Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 29

“Gava Ez Sist Dibim, Hingê Qewat Dibim”

“Gava Ez Sist Dibim, Hingê Qewat Dibim”

“Ez bona navê Mesîh sistiya, qara, hêsîrî-belengaziya, zêrandina û telî-tengiya begem dikim” (2 KORN. 12:10).

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

VÊ GOTARÊDA *

1. Pawlosê şandî çi eşkere dianî ser xwe?

PAWLOSÊ şandî eşkere dianî ser xwe, wekî cara ew sist e. Ewî usa jî got, wekî bedena mêriv “dêris” dibe diçe. Cara jî wîra çetin bû ew yek bikira, çi ku rast bû, û hin jî gelek car Yehowa caba duayên wî usa nedida, ça ewî dixwest (2 Korn. 4:16; 12:7-9; Rom. 7:21-23). Pawlos usa jî zanibû, wekî yên miqabil ew sist hesab dikirin. * Lê ewî nedihîşt wekî fikirên merivaye nerast û sistbûnên wî, bibine menî ew xwe bêkêr hesab ke (2 Korn. 10:10-12, 17, 18).

2. Li gora 2 Korintî 12:9, 10 Pawlos kîjan derseke qîmet xwera hîn bû?

2 Lê Pawlos xwera ders hilda, wekî meriv dikare hingê jî qewat be, çaxê xwe sist texmîn dike. (Bixûne 2 Korintî 12:9, 10.) Yehowa gote Pawlos “qewata min sistiyada miyaser dibe”, ew dihate hesabê, wekî Yehowa wê haqas qewat bide Pawlos, çiqas ku wîra lazim be. Pêşiyê were em şêwir kin, çira em gerekê dilteng nebin, çaxê me bêhurmet dikin.

ŞA BIN ÇAXÊ WE BÊHURMET DIKIN

3. Çira em dikarin şa bin çaxê me bêhurmet dikin?

3 Tu kesî xweş nayê, gava wî bêhurmet dikin. Çaxê dijmin me bêhurmet dikin û ew yek ser me hukum dibe, em dikarin dilteng bin (Metlk. 24:10). Lê derecên usada em gerekê ça xwe bidine kifşê? Em jî dikarin mîna Pawlos şa bin, çaxê me bêhurmet dikin (2 Korn. 12:10). Çira? Çimkî ew bêhurmetkirin û miqabilîbûn didine kifşê, wekî em şagirtên Îsaye rast in (1 Pet. 4:14). Îsa got, wekî wê pey şagirtên wî kevin (Yûhn. 15:18-20). Ew yek hema tevî Mesîhiyên qirna yekê qewimî. Hingê merivên ku pê eyd-qeydê Yûnaniya dijîtin, Mesîhî hesab dikirin hêsîr û bêaqil. Lê Cihûya ser wana ça ser Petrûs û Yûhenna dinihêrîn, dêmek ça ser merivên “nexwendî û nezan” (Kar. Şand. 4:13). Gelek meriva Mesîhî sist hesab dikirin. Ewana tevî polîtîkayê nedibûn, lema jî meriva qedirê wan nedigirtin.

4. Mesîhiyên berê çi dikirin hingê jî, çaxê meriva ewana bêhurmet dikirin?

4 Lê gelo ewan mesîhiya hîştin, wekî bêhurmetkirin û miqabilîbûna wan dijmina, wana bide sekinandinê? Na. Mesele, ew peyketin bona Petrûs û Yûhennayê şandî qedir bû, çimkî ewana pey Îsa diçûn û derheqa wî hîn dikirin, lema jî pey wan diketin (Kar. Şand. 4:18-21; 5:27-29, 40-42). Meniya şagirta tune bû, ku şerm kin. Rast e meriva qedirê wan Mesîhiya nedigirtin, lê yeke wana gelek alî meriva dikirin. Mesele kitêbên ji bîna ber Xwedê, kîjan ku hine ji wan Mesîhiya nivîsîne, heta îro jî alî bi mîlyona meriva dikin. Ew Padşatî, derheqa kîjanî wana digot, ne tenê niha serwêrtiyê dike, lê usa jî zûtirekê wê serwêrtiyê ser temamiya dinyayê bike (Met. 24:14). Mesele, ew serwêrtiyên qewat ku pey Mesîhiya diketin, kuta bûne, lê ew Mesîhiyên amin niha li ezmana padşa ne. Ew merivên ku pey wan diketin, mirine. Ewana hergê rabin jî, wê bin vê Padşatiyêda bijîn, kîjanêda ew Mesîhî wê serwêrtiyê bikin, yên ku ber çevê wan reş bûn (Eyan. 5:10).

5. Li gora Yûhenna 15:19, çira merivên vê dinyayê qedirê cimeta Yehowa nagirin?

5 Roja îroyîn gelek meriv qedirê me çawa Şedên Yehowa, nagirin, me dikenin, û hesab dikin ku em sist û nezan in. Çira? Çimkî em pê nihêrandina xwe ji wana cude dibin. Em dixebitin ku milûk, şkestî û guhdar bin. Lê merivên vê dinyayê qure, babax û neguhdar in. Em tevî polîtîkayê nabin, ne jî tevî şixulê eskeriyê dibin. Em mîna merivên vê dinyayê nînin, lema jî ewana me nimiz hesab dikin (Bixûne Yûhenna 15:19; Rom. 12:2).

6. Yehowa bi cimeta xwe çi şixulî tîne sêrî?

6 Rast e merivên vê dinyayê me hesab dikin ça merivne sist, lê Yehowa usa nafikire, ew bi me şixulên mexsûs dike. Ew şixul heye belakirina mizgîniyê nav temamiya dinyayê, kîjan ku terîxiya însanetêda tu car tune bûye. Îro xizmetkarên wî ser cûre-cûre zimana jûrnala derdixin, ku nav temamiya dinêda gelek belabûyî ne. Ewana pê Kitêba Pîroz alî bi mîlyona meriva dikin, wekî ewana emirê xwe baş kin. Seva wî şixulê mezin, tenê Yehowa hêjayî hurmet-rûmetê ye, yê ku wan şixulada merivên sist dide xebatê. Lê em çi dikarin bêjin derheqa me her kesî başqe? Gelo Yehowa dikare alî me bike, wekî em qewî bin? Hergê erê, em çi gerekê bikin, wekî alîkariya wî bistînin? Were niha em sê tişta şêwir kin, ku em ji mesela Pawlos çi dikarin hîn bin.

ÎTBARIYA XWE QEWATA XWE NEYNE

7. Em ji mesela Pawlos kîjan dersê hîn dibin?

7 Derseke ku em ji mesela Pawlosê şandî hîn dibin, ew e: Îtbariya xwe qewata xwe û feresetên xwe neynin. Hergê pê nihêrandina meriva binihêrin, em dikarin bêjin wekî meniya Pawlos hebû, ku babax be û xweda bawer be, çimkî gelek meriva ji bo dereca wî û feresetên wî, ew hurmet dikirin. Ew şeherê Tarsûsda mezin bibû, kîjan ku paytextê provînsiya Romê bû. Tarsûs şeherekî pêşdaçûyî û navdar bû, kîjanîda usa jî ûnîvêrsîtêtên navdar hebûn. Pawlos yekî xwendî bû, ew bal serwêrê Dînê Cihûya hîn bibû, navê kîjanî Gamalyêl bû û nav merivada gelek xweyî qedir bû (Kar. Şand. 5:34; 22:3). Pawlos wedekî nav cimeta Cihû yekî xweyîhukum bû. Ewî got: “Ez nava cihûtîyêda ji gelek hevalêd xweye cihû pêşdatir çûbûm” (Galt. 1:13, 14; Kar. Şand. 26:4). Lê Pawlos tu car îtbariya xwe qewat û feresetên xwe nedianî.

Pawlos ew hemû tişt, çi ku bona merivên vê dinyayê qîmet e, “çawa gemar hesab” kir. (Binihêre abzasa 8) *

8. Li gora Fîlîpî 3:8, Pawlos ça dinihêrî ser wan tişta çi ku ewî hîşt, û çira ewî sistbûnên xweda şabûn didît?

8 Pawlos her tiştên vê dinyayê, ku dikaribûn ew navdar kirana, pey xwe hîşt û “çawa gemar hesab” kir. (Bixûne Fîlîpî 3:8.) Pawlos gelek çetinayî dît, seva bibe şagirtê Mesîh. Ew ber çevê miletê xwe reş bibû (Kar. Şand. 23:12-14). Ew aliyê bajarvanên xweda, dêmek aliyê Romayada, lêdayî-kutayî bû û ketibû kelê (Kar. Şand. 16:19-24, 37). Ewî usa jî fem dikir, wekî ew bêqisûr nîne û wîra çetin e vê yekê bike, çi ku rast e (Rom. 7:21-25). Pawlos nedihîşt wekî dijmin û sistbûnên wî ser wî hukum bin, lê dewsê sistbûnên xweda şabûn didît. Çira? Çimkî çaxê ew sist dibû, ewî qewata Xwedê ser xwe texmîn dikir (2 Korn. 4:7; 12:10).

9. Em ça gerekê binihêrin ser wan hemû tişta, çi ku dikarin me sist kin?

9 Hergê em dixwazin qewatê ji Xwedê bistînin, ew yek girêdayî nîne tevî sihet-qewat, xwendin, kûltûra me û hebûkê. Yehowa ne seva wan tişta me qebûl dike. Mesele, gelek xizmetkarên Xwedê “ne serwaxt bûne, ji we gelek dinêda ne zor bûne û ne jî ji we gelek malêd rengînda bûne”. Dêmek Xwedê “sistêd dinê” bijart (1 Korn. 1:26, 27). Hergê ew hemû tişt çi ku me got, bal me tune, ew nayê hesabê wekî em nikarin Yehowara xizmet kin. Dewsê em vê yekê hesab dikin ça mecal, ku qewata Xwedê ser xwe texmîn kin. Mesele, hergê em ji wan meriva ditirsin, yên ku baweriya me dikine bin şikê, em gerekê Yehowara dua bikin, wekî mêrxasiyê bide me, ku em bikaribin baweriya xwe biparêzin (Efes. 6:19, 20). Hergê nexweşiya weye kronîkî heye, Yehowara dua bikin wekî qewatê bide we ku hûn çiqas dikarin wîra xizmet kin. Her car çaxê hûn alîkariya Xwedê bivînin, baweriya we wê diha qewî be û hûnê hê bişidin.

JI MESELÊN KITÊBA PÎROZ HÎN BIN

10. Çira em gerekê derheqa merivên amin lêkolîn bikin, mesele derheqa kîjana ku Îbranî 11:32-34-da nivîsar e?

10 Pawlos bi xîret Nivîsarên Pîroz lêkolîn dikir. Ewî wan Nivîsarada gelek îzbatkirin dît û usa jî ew ji meselên xizmetkarên Yehowaye amin gelek tişt hîn bû. Pawlos çaxê Mesîhiyên Îbranîra neme dinivîsî, temî da wan, wekî derheqa meselên wan merivên amin bifikirin. (Bixûne Îbranî 11:32-34.) Were em mesela Dawid Padşa şêwir kin. Xêncî dijminên wî, ew merivên ku wedekî hevalên wî bûn, ewana jî miqabilî wî derketin. Çaxê em derheqa Dawid şêwir kin, emê bivînin ku çira Pawlos derheqa emirê Dawid difikirî, û em ça dikarin çev bidine wî.

Çaxê Dawid miqabilî Golyat derket, usa dihate kifşê, ku ew sist e û wê bide der. Lê ewî îtbariya xwe Yehowa dianî, ku ew wê qewatê bide wî, wekî Golyat alt ke. Û usa jî qewimî (Binihêre abzasa 11)

11. Çira Dawid ber çevê meriva sist dihate kifşê? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

11 Dawid himberî Golyatê esker, sist dihate kifşê. Çaxê Golyat Dawid dît, ser wî keniya. Golyat yekî terikî, qewî çekkirî û bona şer rind hînkirî bû. Rast e Dawid sist dihate xanê, lê bi rastî ew diha qewat bû. Ewî îtbariya xwe Yehowa dianî, lema jî Yehowa qewat da wî, û ewî dijminê xwe alt kir (1 Sam. 17:41-45, 50).

12. Dawid rastî kîjan çetinayîke din hat?

12 Dawid paşê rastî çetinayîke din hat, kîjan ku dikaribû ew bişkênanda û qidûm bêxista. Dawid hindava Şawûlda, yê ku ji Yehowa hatibû kifşkirinê ça padşa, amin bû. Şawûl padşa pêşiyê qedirê Dawid digirt. Lê wede şûnda ewî ji bo babaxiyê, dexesî Dawid kir. Şawûl hindava Dawid usa xirab bû, ku hela hê jî dixwest wî bikuje (1 Sam. 18:6-9, 29; 19:9-11).

13. Dawid xwe ça dida kifşê çaxê Şawûl padşa hindava wîda nerastî dikir?

13 Şawûl çiqas jî neheqî Dawid dikir, yeke Dawid hindava bijartiyê Yehowa qedir dida kifşê (1 Sam. 24:6). Ewî seva kirên Şawûl Yehowa neheq nedikir. Dewsê Dawid îtbariya xwe Yehowa dianî, ku wê qewatê bide wî, wekî wan çetinayada teyax ke (Zeb. 18:1, binserî).

14. Pawlos kete kîjan derecê ku mîna ya Dawid bû?

14 Pawlosê şandî jî kete dereceke mîna ya Dawid. Dijminên Pawlos gelek ji wî qewattir bûn. Gelek merivên xweyîhukum wî nefret dikirin. Wana gelek car wî dikutan û dikirine kelê. Mîna dereca Dawid, merivên ku hevalên Pawlos bûn, hindava wîda xirab bûn. Hela hê hine Mesîhiyên ji civatê jî, miqabilî wî bûn (2 Korn. 12:11; Fîlî. 3:18). Lê yeke ew neşkest. Çiqas jî miqabilî wî derdiketin, yeke ewî berdewam dikir mizgîniyê bela ke. Ew xûşk-birara amin dima hela hê wî çaxî jî, gava wana dilê wî dêşand. Xêncî vê yekê, ew Xwedêra amin ma heta xilaziya emirê xwe (2 Tîmt. 4:8). Pawlos ne ku pê qewata xwe ew hemû çetinayî alt dikir, lê Yehowa qewat dida wî.

Çaxê tu derheqa baweriya xwe wan merivara şirovedikî, yên ku baweriya te dikine bin şikê, tevî wan heyf û bi qedir xeber de (Binihêre abzasa 15) *

15. Nêta me çi ye, û ça em dikarin ewê nêtê bînin sêrî?

15 Lê hûn qe rastî dereceke usa hatine, wekî hevaldersxanê we, yan hevalxebatkarê we, yan jî neferê mala we ku Şedê Yehowa nîne, miqabilî we derketiye? Qe usa bûye, wekî civatêda kesek hindava weda xwe xirab bide kifşê? Hergê erê, mesela Dawid û Pawlos bînin bîra xwe û berdewam kin “bi qenciyê . . . ser xirabiyê” kevin (Rom. 12:21). Em mîna Dawid ne ku gerekê kevira bavêjine eniya meriva, lê Xebera Xwedê bigihînin hiş û dilê wan. Em gerekê bi Kitêba Pîroz caba pirsên meriva bidin, bi qedir û heyf bin hindava wanda, û hemûşkara, hela hê dijminara jî qenciyê bikin (Met. 5:44; 1 Pet. 3:15-17).

ALÎKARIYÊ QEBÛL KIN

16-17. Pawlos tu car çi bîr nedikir?

16 Pêşiya ku Pawlos bibûya şagirtê Îsa, ew cahilekî babax bû û pey wan meriva diket, yên ku pey Îsa diçûn (Kar. Şand. 7:58; 1 Tîmt. 1:13). Çaxê Pawlos navê kîjanî hingê Şawûl bû, civata Mesîhiya dizêrand, Îsa xwexa wî da sekinandinê. Îsa ji ezmana tevî Pawlos xeber da û ew kor kir. Pawlos gerekê alîkarî ji wan meriva bixwesta, kîjana ewî dizêrand. Ewî bi milûktî alîkarî ji Hananiya şagirt qebûl kir, kîjanî ku ronaya çevê wî anî cî (Kar. Şand. 9:3-9, 17, 18).

17 Wede şûnda Pawlos bû endemê civata Mesîhîtî, lê ewî tu car ew dersa ku Îsa ser riya Şamê wî hîn kiribû, bîr nedikir. Pawlos milûk ma û alîkariya xûşk-bira qebûl kir. Ewî anî ser xwe, wekî wana qewat dida wî (Kols. 4:10, 11).

18. Çira cara em naxwazin alîkariyê qebûl kin?

18 Em ji Pawlos çi dikarin hîn bin? Çaxê em derheqa rastiyê teze pêhesiyan, dibeke me dixwest wekî kesek alîkariyê bide me, çimkî me fem dikir, wekî em gelek tişt nizanin û lazim e hîn bin (1  Korn. 3:1, 2). Lê niha em çi dikarin bêjin? Hergê em zûdava Yehowara xizmet dikin û em îda rind cêribandî ne, dibeke dilê me neyê ku alîkariya xûşk-bira qebûl kin, îlahî ya wan, yên ku teze hatine nava rastiyê. Lê Yehowa bi alîkariya xûşk-bira me qewî dike (Rom. 1:11, 12). Lema jî em gerekê alîkariya xûşk-bira qebûl kin.

19. Çira Pawlos dikaribû şixulên mezin bike?

19 Pawlos çaxê bû Mesîhî, ewî şixulên girîng kir. Çira? Çimkî ewî fem kir, wekî kûltûra meriva, usa jî qewat, xwendin û hebûk ferz nîne, lê hergê meriv milûk be û îtbariya xwe Yehowa bîne, wê bikaribe gelek tiştên baş bike. Were em hemû jî çev bidine Pawlos ku 1) îtbariya xwe Yehowa bînin, 2) ji meselên Kitêba Pîroz hîn bin, û 3) alîkariya xûşk-bira qebûl kin. Hingê firqî tune em çiqas jî xwe sist texmîn kin, Yehowa wê qewatê bide me!

KILAMA 71 Em Eskerên Xwedê ne!

^ abz. 5 Vê gotarêda emê mesela Pawlosê şandî şêwir kin. Û emê usa jî pêbihesin, ku hergê em milûk bin, Yehowa wê qewatê bide me, wekî em teyax kin çaxê qerfa me dikin û bikaribin sistbûnên xwe alt kin.

^ abz. 1 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Em dikarin ji bo gelek meniya xwe sist hesab kin, mesele em gunekar in, yan jî destteng in, nexweş in, yan jî xwendina meye bilind tune. Xêncî vê yekê, yên miqabilî me dikarin yan pê giliya yan jî pê kirên xwe usa bikin, wekî em xwe sist texmîn kin.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Pawlos diçe derheqa Îsa şedetiyê bide, û tiştên ku para jîyîna wîye berê bûn, pey xwe dihêle. Mesele, diqewime ew hebûn kitêbên gulometkkirîye vê dinyayê, û qutiya bi rêzên Nivîsarên Pîroz, ku Fêrisiya eniya xweva dikirin.

^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Ser xebatê zorê birê me dikin, wekî tevî wan roja bûyîna hevalxebatçîkî derbaz ke.