Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 31

Hîviya ‘Bajarê ku Bingeha Wî Saxlem e’ Bimîne

Hîviya ‘Bajarê ku Bingeha Wî Saxlem e’ Bimîne

“Ew li hîviya bajarê bingeha wî saxlem dima yê ku avakar û çêkerê wî Xwedê ye” (ÎBRN. 11:10, ÎM).

KILAMA 22 Bira Padşatiya Te Bê!

VÊ GOTARÊDA *

1. Gelek xizmetkarên Xwedê çi qurbana dikin, û çima?

BI MILYONA xizmetkarên Xwedê qurbanên mezin kirine. Mesele, gelek xûşk û bira azep dimînin, û gelek xûşk û birayên zewicî safî kiriye ku zaroka neynin dinyayê. Hine malbet pey hebûkê nakevin. Sebeba van safîkirina yek e: Ew dixwazin çi ji destê wan tê bikin ku Yehowara xizmet bikin. Ew ji halê xwe razî ne û bawer in ku Yehowa wê bona hemû hewcedariyên wan xem bike. Ew çima haqas bawer in? Demên berêda, Yehowa bona hewcedariyên xizmetkarên xwe xem dikir. Mesele, Yehowa her tim alî Birahîm dikir, yê ku wek “bavê wan hemûyên ku . . . baweriyê tînin” tê nav kirin (Rom. 4:11, ÎM).

2. (a) Li gora Îbranî 11:8-10, 16, Birahîm çima bi rezedilî ji bajarê Ûrê derket? (b) Li vê gotarê, emê ser çi xeber din?

2 Birahîm bi dilxwazî jîyana rihet ya li bajarê Ûrê hîşt. Gelo çima? Çimkî ew hîviya ‘bajarê ku bingeha wî saxlem e’ dima (Îbranî 11:8-10, 16 bixûne). Ev çi “bajar” e? Gava Birahîm hîviyê dima ku ev bajar bê ava kirin, ew rastî kîjan tengasiya dihat? Em ça dikarin sebra Birahîm û hine xûşk û birayên me yên îroyîn, xwera bikin mesele?

‘BAJARÊ KU BINGEHA WÎ SAXLEM E’ ÇI YE?

3. “Bajarê” ku Birahîm hîviya wî bû, çi ye?

3 Bajarê ku Birahîm hîviyê bû, Padşatiya Xwedê ye. Ev Padşatî ji Îsa Mesîh û 144 000 kesên hilbijartî pêk tê. Pawlosê şandî ev Padşatî wek “bajarê Xwedêyê sax, Orşelîma ezmana” nav kir (Îbrn. 12:22; Eyan. 5:8-10; 14:1). Îsa Mesîh şagirtên xwera got ku bira ew ji bo hatina vê Padşatiyê dua bikin, bona ku xwestina Xwedê wek li ezmên, li rûyê erdê jî bê sêrî (Met. 6:10).

4. Li gora Destpêbûn 17:1, 2, 6, Birahîm derheqa Padşatiya sozdayîda çi zanibû?

4 Gelo Birahîm zanibû ku Padşatiya Xwedê wê ça bê saz kirin? Na. Gelek sedsala, ev elametî wek “sur” dima (Efes. 1:8-10; Kols. 1:26, 27). Lê belê, Birahîm zanibû ku hine kesên ji zureta wî wê bibin padşa. Yehowa ev yek wîra soz dabû (Destpêbûn 17:1, 2, 6 bixûne). Birahîm bi vî sozî haqas bawer bû ku wî tê bêjî Mesîh didît, yê ku wê bibe Padşayê Padşatiya Xwedê. Lema, Îsa Cihûyara usa got: “Bavê we Birahîm bi hêviya ku wê roja min bivîne gelek şa bû; wî ew dît û dilgeş bû” (Yûhn. 8:56, ÎM). Belê, Birahîm zanibû ku hine kesên ji zureta wî wê bibin para Padşatiya Xwedê, û ew hazir bû wekî hîviyê be, heta ku Yehowa vê sozê xwe bîne sêrî.

Birahîm ça baweriya xwe sozên Yehowa dianî? (Binihêre abzasa 5)

5. Em ji ku zanin ku Birahîm hîviya Padşatiya Xwedê dima?

5 Gelo Birahîm ça eyan kir ku ew hîviya “bajar” yan Padşatiya Xwedê dima? Mesele, Birahîm nebû bajarvanê tu padşatiya vê dinyayê. Ew koçber bû, konada dijît û piştgiriya tu padşakî nekir. Usa jî, wî xwera padşatîk ava nekir, lê wî guh dida Yehowa û hîviyê dima ku Yehowa sozê xwe bîne sêrî. Bi vî awayî, Birahîm bawerîke mezin eyan dikir. Niha emê dîna xwe bidin hine tengasiyên ku ew rastî wan dihat û bibînin ku em dikarin ji serhatiya wî çi dersa hildin.

BIRAHÎM RASTÎ KÎJAN TENGASIYA DIHAT?

6. Ûr bajarekî ça bû?

6 Bajarê Ûrê bajarekî rihet, dewlemend û parastî bû. Derdora Ûrê sûrên bilind hebûn, û sê aliyên vî bajarî kanal hebûn. Xelkê Ûrê xwendî bûn, û kevir-kuçikên Ûrêda gelek nivîsarên kevin hatin dîtin, yên ku nîşan dikin ku Ûr bajarekî arşvêrşiyê bû. Xaniyên meriva ji kerpîç bûn, û dîwar sîwaxkirî û rengkirî bûn. Hine xaniyada 13-14 ode û hewşên kevirkirî hebûn.

7. Çima lazim bû ku Birahîm xwe bispêre Yehowa?

7 Lazim bû ku Birahîm bawer be ku Yehowa wê wî û malbeta wî biparêze. Gelo çima? Birahîm û Sara îda ne maleke rihet û parastîda, lê nav çolêda konada dijîtin. Birahîm û malbeta wî îda bi sûrên mezin û kanalên kûr nedihatin parastin. Vî halîda, pir hêsa bû ku dijmin hicûmî wan bikira.

8. Carekê, çi hat serê Birahîm?

8 Birahîm guh dida Xwedê, lê ew dîsa jî rastî hine tengasiya dihat. Mesele, carekê, li welatê ku Yehowa ew şandibû, xelayî destpêbû. Xelayî haqas mezin bû ku Birahîm wexteke kin tevî malbeta xwe li Misrê ma. Li wê derê, Firewin Sara anî mala xwe, wekî pêra bizewice. Heta ku Yehowa Firewin ceza kir û Firewin Sara vegerand bal mêrê wê, bîne ber çevê xwe ku Birahîm bona jina xwe çiqas ditirsiya! (Destp. 12:10-19)

9. Malbeta Birahîmda çi problêm hebûn?

9 Malbeta Birahîmda problêmên mezin hebûn. Jina wî Sara bêzarok bû. Gelek sala, ew seva vê yekê pir xemgîn dibûn. Lema, Sarayê xizmetkara xwe Hacer da Birahîm, wekî ew ji bo Birahîm û Sarayê zaroka bîne. Lê çaxê Hacer hemle ma, wê Sara nimiz dikir. Problêm haqas mezin bû ku Sarayê berî Hacerê da (Destp. 16:1-6).

10. Baweriya Birahîm ça hat cêribandin?

10 Wext derbaz bû, Sara hemle ma û kurê xwe Îshaq anî dinyayê. Birahîm her du kurên xwe – him Îshaq him jî Îsmayîl – hiz dikir. Lê belê, ji ber ku Îsmayîl qerfên xwe bi Îshaq dikirin, Birahîm mecbûr bû ku Îsmayîl û Hacerê ji malê bişîne (Destp. 21:9-14). Paşê, Yehowa ji Birahîm xwest ku ew Îshaq qurban bike (Destp. 22:1, 2; Îbrn. 11:17-19). Her du cara jî, lazim bû ku Birahîm bawer be ku Yehowa wê sozên xwe yên derheqa Îsmayîl û Îshaqda bîne sêrî.

11. Çima lazim bû ku Birahîm bi sebir hîviya Yehowa bimîne?

11 Her tim lazim bû ku Birahîm bi sebir hîviya Yehowa bimîne. Gava ew tevî malbeta xwe ji bajarê Ûrê derket, emrê wî dibeke ji 70 salî zêdetir bû (Destp. 11:31–12:4). Li welatê Kenanê, Birahîm weke 100 sal konada dijît. Birahîm 175 sal emir kir, lê wî pêkhatina sozê Yehowa ku ewê welatê Kenanê bide zureta wî, nedît (Destp. 25:7). Usa jî, ewî sazkirina bajêr, dêmek sazkirina Padşatiya Xwedê jî nedît. Belê, Birahîm çiqas jî rastî gelek tengasiya dihat, ewî baweriya xwe xwey dikir û ew bi dilxweşî hîviya Yehowa dima. Gelo çi alî Birahîm dikir ku ew sebir bike? Yehowa ew her tim diparast û wek dostê xwe didît (Destp. 15:1; Îşa. 41:8; Aqûb 2:22, 23).

Xizmetkarên Xwedê ça wek Birahîm û Sarayê sebir û baweriyê eyan dikin? (Binihêre abzasa 12) *

12. Em hîviya çi ne, û emê niha çi binihêrin?

12 Wek Birahîm, em jî hîviya Padşatiya Xwedê ne. Hilbet ne lazim e ku em hîviya sazkirina Padşatiya Xwedê bimînin, çimkî sala 1914-da, Padşatî îda hat saz kirin û li ezmana hukum dike (Eyan. 12:7-10). Lê belê, em hîviyê ne ku Padşatiya Xwedê li ser erdê jî hukum bike. Heta wê rojê, emê jî wek Birahîm rastî gelek tengasiya bên. Gelo hine xizmetkarên Yehowa ça Birahîm xwera kirine mesele? Jûrnala “Birca Qerewiliyê” derheqa gelek serhatiyên xûşk û bira gilî dike, yên ku wek Birahîm sebir û baweriya xwe eyan kiriye. Niha emê dîna xwe bidin hine tiştên ferz yên van serhatiya.

BIRAHÎM XWERA BIKE MESELE

Bîll Waldên seva fedakariya xwe hat kerem kirin

13. Tu ji serhatiya birayê Bîll Waldên çi dersa distînî?

13 Fedakar be, dêmek hazir be bona şixulê Xwedê qurbana bikî. Hergê em dixwazin Padşatiya Xwedê jîyana xweda daynin ciyê pêşin û dilê Yehowa şa bikin, gerekê em wek Birahîm fedakar bin (Met. 6:33; Marq. 10:28-30). Serhatiya birakî bi navê Bîll Waldên bîne ber çevê xwe. Sala 1942-da, gava Bîll nêzîkî xilazkirina hînbûna zanîngehê bû, ewî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Yek ji profêsorên Bîll wîra got ku piştî xilazbûna hînbûnê, ji bo wî xebatek hazir e. Lê belê, Bîll teglîfa wî qebûl nekir û got ku nêta wî ev e ku Xwedêra xizmet bike. Çendek şûnda, dewletê ji bo xizmeta eskeriyê gazî Bîll kir. Bîll ev xizmet înkar kir, lema wî him 10 000 dolar cezayê pera, him jî 5 sal cezayê kelê stand. Lê 3 sal şûnda Bîll ji kelê derket. Paşê, wî Mekteba Gîled xilaz kir û li Afrîkayê bû mîsiyonêr. Çend sal şûnda, Bîll bi xûşkeke bi navê Êvara zewicî, û wan herdû jî Afrîkayêda bi fedakarî xizmet dikir. Wext şûnda, ew vegeriyan Amêrîkayê ku pey diya Bîll binihêrin. Bîll derheqa jîyana xwe usa dibêje: “Ji bo min qedrekî pir mezin e ku min 70 salî zêdetir di xizmeta Yehowada derbaz kir. Ez gelek cara Yehowa şikir dikim ku bi saya rêberiya wî, xizmeta wî bû nêta jîyana min”. Gelo tu jî dikarî xizmeta her tim bikî nêta jîyana xwe?

Arîstotelîs û Elenî Apostolîdîs ji Yehowa qewat distandin

14-15. Serhatiya Arîstotelîs û Elenî çi me hîn dike?

14 Nefikire ku jîyana te wê bêderd be. Jîyana Birahîm me hîn dike ku kesên ku temamiya emrê xwe xizmeta Yehowada derbaz dikin jî, rastî problêma tên (Aqûb 1:2; 1 Pet. 5:9). Mesele, serhatiya birayê me Arîstotelîs Apostolîdîs bîne ber çevê xwe. Birayê Arîstotelîs sala 1946-da Yûnanistanê hatibû nixumandinê û sala 1952-da xûşkeke bi navê Elenî xwera nîşan kir. Wana dixwest bi hevra jîyana xwe xizmeta Yehowada derbaz bikira. Lê belê, Elenî nexweş ket, û mejiyê wêda kanser hat dîtin. Kanser bi opêrasiya derxistin, lê çend sal şûnda çaxê ew zewicîn, kanser ji nûva çêbû. Elenîra dîsa opêrasiya kirin, lê ew nîvîda kişya, û îdî nikaribû rind xeber de. Lê Elenîyê dîsa jî ber nexweşiya xwe û zulma dewletê, xîreta xwe unda nekir.

15 Arîstotelîs 30 sal pey jina xwe dinihêrî. Van salada, ewî wek rûspî xizmet dikir, di komîtêya odên civatên mezinda kar dikir û îşê avakirina odên civatên mezinda, alîkarî dida. Paşê, sala 1987-da, gava Elenî mizgînî bela dikir, ew kete qeziyê û birîndar bû. Ew sê sal komayêda ma û paşê mir. Arîstotelîs usa dibêje: “Bi sala, ez rastî gelek zemet û problêmên giran dihatim. Hinek ji wan nişkêva derdiketin. Lema, lazim bû ku ez pir ser xwe bixebitim ku mêrxasiya xwe unda nekim. Dîsa jî, Yehowa her tim alî min kiriye ku ez bikaribim himberî problêma sebir bikim” (Zeb. 94:18, 19). Belê, Yehowa kesên ku nava tengasiyada bi aminî wîra xizmet dikin, pir hiz dike!

Odrî Haydî dîna xwe dida hêviya xwe

16. Birayê Nor çi şîret dabû jina xwe?

16 Dîna xwe bide hêviya xwe. Birahîm dîna xwe dida xelatên ku Yehowa wê bide wî, û vê yekê alî wî dikir ku ew himberî problêma sebir bike. Xûşka me Odrî Haydî jî vê yekêda bû meseleke baş. Mêrê wê yê pêşin Nêytan Nor, ji bo kanserê mir, û mêrê wê yê duda Glên Haydî, bi Alzheîmer nexweş ket. Xûşka me dibêje ku tiştekî ku birayê Nor çend hefte berî mirina xwe jêra gotibû, pir alî wê dikir: “Nêytan anî bîra min: ‘Paşî mirinê, tu tişt îda nikare hêviya me ji destê me bigire, û emê îda tu car êşê nekişînin’. Paşê, ewî got: ‘Dîna xwe bide xelata xwe. Betal nemîne – ji bo kesên din qenciyê bike! Ev yek wê alî te bike ku tu dilşa bibî’”. Çi şîreteke baş e ku kesên dinra qenciyê bikin û “di hêviyêda şa bin”! (Rom. 12:12)

17. (a) Wê çima baş be ku em dîna xwe bidin hêviya xwe? (b) Li gora Mîxa 7:7, gerekê em çi nihêrandinê xwey bikin?

17 Îro gelek sebeb hene ku em dîna xwe bidin hêviya xwe. Halê dinyayê zelal nîşan dike ku em îda gihîştine rojên axiriyê yên vê dinyayê. Demeke nêzîkda, ‘bajarê ku bingeha wî saxlem e’ wê li ser temamiya erdê hukum bike. Yek ji keremên ku emê bistînin ev e, ku hizkiriyên me wê ji mirinê rabin. Wê demê, Yehowa wê Birahîm û malbeta wî jî ji mirinê rake. Gelo tuyê jî wan kerema bivînî? Heger tu hazir î ku wek Birahîm ji bo Padşatiya Xwedê qurbana bikî, aminiya xwe nava problêmada xwey bikî û bi sebir hîviya Yehowa bimînî, tuyê wan kerema bibînî! (Mîxa 7:7 bixûne).

KILAMA 74 Bistirên Kilama Padşatiyê!

^ abz. 5 Gava em hîviya pêkhatina sozekî dimînin, ev yek dikare sebra me û baweriya me bicêribîne. Em ça dikarin wek Birahîm bi sebir hîviya sozên Yehowa bimînin? Rojên meda, hine xizmetkarên Yehowa aliyê sebrêva ça mera bûne mesele?

^ abz. 53 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Jin û mêrekî emrda mezin tengasiyada bi aminî Yehowara xizmet dikin. Ji bo ku baweriya wan qewî bimîne, ew dîna xwe didin sozên Yehowa.