Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 40

Emaneta Xwe Biparêze

Emaneta Xwe Biparêze

“Ey Tîmotêyos! Tiştê ku li te hatiye spartin, biparêze” (1. TÎM. 6:20).

KILAM 29 Em Bijîn Anegorî Wî Navî ku li Ser Me ye

PÊŞGOTIN *

1-2. Li gor 1. Tîmotêyos 6:20, ji Tîmotêyos re çi hatibû dayîn?

EM GELEK caran tiştên xwe yên biqîmet emanetî kesên din dikin. Mesela, em belkî pereyên xwe teslîmî bankayê dikin, û em bawer in ku pereyên me wê li wê derê winda nebin û neyên dizîn. Loma em rind fehm dikin ku emanetkirina tiştên biqîmet tê çi maneyê.

2 1. Tîmotêyos 6:20 bixwîne. Pawlosê şandî anî bîra Tîmotêyos ku wî tiştekî biqîmet stendibû – zanîna zelal a li ser armanca Xwedê. Wekî din, îmtiyaza ku “peyva Xwedê bide bihîstin” û “karê mizgînvaniyê bike” ji wî re hat emanet kirin (2. Tîm. 4:2, 5). Pawlosê şandî Tîmotêyos tembîh kir ku bila ew vê emanetê biparêze. Wek ji Tîmotêyos re, hin tiştên biqîmet ji me re jî hatine emanet kirin. Gelo ev tiştên biqîmet çi ne? Û çima lazim e ku em xezîneya ku Yehowa emanetî me kiriye, biparêzin?

RASTIYÊN BIQÎMET JI ME RE HATINE DAYÎN

3-4. Rastiyên Kitêba Pîroz çima pir biqîmet in?

3 Yehowa zanîna zelal a li ser rastiyên biqîmet ên Kitêba Pîroz daye me. Rastiyên Kitêba Pîroz pir biqîmet in, çimkî ew rêyî me didin ku em çawa dikarin bibin dostên Yehowa û bextewariya rastîn bi dest bixin. Gava em van rastiyan qebûl dikin û li gor wan dijîn, em ji bindestiya hîndariyên şaş û ji jiyaneke bêexlaq difilitin (1. Kor. 6:9-11).

4 Wekî din, rastiyên Kitêba Pîroz pir biqîmet in ji ber ku Yehowa wan tenê ji kesên dilnizm re eyan dike, “yên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e (Kar. 13:48, WDN). Kesên wisa tiştên ku “xulamê dilsoz û şehreza” di heqê Kitêba Pîroz de hîn dike, qebûl dikin (Met. 11:25; 24:45). Belê, meyê nikaribûya ev rastiyên biqîmet xwe bi xwe fehm bikirana (Mtl. 3:13, 15).

5. Yehowa çi îmtiyaza din daye destê me?

5 Bi ser de, Yehowa wezîfeyeke muhîm daye me. Ew dixwaze ku em rastiya di heqê wî û armancên wî de bigihînin însanan (Met. 24:14). Mizgîna ku em belav dikin pir biqîmet e, çimkî bi saya vê mizgînê, mirov dikarin bikevin malbata Yehowa û jiyana bêdawî bi dest bixin (1. Tîm. 4:16). Loma, bila em heta ku ji destê me tê piştgiriya vî îşê heyatî bikin! (1. Tîm. 2:3, 4). Çi qedrekî mezin e ku em hevalkarên Xwedê ne! (1. Kor. 3:9).

TIŞTÊN KU JI TE RE HATINE DAYÎN, BIPARÊZE

Tîmotêyos xwe li rastiyê qayim digirt, lê kesên din ji rastiyê dûr diketin (Li paragrafa 6an binêre)

6. Çi hat serê hin kesên ku hay ji xwe tune bûn?

6 Li rojên Tîmotêyos, hin şagirtên Îsa qîmet nedida îmtiyaza ku ew hevalkarên Xwedê ne. Dîmas ji dinyayê ew qas hez dikir ku wî dev ji xizmeta bi Pawlos re berda (2. Tîm. 4:10). Wisa tê fehm kirin ku Fûgelos û Hêrmoxênîs dev ji xizmetê berda ji ber ku ew ditirsiyan ku ewê wek Pawlos rastî zilmê bên (2. Tîm. 1:15). Hîmenayos, Skender û Filîtos li hemberî rastiyê serî hilda (1. Tîm. 1:19, 20; 2. Tîm. 2:16-18). Xuya ye ku ev mirov di serî de li rastiyê qewî bûn, lê wan bi zeman re ji bîr kir ku çi bi rastî biqîmet e.

7. Îblîs çi metodan bi kar tîne ku me bixapîne?

7 Îblîs çi metodan bi kar tîne ku me bixapîne, da ku em dev ji emaneta xwe berdin? Mesela, bi destê televîzyon, sînema, Înternet, rojname, kitêb û kovaran, ew hewl dide ku fikir, hal û hereketên me biguherîne, da ku em dev ji rastiyê berdin. Bi navgîniya bandora hevalan û bi destê zilmê, ew dixwaze me bide sekinandin ku em mizgînê belav nekin. Wekî din, ew dixwaze ku em guh bidin tiştên “ku bi derew ji wan re ‘zanîn’ tê gotin” û ji riya rastiyê derkevin (1. Tîm. 6:20, 21).

8. Serpêhatiya birayekî çi rêyî me dide?

8 Eger em hay ji xwe tune bin, em dikarin hêdî hêdî ji rastiyê dûr bikevin. Serpêhatiya birayekî me, yê ku ji lîstikên kompîturê hez dikir, bîne ber çavê xwe. Ew wisa dibêje: “Gava ez weke 10 salî bûm, min dest bi lîstikên kompîturê kiribû. Di serî de, lîstikên ku min dilîstin ne xerab bûn. Lê hêdî hêdî, ez derbasî lîstikên zordar û cindar dibûm.” Di dawiyê de, wî her roj weke 15 saet bi van lîstikan mijûl dibû. Birayê me dibêje: “Di dilê xwe de, min dizanibû ku lîstikên min û wexta ku min ser wan xerc dikir ez ji Yehowa dûr dixistim. Lê belê, wijdanê min êdî hişk bû, û ez difikirîm ku prensîpên Kitêba Pîroz ne ji bo min in.” Belê, bandora mijûliyên me dikare me ji rastiyê dûr bixe û bibe sebeb ku em tiştên biqîmet, ên ku Yehowa emanetî me kirine, winda bikin.

EM ÇAWA DIKARIN XWE LI RASTIYÊ QAYIM BIGIRIN?

9. Li gor 1. Tîmotêyos 1:18, 19, Pawlosê şandî Tîmotêyos dişiband kê?

9 1. Tîmotêyos 1:18, 19 bixwîne. Pawlosê şandî Tîmotêyos dişiband leşkerekî, û wî ew tembîh kir ku bila ew “tekoşîna qenc”, yanî şerê ruhî berdewam bike. Şagirtên Îsa çawa dişibin leşkeran? Leşkerên Mesîh hewceyî kîjan sifatan in? Niha emê bala xwe bidin pênc dersan, ên ku em dikarin ji mîsala Pawlos bielimin. Ev ders dikarin alî me bikin ku em xwe li rastiyê qayim bigirin.

10. Dilsozî çima muhîm e?

10 Dilsoziya xwe zêde bike. Leşkerekî baş, dilsoz e. Ew hezkiriyên xwe û tiştên biqîmet bi dilsozî diparêze. Loma Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re got ku bila ew dilsoziya xwe zêde bike (1. Tîm. 4:7). Eger em ji Xwedê ji dil hez dikin, emê bixwazin xwe di rastiyê de qayim bigirin (1. Tîm. 4:8-10; 6:6).

Eger em piştî rojeke dirêj westiyayî bin, lê dîsa jî herin civînan, emê bereketan bistînin (Li paragrafa 11an binêre)

11. Ji me re çima dîsîplîn lazim e?

11 Dîsîplîna xwe zêde bike. Ji bo ku leşkerek her tim ji bo şerkirinê hazir be, ji wî re dîsîplîn lazim e. Tîmotêyos li hemberî bandora Îblîs saxlem disekinî ji ber ku wî guh da şîreta Pawlos ku ji xwestekên nerast bireve, sifatên baş bi pêş bixe û bi xwişk û birayan re hevaltiyê bike (2. Tîm. 2:22). Ji bo vê, Tîmotêyos hewceyî dîsîplînê bû. Ji me re jî dîsîplîn lazim e ku em li dijî xwestekên bedenê bi ser bikevin (Rom. 7:21-25). Ji xeynî vê, em hewceyî dîsîplînê ne ku em şexsiyeta kevin ji xwe bikin û şexsiyeta nû li xwe bikin (Ef. 4:22, 24). Wekî din, gava em piştî rojeke dirêj westiyayî ne, dibe ku dîsîplîn lazim be ku em dîsa jî herin civînê (Îbr. 10:24, 25).

12. Em çawa dikarin di warê bikaranîna Kitêba Pîroz de hunerên xwe zêde bikin?

12 Ji bo ku leşkerek bibe hoste, lazim e ku ew çekên xwe bi dewamî bi kar bîne. Mîna vê, ji bo ku em bibin mamosteyên baş, gerek em Peyva Xwedê bi dewamî bi kar bînin (2. Tîm. 2:15). Em helbet dikarin di civînan de hin huneran hîn bibin. Lê belê, eger em dixwazin kesên din îqna bikin ku gotinên Kitêba Pîroz ji bo wan bifeyde ne, gerek em bi dewamî Kitêba Pîroz şexsen lêkolîn bikin. Ji bo ku baweriya me xurttir bibe, gerek em Peyva Xwedê rind bişixulînin. Ne bes e ku em Kitêba Pîroz tenê bixwînin. Gerek em kûr bifikirin û di weşanên me de lêgerînê bikin, da ku em Nivîsarên Pîroz rast fehm bikin û bi kar bînin (1. Tîm. 4:13-15). Bi vî awayî, emê karibin rastiyê bi alîkariya Peyva Xwedê ji kesên din re hîn bikin. Ji bo vê, ne bes e ku em ayetan tenê ji guhdarên xwe re bixwînin. Gerek em alî wan bikin ku ew maneya ayetan fehm bikin û tê derxin ku gotinên ayetan ji bo wan çima bifeyde ne. Bi saya lêkolîna şexsî, em dikarin hunerên xwe yên ji bo hînkirina Kitêba Pîroz her ku diçe zêde bikin (2. Tîm. 3:16, 17).

13. Li gor Îbranî 5:14, çima muhîm e ku em “têgihîştina” xwe, yanî fehmdariya xwe zêde bikin?

13 Fehmdar be. Lazim e ku leşker talûkeyan ji berê de bibîne û xwe ji wan biparêze. Mîna vê, gerek em jî fehm bikin ku çi dikare zerarê bide me, û gerek em xwe ji tiştên wisa biparêzin (Mtl. 22:3; Îbranî 5:14 bixwîne). Mesela, gerek em mijûliyên xwe rind hilbijêrin. Di gelek fîlm û bernameyên televîzyonê de bêexlaqî heye. Tiştên wisa li dilê Xwedê xweş nayên û wê zû dereng zerarê bidin me. Loma, gerek em xwe ji mijûliyên ku dikarin hezkirina Xwedê di dilê me de hêdî hêdî sist bikin, dûr bigirin (Ef. 5:5, 6).

14. Fehmdariyê çawa alî birayekî me kir?

14 Birayê ku me berê behsa wî kiribû fehm kir ku lîstikên zordar û cindar ne baş in. Ew di Watchtower Library de li melzemeyan geriya, yên ku wê alî wî bikira ku ew problema xwe safî bike. Netîce bû çi? Wî dev ji lîstikên xerab û hevaltiya bi lîstikvanên din re berda. Ew wisa dibêje: “Li şûna ku ez bi lîstikên kompîturê mijûl bim, ez êdî diçûm derve yan bi xwişk û birayan re wext derbas dikir.” Birayê me niha pêşeng û kalê civatê ye.

15. Gerek em xwe çima ji xeberên derewîn dûr bigirin?

15 Wek Tîmotêyos, gerek em fehm bikin ku melûmata derewîn, a ku ji aliyê kesên ku serê xwe li hemberî rastiyê hildaye tê belav kirin, bitalûke ye (1. Tîm. 4:1, 7; 2. Tîm. 2:16). Mesela, ew belkî di heqê xwişk û birayan de yan jî di heqê teşkîlatê de xeberên derewîn belav dikin. Derewên wisa dikarin me ji riya rastiyê derxînin. Loma gerek em hay ji xwe hebin ku em seba propagandaya “mirovên ku hişê wan xera bûye û ji rastiyê bêpar bûne” neyên xapandin. Armanca wan tenê ev e ku şeredev derxînin (1. Tîm. 6:4, 5). Ew dixwazin ku em bi derewên wan bawer bikin û bi xwişk û birayan îtibar nekin.

16. Gerek em xwe ji çi biparêzin?

16 Bi temamî bala xwe bide îşê Padîşahiyê. Tîmotêyos “leşkerekî qenc ê Mesîh Îsa” bû, loma lazim bû ku ew bi temamî bala xwe bide, ne li ser mal û milk yan hedefên dinyewî, lê li ser xizmetê (2. Tîm. 2:3, 4). Wek Tîmotêyos, gerek em îznê nedin ku malperestî bikeve dilê me. “Xapandina dewlemendiyê” dikare bibe sebeb ku hezkirina Yehowa di dilê me de sar bibe, ku em êdî qîmetê nedin Peyva Xwedê û ku em daxwaza xwe winda bikin ku mizgînê belav bikin (Met. 13:22). Gerek em jiyaneke sade bajon û “berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê ... bigerin” (Met. 6:22-25, 33).

17-18. Em çawa dikarin xwe ji talûkeyan biparêzin?

17 Li hemberî talûkeyan hazir be. Leşker gerek ji berê de bizanibe ku ew çawa dikare xwe biparêze. Ji bo ku em tiştên ku Yehowa emanetî me kirine, biparêzin, gerek em li hemberî talûkeyan hazir bin. Çi dikare alî me bike ku em her tim hazir bin? Ji bo vê, pir muhîm e ku em ji berê de bifikirin ku gerek em di wexta talûkeyan de çi bikin.

18 Mesela, gava mirov diçin konserekê, ji wan re carinan tê gotin ku bila ew bizanibin ku deriyê herî nêzik li ku ye. Gelo çima? Ji bo ku ew karibin di halekî acîl de zû birevin. Mîna vê, gerek em ji berê de bizanibin ku emê ji kîjan “derî” birevin eger em li Înternetê yan li televîzyonê ji nişka ve tiştekî nebaş bibînin, mesela bêexlaqî, zordarî yan weşanên kesên ku li hemberî rastiyê serî hildaye. Eger em xwe ji berê de hazir bikin, emê bikaribin xwe zû biparêzin û di çavê Yehowa de paqij bimînin (Zeb. 101:3; 1. Tîm. 4:12).

19. Eger em tiştên biqîmet, ên ku me ji Yehowa stendine, biparêzin, emê çi bereketan bistînin?

19 Yehowa rastiya Kitêba Pîroz û îmtiyaza belavkirina mizgînê emanetî me kirine. Gerek em van tiştên biqîmet rind biparêzin. Eger em wisa bikin, emê bibin xwediyê wijdanekî pak û jiyaneke bimane. Wekî din, emê karibin alî kesên din bikin ku ew Yehowa nas bikin, û ev yek wê dilê me şa bike. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin emaneta xwe biparêzin! (1. Tîm. 6:12, 19).

KILAM 127 Ez Gerekî Yekî Çawa bim

^ par. 5 Em serbilind in ku em rastiyê dizanin û dikarin alî kesên din bikin ku ew jî rastiyê hîn bibin. Ev meqale wê alî me bike ku em qîmetê bidin vê îmtiyazê û tu caran dev jê bernedin.