Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 45

Alî Kesên Din Bike ku Ew Temiyên Îsa Mesîh Pêk Bînin

Alî Kesên Din Bike ku Ew Temiyên Îsa Mesîh Pêk Bînin

“Niha herin hemû mileta hîn kin . . . wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin” (MET. 28:19, 20).

KILAMA 89 Guh Bide û Guhdar be

VÊ GOTARÊDA *

1. Li gora Metta 28:18-20, Îsa Mesîh çi temî da?

PAŞÎ ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, ew li Celîlê ji şagirtên xwera xuya bû. Ewî dixwest tiştekî ferz wanra bêje. Gelo çi? Ji kerema xwera, Metta 28:18-20 bixûne.

2. Emê derheqa kîjan pirsa xeber din?

2 Gerekê em jî vê rêberiya Îsa Mesîh pêk bînin. Xêncî vê yekê ku em şagirtên xwe hîn bikin ku xwestina Xwedê çi ye, gerekê em çi bikin? Hemû mizgînvan çawa dikarin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ew di riya rastiyêda pêşda herin? Û em çawa dikarin alî xûşk û birên neaktîf bikin, wekî ewana di îşê şagirtkirinêda dîsa tevî me hevkariyê bikin? Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin van sê pirsa.

WANA HÎN BIKE KU TEMIYÊN ÎSA MESÎH PÊK BÎNIN

3. Îsa Mesîh çi rêberî daye me?

3 Li gora rêberiya Îsa Mesîh, gerekê em merivara zelal şirovekin ku temiyên Îsa çi ne. Lê gelo ev bes e? Îsa Mesîh usa got: “Wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin”. Belê, li gora gotinên Îsa Mesîh, lazim e ku em meriva hîn bikin ku gerekê ew çi bikin û çawa (Kar. Şand. 8:31).

4. Çima ferz e ku em meriva hîn bikin wekî ew temiyên Îsa “xwey kin”?

4 Çima ferz e ku em meriva hîn bikin, wekî ew temiyên Îsa Mesîh “xwey kin”? Vê meselê bîne ber çevê xwe: Dersdarê ajovaniyê şagirtên xwe çawa hîn dike? Ya pêşin, ew belkî bi saya dersên têorîk qanûnên trafîkê wana hîn dike. Lê paşê, gerekê ew li ser rê nîşanî wan bike ku ew çawa dikarin erebeyê li gora van qanûnên trafîkê bajon. Ev mesele çi me hîn dike?

5. (a) Li gora Yûhenna 14:15 û 1 Yûhenna 2:3, gerekê em xwendekarên xwe hîn bikin ku ew çi bikin? (b) Em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn?

5 Gava em hînbûna Kitêba Pîroz tevî meriva derbaz dikin, em wana hîn dikin ku Xwedê çi ji me dewa dike. Lê ev bes nîne. Gerekê em usa jî xwendekara hîn bikin ku ew çawa dikarin li gora Kitêba Pîroz bijîn (Yûhenna 14:15; 1 Yûhenna 2:3 bixûne). Bi rabûn û rûniştina xwe, em dikarin nîşanî wan bikin ku ew çawa dikarin prînsîpên sereke yên Kitêba Pîroz hemû aliyên jiyana xweda pêk bînin. Mesele, em dikarin wanra besa serhatîke xwe bikin, ya ku nîşan dike ku pêkanîna rêberiya Kitêba Pîroz em çawa parastine, yan jî alî me kiriye ku em safîkirineke baş bikin. Usa jî, em dikarin li ber xwendekarên xwe dua bikin ku ruhê pîroz rêberiya wan bike (Yûhn. 16:13).

6. Em çawa dikarin meriva hîn bikin ku ew temiyên Îsa Mesîh pêk bînin?

6 Seva ku em meriva hîn bikin ku ew temiyên Îsa Mesîh pêk bînin, gerekê em çi bikin? Gerekê em alî xwendekarên xwe bikin ku xwestina wan pêşda bê, wekî ewana jî meriva bikin şagirt. Hine xwendekar difikirin ku ew nikarin mizgînê bela bikin. Lema, gerekê em bi sebir alî wan bikin ku ew rastiya Kitêba Pîroz hê baş fem bikin û baweriya xwe vê bînin. Gava xebera Kitêba Pîroz dilê wan bigire, ewê jî bixwazin kesên dinra besa vê xeberê bikin. Gelo em çawa dikarin xwestina xwendekarên xwe zêde bikin, ku ewana jî mizgînê bela bikin?

7. Em çawa dikarin xwestina xwendekarên xwe zêde bikin, wekî ew kesên dinra besa mizgînê bikin?

7 Ji xwendekarê xwe bipirse: “Mizgîna Padşatiyê li ser jiyana te çawa hukum kiriye? Bi dîtina te, gelo kesên din jî hewce ne ku vê mizgînê bibihên? Tu çawa dikarî alî wan bikî?” (Metlk. 3:27; Met. 9:37, 38) Belavokên me nîşanî xwendekar bike û ji wî bipirse ka kîjanê bona meriv, heval yan hevalkarên wî wê baş be. Çend belavoka bide wî, û wî hîn bike ku ew çawa dikare van belavoka bi merîfetî pêşkêşî meriva bike. Paşî ku xwendekarê me bibe mizgînvanekî nenixumandî, hilbet lazim e ku em tevî wî xizmet bikin û alî wî bikin (Waîz 4:9, 10; Lûqa 6:40).

CIVAT ÇAWA DIKARE ALÎ XWENDEKARA BIKE?

8. Çima ferz e ku xwendekarên me Xwedê û însana hiz bikin? (Usa jî çargoşe bi navê “ Dilê Xwendekarada Hizkirina Xwedê Mezin Bike” binihêre.)

8 Bîr neke ku Îsa Mesîh gotibû ku gerekê em “hemû temiyêd” ku ewî daye me, meriva hîn bikin. Di nav van tiştada, temiyên herî mezin jî hilbet hene – ku gerekê em Xwedê û însana hiz bikin. Ev her du temî jî bi îşê belakirina mizgînê û îşê şagirtkirinêva girêdayî ye (Met. 22:37-39). Gelo çima? Çimkî yek ji sebebên herî mezin ku em mizgînê bela dikin ev e, ku em Xwedê û meriva hiz dikin. Hine xwendekarên Kitêba Pîroz ditirsin mizgînê bela bikin. Lê belê, em dikarin wana bidin bawer kirin ku bi alîkariya Yehowa, ewê wede şûnda ji vê tirsê bifilitin (Zeb. 18:1-3; Metlk. 29:25). Çargoşe bi navê “Dilê Xwendekarada Hizkirina Xwedê Mezin Bike” nîşan dike, ku em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin, wekî hizkirina Xwedê dilê wanda mezin bibe. Lê civat çawa dikare alî şagirtên nû bike ku hizkirina wan hê mezin bibe?

9. Mesela şagirtê ajovaniyê çi me hîn dike?

9 Mesela şagirtê ajovaniyê dîsa bîne ber çevê xwe. Gava şagirt tevî dersdarê xwe erebeyê diajo, ew çi hîn dibe? Mesele, dersdar dibeke dîna wî bikişîne ser ajovanekî din, yê ku rê dide wî. Yan jî, ew belkî dîna şagirt bikişîne ser ajovanekî ku şewqa farên erebeya xwe kêm dike, wekî ajovanên din eciz neke. Meselên usa pir ferz in ku şagirt ajovaniyê rind hîn bibe.

10. Çi wê alî xwendekarekî bike, ku ew ruhanîda pêşda here?

10 Mîna vê yekê, xwendekarên Kitêba Pîroz jî, yên ku destpêdikin ser riya jiyanê bimeşin, ne tenê ji dersdarê xwe, lê ji meselên xûşk û birên din jî hîn dibin. Lema, seva ku xwendekarên Kitêba Pîroz ji aliyê ruhanîva pêşda herin, pir ferz e ku ew bên civîna. Gelo çima? Hînkirin ku li civîna tê dayîn wê zanebûna wan zêde bike, baweriya wan hê qewî bike û alî wan bike ku ew hê zêde Xwedê hiz bikin (Kar. Şand. 15:30-32). Usa jî, li civîna dersdar dikare xwendekarê xwe ji xûşk û birên dinra bide nas kirin, yên ku rastî eynî problêma hatibûn. Gelo xwendekar çawa dikare hizkirina şagirtên Îsa Mesîh civatêda bivîne?

11. Meselên xûşk û bira çawa dikarin li ser xwendekara hukum bikin?

11 Van mesela bîne ber çevê xwe: (1) Li civînê, xwendekarek rastî xûşkekê tê, ya ku mîna wê zarên xwe tenê mezin dike. Ev yek ku xûşka me pir xîret dike ku tevî zarên xwe yên biçûk bê civîna, dilê xwendekarê digire. (2) Xwendekarekî ku dixwaze cixare biterikîne rastî birakî tê, yê ku wek wî ser xwe dixebitî, û terk da. Ev bira wê xwendekarê tera bêje ku hizkirina Yehowa çawa alî wî kiribû ku ew guh bide qanûnên Xwedê (2 Korn. 7:1; Fîlî. 4:13). Bira xwendekarê tera besa serhatiya xwe bike û bêje: “Çawa ku min terka cixareyê daye, tu jî dikarî biterkînî”. Ev yek wê mêrxasiyê bide xwendekarê te. (3) Xwendekareke cahil rastî xûşkeke cahil tê, ya ku ji jiyana xwe pir şabûnê distîne. Ji ber ku xûşka me hertim dilşa ye, xwendekar dixwaze meniyên şabûna wê pêbihese.

12. Li civatê, her kes çawa dikare alî xwendekarên Kitêba Pîroz bike?

12 Gava xwendekarên Kitêba Pîroz cûre-cûre mizgînvanên amin nas dikin, meselên wan dikarin wana hîn bikin, ku ew çawa dikarin li gora temiya Îsa ku Xwedê û însana hiz bikin, bijîn (Yûhn. 13:35; 1 Tîmt. 4:12). Xêncî vê yekê, çawa em pêhesiyan, xwendekarên me dikarin ji mizgînvanên ku mîna wan rastî problêma hatibûn, mêrxasiyê bistînin. Meselên usa nîşanî xwendekara dikin ku ew jî dikarin jiyana xwe biguhêzin û bibin şagirtên Îsa Mesîh (Qan. Dcr. 30:11). Hemû xûşk û bira dikarin cûre-cûre aliyava alî xwendekara bikin ku ew ji aliyê ruhanîva pêşda herin (Met. 5:16). Gava xwendekarên xûşk û birayên din tên civîna, gelo tu xîret dikî ku wana hêlan bikî?

ALÎ KESÊN NEAKTÎF BIKE KU EWANA DÎSA DESTPÊKIN XIZMETÊ BIKIN

13-14. Gava şandiyên Îsa Mesîh dilteng bûn, ewî dîsa jî li wan çawa dinihêrî?

13 Em dixwazin alî xûşk û birên neaktîf bikin, wekî ewana dîsa destpêkin mizgînê bela bikin. Ev yek ku Îsa Mesîh çawa alî şandiyên xwe dikir nîşanî me dike, ku em çawa dikarin alî kesên neaktîf bikin.

14 Li xilaziya xizmeta Îsa Mesîh ya li ser erdê, çend sihet pêşiya ku ew hat kuştinê, hemû şandiya ew “hişt û revîn” (Marq. 14:50; Yûhn. 16:32). Gava şandiyên Îsa Mesîh ji bo demekê sist bûn, ewî çi kir? Paşî ku Îsa ji mirinê rabû, ewî hine şagirtên xwera usa got: “Netirsin! Herin bêjine birêd min, ku [ez rabûme]” (Met. 28:10a). Îsa hêviya xwe ji şandiya nebirî. Rast e wana Îsa hîştin, lê ewî wanra got “birên min”. Mîna Yehowa, Îsa Mesîh jî yekî rem bû û dibaxşande meriva (2 Padş. 13:23).

15. Em li kesên ku xizmetê dane sekinandinê çawa dinihêrin?

15 Mîna vê yekê, hergê jî hine kes xizmetê dane sekinandinê, em dîsa jî bona wana xem dikin. Ewana dîsa jî xûşk û birên me ne, û em wana hiz dikin! Em keda wan bîr nakin. Hine ji wan gelek sala bi dil û can bona Yehowa xizmet kiribûn (Îbrn. 6:10). Em bi rastî jî bîra wan dikin! (Lûqa 15:4-7) Mîna Îsa Mesîh, em çawa dikarin nîşan bikin ku em bona wana xem dikin?

16. Em çawa dikarin nîşan bikin ku em bona xûşk û birên neaktîf xem dikin?

16 Wana bi dilgermî teglîfî civîna bike. Îsa Mesîh cûre-cûre aliyada mêrxasî da şandiyên xwe yên dilteng. Mesele, ewî ewana gazî civîneke mexsûsî kirin (Met. 28:10b; 1 Korn 15:6). Îro jî, wê baş be ku em kesên neaktîf gazî civîna bikin. Belkî lazim be ku em wana çend cara teglîf bikin heta ku ew bixwazin bên. Îsa Mesîh bêşik şa bû ku şagirtên wî hatin wê civînê (li Metta 28:16 û Lûqa 15:6 jî binihêre).

17. Gava kesên neaktîf tên civîna, gerekê em çi bikin?

17 Wana ji dil silav bike. Gava Îsa Mesîh tevî şagirtên xwe top bû, ewî gava pêşin avît ku wanra xeber de (Met. 28:18). Wexta ku kesekî neaktîf tê Oda civatê, gerekê em çi bikin? Wê baş be ku em nêzîkî wî bin û wî ji dil silav bikin. Heger em nizanin ku çi bêjin, em dikarin tenê bêjin ku em çiqas şa ne ku ew hatiye.

18. Em çawa dikarin mêrxasiyê bidin mizgînvanên neaktîf?

18 Mêrxasiyê bide wan. Gava Îsa Mesîh şagirtên xwera got ku gerekê ewana mizgînê li ser temamiya dinyayê bela bikin, dibeke ewana difikirîn ku wê nikaribin vî îşî bikin. Lê belê, Îsa bi van gotina mêrxasî da wan: “Ez îroda timê . . . tevî we me!” (Met. 28:20) Gelo gotinên wî li ser wan çawa hukum kir? Pir wext derbaz nebû ku wana belakirina mizgînê destpêkir (Kar. Şand. 5:42). Gelek ferz e ku em jî mêrxasiyê bidin mizgînvanên neaktîf. Ewana belkî ditirsin ku dîsa tezeda belakirina mizgînê destpêkin. Em dikarin wanra bêjin ku gava ewana bixwazin derkevin xizmetê, emê hazir bin tevî wan herin. Ewê bêşik alîkariya me qîmet bikin. Heger em kesên neaktîf ça xûşk û birên xwe hesab kin û hindava wanda dilgerm bin, ewê belkî dîsa belakirina mizgînê destpêkin, û civat wê pir şa be.

ÎŞÊ XWE PÊK BÎNE

19. Xwestina me çi ye, û çima?

19 Îşê hazirkirina şagirta wê heta kengê berdewam bibe? Heta xilaziya vê sîstemê (Met. 28:20). Gerekê em çi ji destê me tê bikin ku vî temiya Îsa Mesîh bînin sêrî. Em wext, qewat û perê xwe bi rezedilî xerc dikin, wekî kesên ku dilê wan bona jiyana herheyî hazir e bivînin (Kar. Şand. 13:48). Bi vî awayî, em Îsa Mesîh xwera dikin mesele. Ewî got: “Xwarina min ew e, ku ez xwestina wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim” (Yûhn. 4:34; 17:4). Em jî ji dil dixwazin îşê ku mera hatiye dayîn, pêk bînin (Yûhn. 20:21). Xwestina me ev e ku kesên neaktîf jî di vî îşîda tevî me bixebitin (Met. 24:13).

20. Li gora Fîlîpî 4:13, em çawa dikarin îşê ku Îsa Mesîh daye me pêk bînin?

20 Pêkanîna temiya Îsa Mesîh hilbet hêsa nîne. Lê belê, em di vî îşîda tenê nînin. Îsa soz daye ku ew wê tevî me be. Di îşê şagirtkirinêda, em tevî Xwedê û Îsa Mesîh hevkariyê dikin (1 Korn. 3:9; 2 Korn. 2:17). Belê, em dikarin vî îşî pêk bînin. Çi qedirekî mezin e ku em vî şixulî tînin sêrî û dikarin alî kesên din bikin, wekî ew jî di îşê Xwedêda tevî me hevkariyê bikin! (Fîlîpî 4:13 bixûne)

KILAMA 79 Wana Hîn kin ku Qewî Bisekinin

^ abz. 5 Îsa Mesîh got ku gerekê em meriva bikin şagirtên wî û wana hîn bikin ku ew hemû temiyên wî pêk bînin. Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin guh bidin rêberiya Îsa Mesîh.

^ abz. 66 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşka ku hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, xwendekara xwe hîn dike, ku ew çawa dikare hizkirina Xwedê dilê xweda zêde bike. Paşê, xwendekar sê şîretên dersdara xwe pêk tîne.