Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 43

Yehowa Rêberiyê Teşkîleta Xwe Dike

Yehowa Rêberiyê Teşkîleta Xwe Dike

“Ne bi qudretê, ne bi qewatê, lê bi ruhê min, Xudanê artêşan dibêje” (ZEKER. 4:6).

KILAMA 40 Tu Kê Qebûl Dikî?

VÊ GOTARÊDA *

1. Paşî nixumandinê, gerekê em çi bikin?

GAVA kesek tê nixumandinê, ew li ber her kesî eşkere dike ku ew baweriya xwe Yehowa tîne û hazir e ku tevî teşkîleta wî hevkariyê bike. * Paşî nixumandinê hilbet lazim e ku meriv baweriya xwe hindava Yehowa û teşkîleta wî hê zêde qewî bike.

2-3. Yehowa çawa rêberiyê teşkîleta xwe dike? Mesele bîne.

2 Ev yek ku Yehowa çawa rêberiyê teşkîleta xwe dike, xeyset, nêt û prînsîpên wî eyan dike. Niha emê bivînin ku sê hunurên Yehowa di teşkîleta wîda çawa têne kifşê.

3 Ya yekê, Xwedê yekî bêteref e, dêmek ew firqiyê nake nava meriva (Kar. Şand. 10:34). Ji hizkirinê, Yehowa Kurê xwe wek qurban bona her kesî daye (1 Tîmt. 2:6; Yûhn. 3:16). Bi destê xizmetkarên xwe, Yehowa mizgînê digihîne her kesê ku guh dide, û alî wan dike ku ew ji vê qurbanê kerema bistînin. Ya duda, Yehowa Xwedayê edilayê û terbetiyê ye (1 Korn. 14:33, 40). Lema, xizmetkarên wî jî gerekê bi edilayê û bi awayekî terbet û maqûlî wîra xizmet bikin. Ya sisiya, ew xizmetkarên xwe hertim hîn dike (Îb. 36:22). Lema, teşkîleta wî him li civatê him jî li xizmetê bi saya Kitêba Pîroz hîn dike. Ev sê hunurên Yehowa li qirna yekê çawa eyan dibûn û îro çawa eyan dibin? Usa jî, gava tu tevî teşkîleta Yehowa hevkariyê dikî, ruhê pîroz çawa dikare alî te bike?

XWEDÊ YEKÎ BÊTEREF E

4. Li gora Karên Şandiya 1:8, Îsa Mesîh şagirtên xwera got ku gerekê ew çi bikin, û wana wê çi alîkarî bistanda?

4 Li qirna yekê. Mizgîna ku Îsa Mesîh bela dikir hêvî dida her kesî (Lûqa 4:43). Ewî emir da şagirtên xwe ku ew vê mizgînê “heta serê dinê jî” bela bikin (Karên Şandiya 1:8 bixûne). Wana hilbet nikaribûya ev îş bi qewata xwe bînin sêrî. Lema, seva ew bikaribin vî îşî bikin, Îsa Mesîh soz da ku ewê ruhê pîroz bistînin (Yûhn. 14:26; Zeker. 4:6).

5-6. Ruhê pîroz çawa alî şagirtên Îsa dikir?

5 Li Roja Pênciyê Hesabê ya sala 33 D.M., şagirtên Îsa ruhê pîroz standin. Bi saya alîkariya ruhê pîroz, wana derbêra belakirina mizgînê destpêkir, û di wexteke kinda, bi hezara kesa mizgîna Padşatiyê qebûl kir (Kar. Şand. 2:41; 4:4). Gava zêrandin destpêbû, şagirtên Îsa terka şixulê xwe nekirin, lê ji Xwedê alîkarî xwestin. Wana usa dua kir: “Keremê xulamêd xwera bike, wekî em mêrkîmî xebera te xeber din”. Hingê ewana bi ruhê pîrozva tijî bûn û berdewam dikirin “xebera Xwedê mêrkîmî” bela kin (Kar. Şand. 4:18-20, 29, 31).

6 Şagirtên Îsa rastî tengasiyên din jî dihatin. Mesele, kopiyên Nivîsarên Pîroz li wê demê hindik bûn. Edebyetên lêkolînê tune bûn. Serda jî, lazim bû ku şagirt mizgînê bidin kesên ku bi zimanên xerîb xeber didan. Nava van tengasiyada, van şagirtên bixîret bi deha sala mizgîna Padşatiyê “ji hemû efirînên li ser rûyê erdêra” bela kir (Kols. 1:6, 23, ÎM).

7. Sed sal pêşda, xizmetkarên Yehowa ji ku zanibû ku Xwedê ji wana çi dixwaze, û wana çi kir?

7 Li rojên me. Yehowa îro jî rêberiyê xizmetkarên xwe dike û qewatê dide wan. Rêberiya Xwedê hilbet herî zêde ji Kitêba Pîroz tê, ya ku bi saya ruhê pîroz hatiye nivîsandin. Mesele, Kitêba Pîroz mera eyan dike ku Îsa Mesîh çawa xizmet dikir û emir da şagirtên xwe ku ew vî îşî berdewam bikin (Met. 28:19, 20). Li meha Tîrmehê ya sala 1881, jûrnala “Birca Qerewiliyêda” dihate gotinê: “Xwedê gazî me nekiriye û em kifş nekirine ku em xwera hurmetê bistînin û mal û milk qazanc kin, lê bona ku em mizgînê bi dil û can bela bikin”. Belavokekêda (“To Whom the Work Is Entrusted”), ya ku di sala 1919-da hatibû derxistinê, usa dihate gotinê: “Îş gelek mezin tê kifşê, lê bi qewata ku em ji Xudan distînin, emê vî îşî bînin sêrî”. Belê, wek şagirtên li qirna yekê, van xûşk û bira îşê belakirina mizgînê bi mêrxasî dianî sêrî, û ewana bawer bûn ku ruhê pîroz wê alî wan bike wekî mizgînê bidin her cûre însana. Em bawer in ku ruhê pîroz wê alî me jî bike!

Bona belakirina mizgînê, teşkîleta Yehowa hacetên lape baş dide xebatê (Binihêre abzasa 8 û 9)

8-9. Teşkîleta Yehowa mizgînê bi kîjan mêtoda bela dike?

8 Teşkîleta Yehowa mizgînê bi saya hacetên lape baş bela dike. Mesele, mizgîna Padşatiyê bi alîkariya edebyetên neşirkirî, “Foto-Dramaya Efirandinê,” fonograf, erebeyên bideng û bernameyên radyoyê dihat bela kirin. Îro, têxnolojiyên teze têne xebitandinê. Usa jî, teşkîleta Xwedê di aliyê welgerandinêda îşekî pir mezin dike. Gelo çima? Nêt ev e ku merivên ji cûre-cûre mileta mizgînê bi zimanê xwe bibihên. Yehowa bêteref e, lema ewî ji berêda gotibû ku mizgîn wê bona “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” bê dayîn (Eyan. 14:6, 7). Xwedê dixwaze ku her kes xebera Padşatiyê bibihê.

9 Carna zor e ku em bigihîjin hine kesa, mesele merivên ku di avayên parastîda dijîn. Gelo kesên usa çawa dikarin mizgînê bibihên? Seva ku em karibin mizgînê bigihînin hê zêde meriva, teşkîleta Yehowa cûre-cûre mêtodên xizmetê dide xebatê. Mesele, di sala 2001-da, Koma Rêberiyê îzin dabû ku stêndên edebyeta li Fransayê û paşê li ciyên din jî bêne xebitandin. Kara vî cûrê xizmetê pir baş bû! Di sala 2011-da, bajarê Niyû Yorkêda li ciyên ku timê tije merî ne, teşkîletê bernameyeke mexsûs destpêkiribû. Bi saya vê bernameyê, di sala pêşinda, 102 129 kitêb û 68 911 jûrnal hatin bela kirin, û 4 701 kesî hînbûna Kitêba Pîroz xwest! Eşkere ye ku ruhê pîroz piştgiriya vî îşî dikir. Lema, Koma Rêberiyê îzin da ku stêndên edebyeta li temamiya dinyayê bêne xebitandin.

10. Em çawa dikarin di xizmetêda bibin hoste?

10 Tu dikarî çi bikî? Ji şîretkirina ku Yehowa civînada mera dide, karê bistîne. Hertim tevî koma xwe ya xizmetê, here xizmetê. Bi vî awayî, tu dikarî alîkariyê bistînî û ji mesela kesên din hêlanê bistînî. Di xizmetêda sebir bike. Wek rêza sereke ya vê gotarê nîşan dike, em xwestina Xwedê, ne bi qewata xwe, lê bi alîkariya ruhê pîroz pêk tînin (Zeker. 4:6). Belê, gerekê em bîr nekin ku şixulê ku em dikin, şixulê Xwedê ye!

YEHOWA XWEDAYÊ EDILAYÊ Û TERBETIYÊ YE

11. Li qirna yekê, koma rêberiyê çawa hevkarî dikir ku edilaya di nav xizmetkarên Xwedêda xwey bike?

11 Li qirna yekê. Koma rêberiyê, ya ku li bajarê Orşelîmê bû, hevkarî dikir ku edilayê û terbetiyê di nav xizmetkarên Xwedêda xwey bike (Kar. Şand. 2:42). Mesele, di sala 49-da D.M., gava pirsa sinetbûnê pêşda hat, koma rêberiyê derheqa vê problêmê bi alîkariya ruhê pîroz şêwira xwe kir. Heger ev problêm safî nebûya, ev yek wê belakirina mizgînêra bibûya asteng. Şandî û mêrên emirda mezin Cihû bûn, lê ewana di bin hukumê edetên Cihûyada yan di bin hukumê kesên ku piştgiriya van edeta dikir, neman. Wana rêberiya Xebera Xwedê û ruhê pîroz digeriyan (Kar. Şand. 15:1, 2, 5-20, 28). Axiriyêda, Yehowa safîkirina wan kerem kir, edilayî û yektî xirab nebû û îşê belakirina mizgînê pêşda çû (Kar. Şand. 15:30, 31; 16:4, 5).

12. Çi nîşan dike ku teşkîleta Yehowa bi terbet e?

12 Li rojên me. Teşkîleta Yehowa her tiştî dike ku nava xizmetkarên Yehowada edilayê û terbetiyê xwey bike. Di sala 1895-da, li jûrnala “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Mijdarê, gotareke bi navê “Bi Terbetî û Maqûlî” derketibû. Vê gotarêda, ya ku li gora 1 Korintî 14:40 hatibû hazir kirin, usa got: “Şandiya gelek cara civatêra derheqa terbetiyê dinivîsîn . . . Gerekê em bîr nekin ku ‘çi ku pêşda hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê’” (Rom. 15:4). Belê, mîna şagirtên Îsa yên ku li qirna yekê dijîtin, teşkîleta Yehowa ya îroyîn jî dixwaze bi terbet û maqûl be. Mesele, heger tu bona Hînbûna “Birca Qerewiliyê” biçûyayî civateke din, belkî jî li welatekî din, li wê derê, teyê xwe rihet texmîn bikira, çimkî teyê bi zelalî bizanibûya ku civîn wê çawa derbaz bibe û kîjan gotar wê bê lêkolîn kirin. Tenê ruhê Xwedê dikare yektîke usa nava teşkîletêda xwey bike (Sêfn. 3:9).

13. Aqûb 3:17 dîna me dikişîne ser çi, û wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

13 Tu dikarî çi bikî? Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî “yektiya ruh pê hevgirêdana edilayiyê xwey kin” (Efes. 4:1-3). Lema, ji xwe bipirse: “Gelo ez edilayîyê û yektiya civatê xwey dikim? Gelo ez guh didim birên cabdar? Gelo ez yekî bi îtbar im, îlahî heger di civatêda cabdariyên min hene? Gelo ez her tiştî wextda dikim û hazir im ku xizmet bikim?” (Aqûb 3:17 bixûne). Heger tu têderxî ku gerekê tu di hine aliyada xwe rast bikî, dua bike wekî Yehowa ruhê pîroz bide te. Çiqas tu îznê bidî ku ruhê pîroz li ser xeyset û kirên te hukum bike, haqas xûşk û bira wê hê zêde te qîmet kin û hiz bikin.

YEHOWA ME HÎN DIKE

14. Li gora Kolosî 1:9, 10, Yehowa li qirna yekê xizmetkarên xwe çawa hîn dikirin?

14 Li qirna yekê. Yehowa xizmetkarên xwe ji dil hîn dike (Zeb. 32:8). Xwedê dixwaze ku ewana wî nas bikin û wî hiz bikin. Ew wana wek zarên xwe hesab dike û dixwaze ku ewana heta-hetayê bijîn. Ev yek bê şîret û rêberiya wî nabe (Yûhn. 17:3). Li qirna yekê, Yehowa xizmetkarên xwe bi saya civatê hîn dikirin (Kolosî 1:9, 10 bixûne). Çawa ku Îsa Mesîh soz dabû, “Piştovan”, dêmek ruhê pîroz, pir alî wan dikir (Yûhn. 14:16). Ruhê pîroz alî şagirta dikir ku ew Xebera Xwedê fem bikin û gelek tiştên ku Îsa Mesîh gotibûn û kiribûn, dianîn bîra wan. Ev gotin û kirinên Îsa Mesîh paşê li Mizgînîda hatin nivîsandin. Vê zanebûnê baweriya wan qewî dikir û alî wan dikir ku ewana Xwedê, Îsa Mesîh û hevdû hê zêde hiz bikin.

15. Yehowa sozê xwe, ya ku Îşaya 2:2, 3-da nivîsar e, çawa tîne sêrî?

15 Li rojên me. Yehowa berêda gotibû ku “di rojên dawînda”, însanê ji hemû mileta wê hilkişin “çiyayê” wî, wekî ji wî hînkirinê bistînin (Îşaya 2:2, 3 bixûne). Ev pêxembertî niha tê sêrî. Hebandina rast di ser hemû baweriyên qelpra hatiye bilind kirin. Yehowa bi rastî jî zanebûna ruhanî bi merdanî dide me! (Îşa. 25:6) Yehowa bi saya “xulamê amin û serwaxt” têr û tije xwarina ruhanî dide me, mesele gotar, vîdêo û gelek edebyetên din (Met. 24:45). Em jî mîna Elîhû texmîn dikin, yê ku derheqa Yehowa usa gotibû: “Ma yê ku mîna [Xwedê] dide hîn kirin kî ye?” (Îb. 36:22)

Rastiyê têke dilê xwe û xwera bike rêber (Binihêre abzasa 16) *

16. Tu çawa dikarî ji aliyê ruhanîva pêşda herî?

16 Tu dikarî çi bikî? Ruhê Xwedê wê alî te bike wekî tu tiştên ku di Kitêba Pîrozda dixûnî û lêkolîn dikî, jiyana xweda pêk bînî. Mîna zebûrbêj dua bike: “Xudan rîya Xwe min hîn ke, ku ez rastîya Teda herim, bike ku dilê min ji navê Te xof bike” (Zeb. 86:11). Xwarina ruhanî, ya ku Yehowa bi saya Kitêba Pîroz û teşkîleta xwe dide me, timê bistîne. Nêta te hilbet ne tenê ev e ku tu zanebûna xwe zêde bikî, lê ev e ku tu rastiyê têkî dilê xwe û xwera bikî rêber. Ruhê Yehowa dikare alî te bike ku tu vê yekê bikî. Usa jî, hêlanê bide xûşk û bira (Îbrn. 10:24, 25). Ev yek çira ferz e? Çimkî ewana malbeta teye ruhanî ne. Lema, dua bike ku ruhê Xwedê alî te bike wekî tu bikaribî li civîna cabên ji dil bidî û cabdariyên xwe bi awayekî baş pêk bînî. Bi vî cûreyî, tu dikarî nîşanî Yehowa û Îsa Mesîh bikî ku tu “berxêd” wane qîmet, hiz dikî (Yûhn. 21:15-17).

17. Tu çawa dikarî piştgiriya teşkîleta Yehowa bikî?

17 Di demeke nêzîkda, tenê teşkîleta ku di bin rêberiya ruhê Xwedêda ye wê li ser dinyayê bimîne. Lema, bi dil û can tevî teşkîleta Yehowa hevkariyê bike. Bîr neke ku Xwedê yekî bêteref e, lema firqiyê neke nava meriva, lê mizgînê bide her kesî. Mîna Yehowa terbet be û civatêda yektiyê xwey bike. Ji xwarina ruhanî, yê ku Mamosteyê Mezin hazir dike, karê bistîne. Gava dinya Mîrê-cina bê qir kirin, ev yek wê alî te bike ku tu netirsî, lê bi mêrxasî û aminî tevî teşkîleta Yehowa xizmet bikî.

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

^ abz. 5 Gelo tu bawer î ku Yehowa rêberiyê teşkîleta xwe dike? Vê gotarêda, emê bivînin ku li qirna yekê, Yehowa çawa rêberî civatê dikir û ew îro çawa rêberiyê xizmetkarên xwe dike.

^ abz. 1 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Teşkîleta Yehowa ji du para ye – pareke li ezmana û pareke li rûyê erdê. Vê gotarêda, xebera “teşkîlet” bona para ku li rûyê erdê ye, tê xebitandin.

^ abz. 52 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Pêşengek li vîdêoyên derheqa xizmeta li welatên xerîbda, dinihêre û dixwaze li cîkî usa xizmet bike. Paşê, ew digihîje nêta xwe û derbazî welatekî xerîb dibe.