Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 39

Piştgiriya Jinên Bawermend Bike

Piştgiriya Jinên Bawermend Bike

“Ordiyeke jina mizgînî da” (ZEB. 68:11, ÎM).

KILAMA 137 Kulfetên Amin

VÊ GOTARÊDA *

Xûşkên meye xîret civatêda kar dikin, xizmet dikin, alîkarî didin xweykirina Oda Civatêda û bona xûşk-bira xem dikin (Binihêre abzasa 1)

1. Xûşkên me çi şixulî dikin, û hine ji wan rastî kîjan tengasiya tên? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

EM ÇIQAS şa ne ku civatên meda haqas xûşkên bixîret hene! Mesele, ewana bi dil û can civatêda caba didin û derdikevin xizmetê. Hine ji wan şixulê xweykirina Oda Civatêda alîkariyê didin, û ewana bona xûşk û bira xem dikin. Ewana hilbet rastî hine tengasiya jî tên. Hine xûşkên me li dê û bavê xwe dinihêrin. Hinek ji aliyê merivên xweva rastî zulmê tên. Hinek jî xwexa ebûra xwe dikin û zarên xwe mezin dikin.

2. Çima ferz e ku em piştgiriya xûşka bikin?

2 Çima ferz e ku em piştgiriya xûşka bikin? Li dinyayê, gelek kes qedrê jina nagirin. Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje ku gerekê em qedrê wan bigirin û piştgiriya wan bikin. Mesele, Pawlosê şandî ji civata Romayêra gotibû ku bira ew Fîbiyê “qebûl bikin û çi hewcedariya wê” hebe, “alîkariya wê bikin” (Rom. 16:1, 2, ÎM). Pawlos berê Fêrisî bû, û kûltûra wanda, jin nimiz dihatin dîtin. Lê belê paşî ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, ewî çev dida Îsa, û qedrê jina digirt (1 Korn. 11:1).

3. Nihêrandina Îsa Mesîh ser jina çawa bû?

3 Îsa Mesîh qedrê hemû jina digirt (Yûhn. 4:27). Nihêrandina wî ya li ser jina, ji nihêrandina serwêrên rêlîgiya Cihû cude bû. Li gora kitêbekê, “Îsa tu cara bi gotinên xwe jina bêhurmet nedikir”. Lê belê, Îsa Mesîh hê zêdetir qîmet dida jinên ku xwestina Xwedê dianî sêrî. Çawa ku Îsa hine mêr wek birên xwe hesab dikir, ewî jinên bawermend jî wek xûşkên xwe hesab dikir (Met. 12:50).

4. Vê gotarêda, emê li ser çi xeber din?

4 Îsa Mesîh her tim hazir bû ku alîkariya jinên amin bike. Ewî qîmet dida wan, û ew diparastin. Niha emê bivînin ku em çawa dikarin wek Îsa Mesîh qedrê xûşka bigirin.

QEDRÊ XÛŞKA BIZANIBE

5. Li hine xûşka çima zor tê ku bi kesên dinra hevaltiyê bikin?

5 Em hemû jî hewceyî dost û hevala ne. Lê belê, carina li xûşka zor tê ku tevî kesên din hevaltiyê bikin. Gelo çima? Xûşkeke me ya bi navê Nênsî * usa dibêje: “Ji ber ku ez azep im, ez carina difikirim ku di civatêda ciyê min tune”. Pêşengeke bi navê Krîstîn, ya ku derbazî civateke din bûye wekî li wêderê xizmeta xwe zêde bike, usa dibêje: “Gava meriv derbazî civateke teze dibe, ew carina xwe tenê texmîn dike”. Hine xûşk û birayên ku malbeta wan ne Şedên Yehowa ne, xwe him di malbeta xweda him jî di nav xûşk û birada xerîb texmîn dikin. Usa jî, xûşk û birayên ku nikarin ji malê derkevin yan ku li merivekî xweyî nexweş dinihêrin xwe belkî tenê texmîn dikin. Xûşkeke bi navê Annêtte usa dibêje: “Gava xûşk û bira ez teglîf dikirim, min nikaribû herim, çimkî min nikaribû diya xwe tenê bihîşta”.

Mîna Îsa Mesîh, wê baş be ku em bona xûşkên amin xem bikin (Binihêre abzasa 6 heta 9) *

6. Wek Lûqa 10:38-42 nîşan dike, Îsa çawa alî Merta û Meryemê kir?

6 Îsa Mesîh tevî xûşkên amin wext derbaz dikir, û ew wanra bû dostekî baş. Mesele, dostiya wî ya bi Meryem û Mertayêra bîne bîra xwe (Lûqa 10:38-42 bixûne). Usa tê fem kirin ku ev herdu xûşk jî azep bûn. Îsa Mesîh bi gotin û kirinên xwe alî wan dikir ku ew xwe rihet texmîn bikin. Mesele, Meryemê şerm nedikir ku ber lingên wî rûnê. * Gava Merta eciz bû, çimkî Meryemê alî wê nedikir, ewê xwe paş nekişand ku vê yekê Îsara bêje. Wê rojê, Îsa herdu xûşkara hine dersên ferz da. Îsa Mesîh gelek car diçû mala Merta, Meryem û birê wan Lazar, çimkî ewî wana hiz dikir (Yûhn. 12:1-3). Lema em şaş namînin ku gava Lazar nexweş ket, Meryem û Mertayê ji Îsa alîkarî xwest (Yûhn. 11:3, 5).

7. Em çawa dikarin xûşka hêlan bikin?

7 Xêncî civîna, bona hine xûşka gelek mecal çênabe wekî tevî xûşk û bira wext derbaz kin. Lema wê baş be ku em li civîna tevî xûşka xeber din û nîşanî wan bikin ku bona wan xem dikin. Nênsî usa dibêje: “Gava kesên din seva cabên min payê min didin, tevî min derdikevin xizmetê yan bi awayekî din nîşanî min didin ku ew bona min xem dikin, ez pir şa dibim”. Gerekê em xûşkara nîşan kin ku em qîmetê didin wan. Xûşkek bi navê Monîka usa dibêje: “Wexta ku min li civînê navînin, ez ji sedî sed bawer im ku kesek wê sms minra bişîne û bipirse ka her tişt baş e yan na. Ev yek minra nîşan dike ku xûşk û bira min hiz dikin”.

8. Usa jî, em çawa dikarin Îsa Mesîh xwera bikin mesele?

8 Wek Îsa, wê baş be ku em tevî xûşka wext derbaz bikin. Belkî em dikarin wan ji bo xwarineke sivik yan ji bo wedederbazkirineke din gazî mala xwe bikin. Gava em bi hevra wext derbaz dikin, gerekê em derheqa tiştên pozîtîv xeber din (Rom. 1:11, 12). Wê baş be ku rûspiyên civatê nihêrandina Îsa Mesîh xwera bikin mesele. Îsa zanibû ku azepbûn li hineka zor tê, lê ewî nîşan kir ku ji bo bextewariya rastî, eseyî nîne ku kesek bizewice yan zaroka bîne dinyayê (Lûqa 11:27, 28). Seva ku em bi rastî bextewar bin, lazim e wekî em herî zêde dîna xwe bidin xizmeta Yehowa (Met. 19:12).

9. Rûspiyên civatê çawa dikarin alî xûşka bikin?

9 Îlahî ferz e ku rûspiyên civatê jinên amin wek xûşk û dayikên xwe hesab kin (1 Tîmt. 5:1, 2). Wê baş be ku rûspiyên civatê pêşiya yan paşî civîna wext veqetînin ku tevî xûşka xeber din. Krîstîn usa dibêje: “Yek ji rûspiyên civatê dît ku ez qe betal nînim, lema ewî pirsî ku jiyana min çawa derbaz dibe. Ez pir şa bûm ku ew kete heyra min”. Gava rûspiyên civatê timê wext vediqetînin ku tevî xûşka xeber din, ew nîşan dikin ku ew bona wan xem dikin. * Anêt dîna me dikişîne ser kara van xeberdana: “Ez wan baştir nas dikim, û ew jî min nas dikin. Gava ez dikevim tengasiyê, ez bi rihetî dikarim ji wan alîkariyê bixwazim”.

QÎMETÊ BIDE XÛŞKA

10. Em çawa dikarin dilê xûşka şa bikin?

10 Gava kesên din qîmetê didin hunurên me û me spas dikin, em şa dibin. Lê belê, gava tu kes şixul û hunurên me navîne, em berxwe dikevin. Xûşkeke azep ya bi navê Abîgaîl, ya ku pêşeng e, usa dibêje: “Hinek min nas dikin tenê wek xûşk yan qîza filan kesî. Carina qey kes nizane ka ez heme yan tune me”. Ji aliyê dinva, serhatiya xûşkeke azep ya bi navê Pam bîne ber çevê xwe. Pam bi gelek sala mîsyonêr bû. Lê paşê, ew vegeriya mala dê û bavê xwe, wekî li wan binihêre. Pam niha ji 70 salî mezintir e, lê hê pêşeng e. Ew usa dibêje: “Gava kesên din dibêjin ku ew qîmetê didin min, ez pir şa dibim”.

11. Îsa Mesîh çawa nîşan kir ku ewî qîmet dida jinên ku tevî wî xizmet dikir?

11 Îsa Mesîh ji bo alîkariya ku wî ji jinên bawermend distand, şêkirdar bû (Lûqa 8:1-3). Ewî ne tenê îzin dida ku ew tevî wî xizmet bikin, lê ewî rastiyên kûr jî wanra eyan dikirin. Mesele, ewî wanra got ku ewê bimire û paşê bê rakirin (Lûqa 24:5-8). Ewî ne tenê şandiyên xwe, lê ev jinên bawermend jî bona tengasiyên nû hazir dikirin (Marq. 9:30-32; 10:32-34). Gava Îsa hat girtin, şandiyên wî reviyan, lê gava ew li ser stûnê dimir, hine jinên ku berê piştgiriya wî kiribû, li kêleka wî bûn (Met. 26:56; Marq. 15:40, 41).

12. Îsa Mesîh çi şixul da jina?

12 Îsa Mesîh hine şixulên ferz didan jina. Mesele, paşî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, hine ji kesên pêşin ku ew dît, jinên bawermend bûn. Îsa wanra got ku bira ew şandiyên wîra bêjin ku ew ji mirinê rabûye (Met. 28:5, 9, 10). Usa jî, li Roja Pênciyê Hesabê ya sala 33 D.M., gava ruhê pîroz hat rijandin, dibe ku li wê derê hine jinên bawermend jî hebûn. Heger usa ye, diqewime ku ew xûşkên bijartî jî bi saya ruhê pîroz bi cûre-cûre zimana xeber dida û besa “karên Xwedê yên mezin” dikir (Kar. Şand. 1:14; 2:2-4, 11).

13. Xûşkên me çi cûre şixula dikin, û em çawa dikarin nîşan bikin ku em ji bo keda wan şêkirdar in?

13 Xûşkên me di xizmeta Yehowada bi dil û can dixebitin, û bona vê yekê, ewana hêjayî pesna ne. Mesele, ewana di îşê avakirin û xweykirina avayên teşkîletêda dixebitin, piştgiriya komên bi zimanên xerîb dikin, Beytelada xizmet dikin, îşê alîkarîkirina paşî teşqelên tebiyetê komekê didin, edebyetên me weldigerînin û wek pêşeng û mîsyonêr xizmet dikin. Mîna bira, xûşkên me jî diçin mekteba bona pêşenga, Mekteba Mizgînvanên Padşatiyê û Mekteba Gîledê. Usa jî, xûşkên me alî mêrên xwe dikin ku ewana cabdariyên xwe yên li civatê û li teşkîletê bînin sêrî. Bê alîkariya xûşkên me, wê bona van bira pir zor bûya ku ji bo me wek “pêşkêş bi cûrê meriva” xizmet bikin (Efes. 4:8, DT). Gelo tu dikarî piştgiriya van xûşka bikî?

14. Li gora giliyên ji Zebûr 68:11, wê baş be ku rûspiyên civatê çi bikin?

14 Xûşkên me bi rastî jî ordîke mezin in, yên ku mizgînê bi dilxwazî û bi hosteyî bela dikin (Zebûr 68:11 bixûne). Lema, wê baş be ku rûspiyên civatê ji wan hîn bibin. Mesele, Abîgaîl dibêje ku gava bira ji wê dipirsin ka bona wê, ji bo destpêkirina xeberdanê kîjan mêtod baş e, ew şa dibe. Xûşka me usa dibêje: “Ev yek nîşanî min dike ku di teşkîleta Yehowada ciyê min heye”. Usa jî, rûspiyên civatê fem dikin ku xûşkên amin û cêribandî dikarin alî xûşkên cahil bikin ku ew problêmên xwe safî bikin (Tîto 2:3-5). Belê, xûşkên me bi rastî jî hêjayî pesna ne!

XÛŞKA BIPARÊZE

15. Dibeke kengê lazim be ku em xûşka biparêzin?

15 Car cara, gava xûşkên me rastî tengasiya tên, lazim e ku kesek wan biparêze (Îşa. 1:17). Mesele, xûşkeke ku bêmêr maye belkî ji bo îşên ku mêrê wê dikir, hewceyî alîkariyê ye. Belkî xûşkeke emirda mezinra alîkarî lazim e ku doktorra xeber de. Yan jî, belkî lazim e ku em xûşkeke pêşeng biparêzin, ya ku di proêkteke têokratîkda dixebite û ji aliyê hine kesanva tê sûcdar kirin çimkî ew nikare mîna pêşengên din derkeve xizmetê. Xêncî vê, em çawa dikarin alî xûşka bikin? Bira em dîsa bînin ber çevê xwe ku Îsa Mesîh çi dikir.

16. Çawa Marqos 14:3-9 nîşan dike, Îsa Mesîh çawa pişta Meryemê girt?

16 Gava jinên amin ji aliyê kesên dinva dihatin sûcdar kirin, Îsa Mesîh ew diparastin. Mesele, gava Meryemê ser xûşka xwe Mertayê gazin kir, Îsa ew parast (Lûqa 10:38-42). Careke din, gava hineka Meryem sûcdar dikir, Îsa Mesîh dîsa Meryem parast (Marqos 14:3-9 bixûne). Îsa zanibû ku nêta Meryemê çi bû, û ewî bi van gotina pesnê wê da: “Ewê ji bo min tiştekî qenc kir. . . . Çi ji destê wê hat, ewê kir”. Bi serda, ewî got ku “mizgînî li ku dera dinyayê bê dayîn, ev tiştê ku vê jinikê kir jî wê ji bo bîranîna wê bê gotin” – û ev gotar jî niha besa wê dike. Çi hewas e ku gava Îsa pesnê vê jinika fedakar da, wî besa belakirina mizgînê ya li seranserê dinyayê jî kir. Paşî ku Meryem hatibû sûcdar kirin, gotinên Îsa bêşik dilê wê rihet kir.

17. Em çawa dikarin xûşka biparêzin? Meselê bîne.

17 Gava hewce dibe, gelo tu jî xûşka diparêzî? Vê meselê bîne ber çevê xwe: Hine mizgînvan divînin ku xûşkeke ku mêrê wê Şedê Yehowa nîne gelek cara dereng tê civîna, û paşî civîna zû derdikeve. Ewana divînin ku ew zarokên xwe gelek cara nayne civîna. Lema ewana difikirin ku gerekê ew li himberî mêrê xwe hê qewî bisekine, û ewana wê sûcdar dikin. Lê belê rastî ev e ku xûşka me çi ji destê wê tê dike. Ne her tişt bin kontrola wêda ye, û carina ew nikare xwexa safî bike ku gerekê zarok çi bikin. Di vî halîda, gelo tu dikarî çi bikî? Heger tu payê vê xûşkê bidî û ji kesên dinra bêjî ku ew xûşkeke çiqas baş e, dibe ku yên din wê îda loma wê nekin.

18. Gelo em dikarin kîjan aliyada alî xûşka bikin?

18 Usa jî, em dikarin hine şixulên herrojîda alî wan bikin (1 Yûhn. 3:18). Annêtte, ya ku li diya xwe dinihêre, usa dibêje: “Hine xûşk û bira car cara xwarin dianî yan dewsa min li diya min dinihêrî. Bi vî awayî, min texmîn dikir ku xûşk û bira min hiz dikin û ku ez para civatê me”. Nênsîyê jî alîkarî stand. Birakî hine şîret dan wê ku ew ça dikare ereba xwe xwey ke. Nênsî usa dibêje: “Çi xweş e ku xûşk û bira bona min xem dikin, wekî ez ajotina erebêda fesal bim ku zirarê nestînim”.

19. Rûspiyên civatê çawa dikarin alî xûşka bikin?

19 Rûspiyên civatê jî bona hewcedariyên xûşka xem dikin. Ew zanin ku Yehowa jî vê yekê dixwaze (Aqûb 1:27). Lema, rûspiyên civatê wek Îsa maqûl in û qeydên nehewce danaynin, lê çiqas ku ji destê wan tê fikirên xûşka hildidin hesab (Met. 15:22-28). Gava rûspiyên civatê her tiştî dikin ku piştgiriya xûşka bikin, xûşkên me texmîn dikin ku Yehowa wana hiz dike û teşkîleta wî bona wana xem dike. Gava berpirsiyarê koma Monîkayê bihîst ku ewê mala xwe bar bike, wî derbêra gazî hine kesa kir ku alî wê bikin. Monîka usa dibêje: “Bi saya vê alîkariyê û gotinên hêlan yên rûspiyên civatê, strêsa min kêm bû û min fem kir ku di civatêda ciyê min heye. Gava barê min giran e, ez ne tenê me”.

HEMÛ XÛŞKÊN ME HEWCEYÎ PIŞTGIRIYA ME NE

20-21. Em çawa dikarin nîşan bikin ku em qedrê xûşka digirin?

20 Di civatên meda, gelek xûşkên jîr û xîret hene, yên ku hêjayî piştgiriya me ne. Çawa ku me ji mesela Îsa Mesîh dîtibû, wê baş be ku em bi wanra wext derbaz bikin û wan nas bikin. Usa jî, wê baş be wekî em nîşan bikin ku em bona xîreta wan şêkirdar in. Xêncî vê, gava hewce dibe, em dikarin wan biparêzin.

21 Xilaziya nameya xwe ya Romayara, Pawlos besa neh xûşka kir (Rom. 16:1, 3, 6, 12, 13, 15). Ev xûşk bêşik pir şa bûn, çimkî Pawlos wanra silav dişandin û pesnê wan dida. Bira em jî piştgiriya hemû xûşkên li civata xwe bikin. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bikin ku em wan wek para malbeta me ya ruhanî hesab dikin.

KILAMA 136 Bira Yehowa Te Kerem Bike

^ abz. 5 Xûşkên me rastî gelek tengasiya tên. Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin mîna Îsa Mesîh piştgiriya wan bikin. Ev yek ku Îsa Mesîh jinara çawa xeber dida, qîmet dida wan û ew diparastin, hine dersên ferz me hîn dike.

^ abz. 5 Hine navên vê gotarêda hatine guhastin.

^ abz. 6 Kitêbek usa dibêje: “Şagirtên ku dixwest bibin mamoste ber lingê mamosteyên xwe rûdiniştin. Li wê demê, îzin tune bû ku jin bibin mamoste. . . . Bona gelek mêrên Cihû, ev yek ku Meryemê şixulê malê hîşt û ber lingên Îsa rûnişt ku guh bide wî, tiştekî eyb bû”.

^ abz. 9 Gava rûspiyên civatê alî xûşka dikin, gerekê ewana vê yekê bi awayekî layîq bikin. Mesele, gerekê ewana tenê neçin mala xûşkekê.

^ abz. 65 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Çawa ku Îsa Mesîh bona jinên bawermend xem dikir, birak tekereka erebeya du xûşka diguhêze, yekî din teseliya xûşkeke nexweş dike û yekî din jî tevî jina xwe diçe bal xûşkekê û qîza wê, wekî qulixkirina tevî malbetê derbaz kin.