Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 36

Gelo Tu Hazir î ku Bibî “Mesîgir”?

Gelo Tu Hazir î ku Bibî “Mesîgir”?

“Netirse! Ji niha û pêva, tê bibî nêçîrvanê [mesîgirê] meriva” (LÛQA 5:10, ÎM).

KILAMA 73 Mêrxasiyê Bide Me

VÊ GOTARÊDA *

1. Îsa Mesîh çar mesîgirara çi got, û wana çi kir?

PETRÛS, Endrawis, Aqûb û Yûhenna îşê mesîgiriyê dikir. Rojekê, Îsa Mesîh wanra usa got: “Li pey min werin! Ezê we bikim nêçîrvanên [mesîgirên] meriva”. * Gelo wana çi kir? Kitêba Pîroz usa dibêje: “Wan jî di cîda torên xwe hîştin û li pey wî çûn” (Met. 4:18-22, ÎM). Ji wê rojêva, jiyana wana bi temamî hate guhastinê, û ewana îda bûn “mesîgirên” sîmbolîk (Lûqa 5:10). Îro jî, Îsa Mesîh gazî kesên dilpak dike ku ewana vî îşî bikin (Met. 28:19, 20). Gelo te ev teglîfa Îsa Mesîh qebûl kiriye?

2. Hine kes çima difikirin ku ew hazir nînin bibin mizgînvan, û çi dikare alî wan bike ku ew vê qirarê bikin?

2 Dibeke tu Kitêba Pîroz rind hîn bûyî, û îda wext hatiye ku tu qirarê bidî wekî bibî mizgînvan. Heger tu difikirî ku tu hê hazir nînî, xemgîn nebe. Dibeke sebeba dudiliya te ev e ku tu zanî wekî ev yek qirareke pir ferz e. Rast e Petrûs û hevalên wî derbêra torên xwe hîştin, lê Petrûs û birê wî zû negihîştibûn vê qirarê. Wana îda şeş meha zêdetir Îsa nas kiribû û fem kiribû ku Mesîh ew e (Yûhn. 1:35-42). Belkî te jî derheqa Yehowa û Îsa Mesîh pir elametî standiye, û tu dixwazî ji aliyê ruhanîva hê zêde pêşda herî. Lê belê, pêşiya ku tu qirar bikî wekî bibî mizgînvan, wê baş be ku tu li ser vê qirarê rind bifikirî. Gelo çi alî Petrûs û kesên din kir ku ew vê safîkirinê bikin?

3. Ji bo ku em teglîfa Îsa Mesîh qebûl bikin, em hewceyî çi ne?

3 Şagirtên Îsa Mesîh îşê xwe bi rezedilî, hostetî, mêrxasî û bi dîsîplîn dianî sêrî. Vê yekê bêşik alî wan dikir ku ew bibin mizgînvanên pêşdaçûyî. Vê gotarêda, emê bivînin ku em ça dikarin xwestin, hostetî, mêrxasî û dîsîplîna xwe zêde kin wekî em di îşê belakirina mizgînêda pêşdaçûyî bin.

XWESTINA XWE ZÊDE BIKE

Petrûs û kesên din bûn “mesîgirên meriva”. Ev îşê ferz îro jî berdewam dibe (Binihêre abzasa 4 û 5)

4. Petrûs çima îşê mesîgiriyê dikir?

4 Petrûs ji bo ebûra malbeta xwe bike, mesî digirtin. Bi serda, ewî vî îşî pir hiz dikir (Yûhn. 21:3, 9-15). Paşî ku ew bû şagirtê Mesîh Îsa, wî îda dest bi îşê mesîgiriya sîmbolîk kir. Bi alîkariya Yehowa, Petrûs di vî îşîda jî pir pêşdaçûyî bû (Kar. Şand. 2:14, 41).

5. Li gora Lûqa 5:8-11, Petrûs çima ditirsiya, û çi dikare alî me bike ku em tirsên usa ji dilê xwe derxin?

5 Em mizgînê bela dikin, çimkî em Yehowa hiz dikin. Sebeba me ya herî mezin ev e. Hizkirina Yehowa dikare alî me bike, wekî em netirsin ku hunurên me têra me nakin em vî îşî bi awayekî baş bînin sêrî. Gava Îsa Mesîh gazî Petrûs kir, ewî jêra got: “Netirse!” (Lûqa 5:8-11 bixûne). Îsa Mesîh çima usa got? Gelo Petrûs ditirsiya ku heger ew bibe şagirtê Îsa, tiştekî xirab wê bê serê wî? Na. Petrûs û mesîgirên din bi alîkariya Îsa gelek mesî girtin. Gava Petrûs ev yek dît, ew ecêbmayî ma û fikirî ku ew hêja nîne tevî Îsa Mesîh hevkariyê bike. Dibeke hine tirsên te jî hene. Mesele, dibeke tu difikirî ku nikarî vê cabdariyê hildî ser stûyê xwe. Lema, seva xwestina te zêde be ku tu teglîfa Îsa Mesîh qebûl bikî, wê baş be ku tu hizkirina hindava Yehowa, Îsa Mesîh û însana dilê xweda zêde bikî (Met. 22:37, 39; Yûhn. 14:15).

6. Çi dikare xwestina me zêde bike ku em mizgînê bela bikin?

6 Hine tiştên din jî dikarin xwestina me zêde bikin. Mesele, em dixwazin guh bidin vê temiya Îsa Mesîh: “Herin û hemû mileta bikin şagirtên min” (Met. 28:19, 20, ÎM). Usa jî, em mizgînê bela dikin, çimkî meriv “mîna miyên bê şivan yên şaşbûyî û belavbûyî” ne, û hewcedariya wan heye ku rastiya derheqa Padşatiyêda hîn bibin (Met. 9:36, ÎM). Yehowa “dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmt. 2:4).

7. Romayî 10:13-15 çawa nîşan dike ku belakirina mizgînê îşekî ferz e?

7 Gava em tînin ber çevê xwe ku xizmeta me çawa dikare li ser meriva hukum bike, ev yek jî dikare xwestina me zêde bike. Mesîgir mesiyên ku ew digirin, dixwin yan jî difiroşin, lê em meriva “digirin” wekî wana xilaz bikin (Romayî 10:13-15 bixûne; 1 Tîmt. 4:16).

HOSTETIYA XWE ZÊDE BIKE

8-9. Gerekê mesîgir çi bizanibin, û çima?

8 Rojên Îsa Mesîhda, lazim bû wekî mesîgir bizanibin ku berêda çi cûre mesî hene (Qan. Kah. 11:9-12). Usa jî, lazim bû wekî ew rind bizanibin ku mesî li ku derê hene. Nîvê zef mesî ciyên usa hiz dikin kîderê av xweş e û xwarin pir e. Ji bo mesîgiriyê, wext jî ferz e. Mesele, li giraveke Pasîfîkê, birakî gazî mîsyonêrekî kir ku ew bi hevra berêda mesiya bigirin. Ev mîsyonêr usa got: “Baş e, bira em di siheta 9-da derkevin!” Bira usa cab da: “Na, usa nabe! Gerekê em wedê usa herin ku ji bo mesîgirtinê baş e, ne ku çaxê mera dest dide”.

9 Qirna yekêda, şagirtên Îsa li wexta herî baş diçûn li wêderê kîderê ku “mesî” hebûn. Mesele, wana mizgîn paristgehêda, kinîştada, mal bi mal û bazarêda bela dikir (Kar. Şand. 5:42; 17:17; 18:4). Gerekê em jî bizanibin ku kîjan wext bona merivên mihala meda baş e û hazir bin planên xwe biguhêzin wekî meriva bivînin (1 Korn. 9:19-23).

MESÎGIRÊN HOSTE . . . 1. di wext û ciyê rastda dixebitin ku mesiya bigirin (Binihêre abzasa 8 û 9)

10. Teşkîleta Yehowa kîjan haceta hazir dike?

10 Mesîgir hewceyî hine haceta ne, û gerekê ewana bizanibin ku van haceta çawa bidine xebatê. Ji bo ku em karibin îşê xwe bikin, em jî hewceyî hine haceta ne, û gerekê em bizanibin ku van haceta ça bidine xebatê. Îsa Mesîh rêberîke zelal da şagirtên xwe ku ew çawa “mesiya bigirin”. Ewî wanra got ku gerekê ew çi xwera bibin, mizgînê li ku derê bela bikin û merivara çi bêjin (Met. 10:5-7; Lûqa 10:1-11). Îro, teşkîleta Yehowa Hacetên bona Hînkirinê hazir dike û me hîn dike ku gerekê em van haceta çawa bidine xebatê. * Ev hînkirin alî me dike ku em îşê xwe bi awayekî baş û bi hostetî bînin sêrî (2 Tîmt. 2:15).

MESÎGIRÊN HOSTE . . . 2. zanin ku gerekê hacetên xwe çawa bi kar bînin (Binihêre abzasa 10)

MÊRXASIYA XWE ZÊDE BIKE

11. Em çira hewceyî mêrxasiyê ne?

11 Îşê mesîgira hêsa nîne. Gelek mesîgir nîvê şevê bi qeyîkên xwe derdikevin berê, û carina firtone nişkêva destpêdibe. Lema, mesîgir hewceyî mêrxasiyê ne. Mîna wan, em jî hewceyî mêrxasiyê ne. Gava em dest bi îşê belakirina mizgînê dikin û dibêjin ku em Şedên Yehowa ne, carina “firtone” radibe. Mesele, dibe ku malbeta me miqabilî me derê yan jî hevalên me qerfên xwe me bikin. Usa jî, hine kes naxwazin guh bidin me. Lê belê, gava tiştên usa diqewimin, em ecêbmayî namînin, çimkî Îsa Mesîh ji berêda gotibû ku emê rastî wan tişta bên (Met. 10:16).

12. Li gora Yêşû 1:7-9, çi dikare alî me bike ku em mêrxasiya xwe zêde bikin?

12 Tu çawa dikarî mêrxasiya xwe zêde bikî? Ya yekê, gerekê tu bawer bî ku Îsa Mesîh ji ezmana rêberiya vî şixulî dike (Yûhn. 16:33; Eyan. 14:14-16). Ya duda, gerekê tu bi soza Yehowa bawer bî ku ewê te xwey bike (Met. 6:32-34). Baweriya te çiqas qewî bibe, tuyê haqas mêrxas bibî. Gava Petrûs û hevalên wî îşê xwe hîştin ku pey Îsa herin, wana bawerîke mezin eyan kir. Mîna wan, te jî bawerîke mezin eyan kir gava te heval û merivên xwera got ku te destpêkiriye Kitêba Pîroz hîn bî û îda diçî civînên Şedên Yehowa. Bêşik te pir xîret kir ku rabûn û rûniştina xwe li gora xwestina Yehowa biguhêzî. Ji bo vê jî bawerî û mêrxasî lazim bû. Her ku tu mêrxasiya xwe zêde bikî, bawer be ku “Xwedayê te Xudan, di her derê ku tu biçî, wê bi tera be!” (Yêşû 1:7-9 bixûne).

MESÎGIRÊN HOSTE . . . 3. cûre-cûre çetinayada bi mêrxasî dixebitin (Binihêre abzasa 11 û 12)

13. Fikirandina kûr û dua çawa dikarin alî te bikin ku tu mêrxasiya xwe zêde bikî?

13 Xêncî vê, tu çawa dikarî mêrxasiya xwe zêde bikî? Dua bike ku Yehowa mêrxasiyê bide te (Kar. Şand. 4:29, 31). Yehowa wê caba duayên te bide, û ewê te tu cara tenê nehêle. Ewê her tim piştgiriya te bike. Usa jî, bîne ber çevê xwe ku di demên berêda, Yehowa kesên bawermend çawa xilaz dikirin. Lê ewî qe alî te jî nekiriye ku tu serî bi tengasiyên xwera derxî û jiyana xwe biguhêzî? Gelo yê ku xizmetkarên xwe di bera Sorra derbaz kiribûn wê alî te neke ku tu bibî şagirtekî Îsa? (Derk. 14:13) Bira baweriya te mîna baweriya zebûrbêj qewî be, yê ku usa gotibû: “Xudan t’evî min e, ez natirsim, însanê çi li min bike?” (Zeb. 118:6)

14. Serhatiyên Masae û Tomoyoyê çi me hîn dike?

14 Bi alîkariya Yehowa, kesên şermoke jî dikarin mêrxasiyê eyan bikin. Gelo Yehowa çawa alî wan dike? Serhatiya xûşkeke bi navê Masae bîne ber çevê xwe. Ew yeke şermoke bû, û ew difikirî ku ew nikare mizgînê bide kesên nenas. Lema ewê pir xîret kir ku hizkirina Xwedê û hizkirina meriva di dilê xweda zêde bike. Ewê anî ber çevê xwe ku belakirina mizgînê çima îşekî haqas ferz e, û ewê dua kir wekî Yehowa xwestina wê zêde bike ku ew mizgînê bela bike. Bi vî awayî, ew ji tirsên xwe filitî û bû pêşenga hertim. Yehowa dikare alî mizgînvanên nû jî bike ku ewana mêrxasiyê zêde bikin. Ev yek ji serhatiya xûşkeke bi navê Tomoyo eşkere ye. Cara pêşin ku ew çû mal bi mal, jinikekê derî vekir û usa kire qîrînî: “Ez naxwazim Şedên Yehowara xeber dim!”, û ber pozê wê derî girt. Tomoyoyê mêrxasiya xwe unda nekir, lê hevala xwera got: “Te bihîst? Pêşiya ku min tiştek got, ewê fem kir ku ez Şedê Yehowa me. Ez pir şa me!” Tomoyo niha pêşenga hertim e.

DÎSÎPLÎNA XWE ZÊDE BIKE

15. Dîsîplîn çi ye û çima ferz e?

15 Ji bo ku mesîgir pêşdaçûyî bin, dîsîplîn lazim e. Li gora ferhengekê, mena dîsîplînê ev e ku meriv “zorê li xwe bide ku tiştên hewce bike”. Mesele, mesîgirara dîsîplîn lazim e ku ew zû rabin, îşê xwe di nîvîda nehêlin û li ber hewaya xirab jî îşê xwe nehêlin. Mîna wan, em jî hewceyî dîsîplînê ne seva em sebir bikin û îşê xwe xilaz bikin (Met. 10:22).

16. Em çawa dikarin dîsîplîna xwe zêde bikin?

16 Dîsîplîn xwe bi xwe pêşda nayê, û gelek kes naxwazin zemetê bikişînin. Lê belê, hine îşên ferz bê zemet çênabin. Lema, mera alîkarî lazim e wekî em dîsîplîna xwe zêde bikin û xwe hîn bikin ku em îşên çetin jî bînin sêrî. Bi saya ruhê pîroz, Yehowa vê alîkariyê dide me (Galt. 5:22, 23).

17. Li gora 1 Korintî 9:25-27, Pawlosê şandî çawa xîret kir ku dîsîplîna xwe zêde bike?

17 Pawlosê şandî ji aliyê dîsîplînêva meseleke baş bû. Dîsa jî, lazim bû ku ew ‘cefayê bide’ bedena xwe, wekî tiştên rast bike (1 Korintî 9:25-27 bixûne). Ewî kesên din hêlan dikirin ku ew her tiştî “bi terbet, cî bi cî û maqûlî be”, dêmek bi dîsîplîn bikin (1 Korn. 14:40). Belê, ji bo ku em mizgînê bi dil û can bela bikin û di îşên dinda jî cabdariyên xwe yên ruhanî bînin sêrî, em hewceyî dîsîplînê ne (Kar. Şand. 2:46).

XWE PAŞ NEXE!

18. Ji bo ku Yehowa me wek “mesîgirên” serketî hesab ke, gerekê em çi bikin?

18 Mesîgirekî ku gelek mesiya digire, wek mesîgirekî serketî tê hesabê. Lê serketîbûna me, vê yekêva girêdayî nîne ku çiqas meriv em dikin şagirtên Îsa (Lûqa 8:11-15). Heta em îşê belakirin û hînkirina mizgînê berdewam dikin, Yehowa wê me mîna kesên serketî hesab bike. Gelo çima? Çimkî gava em vî îşî dikin, em guh didin wî û Kurê wî (Marq. 13:10; Kar. Şand. 5:28, 29).

19-20. Çima ferz e ku em mizgînê niha bela bikin?

19 Hine welatada, dewlet îznê dide ku tenê hine meha mesî bên girtin. Van welatada, gava demsala mesîgirtinê hêdî-hêdî diqede, mesîgir di îşê xweda hê zêde xîret dikin. Halê me jî usa ye. Xilaziya vê sîstêma xirab li ber şêmîkê ye. Wext hindik maye ku em mizgîna xilazbûnê bigihînin meriva. Lema xwe paş nexe! Ji bo ku tu vî îşê ferz bikî, ne lazim e ku hal û derecên te herî baş bin (Waîz 11:4).

20 Belê, xwestin, hostetî, mêrxasî û dîsîplîna xwe timê zêde bike. Tevî zêdetirî 8 mîlyon “mesîgirên” din hevkariyê bike. Heger tu usa bikî, Yehowa wê dilxweşiyê bide te (Nehem. 8:10). Heta xilaziyê bi dil û can bixebite. Gotara dinda, emê dîna xwe bidin sê tiştên ku dikarin alî me bikin wekî em îşê belakirina mizgînê bixîret berdewam bikin.

KILAMA 66 Em Mizgîniya Xêrê Bela kin

^ abz. 5 Îsa Mesîh gazî çar mesîgirên milûk û bixîret kir, wekî ew bibin şagirtên wî. Îro jî, ew gazî merivên usa dike ku ew bibin “mesîgir”. Vê gotarêda, emê bivînin ku xwendekarên Kitêba Pîroz, yên ku teglîfa Îsa Mesîh hê qebûl nekiriye, gerekê çi bikin.

^ abz. 1 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Kesên ku mizgînê bela dikin û alî meriva dikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh, bi awayekî sîmbolîk dibin “mesîgir”.