûl kirin û bawer dikirin, ku ruhê pîroz wê alî wan bike, wekî Xebera Xwedê fem kin. Bi saya lêkolînkirinê ewana bawer bûn, wekî ew hînkirin ser hîmê Nivîsara bûn (Kar. Şand. 17:11, 12; Îbrn. 5:14). Baweriya wan tenê ser hîmê hest û êmosiyên wan nîbû. Usa jî wana ne tenê bona wê yekê Yehowara xizmet dikirin, ku wanra hewas bû tevî xûşk-bira bin. Lê dewsê baweriya wan ser hîmê “zanebûna Xwedê” bû (Kols. 1:9, 10).

7. Baweriya me hindava rastiyên Kitêba Pîroz, çi karê mera tîne?

7 Rastiyên Xebera Xwedê nayêne guhastinê (Zeb. 119:160). Mesele, ew rastî nayêne guhastinê hergê xûşk yan bira, me didine xeydandinê yan jî gunê giran dikin. Û ew usa jî nayêne guhastinê çaxê em rastî çetinaya tên. Lema jî em gerekê hînkirinên Kitêba Pîroz rind bizanibin û bawer bin, wekî ew hînkirin rast in. Baweriya meye ser hîmê rastiyên Kitêba Pîroz, wedê çetinaya wê me qewî ke, çawa ku lenger wedê firtonê gemiyê xwey dike. Ça tu dikarî îzbat bî, wekî baweriya te rast e?

NAVA WAN TIŞTADA BIMÎNE “ÇIDA ÎZBAT BÛYΔ

8. Ça 2 Tîmotêyo 3:14, 15 dide kifşê, wekî Tîmotêyo îzbat bû vê yekêda, ku rastiyê zane?

8 Tîmotêyo bawer bû, ku ewî rastî dîtiye. Lê ew ça vê yekêda îzbat bû? (Bixûne 2 Tîmotêyo 3:14, 15.) Diya wî û pîrika wî ji zarotiyê “nivîsarê pîroz” wîra şirovedikirin. Lê bêşik ewî xwexa jî wede û qewat xerc dikir, wekî wan nivîsara lêkolîn ke. Axiriyêda Tîmotêyo “îzbat” bû, ku wan nivîsarada rastî ye. Wede şûnda Tîmotêyo, diya wî û pîrika wî derheqa hînkirinên Mesîhîtî pêhesiyan. Bêşik, hizkirina nava şagirtên Îsada gelek dilê Tîmotêyo girt, û ewî dixwest wedê xwe tevî xûşk-birên xweye civatêda derbaz ke û alî wan bike (Fîlî. 2:19, 20). Lê baweriya wî tenê ser hîmê vê yekê nîbû, lê ser hîmê îzbatkirina bû, yên ku wî nêzîkî Yehowa kirin. Hûn jî gerekê Kitêba Pîroz lêkolîn kin û îzbat bin vê yekêda, çi ku derheqa Yehowa pêdihesin.

9. Kîjan sê hînkirinên serekeda hûn gerekê dudilî nebin?

9 Ya lape kêm, hûn gerekê dudilî nebin sê tiştada. Ya pêşin, hûn gerekê bawer bin, wekî Efirandarê hemû tiştî Yehowa ye (Derk. 3:14, 15; Îbrn. 3:4; Eyan. 4:11). Ya duda, hûn gerekê îzbat bin, ku Kitêba Pîroz ew heye nivîsara ji bîna ber Xwedê, ku bona hemû meriva ye (2 Tîmt. 3:16, 17). Û ya sisiya, em gerekê bawer bin, ku ser erdê cimeta Yehowa heye, ya ku bin rêberiya Îsada Wîra xizmet dike, û ew cimet Şedên Yehowa ne (Îşa. 43:10-12; Yûhn. 14:6; Kar. Şand. 15:14). Seva ku wan hînkirinên serekeda îzbat bin, eseyî nîne hûr bi hûr Kitêba Pîroz bizanibin. Nêta we gerekê ew be, ku hiş-aqilê xwe bidine xebatê, wekî dudilî nebin, ku we rastî dîtiye (Rom. 12:1).

HAZIR BIN ALÎ MERIVA BIKIN, WEKÎ EWANA RASTIYÊ BIZANIBIN

10. Çaxê em rastiyên ji Kitêba Pîroz pêdihesin, em gerekê çi bikin?

10 Çaxê hûn van sê hînkirinên serekeda îzbat bin, dêmek derheqa Xwedê, Kitêba Pîroz û cimeta Xwedê, hûn gerekê bikaribin Nivîsarên Pîroz bidine xebatê, wekî evê yekê merivên dinra jî şirovekin û wanra îzbat kin ku ew rastî ye. Lê çira? Çimkî em çawa Mesîhî, borcdar in, wekî derheqa wan rastiya kîjan ku em pêhesiyane, meriva hîn kin * (1 Tîmt. 4:16). Çaxê em meriva rastiyên ji Kitêba Pîroz hîn dikin û wanra şirovedikin, em xwexa jî baweriyêda dişidin.

11. Pawlosê şandî ça dersdar çi mesele mera hîşt?

11 Çaxê Pawlosê şandî meriv hîn dikirin, ewî “derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pêxembera ew didane bawerkirinê” (Kar. Şand. 28:23). Em ça dikarin çev bidine Pawlos, çaxê meriva hîn dikin? Em gerekê wanara ne ku tenê bêjin, ku Kitêba Pîrozda çi tê gotinê, lê hê zêde tişt bikin. Dêmek gerekê alî wan bikin, ku hîn bin xwexa jî Kitêba Pîroz kûr lêkolîn kin. Em dixwazin wekî ewana rastiyê qebûl kin, ne ku ji bo xatirê me, lê xwexa îzbat bin û fem kin, wekî ew heye rastiya derheqa Xwedêyê meyî hizkirî.

Dê-bavno alî zarên xwe bikin, wekî ewana bi saya zanebûna “nêt-meremêd Xwedêye kûr”, baweriya xwe qewî kin (Binihêre abzasa 12-13) *

12-13. Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî nava rastiyêda bimînin?

12 Dê-bavno, bêşik hûn dixwazin, wekî zarên we nava rastiyêda bimînin. Dibeke hûn difikirin, ku hergê civatêda hevalên zarên we hebin, ewana wê ruhanîda pêşda herin. Lê bona vê yekê, wanra ne ku tenê hevalên baş lazim in, lê dîsa tiştekî ferz. Gerekê heleqetiya wane şexsî tevî Yehowa hebe, û xwexa bawer bin, wekî hînkirinên Kitêba Pîroz rast in.

13 Hergê dê-bav dixwazin zarên xwe derheqa Xwedê hîn kin, ewana gerekê lêkolînkirina Kitêba Pîrozda meseleke baş bin bona wan. Ewana gerekê wede kifş kin bona vê yekê, ku kûr bifikirin derheqa çi jî pêdihesin. Hingê wê bikaribin zarên xwe jî hîn kin ku usa bikin. Dê-bav çawa ku wan meriva hîn dikin, tevî kê hînbûnê derbaz dikin, usa jî gerekê zarên xwe hîn kin, ku hacetên seva hînbûnê bidine xebatê. Hergê dê-bav usa bikin, wê zarên xwe hîn kin, wekî Yehowa û usa jî xulamê amin, ji kîjanî xwarina ruhanî distînin, qîmet kin (Met. 24:45-47). Dê-bavno derheqa “nêt-meremêd Xwedêye kûr” zarên xwe hîn kin haqas, çiqas ewana dikarin fem kin. Usa hûnê alî wan bikin, ku baweriya wan qewî be (1 Korn. 2:10).

PÊXEMBERTIYÊN KITÊBA PÎROZ LÊKOLÎN BIKIN

14. Çira em gerekê pêxembertiyên Kitêba Pîroz lêkolîn kin? (Binihêre çargoşe “ Hûn Dikarin Wan Pêxembertiya Şirovekin?”)

14 Pêxembertiyên Kitêba Pîroz gelek ferz in, seva baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin. Lê kîjan pêxembertiya xût baweriya we qewî kirine? Dibeke hûn bêjin pêxembertiyên derheqa “rojêd axiriyê” (2 Tîmt. 3:1-5; Met. 24:3, 7). Lê kîjan pêxembertiyên ku îda hatine sêrî, dikarin we qewî kin? Mesele, hûn dikarin şirovekin ku ça pêxembertiyên ji Daniyêl serê 2 yan jî serê 11 îda hatine sêrî, û heta îro jî têne sêrî? * Hergê baweriya we ser hîmê Kitêba Pîroz be, ew wê sist nebe. Were em şêwir kin meselên birên me, yên ku wedê Şerê Hemdinyayê II, hatine zêrandinê. Rast e ewana heta xilaziyê pêxembertiyên derheqa rojên axiriyê fem nedikirin, lê yeke baweriya wan hindava Xebera Xwedê gelek qewî bû.

Lêkolînkirina Kitêba Pîroz û pêxembertiya, wê alî me bikin wekî em wedê çetinaya amin bimînin. (Binihêre abzasa 15-17) *

15-17. Lêkolînkirina Kitêba Pîroz ça baweriya xûşk-birên me qewî kir, yên ku wedê Natsîsta dihatine zêrandinê?

15 Wedê hukumtiya Natsîsta Almanyayê, bi hezara xûşk-birên me şandibûn girtîgehê. Hîtlêr û Hênrîx Hîmlêr serok, Şedên Yehowa gelek nefret dikirin. Xûşkeke me gilî kiriye, wekî Hîmlêr komeke xûşkên mera ku girtîgehêda bûn, gotibû: “Xwedayê we Yehowa dikare ser ezmana serwêrtiyê bike, lê vira ser erdê, em serwêrtiyê dikin! Emê bivînin kê ji me wê sax bimîne, hûn yan em!” Lê çi alî cimeta Yehowa kir, wekî amin bimînin?

16 Ew xûşk-bira zanibûn, wekî Padşatiya Xwedê ji sala 1914 serwêrtiyê dike. Lema jî ewana ecêbmayî nîbûn ku usa dihatine zêrandinê. Lê yeke cimeta Xwedê bawer bû, wekî tu serwêrê dinyayê wê nikaribe tiştek bike, ku Xwedê nêta xwe neyne sêrî. Lê Hîtlêr nikaribû hebandina rast kuta kira, yan jî serwêrtiya usa saz kira, kîjan ku ji Padşatiya Xwedê qewattir bûya. Xûşk-birên me bawer bûn, wekî axiriyêda serwêrtiya Hîtlêr wê kuta be.

17 Ew xûşk-bira baweriya xwe çi jî dianîn, ew rastî bû. Çend sala şûnda serwêrtiya Natsîsta hate kutakirinê. Û Hênrîx Hîmlêr, yê ku got, “vira ser erdê, em serwêrtiyê dikin”, revî, ku emirê xwe xilaz ke. Çaxê ew direviya, ew rastî birê me bi navê Lubkî hat û wî nas kir, çimkî ew bira wextekî kelêda bû. Hîmlêr gelek medekirî bû û ji birê me pirsî: “Lêkolînkarê Kitêba Pîroz, de bêje lê niha wê çi biqewime?” Lubkî bira wîra got, ku Şedên Yehowa timê zanibûn, wekî serwêrtiya Natsîsta wê kuta be, û ewana wê bêne aza kirinê. Hîmlêr pêşiya vê yekê gelek tiştên nebaş û xirab digot derheqa Şedên Yehowa, lê hingê ewî îda nizanibû çi bigota. Paşî vê yekê wede şûnda, ewî xwe kuşt. Em çi dersê ji wê yekê hîn dibin? Lêkolînkirina Kitêba Pîroz û pêxembertiyên têda, dikare baweriya me hindava Xwedê gelek qewî ke, û wedê çetinaya me bişidîne (2 Pet. 1:19-21).

18. Çawa ku Yûhenna 6:67, 68-da tê gotinê, çira mera “zanebûn û serwaxtiya gihîştî” lazim e?

18 Her kes ji me gerekê hizkirinê bide kifşê, çimkî ew yek Mesîhiyên rast eyan dike. Lê mera usa jî lazim e “zanebûn û serwaxtiya gihîştî” nav xweda zêde kin (Fîlî. 1:9). Hergê em usa nekin, emê “bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê” kevin (Efes. 4:14). Çaxê qirna yekêda gelek şagirt îda pey Îsa nediçûn, Petrûsê şandî bi baweriyê got, ku “gotinêd jiyîna heta-hetayê” cem Îsa ne. (Bixûne Yûhenna 6:67, 68.) Rast e hingê Petrûs bi temamî fem nedikir, ku ew gotinên Îsa çi dihatine hesabê, lê yeke ew amin ma, çimkî ewî rastiya derheqa Îsa fem dikir. Hûn jî dikarin baweriya xwe hindava hînkirinên Kitêba Pîroz usa qewî kin. Hûn hergê usa bikin, çi jî biqewime yeke baweriya we wê qewî bimîne, û hûnê alî merivên din jî bikin, wekî ewana baweriya xwe bişidînin (2 Yûhn. 1, 2).

KILAMA 72 Rastiya Padşatiyê Eyan kin

^ abz. 5 Ew gotar wê alî me bike ku em fem kin, wekî hînkirinên Kitêba Pîroz gelek ferz in. Emê usa jî şêwir kin, ku ça baweriya xweda dudilî nebin.

^ abz. 10 Seva ku merivara hînkirinên sereke ji Kitêba Pîroz şirovekin, binihêrin rêzên gotara bi navê “Xeberdana li ser Hîmê Kitêba Pîroz”, kîjan ku hene “Birca Qerewiliyêda” ji salên 2010-2015. Mesele, wêderê têmên usa têne şirovekirinê: “Gelo Îsa Xwedê ye?”, “Kengê Padşatiya Xwedê Destpêkir Serwêrtiyê Bike?”, û “Gelo Xwedê Rastî Meriva Cenimêda Ceza Dike?

^ abz. 14 Bona şêwirkirina wan pêxembertiya, binihêrin têmên ji “Birca Qerewiliyê” ya 15 Hezîranê, sala 2012, rûpêla 7-11, 13, 14-17, û ya meha Gulanê, sala 2020.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Wedê qulixkirina tevî malbetê, dê-bav tevî zarên xwe pêxembertiyên derheqa tengasiya mezin lêkolîn dikin.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Wedê tengasiya mezin dîsa jî ew malbet ecêbmayî namîne, ku çi diqewime.