Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 39

Piştgiriya Jinên Bawermend Bike

Piştgiriya Jinên Bawermend Bike

“Ordiyeke jinan mizgînî da” (Zeb. 68:11).

KILAM 137 Kulfetên Amin

PÊŞGOTIN *

Xwişkên me bi dil û can li civînan cewaban didin, derdikevin xizmetê, di îşê tamîrkirina Salona Îbadetê de alîkariyê dikin û bi xwişk û birayên din eleqedar dibin (Li paragrafa 1an binêre)

1. Xwişkên me çi îşan dikin, û hin ji wan rastî kîjan tengasiyan tên? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

EM ÇI QAS şa ne ku di civatên me de ew qas xwişkên bixîret hene! Mesela, ew bi dil û can li civînan cewaban didin û derdikevin xizmetê. Hin ji wan di îşê tamîrkirina Salona Îbadetê de alîkariyê dikin, û ew bi xwişk û birayan eleqedar dibin. Ew helbet rastî hin tengasiyan jî tên. Hin xwişkên me li dê û bavê xwe dinêrin. Hinek ji aliyê merivên xwe ve rastî zilmê tên. Hinek jî bi tena serê xwe debar dikin û zarokên xwe mezin dikin.

2. Çima muhîm e ku em piştgiriya xwişkan bikin?

2 Çima muhîm e ku em piştgiriya xwişkan bikin? Li dinyayê, gelek kes qedrê jinan nagirin. Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em qedrê wan bigirin û piştgiriya wan bikin. Mesela, Pawlosê şandî ji civata Romayê re gotibû ku bila ew Fîbiyê “qebûl bikin û çi hewcedariya wê” hebe, “alîkariya wê bikin” (Rom. 16:1, 2). Pawlos berê Fêrisî bû, û di kultura wan de, jin dihatin nizm dîtin. Lê belê, piştî ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, wî ew ji xwe re dikir emsal, û wî qedrê jinan digirt (1. Kor. 11:1).

3. Nêrîna Îsa Mesîh a li ser jinan çawa bû?

3 Îsa Mesîh qedrê hemû jinan digirt (Yûh. 4:27). Nêrîna wî ya li ser jinan, ji nêrîna alimên Cihû cuda bû. Li gor kitêbekê, “Îsa tu caran bi gotinên xwe li jinan bêhurmetî nedikir”. Îsa Mesîh hê jî zêdetir qîmet dida jinên ku daxwaza Xwedê dianî cih. Çawa ku Îsa hin mêr wek birayên xwe didîtin, wî jinên bawermend jî wek xwişkên xwe didîtin (Met. 12:50).

4. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?

4 Îsa Mesîh her tim hazir bû ku alîkariya jinên dilsoz bike. Wî qîmet dida wan, û wî li wan xwedî derdiket. Niha emê bibînin ku em çawa dikarin wek Îsa Mesîh qedrê xwişkan bigirin.

QEDRÊ XWIŞKAN BIZANIBE

5. Li hin xwişkan çima zor tê ku bi kesên din re hevaltiyê bikin?

5 Em hemû jî hewceyî dost û hevalan in. Lê belê, carinan li xwişkan zor tê ku bi kesên din re hevaltiyê bikin. Gelo çima? Xwişkeke me ya bi navê Nancy * wisa dibêje: “Ji ber ku ez azib im, ez carinan difikirim ku di civatê de cihê min tune.” Pêşengeke bi navê Christine, ya ku derbasî civateke din bûye ku li wê derê xizmeta xwe zêde bike, wisa dibêje: “Gava mirov derbasî civateke nû dibe, ew xwe carinan tenê hîs dike.” Hin xwişk û birayên ku malbata wan ne Şahidên Yehowa ne xwe hem di malbata xwe de hem jî di nav xwişk û birayan de xerîb hîs dikin. Wekî din, xwişk û birayên ku nikarin ji malê derkevin yan ku li merivekî xweyî nexweş dinêrin, xwe belkî tenê hîs dikin. Xwişkeke bi navê Annette wisa dibêje: “Gava xwişk û birayan ez dawet dikirim, min nikaribû herim, çimkî min nikaribû diya xwe tenê bihişta.”

Wek Îsa Mesîh, wê baş be ku em xema xwişkên dilsoz bixwin (Li paragrafên 6 heta 9an binêre) *

6. Wek Lûqa 10:38-42 nîşan dide, Îsa çawa alî Merta û Meryemê kir?

6 Îsa Mesîh bi jinên dilsoz re wext derbas dikir, û ew ji wan re bû dostekî rastîn. Mesela, dostaniya wî ya bi Meryem û Mertayê re bîne bîra xwe (Lûqa 10:38-42 bixwîne). Wisa tê fehm kirin ku ev her du xwişk jî azib bûn. Îsa Mesîh bi gotin û kirinên xwe alî wan dikir ku ew xwe rihet hîs bikin. Mesela, Meryemê fedî nedikir ku ber lingên wî rûne. * Gava Merta aciz bû ji ber ku Meryemê alî wê nedikir, wê xwe paş nekişand ku vê yekê ji Îsa re bibêje. Wê rojê, Îsa hin dersên muhîm dan van du xwişkan. Îsa Mesîh gelek car diçû mala Merta, Meryem û birayên wan Lazar, çimkî wî ji wan hez dikir (Yûh. 12:1-3). Loma em şaş namînin ku gava Lazar nexweş ket, Meryem û Mertayê ji Îsa alîkarî xwest (Yûh. 11:3, 5).

7. Em çawa dikarin xwişkan teşwîq bikin?

7 Ji xeynî civînan, ji bo hin xwişkan gelek fersend çênabe ku bi xwişk û birayan re wext derbas bikin. Loma wê baş be ku em li civînan bi xwişkan re sohbetê bikin û nîşanî wan bidin ku em xema wan dixwin. Nancy wisa dibêje: “Gava kesên din seba cewabên min pesnê min didin, bi min re derdikevin xizmetê yan bi awayekî din nîşanî min didin ku ew xema min dixwin, ez pir şa dibim.” Gerek em rêyî xwişkan bidin ku em qîmetê didin wan. Xwişkek bi navê Monica wisa dibêje: “Wexta ku min li civînê nabînin, ez ji sedî sed emîn im ku kesek wê mesajekê ji min re bişîne û bipirse ka her tişt baş e yan na. Ev yek rêyî min dide ku xwişk û bira ji min hez dikin.”

8. Em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal?

8 Wek Îsa, wê baş be ku em bi xwişkan re wext derbas bikin. Belkî em dikarin wan ji bo xwarinê yan ji bo mijuliyeke din gazî mala xwe bikin. Gava em bi hev re wext derbas dikin, bila em di heqê tiştên pozîtîf de sohbetê bikin (Rom. 1:11, 12). Wê baş be ku kalên civatê nêrîna Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin. Îsa Mesîh dizanibû ku azibbûn li hinekan zor tê, lê wî nîşan da ku ji bo bextewariya rastîn, şert nîne ku kesek bizewice yan zarokan bîne dinyayê (Lûqa 11:27, 28). Ji bo ku em bextewariya rastîn bi dest bixin, lazim e ku em herî zêde bala xwe bidin xizmeta Yehowa (Met. 19:12).

9. Kalên civatê çawa dikarin alî xwişkan bikin?

9 Bi xisûsî muhîm e ku kalên civatê jinên dilsoz wek xwişk û dayikên xwe bibînin (1. Tîm. 5:1, 2). Wê baş ku kalên civatê berî yan piştî civînan wext veqetînin ku bi xwişkan re sohbetê bikin. Christine wisa dibêje: “Yek ji kalên civatê dît ku ez pir mijûl im, loma wî pirsî ku jiyana min çawa derbas dibe. Ez pir şa bûm ku ew bi min eleqedar bû.” Gava kalên civatê bi dewamî wext vediqetînin ku bi xwişkan re sohbetê bikin, ew nîşan didin ku ew xema wan dixwin. * Annette bala me dikişîne ser yek ji feydeyên van sohbetan: “Ez wan baştir nas dikim, û ew jî min nas dikin. Gava ez dikevim tengasiyê, ez bi rihetî dikarim ji wan alîkariyê bixwazim.”

QÎMETÊ BIDE XWIŞKAN

10. Em çawa dikarin dilê xwişkan şa bikin?

10 Gava mirov qîmetê didin hunerên me û ji îşê me razî me dibin, em şa dibin. Lê belê, gava tu kes îş û hunerên me nabîne, em ber xwe dikevin. Xwişkeke azib a bi navê Abigail, a ku pêşeng e, wisa dibêje: “Hin kes min tenê wek xwişk yan qîza filan kesî dibînin. Carinan qey kes nizane ka ez heme yan tune me.” Ji aliyê din ve, serpêhatiya xwişkeke azib a bi navê Pam bîne ber çavê xwe. Pam bi gelek salan mizgînvaneke wezîfedar bû. Lê paşê, ew vegeriya mala dê û bavê xwe, da ku li wan binêre. Pam niha ji 70 salî mezintir e, lê hê pêşeng e. Ew wisa dibêje: “Gava kesên din tînin zimên ku ew qîmetê didin min, ez pir şa dibim.”

11. Îsa Mesîh çawa nîşan da ku wî qîmet dida jinên ku tevî wî xizmet dikir?

11 Îsa Mesîh ji bo alîkariya ku wî ji jinên bawermend distend, şikurdar bû (Lûqa 8:1-3). Wî ne tenê îzin dida ku ew tevî wî xizmet bikin, lê wî rastiyên kûr jî ji wan re eyan dikirin. Mesela, wî ji wan re got ku ewê bimire û paşê bê rakirin (Lûqa 24:5-8). Wî ne tenê şandiyên xwe, lê ev jinên bawermend jî ji bo tengasiyên nû hazir dikirin (Mar. 9:30-32; 10:32-34). Gava Îsa hat girtin, şandiyên wî reviyan, lê gava ew li ser dîrekê dimir, hin jinên ku berê piştgiriya wî kiribû, li cem wî bûn (Met. 26:56; Mar. 15:40, 41).

12. Îsa Mesîh çi wezîfe da jinan?

12 Îsa Mesîh hin wezîfeyên muhîm didan jinan. Mesela, piştî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, hin ji kesên pêşîn ku ew dît, jinên bawermend bûn. Îsa ji wan re got ku bila ew ji şandiyên wî re bibêjin ku ew ji mirinê rabûye (Met. 28:5, 9, 10). Wekî din, li Roja Pentîkostê ya sala 33yan a P.M., gava ruhê pîroz hat rijandin, dibe ku li wê derê hin jinên bawermend jî hebûn. Eger wisa ye, îhtimal heye ku van xwişkên meshkirî jî bi saya ruhê pîroz bi cure cure zimanan xeber dida û behsa “karên Xwedê yên mezin” dikir (Kar. 1:14; 2:2-4, 11).

13. Xwişkên me çi cure îşan dikin, û em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo keda wan şikurdar in?

13 Xwişkên me di xizmeta Yehowa de bi dil û can dixebitin, û ji bo vê, ew hêjayî pesnan in. Mesela, ew di îşê avakirin û tamîrkirina avahiyên teşkîlatê de dixebitin, piştgiriya komên bi zimanên xerîb dikin, li Beytelan dixebitin, di îşê alîkarîkirina piştî felaketan de dişixulin, weşanên me werdigerînin û wek pêşeng û mizgînvanên wezîfedar xizmet dikin. Mîna birayan, xwişkên me jî diçin kursa ji bona pêşengan, Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê û Mekteba Gîleadê. Wekî din, xwişkên me alî zilamên xwe dikin ku ew mesûliyetên xwe yên li civatê û li teşkîlatê bînin cih. Bê alîkariya xwişkên me, wê ji bo van birayan pir zor bûya ku ji bo me wek “hediye” xizmet bikin (Ef. 4:8, WDN). Gelo tu dikarî piştgiriya van xwişkan bikî?

14. Madem ku xwişkên me li gor Zebûr 68:11 ordiyeke mezin in, wê baş be ku kalên civatê çi bikin?

14 Xwişkên me bi rastî jî ordiyeke mezin in, ên ku mizgînê bi dilxwazî û bi hosteyî belav dikin (Zebûr 68:11 bixwîne). Loma, wê baş be ku kalên civatê ji wan hîn bibin. Mesela, Abigail dibêje ku gava bira ji wê dipirsin ka li gor wê, ji bo destpêkirina sohbetan kîjan metod baş e, ew şa dibe. Xwişka me wisa dibêje: “Ev yek nîşanî min dide ku di teşkîlata Yehowa de cihê min heye.” Wekî din, kalên civatê fehm dikin ku xwişkên dilsoz û bitecrûbe dikarin alî xwişkên ciwan bikin ku ew problemên xwe safî bikin (Tît. 2:3-5). Belê, xwişkên me bi rastî jî hêjayî pesnan in!

LI XWIŞKAN XWEDÎ DERKEVE

15. Dibe ku kengê lazim be ku em li xwişkan xwedî derkevin?

15 Car caran, gava xwişkên me rastî tengasiyan tên, lazim e ku yekî li wan xwedî derkeve (Îşa. 1:17). Mesela, xwişkeke ku bêmêr maye belkî ji bo îşên ku mêrê wê dikir, hewceyî alîkariyê ye. Ji xwişkeke extiyar re belkî alîkarî lazim e ku bi doktor re xeber bide. Yan jî, belkî lazim e ku em li pêşengekê xwedî derkevin, a ku di projeyeke teokratîk de dixebite û ji aliyê hin kesan ve tê rexne kirin ji ber ku ew nikare bi qasî pêşengên din derkeve xizmetê. Ji xeynî vê, em çawa dikarin alî xwişkan bikin? Bila em dîsa bînin ber çavê xwe ku Îsa Mesîh çi dikir.

16. Wek Marqos 14:3-9 nîşan dide, Îsa Mesîh çawa pişta Meryemê girt?

16 Gava jinên dilsoz ji aliyê kesên din ve dihatin rexne kirin, Îsa Mesîh lê xwedî derket. Mesela, gava Mertayê ser xwişka xwe Meryemê gilî kir, Îsa ew parast (Lûqa 10:38-42). Careke din, gava hin kesan Meryem sûcdar dikir, Îsa Mesîh dîsa Meryem parast (Marqos 14:3-9 bixwîne). Îsa dizanibû ku niyeta Meryemê çi bû, û wî bi van gotinan pesnê wê da: “Wê ji bo min tiştekî qenc kir. ... Çi ji destê wê hat, wê kir.” Bi ser de, wî got ku “Mizgînî li ku dera dinyayê bê dayîn, ev tiştê ku vê jinikê kir jî wê ji bo bîranîna wê bê gotin” – û ev meqale jî niha behsa wê dike. Çi balkêş e ku gava Îsa pesnê vê jinika fedakar da, wî behsa belavkirina mizgînê a li seranserê dinyayê jî kir. Wexta ku Meryem hat rexne kirin, gotinên Îsa bê guman dilê wê rihet kir.

17. Em çawa dikarin li xwişkan xwedî derkevin?

17 Gava hewce dibe, gelo tu jî li xwişkan xwedî derdikevî? Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Hin mizgînvan dibînin ku xwişkeke ku zilamê wê Şahidê Yehowa nîne gelek caran dereng tê civînan, û piştî civînan zû derdikeve. Ew dibînin ku ew zarokên xwe gelek caran nayne civînan. Loma ew difikirin ku gerek ew li hemberî zilamê xwe hê xurttir bisekine, û ew wê rexne dikin. Lê belê, rastî ev e ku xwişka me çi ji destê wê tê dike. Her tişt ne di bin kontrola wê de ye, û carinan, ew nikare bi tena serê xwe qerarê bide ku gerek zarok çi bikin. Di vî halî de, gelo tu dikarî çi bikî? Eger tu pesnê vê xwişkê bidî û ji kesên din re bibêjî ku ew xwişkeke çi qas baş e, dibe ku paşgotinî wê bisekine.

18. Gelo em dikarin di kîjan waran de alî xwişkan bikin?

18 Wekî din, em dikarin di hin îşên herrojî de alî wan bikin (1. Yûh. 3:18). Annette, ya ku li diya xwe dinêre, wisa dibêje: “Hin xwişk û birayan car caran xwarin dianî yan li şûna min li diya min dinêrî. Bi vî awayî, min hîs dikir ku xwişk û bira ji min hez dikin û ku ez para civatê me.” Nancy’yê jî alîkarî stend. Birayekî di heqê xwedîkirina erebeyê de hin tewsiye dan wê. Nancy wisa dibêje: “Çi xweş e ku xwişk û bira bi emniyeta min eleqedar in.”

19. Kalên civatê çawa dikarin alî xwişkan bikin?

19 Kalên civatê jî bi hewcedariyên xwişkan eleqedar dibin. Ew dizanin ku Yehowa vêya dixwaze (Aqûb 1:27). Ji ber vê yekê, kalên civatê wek Îsa maqûl in û qaîdeyên nehewce danaynin, lê heta ku ji destê wan tê bala xwe didin şertên xisûsî (Met. 15:22-28). Gava kalên civatê hewl didin ku piştgiriya xwişkan bikin, xwişkên me hîs dikin ku Yehowa ji wan hez dike û teşkîlata wî xema wan dixwe. Gava nazirê koma Monicayê bihîst ku ewê mala xwe bar bike, wî hemen gazî hin kesan kir ku alî wê bikin. Monica wisa dibêje: “Bi saya vê alîkariyê û gotinên teşwîqdar ên kalên civatê, stresa min kêm bû û min fehm kir ku di civatê de cihê min heye. Gava barê min giran e, ez ne tenê me.”

HEMÛ XWIŞKÊN ME HEWCEYÎ DESTEKA ME NE

20-21. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê xwişkan digirin?

20 Di civatên me de, gelek xwişkên jîr û jêhatî hene, yên ku hêjayî desteka me ne. Wek me ji emsala Îsa Mesîh dîtibû, wê baş be ku em bi wan re wext derbas bikin û wan nas bikin. Wekî din, wê baş be ku em nîşan bidin ku em ji bo xîreta wan şikurdar in. Ji xeynî vê, gava hewce dibe, em dikarin li wan xwedî derkevin.

21 Li dawiya nameya xwe ya ji Romayiyan re, Pawlos behsa 9 xwişkan kir (Rom. 16:1, 3, 6, 12, 13, 15). Ev xwişk bê guman pir şa bûn ji ber ku Pawlos ji wan re silav dişandin û pesnê wan dida. Bila em jî piştgiriya hemû xwişkên li civata xwe bikin. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em wan wek para malbata me ya ruhî dibînin.

KILAM 136 Bira Yehowa Te Kerem Bike

^ par. 5 Jinên bawermend rastî gelek tengasiyan tên. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin wek Îsa Mesîh piştgiriya wan bikin. Ev yek ku Îsa Mesîh bi jinan re çawa sohbet dikir, qîmet dida wan û li wan xwedî derdiket, hin dersên muhîm rêyî me dide.

^ par. 5 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 6 Kitêbek wisa dibêje: “Şagirtên ku dixwest bibin mamoste ber lingê mamosteyên xwe rûdiniştin. Li wê demê, îzin tune bû ku jin bibin mamoste. ... Ji bo piraniya zilamên Cihû, ev yek ku Meryemê şixulê malê hişt û ber lingên Îsa rûnişt ku guh bide wî, tiştekî eyb bû.”

^ par. 9 Gava kalên civatê alî xwişkan dikin, gerek ew vêya bi awayekî minasib bikin. Mesela, gerek ew bi tena serê xwe neçin mala xwişkekê.

^ par. 65 RESIM: Çawa ku Îsa Mesîh bi jinên bawermend eleqedar bû, birayek lastîka erebeya du xwişkan diguherîne, yekî din xwişkeke nexweş ziyaret dike û yekî din tevî pîreka xwe diçe ba xwişkekê û qîza wê, da ku îbadeta malbatê bi hev re derbas bikin.