Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 45

Alî Mirovan Bike ku Ew Emrên Îsa Mesîh Pêk Bînin

Alî Mirovan Bike ku Ew Emrên Îsa Mesîh Pêk Bînin

“Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min ... hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin” (MET. 28:19, 20).

KILAM 89 Guh Bide û Guhdar Be!

PÊŞGOTIN *

1. Li gor Metta 28:18-20, Îsa Mesîh çi emir da?

PIŞTÎ ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, ew li Celîlê ji şagirtên xwe re xuya bû. Wî dixwest tiştekî muhîm ji wan re bibêje. Gelo çi? Ji kerema xwe re, Metta 28:18-20 bixwîne.

2. Emê di heqê kîjan pirsan de xeber bidin?

2 Gerek em jî vê rêberiya Îsa Mesîh pêk bînin. Ji xeynî vê ku em rêyî şagirtên xwe bidin ku daxwaza Xwedê çi ye, gerek em çi bikin? Hemû mizgînvan çawa dikarin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ew di riya rastiyê de bi pêş ve herin? Û em çawa dikarin alî xwişk û birayên neaktîf bikin da ku ew di îşê şagirtkirinê de dîsa bi me re hevkariyê bikin? Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin van sê pirsan.

HÎNÎ WAN BIKE KU EW EMRÊN ÎSA MESÎH PÊK BÎNIN

3. Îsa Mesîh çi rêberî daye me?

3 Li gor rêberiya Îsa Mesîh, gerek em ji mirovan re zelal bikin ku emrên Îsa çi ne. Lê gelo ev bes e? Îsa Mesîh wisa got: “Hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin.” Li gor gotinên Îsa Mesîh, lazim e ku em hînî mirovan bikin ku gerek ew çi bikin û çawa (Kar. 8:31).

4. Çima muhîm e ku em hînî mirovan bikin ku ew emrên Îsa “pêk bînin”?

4 Çima muhîm e ku em hînî mirovan bikin ku ew emrên Îsa Mesîh “pêk bînin”? Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Mamosteyê ajovaniyê xwendekarên xwe çawa hîn dike? Serê pêşîn, ew belkî bi navgîniya dersên teorîk qanûnên trafîkê hînî wan dike. Lê paşê, gerek ew li ser rê nîşanî wan bide ku ew çawa dikarin erebeyê li gor van qanûnên trafîkê bajon. Ev mîsal çi rêyî me dide?

5. (a) Li gor Yûhenna 14:15 û 1. Yûhenna 2:3, gerek em xwendekarên xwe hîn bikin ku ew çi bikin? (b) Em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew li gor prensîpên Kitêba Pîroz bijîn?

5 Gava em Kitêba Pîroz bi mirovan re lêkolîn dikin, em rêyî wan didin ku Xwedê ji me çi dixwaze. Lê ev ne bes e. Gerek em hînî xwendekaran bikin ku ew çawa dikarin li gor Kitêba Pîroz bijîn (Yûhenna 14:15; 1. Yûhenna 2:3 bixwîne). Bi rabûn û rûniştina xwe, em dikarin nîşanî wan bidin ku ew çawa dikarin prensîpên esasî yên Kitêba Pîroz li hemû warên jiyana xwe pêk bînin. Mesela, em dikarin ji wan re behsa serpêhatiyeke xwe bikin, a ku nîşan dide ku pêkanîna rêberiya Kitêba Pîroz em çawa parastine yan jî alî me kiriye ku em qerareke baş bidin. Wekî din, em dikarin li ber xwendekarên xwe dua bikin ku bila ruhê pîroz rêberiya wan bike (Yûh. 16:13).

6. Em çawa dikarin hînî mirovan bikin ku ew emrên Îsa Mesîh “pêk bînin”?

6 Ji bo ku em hînî mirovan bikin ku ew emrên Îsa Mesîh “pêk bînin”, gerek em çi bikin? Gerek em daxwaza xwendekarên xwe zêde bikin ku ew jî mirovan bikin şagirt. Hin xwendekar difikirin ku ew nikarin mizgînê belav bikin. Loma, gerek em bi sebir alî wan bikin ku ew rastiya Kitêba Pîroz baştir fehm bikin û baweriya xwe pê bînin. Gava xebera Kitêba Pîroz dilê wan bigire, ewê jî bixwazin ji kesên din re jî behsa vê xeberê bikin. Gelo em çawa dikarin daxwaza xwendekarên xwe zêde bikin ku ew mizgînê belav bikin?

7. Em çawa dikarin daxwaza xwendekarên xwe zêde bikin ku ew ji kesên din re behsa mizgînê bikin?

7 Ji xwendekarê xwe wisa bipirse: “Mizgîna Padîşahiyê li ser jiyana te çawa tesîr kiriye? Bi dîtina te, ma hewcedariya kesên din tune ku vê mizgînê bibihîzin? Tu çawa dikarî alî wan bikî?” (Mtl. 3:27; Met. 9:37, 38). Belavokên me nîşanî xwendekar bide û ji wî bipirse ka kîjanê ji bo meriv, heval yan hevalkarên wî baş e. Çend belavokan bide wî, û rêyî wî bide ku ew çawa dikare van belavokan bi awayekî nazik pêşkêşî mirovan bike. Piştî ku xwendekarê me bibe mizgînvanekî nebinavbûyî, helbet lazim e ku em tevî wî xizmet bikin û rêberiya wî bikin (Waiz 4:9, 10; Lûqa 6:40).

CIVAT ÇAWA DIKARE ALÎ XWENDEKARAN BIKE?

8. Çima muhîm e ku xwendekarên me ji Xwedê û ji însanan hez bikin? (Li çarçoveya “ Di Dilê Xwendekaran de Hezkirina Xwedê Mezintir Bike” jî binêre.)

8 Ji bîr neke ku Îsa Mesîh gotibû ku gerek em “hemû tiştên” ku wî li me “emir kirine”, hînî mirovan bikin. Di nav van tiştan de, emrên herî mezin jî helbet hene – ku gerek em ji Xwedê û ji însanan hez bikin. Ev her du emir jî bi îşê belavkirina mizgînê û îşê şagirtkirinê ve girêdayî ye (Met. 22:37-39). Gelo çima? Çimkî yek ji sebebên herî mezin ku em mizgînê belav dikin ev e ku em ji Xwedê û ji însanan hez dikin. Hin xwendekarên Kitêba Pîroz ditirsin ku mizgînê belav bikin. Lê belê, em dikarin wan bidin bawer kirin ku bi alîkariya Yehowa, ewê bi zeman re ji vê tirsê bifilitin (Zeb. 18:1-3; Mtl. 29:25). Çarçoveya “Di Dilê Xwendekaran de Hezkirina Xwedê Mezintir Bike” nîşan dide ku em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku hezkirina Xwedê di dilê wan de mezintir bibe. Wekî din, civat çawa dikare alî şagirtên nû bike ku hezkirina wan mezintir bibe?

9. Mîsala xwendekarê ajovaniyê çi rêyî me dide?

9 Mîsala xwendekarê ajovaniyê dîsa bîne ber çavê xwe. Gava xwendekar tevî mamosteyê xwe di trafîkê de erebeyê diajo, ew çi hîn dibe? Mesela, mamoste wê belkî bala wî bikişîne ser ajovanekî din, ê ku rê dide wî. Yan jî, ewê belkî bala xwendekar bikişîne ser ajovanekî ku şewqa farên erebeya xwe kêmtir dike da ku ajovanên din aciz neke. Emsalên wisa pir muhîm in ku xwendekar ajovaniyê rind hîn bibe.

10. Çi wê alî xwendekarekî bike ku ew ji aliyê ruhî bi pêş ve here?

10 Mîna vê, xwendekarên Kitêba Pîroz, ên ku berê xwe didin riya jiyanê, ne tenê ji mamosteyê xwe, lê ji emsalên xwişk û birayên din jî hîn dibin. Loma, ji bo ku xwendekarên Kitêba Pîroz ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin, pir muhîm e ku ew bên civînan. Gelo çima? Perwerdeya ku li civînan tê dayîn wê zanîna wan zêde bike, baweriya wan qewîtir bike û alî wan bike ku ew ji Xwedê zêdetir hez bikin (Kar. 15:30-32). Wekî din, li civînan mamoste dikare xwendekarê xwe ji xwişk û birayên din re bide nas kirin, ên ku bi eynî probleman micadele kiribû. Li civînan, gelo xwendekar çawa dikare hezkirina şagirtên Îsa Mesîh bibîne?

11. Emsalên xwişk û birayan çawa dikarin li ser xwendekaran tesîr bikin?

11 Van mîsalan bîne ber çavê xwe: (1) Li civînê, xwendekarek rastî xwişkekê tê, ya ku mîna wê zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dike. Ev yek ku xwişka me pir xîret dike ku tevî zarokên xwe yên biçûk bê civînan, dilê xwendekarê digire. (2) Xwendekarekî ku dixwaze dev ji cixareyê berde rastî birayekî tê, yê ku wek wî micadele kiribû, lê serkeftî bû. Ev bira ji xwendekarê te re vedibêje ku hezkirina Yehowa çawa alî wî kiribû ku ew guh bide qanûnên Xwedê (2. Kor. 7:1; Flp. 4:13). Bira ji xwendekarê te re behsa serpêhatiya xwe dike û dibêje: “Çawa ku min dev ji cixareyê berdaye, tu jî dikarî dev jê berdî.” Ev yek cesaretê dide xwendekarê te. (3) Xwendekareke ciwan rastî xwişkeke ciwan tê, ya ku ji jiyana xwe pir kêfê distîne. Ji ber ku xwişka me her tim dilxweş e, xwendekar dixwaze sebebên dilxweşiya wê hîn bibe.

12. Li civatê, her kes çawa dikare alî xwendekarên Kitêba Pîroz bike?

12 Gava xwendekarên Kitêba Pîroz cure cure mizgînvanên dilsoz nas dikin, emsalên wan dikarin rêyî wan bidin ku ew çawa dikarin li gor emrê Îsa ji Xwedê û ji însanan hez bikin (Yûh. 13:35; 1. Tîm. 4:12). Bi ser de, wek me dîtibû, xwendekarên me dikarin ji mizgînvanên ku wek wan rastî probleman hatibûn, cesaretê bistînin. Emsalên wisa nîşanî xwendekaran dikin ku ew jî dikarin jiyana xwe biguherînin û bibin şagirtên Îsa Mesîh (5. Mû. 30:11). Hemû xwişk û bira dikarin bi cure cure awayan alî xwendekaran bikin ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin (Met. 5:16). Gava xwendekarên xwişk û birayên din tên civînan, gelo tu xîret dikî ku wan teşwîq bikî?

ALÎ KESÊN NEAKTÎF BIKE KU EW DÎSA DEST BI XIZMETÊ BIKIN

13-14. Gava şandiyên Îsa Mesîh dilteng bûn, wî dîsa jî li wan çawa dinêrî?

13 Em dixwazin alî xwişk û birayên neaktîf bikin ku ew dîsa dest bi belavkirina mizgînê bikin. Ev yek ku Îsa Mesîh çawa alî şandiyên xwe dikir nîşanî me dide ku em çawa dikarin alî kesên neaktîf bikin.

14 Li dawiya xizmeta Îsa Mesîh ya li rûyê erdê, çend saet berî ku ew hat kuştin, hemû şandiyan “ew hişt û reviyan” (Mar. 14:50; Yûh. 16:32). Gava şandiyên Îsa Mesîh ji bo demekê sist bûn, wî çi kir? Piştî ku Îsa ji mirinê rabû, wî ji hin şagirtên xwe re wisa got: “Netirsin. Herin û ji birayên min re bêjin [ku ez rabûme]” (Met. 28:10a). Îsa hêviya xwe ji şandiyan nebirî. Wan her çi qas ew terk kiribû jî, wî ji wan re got “birayên min”. Wek Yehowa, Îsa Mesîh jî yekî dilovan û efûkar e (2. Qra. 13:23).

15. Em li kesên ku dev ji xizmetê berdaye çawa dinêrin?

15 Mîna vê, gava hin kes dev ji xizmetê berdidin, em dîsa jî xema wan dixwin. Ew dîsa jî xwişk û birayên me ne, û em ji wan hez dikin! Em keda wan ji bîr nakin. Hin ji wan bi gelek salan bi dil û can ji bo Yehowa xizmet kiribû (Îbr. 6:10). Em bi rastî jî bêriya wan dikin! (Lûqa 15:4-7). Wek Îsa Mesîh, em çawa dikarin nîşan bidin ku em xema wan dixwin?

16. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em xema xwişk û birayên neaktîf dixwin?

16 Wan bi nezaket gazî civînan bike. Îsa Mesîh bi cure cure awayan cesaret da şandiyên xwe yên dilteng. Mesela, wî ew gazî civîneke xisûsî kirin (Met. 28:10b; 1. Kor. 15:6). Îro jî, wê baş be ku em kesên neaktîf gazî civînan bikin. Wê belkî lazim be ku em wan çend caran dawet bikin heta ku ew bên. Îsa Mesîh bê guman şa bû ku şagirtên wî hatin wê civînê (li Metta 28:16 û Lûqa 15:6 jî binêre).

17. Gava kesên neaktîf tên civînan, gerek em çi bikin?

17 Wan ji dil silav bike. Gava Îsa Mesîh bi şagirtên xwe re li hev top bû, wî gava pêşîn avêt ku bi wan re sohbetê bike (Met. 28:18). Wexta ku kesekî neaktîf tê Salona Îbadetê, gerek em çi bikin? Wê baş be ku em herin ba wî û wî ji dil silav bikin. Eger em nizanin ku çi bibêjin, em dikarin tenê bibêjin ku em çi qas şa ne ku ew hatiye.

18. Em çawa dikarin cesaretê bidin mizgînvanên neaktîf?

18 Cesaretê bide wan. Gava Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku gerek ew mizgînê li seranserê dinyayê belav bikin, dibe ku ew difikirîn ku ew nikarin vî îşî bikin. Lê belê, Îsa bi van gotinan cesaret da wan: “Ez herdem ... bi we re me” (Met. 28:20). Gelo gotinên wî li ser wan çawa tesîr kir? Pir wext derbas nebû ku wan dest bi belavkirina mizgînê kir (Kar. 5:42). Pir muhîm e ku em jî cesaretê bidin mizgînvanên neaktîf. Ew belkî ditirsin ku ji nû ve dest bi belavkirina mizgînê bikin. Em dikarin ji wan re bibêjin ku gava ewê bixwazin derkevin xizmetê, emê hazir bin ku bi wan re herin. Ewê bê guman qîmetê bidin alîkariya me. Eger em kesên neaktîf wek xwişk û birayên xwe bibînin û li wan dilgerm bin, ewê belkî dîsa dest bi belavkirina mizgînê bikin, û civat wê pir şa be.

ÎŞÊ XWE PÊK BÎNE

19. Daxwaza me çi ye, û çima?

19 Îşê şagirtkirinê wê heta kengê berdewam bike? Heta dawiya vê sîstemê (Met. 28:20). Gerek em çi ji destê me tê bikin ku vî emrê Îsa Mesîh bînin cih. Em wext, qewet û derfetên xwe bi dilxwazî xerc dikin ku kesên ku ‘dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir e’ bibînin (Kar. 13:48, NWT). Bi vî awayî, em Îsa Mesîh ji xwe re dikin emsal. Wî got: “Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim” (Yûh. 4:34; 17:4). Em jî ji dil dixwazin îşê ku ji me re hatiye dayîn, pêk bînin (Yûh. 20:21). Daxwaza me ev e ku kesên neaktîf jî di vî îşî de bi me re bixebitin (Met. 24:13).

20. Li gor Filîpî 4:13, em çawa dikarin îşê ku Îsa Mesîh daye me pêk bînin?

20 Pêkanîna emrê Îsa Mesîh helbet hêsan nîne. Lê belê, em di vî îşî de tenê nînin. Îsa soz daye ku ewê bi me re be. Di îşê şagirtkirinê de, em tevî Xwedê û Îsa Mesîh hevkariyê dikin (1. Kor. 3:9; 2. Kor. 2:17). Belê, em dikarin vî îşî pêk bînin. Çi îmtiyazeke mezin e ku em vê wezîfeyê tînin cih û dikarin alî kesên din bikin ku ew jî di îşê Xwedê de bi me re hevkariyê bikin! (Filîpî 4:13 bixwîne).

KILAM 79 Bila Xwendekarên Me Serkeftî Bibin

^ par. 5 Îsa Mesîh got ku gerek em mirovan bikin şagirtên wî û hînî wan bikin ku ew hemû emrên wî pêk bînin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin guh bidin rêberiya Îsa Mesîh.

^ par. 66 RESIM: Xwişka ku kursa Kitêba Pîroz îdare dike rêyî xwendekara xwe dide ku ew çawa dikare hezkirina Xwedê di dilê xwe de zêde bike. Paşê, xwendekar sê tewsiyeyên mamosteya xwe pêk tîne.