Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 29

Gava Em Sist Dibin, Yehowa Qewetê Dide Me

Gava Em Sist Dibin, Yehowa Qewetê Dide Me

“Ez di ber Mesîh de bi lewazî, lome, dijwarî, cefa û tengahiyan kêfxweş im” (2. KOR. 12:10).

KILAM 38 Ew wê Te Qewî ke

PÊŞGOTIN *

1. Pawlosê şandî di heqê xwe de çi got?

PAWLOSÊ şandî xwe carinan sist hîs dikir. Wî got ku bedena wî ‘dirize’, ku ji wî re pir zor e ku tiştên rast bike, û ku Yehowa cewabên hin duayên wî li gor dilê wî nedidan (2. Kor. 4:16; 12:7-9; Rom. 7:21-23). Wekî din, Pawlos dizanibû ku dijminên wî ew wek mirovekî sist didît. * Lê Pawlosê şandî seba nêrîna wan yan seba kêmasiyên xwe nedifikirî ku ew yekî bêkêr e (2. Kor. 10:10-12, 17, 18).

2. Li gor 2. Korîntî 12:9, 10, Pawlos çi fehm kir?

2 Pawlosê şandî derseke muhîm hîn bû – ku mirov dikare li gel sistbûnê qewî be (2. Korîntî 12:9, 10 bixwîne). Yehowa ji Pawlos re wisa got: “Hêza min di bêhêziyê de temam dibe.” Yanî, Yehowa soz da Pawlos ku eger lazim be, ewê qewetê bide wî. Ewilî, emê li ser vê pirsê xeber bidin: Gava muxalif lome li me dikin, gerek em çima bi zêdeyî aciz nebin?

LI GEL LOMEYAN DILXWEŞ BIN

3. Em çima dikarin li gel lomeyan dilxweş bin?

3 Em helbet ji lomeyan kêfê nastînin. Lê belê, eger dijminên me lome li me bikin û em seba gotinên wan bi zêdeyî aciz bibin, dibe ku em cesareta xwe winda bikin (Mtl. 24:10). Gerek em li lomeyan çawa binêrin? Wek Pawlosê şandî, em jî dikarin li gel lomeyan dilxweş bin (2. Kor. 12:10). Gelo çima? Çimkî lome û muxalefet nîşan didin ku em bi rastî jî şagirtên Îsa Mesîh in (1. Ptr. 4:14). Îsa Mesîh gotibû ku şagirtên wî wê rastî zilmê bên (Yûh. 15:18-20). Li sedsala yekê, şagirtên Îsa gelek caran zilm didît. Kesên ku ketibûn ber bayê kultura Yewnanî şagirtên Îsa nizm didîtin. Cihûyan jî şagirtên Îsa Mesîh nizm didîtin. Mesela, wan di heqê Petrûs û Yûhenna de got ku “ew nexwenda û di halê xwe de ne” (Kar. 4:13). Şagirtên Îsa Mesîh wek kesên sist xuya dikir. Qudreta wan a siyasî û leşkerî tune bû, û wan ji aliyê civakê ve hurmet nedidît.

4. Şagirtên Îsa li gel nefreta mirovan çi dikir?

4 Gelo van şagirtên Îsa seba nêrîna muxalifan dev ji îşê xwe berda? Na! Mesela, gava zilm li Petrûs û Yûhenna dihat kirin ji ber ku wan mizgîna di heqê Îsa de belav dikir, wan ev yek wek qedrekî mezin didît (Kar. 4:18-21; 5:27-29, 40-42). Sebeba şagirtan tune bû ku şerm bikin, çimkî wan ji muxalifên xwe zêdetir xêr dikir. Mesela, kitêbên îlhamkirî, yên ku ji aliyê hin şagirtên Îsa ve hatin nivîsandin, îro jî alîkarî û hêviyê didin gelek însanan. Wekî din, Padîşahiya ku wan îlan dikir êdî hatiye saz kirin û wê di demeke nêzik de ser hemû dinyayê hikum bajo (Met. 24:14). Dewleta Romayê, ya ku zilm li şagirtên Îsa kiribû, êdî tune ye. Bi ser de, ew şagirtên dilsoz êdî li ezmanan bûne padîşah, lê muxalifên wan bûne ax. Em nizanin ka hin ji wan wê ji mirinê bên rakirin yan na, lê eger ew ji mirinê rabin jî, wê lazim be ku ew guh bidin Padîşahiya ku şagirtên Îsa îlan dikir (Pey. 5:10).

5. Li gor Yûhenna 15:19, xizmetkarên Yehowa çima biçûk tên dîtin?

5 Ji ber ku em nêrînên dinyayê qebûl nakin, gelek mirov me wek kesên bêaqil û sist dibînin. Dinya ji kesên qure û pozbilind re heyran e, lê ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, em xîret dikin ku dilnizm û guhdar bin. Wekî din, em tev li siyasetê nabin û leşkeriyê nakin. Ji ber ku em “li gor dinyayê” nakin, gelek mirov me biçûk dibînin (Yûhenna 15:19 bixwîne; Rom. 12:2).

6. Yehowa bi destê xizmetkarên xwe çi îşên mezin dike?

6 Mirovên vê dinyayê me çawa bibînin jî, Yehowa bi navgîniya me îşên mezin pêk tîne. Mesela, mizgîna Padîşahiyê niha li seranserê dinyayê tê belav kirin. Em kovarên herî belavbûyî û herî zêde tercûmekirî diweşînin, û em bi destê Kitêba Pîroz alî mirovan dikin ku ew jiyana xwe biguherînin. Belê, Yehowa van îşên mezin bi destê komeke ku sist xuya dike, tîne cih. Lê gelo Yehowa dikare qewetê bide her yek ji me? Gerek em çi bikin ku alîkariya Yehowa bistînin? Niha emê bala xwe bidin sê dersên ku em dikarin ji serpêhatiya Pawlos bistînin.

XWE NESPÊRE QEWETA XWE

7. Em dikarin ji serpêhatiya Pawlosê şandî çi dersê bistînin?

7 Dersa yekê, ya ku em dikarin ji serpêhatiya Pawlosê şandî bistînin, ev e: Gava em ji Yehowa re xizmet dikin, gerek em xwe nespêrin qewet yan hunerên xwe. Li gor dinyayê, sebebên Pawlos hebûn ku serbilind û xwebawer be. Ew li Tarsûsê, serbajarê herêmeke împaratoriya Romayê, mezin bûbû. Tarsûs bajarekî dewlemend bû, û li wê derê zanîngeheke navdar hebû. Pawlos yekî xwendî bû, û wî ji aliyê mamosteyekî navdar ê bi navê Gamalyêl ve hatibû perwerde kirin (Kar. 5:34; 22:3). Berî ku Pawlos bû şagirtekî Îsa Mesîh, ew di nav Cihûyan de yekî bi nav û deng bû. Wî got: “Ez di nav gelê xwe de, ji gelekên ku di emrê min de bûn, di Cihûtiyê de bêtir pêşve diçûm” (Gal. 1:13, 14; Kar. 26:4). Dîsa jî, Pawlosê şandî xwe nedispart hunerên xwe.

Pawlos serbilind bû ji ber ku ew şagirtê Îsa bû, lê wî tiştên ku li gor dinyayê biqîmet in “wek zibil” didîtin (Li paragrafa 8an binêre) *

8. (a) Li gor Filîpî 3:8, Pawlos li tiştên ku wî dev ji wan berdabû çawa dinêrî? (b) Gava ew rastî tengasiyan dihat, wî dilxweşiya xwe çima winda nedikir?

8 Pawlosê şandî li tiştên ku dinya wek tiştên muhîm dibîne, çawa dinêrî? Wî got ku ev tişt ji bo wî “wek zibil” in, û wî dev ji wan berda (Filîpî 3:8 bixwîne). Gava Pawlos bû şagirtê Îsa, ew rastî gelek tengasiyan hat. Cihûyan – yanî mirovên ji miletê wî – ji wî nefret dikir (Kar. 23:12-14). Wekî din, Romayiyan – yanî hemwelatiyên wî – li wî zilm dikir. Wan li wî xistin û ew avêtin hebsê (Kar. 16:19-24, 37). Bi ser de, Pawlos dizanibû ku kêmasiyên wî hene (Rom. 7:21-25). Dîsa jî, wî îzin neda ku muxalefeta mirovan yan kêmasiyên wî ji wî re bibin asteng, lê ew li gel problemên wisa dilxweşiya xwe winda nedikir. Gelo çima? Çimkî gava ew sist dibû, Xwedê qewet dida wî (2. Kor. 4:7; 12:10).

9. Eger hin tişt ba me tune bin jî, gerek em li halê xwe çawa binêrin?

9 Eger em dixwazin ku Yehowa qewetê bide me, gerek em ji bîr nekin ku qîmeta me bi huner, perwerde, kultur yan mal û milkê me ve girêdayî nîne. Tiştên wisa di çavê Yehowa de muhîm nînin. Gelek xwişk û birayên me xwendî û zengîn nînin, lê Yehowa ew dîsa jî wek xizmetkarên xwe hilbijartine (1. Kor. 1:26, 27). Loma, eger tiştên ku dinya wek tiştên muhîm dibîne, ba me tune bin jî, gerek em nefikirin ku em nikarin ji Yehowa re xizmet bikin. Halê me çi be jî, Yehowa dikare qewetê bide me. Mesela, eger em ji kesên ku li hemberî baweriya me muxalefetê dikin, ditirsin, em dikarin ji Yehowa mêrxasiyê bixwazin, da ku em karibin baweriya xwe biparêzin (Ef. 6:19, 20). Eger ba me nexweşiyeke kronîk hebe, em dikarin ji Yehowa qewetê bixwazin, da ku em karibin çi qas ji destê me tê xizmet bikin. Her ku em dibînin ku Yehowa çawa alî me dike, baweriya me wê xurttir bibe, û emê qewîtir bibin.

JI SERPÊHATIYÊN KITÊBA PÎROZ DERSAN BIGIRE

10. Wê çima baş be ku em serpêhatiyên kesên dilsoz lêkolîn bikin?

10 Pawlos Nivîsarên Pîroz hûr û kûr lêkolîn dikirin, û wî ji serpêhatiyên xizmetkarên Yehowa yên berê gelek ders distendin. Di nameya Pawlosê şandî ya ji Îbraniyan re, wî ew teşwîq kirin ku bila ew serpêhatiyên xizmetkarên Yehowa yên dilsoz bînin bîra xwe (Îbranî 11:32-34 bixwîne). Wê baş be ku em jî vêya bikin. Mesela, bala xwe bide serpêhatiya Dawid Padîşah, ê ku hem ji aliyê dijminên xwe ve hem jî ji aliyê hin hevalên xwe ve zilm didît. Niha emê bibînin ku Pawlos çawa dikaribû ji serpêhatiya Dawid qewetê bistîne û em çawa dikarin Pawlos ji xwe re bikin emsal.

Gava Dawid derket ku bi Golyat re şer bike, wî xwe dispart Yehowa, çimkî wî dizanibû ku Yehowa wê alî wî bike (Li paragrafa 11an binêre)

11. Dawid çima sist xuya dikir? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

11 Golyat şervanekî xurt, bejnbilind û bitecrûbe bû, lê di çavê wî de, Dawid xortekî sist bû. Gava Golyat Dawid dît, wî ew “mîna zilamekî nehesiband”, çimkî çek û sîlehên Dawid tune bûn. Bi rastî jî, Dawid perwerdeya leşkerî qet nestendibû, lê belê, bi saya qeweta ku Yehowa da wî, ew li dijî vî dijminê xurt bi ser ket (1. Sam. 17:41-45, 50).

12. Dawid rastî kîjan tengasiya din hat?

12 Dawid rastî tengasiyeke din jî hat. Wî bi dilsozî ji Saûl Padîşah re xizmet dikir, ê ku ji aliyê Yehowa ve hatibû tayîn kirin. Di serî de, Saûl qedrê Dawid digirt, lê paşê, Saûl seba quretiya xwe çavnebariya Dawid kir. Loma Saûl zilm li Dawid kir û dixwest wî bikuje (1. Sam. 18:6-9, 29; 19:9-11).

13. Gava Saûl Padîşah neheqî li Dawid kir, Dawid çi kir?

13 Li gel neheqiya ku Saûl Padîşah lê dikir, Dawid dîsa jî qedrê wî digirt, çimkî wî dizanibû ku ew padîşahê tayînkirî ye (1. Sam. 24:6). Wî seba zilma ku wî ji aliyê Saûl ve didît, Yehowa sûcdar nedikir. Dawid xwe dispart Yehowa. Ew bawer bû ku Xwedê wê qewetê bide wî ji bo ku ew karibe li hemberî vê tengasiya giran sebir bike (Zeb. 18:1, sernivîs).

14. Halê Pawlos çawa mîna halê Dawid bû?

14 Halê Pawlosê şandî mîna halê Dawid bû. Dijminên Pawlos yên zordest hebûn, û gelek serokên mezin ji wî nefret dikir. Wan ew gelek caran dan lêxistin û avêtin hebsê. Wek Dawid, Pawlos jî ji aliyê hin hevalên xwe ve xerabî didît, û hin xwişk û birayan lê muxalefet dikir (2. Kor. 12:11; Flp. 3:18). Dîsa jî, Pawlos li dijî hemû muxalifên xwe bi ser ket. Gelo çawa? Mirovan li dijî wî çi qas muxalefet dikir jî, wî tu caran dev ji xizmeta xwe berneda. Gava xwişk û birayan dilê wî diêşand, ew dîsa jî ji wan re dilsoz dima. Ji her tiştî muhîmtir jî ev e ku ew heta dawiya emrê xwe ji Xwedê re dilsoz ma (2. Tîm. 4:8). Pawlos ne bi saya qeweta xwe, lê bi saya alîkariya Yehowa serkeftî bû.

Gava kesek li baweriya te muxalefetê dike, bi hurmet û nezaket xeber bide (Li paragrafa 15an binêre) *

15. Armanca me çi ye, û em çawa dikarin bigihîjin vê armancê?

15 Gava em ji aliyê hevalders, hevalkar yan merivên xwe ve rastî zilm û zordariyê tên yan jî gava xwişk yan birayek dilê me diêşîne, wê baş be ku em serpêhatiyên Dawid û Pawlos bînin bîra xwe. Wek Kiteba Pîroz dibêje, “bi qenciyê xerabiyê bindest bike” (Rom. 12:21). Armanca me helbet ne ev e ku em kevirekî bavêjin eniya kesekî, lê ev e ku em Peyva Xwedê bigihînin hiş û dilê mirovan. Ji bo vê, gerek em xwe bispêrin Kitêba Pîroz ku em karibin cewabên baş bidin mirovan, ji muxalifan re hurmetdar û nazik bin, û ji her kesî re – heta ji dijminên xwe re jî – qenciyê bikin (Met. 5:44; 1. Ptr. 3:15-17).

ALÎKARIYÊ QEBÛL BIKE

16-17. Pawlos tu caran çi ji bîr nekir?

16 Pêşiya ku Pawlos – yê ku navê wî berê Şawûl bû – bû şagirtê Îsa, ew xortekî “kustax” bû, yê ku zilm li şagirtên Îsa dikir (Kar. 7:58; 1. Tîm. 1:13). Îsa Mesîh riya Pawlos girt, da ku ew êdî zilm li şagirtên Îsa neke. Wî ji ezmanan bi Pawlos re xeber da û çavên wî kor kirin. Ji bo ku çavên Pawlos vebin, lazim bû ku ew alîkariya şagirtên Îsa qebûl bike. Pawlos alîkariya şagirtekî bi navê Hananya bi dilnizmî qebûl kir, û Hananya çavên wî vekirin (Kar. 9:3-9, 17, 18).

17 Pawlosê şandî bi zeman re bû birayekî pir navdar, lê wî dersa ku wî li riya Şamê ji Îsa Mesîh stendibû, tu caran ji bîr nekir. Pawlos dilnizmiya xwe winda nekir, û wî ji dil ji xwişk û birayan alîkarî qebûl dikir. Pawlos ji bo alîkariya wan pir şikurdar bû (Kol. 4:10, 11).

18. Dibe ku em carinan çima naxwazin alîkariya kesên din qebûl bikin?

18 Em dikarin ji serpêhatiya Pawlosê şandî çi dersê bigirin? Gava em di rastiyê de nû bûn, em belkî hazir bûn ku alîkariyê qebûl bikin, çimkî me dizanibû ku gerek em hê gelek tiştan hîn bibin (1. Kor. 3:1, 2). Lê eger em êdî bi gelek salan xizmetkarên Yehowa ne, em belkî difikirin ku em hewceyî alîkariyê nînin – bi xisûsî eger kesekî ku di rastiyê de nû ye dixwaze alî me bike. Ancax, gerek em ji bîr nekin ku Yehowa gelek caran bi destê xwişk û birayan alî me dike (Rom. 1:11, 12). Eger em dixwazin ji Yehowa qewetê bistînin, gerek em vê alîkariyê qebûl bikin.

19. Pawlos bi saya çi serkeftî bû?

19 Piştî ku Pawlos bû şagirtekî Îsa Mesîh, wî gelek îşên mezin kirin, çimkî wî fehm dikir ku serkeftin ne bi huner, perwerde, kultur û mal û milk ve, lê bi dilnizmî û baweriyê ve girêdayî ye. Bila em jî wek Pawlosê şandî (1) xwe bispêrin Yehowa, (2) ji serpêhatiyên ku di Kitêba Pîroz de hatine qeyd kirin, dersan bigirin û (3) ji xwişk û birayan alîkariyê qebûl bikin. Eger em wisa bikin, em xwe çi qas sist hîs bikin jî, Yehowa wê qewetê bide me!

KILAM 71 Em Eskerên Xwedê ne!

^ par. 5 Li vê meqaleyê, emê serpêhatiya Pawlosê şandî lêkolîn bikin. Emê bibînin ku eger em dilnizm bin, Yehowa wê çawa qewetê bide me ku em li hemberî qerfên mirovan sebir bikin. Wekî din, emê hîn bibin ku gava em xwe sist hîs dikin, ewê çawa qewetê bide me.

^ par. 1 NOT: Dibe ku em xwe ji ber cure cure sebeban lewaz yan sist hîs bikin, mesela ji ber ku em gunehkar in, feqîr in, nexweş in yan jî nexwendî ne. Wekî din, zilma dijminan dikare bibe sebeb ku em xwe sist hîs bikin.

^ par. 57 RESIM: Gava Pawlos bû şagirtê Îsa, wî dev ji gelek tiştan berda, yên ku bi jiyana wî ya berê ve girêdayî bûn.

^ par. 61 RESIM: Li cihê îş, mirov zorê li birayekî didin ku roja bûyîna hevalkarekî bi wan re pîroz bike.