Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 46

Mêrxas be, Yehowa Piştovanê Te ye

Mêrxas be, Yehowa Piştovanê Te ye

“Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim” (ÎBRN. 13:5).

KILAMA 55 Ji Wana Netirse!

VÊ GOTARÊDA *

1. Gava em xwe tenê texmîn dikin yan gava ku problêmên me pir in, çi dikare dilbînî bide me? (Zebûr 118:5-7)

GELO tu xwe carina tenê texmîn dikî û difikirî ku tu kes alî te nake? Hine xizmetkarên Yehowa yên amin jî xwe usa texmîn dikirin (1 Padş. 19:14). Li demên usa, vê soza Yehowa bîne bîra xwe: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim”. Lema em dikarin bi bawerî usa bêjin: “Xudan piştovanê min e û ez natirsim” (Îbrn. 13:5, 6). Pawlosê şandî ev gotin weke sala 61 ya D.M. xûşk û birên li Cihûstanêra nivîsîbûn. Gotinên Pawlos rêzên Zebûr 118:5-7 (bixûne) tînin bîra me.

2. Vê gotarêda, emê li ser çi xeber din?

2 Wek zebûrbêj, Pawlos jî ji Yehowa alîkarî distand. Mesele, weke du sal pêşiya ku wî nema xwe ya Îbraniyara nivîsî, gemiya ku Pawlos têda bû, ket firtoneke mezin (Kar. Şand. 27:4, 15, 20). Him li dema vê firtoneyê him jî gelek carên din, Yehowa Pawlosra bû Alîkar. Niha emê dîna xwe bidin sê serhatiyên Pawlos, yên ku nîşan dikin ku Yehowa çawa bi destê Îsa Mesîh û meleka, bi destê kesên xweyîhukum û bi destê xûşk û bira alî Pawlos kir. Ev yek wê baweriya me hê qewî bike ku heger em ji Xwedê alîkariyê bixwazin, ewê bê hewara me.

ALÎKARIYA ÎSA Û MELEKA

3. Dibeke Pawlos çi difikirî, û çima?

3 Pawlos hewceyî alîkariyê bû. Weke sala 56 D.M., elaletê ew ji paristgehê derxist û dixwest wî bikuje. Rojek şûnda, gava Pawlos li ber civîna giregira sekinî, dijminên wî dixwestin wî qet-qetî kin (Kar. Şand. 21:30-32; 22:30; 23:6-10). Dibe ku Pawlos usa difikirî: “Ezê heta kengê karibim li ber vê zulimê teyax bikim?”

4. Yehowa çawa bi destê Îsa alî Pawlos kir?

4 Pawlos çi alîkarî stand? Şeva paşî ku Pawlos hat girtin, Îsa wîra xuya bû û got: “Serxwe be, te çawa şedetiya min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Romêda şedetiyê bidî” (Kar. Şand. 23:11). Pawlos bêşik ji vê sozê pir mêrxasî distand. Îsa Mesîh pesnê Pawlos da ji ber ku ewî li Orşelîmê şedetî dabû. Usa jî, ewî soz da Pawlos ku ewê bi sax û silamet bigihîje Romê, û ku ewê li wê derê dîsa şedetiyê bide. Gava Pawlos ev soz bihîst, bêşik ewî xwe xweykirî texmîn dikir, wek zarokekî ku xwe di paşila bavê xweda xweykirî texmîn dike.

Li dema firtonekê, melekek Pawlora dibêje ku her kesê ku li ser gemiyê ye, wê xilaz be (Binihêre abzasa 5)

5. Yehowa çawa bi destê melekekî alî Pawlos kir? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

5 Pawlos rastî kîjan tengasiyên din hat? Weke du sal paşî çetinayên li Orşelîmê, Pawlos bi gemîkê diçû Îtalyayê. Hingê firtoneke haqas mezin rabû ku gemîvan û rêwî difikirîn ku ewê bimirin. Lê belê, Pawlos netirsiya. Gelo çima? Ewî merivên li gemiyêra usa got: “Vê şeva derbazbûyî milyaketekî wî Xwedêyê ku ez para wî me û wî dihebînim, minva xuya bû û got: ‘Netirse, Pawlos! Gerekê tu li ber Qeyser bisekinî. Xwedê hemûyêd tevî te gemiyêda dane xatirê te’”. Bi alîkariya melekekî, Yehowa sozê ku ewî berê bi saya Îsa dabû wî, dubare kir. Bi rastî jî, Pawlos sax û silamet gihîşte Romê (Kar. Şand. 27:20-25; 28:16).

6. Kîjan sozê Îsa Mesîh dikare mêrxasiyê bide me, û çima?

6 Em çi alîkariyê distînin? Çawa ku Îsa Mesîh piştgiriya Pawlos kiribû, ewê piştgiriya me jî bike. Mesele, Îsa Mesîh hemû şagirtên xwera usa soz daye: “Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me!” (Met. 28:20) Gotinên Îsa mêrxasiyê didin me. Gelo çima? Car cara, em rastî tengasiyên mezin tên. Mesele, gava hizkiriyekî me dimire, êşa me ne tenê bi çend roja, lê dikare bi gelek sala berdewam bibe. Lê hinek ji me îda kal û pîr bûne û bona vê yekê dilteng dibin, hinek jî dikevine dêprêsyayê û ji bo vê yekê diçerçirin. Dîsa jî, em sebir dikin, çimkî em zanin ku problêmên me çiqas mezin bin jî, Îsa “timê” tevî me ye (Met. 11:28-30).

Gava em mizgînê bela dikin, melek rêberiya me dikin (Abzasa 7 binihêre)

7. Li gora Eyantî 14:6, Yehowa çawa alî me dike?

7 Xebera Xwedê dibêje ku Yehowa bi saya meleka jî alî me dike (Îbrn. 1:7, 14). Mesele, gava em mizgîna Padşatiyê merivên ji cûre-cûre miletara bela dikin, melek rêberiya me dikin (Met. 24:13, 14; Eyantî 14:6 bixûne).

ALÎKARIYA KESÊN XWEYÎHUKUM

8. Yehowa çawa bi destê fermandarekî Romayî alî Pawlos kir?

8 Pawlos çi alîkarî stand? Di sala 56 D.M.-da, Îsa Pawlosra gotibû ku ewê here Romê. Lê belê, li Orşelîmê, hine Cihûya dixwestin Pawlos bikujin. Gava fermandarê Romayî Klawdyo Lûsyo plana wan bihîst, ewî Pawlos ji destê wan filitand. Ewî Pawlos tevî eskera şand bajarê Qeyseryê, weke 105 km ji Orşelîmê dûr. Li Qeyseryê, Felîks welî “emir kir, ku ew qesira Hêrodesda bê xweykirinê”. Li wêderê, dijminên Pawlos îda nikaribûn zirarê bidin wî (Kar. Şand. 23:12-35).

9. Welî Fêsto çawa alî Pawlos kir?

9 Du sal şûnda, Pawlos hê li Qeyseryê girtî bû. Dewsa Felîks, merivekî bi navê Fêsto îda bûbû welî. Cihûya ji Fêsto dixwest ku Pawlos li Orşelîmê bê dîwan kirin, lê Fêsto xwestina wan red kir. Welî belkî zanibû ku “wana telek çêkiribû ku rêva wî bikujin” (Kar. Şand. 24:27–25:5).

10. Gava Pawlos dewa dîwana Qeyser kir, welî Fêsto çi got?

10 Paşê, Pawlos li Qeyseryê hat dîwan kirin. Fêsto “xwest ku cihûyara qenciyê bike”, û ji Pawlos pirsî: “Tu dixwazî hevraz herî Orşelîmê, ku bona van tişta dîwana te ber min wir bê kirinê?” Pawlos zanibû ku heger ew here Orşelîmê, ewê dibeke bê kuştin. Usa jî, ewî zanibû ku gerekê ew çi bike wekî sax bimîne, bigihîje Romê û xizmeta xwe pêk bîne. Ewî got: “Ez dewa dîwana Qeyser dikim”. Paşî ku Fêsto tevî şîretkarên xwe xeber da, ewî Pawlosra got: “Tu dewa Qeyser dikî, gerekê tu herî cem Qeyser”. Bi saya qirara Fêsto, Pawlos ji destê dijminên xwe filitî. Wext şûnda, Pawlos çû Romê – dûrî Cihûyên ku dixwestin wî bikujin (Kar. Şand. 25:6-12).

11. Dibeke Pawlos kîjan gotinên Îşaya anîn bîra xwe?

11 Gava Pawlos hîviyê bû ku here Îtalyayê, wî belkî ev gotinên Îşaya anîn bîra xwe: “De plana bikin, lê planê we wê vala derkevin! Hûn çi dixwazin bêjin, bêjin, lê hûnê serketî nebin, çimkî Xwedê tevî me ye” (Îşa. 8:10, DT). Pawlos zanibû ku Xwedê wê alî wî bike, û vê yekê bêşik mêrxasî dida wî û alî wî dikir ku ew li himberî tengasiya sebir bike.

Çawa li demên berê, Yehowa îro jî dikare kesên xweyîhukum bide xebatê ku ew xizmetkarên wî biparêzin (Abzasa 12 binihêre)

12. Yûlyo çi kir, û dibeke Pawlos çi fem kir?

12 Di sala 58 D.M.-da, Pawlos rê ket. Ji ber ku ew girtî bû, ew tesmîlî fermandarekî Romayî yê bi navê Yûlyo kirin. Ji vê demê, jiyana Pawlos îda di destê Yûlyoda bû. Gelo Yûlyo hukumê xwe çawa da xebatê? Rojek şûnda, gava ew ji gemiyê peya bûn, “Yûlyo qencî Pawlosra kir, îzin da ku here cem dostêd xwe”. Çend roj şûnda, Yûlyo hukumê xwe da xebatê ku Pawlos ji mirinê xilaz bike. Gelo çawa? Eskera dixwest hemû girtiyên ku li gemiyê bûn, bikujin, lê Yûlyo riya wan girt. Dibeke, Pawlos fem kir ku Yehowa bi destê vî fermandarê dilrem alî wî dikir (Kar. Şand. 27:1-3, 42-44).

Abzasa 13 binihêre

13. Yehowa çawa dikare kesên xweyîhukum bide xebatê?

13 Em çi alîkariyê distînin? Heger Yehowa bixwaze, ew dikare bi destê ruhê pîroz kesên xweyîhukum bide xebatê ku ewana xwestina wî bînin sêrî. Silêman Padşa usa gotibû: “Dilê padşê destê Xudanda mîna cewêd ava ne, kîyalîda ku dixwaze, Wî alîyîda dadigerîne” (Metlk. 21:1). Ev metelok çi tê hesabê? Mîna ku cotkar dikare kanalekê bikole û riya avê li gora xwestina xwe biguhêze, Yehowa jî dikare bi destê ruhê pîroz fikrên hukumdara li gora xwestina xwe biguhêze. Axiriyêda, kesên xweyîhukum dikarin alî xizmetkarên Xwedê bikin (Ezra 7:21, 25, 26 jî binihêre).

14. Li gora Karên Şandiya 12:5, em dikarin derheqa kê dua bikin?

14 Em dikarin çi bikin? Em dikarin “bona padşa û hemû serwêra” dua bikin, wekî qirarên wan ji bo xizmet û hebandina me baş bin (1 Tîmt. 2:1, 2; Nehem. 1:11). Wek şagirtên Îsa, yên ku li qirna yekê dijîtin, em jî ji dil bona xûşk û birayên me yên girtî dua dikin (Karên Şandiya 12:5 bixûne; Îbrn. 13:3). Usa jî, em dikarin ji bo nobedara dua bikin, yên ku bona xûşk û birên me cabdar in. Em dikarin ji Yehowa lava bikin ku ew li ser fikrên wan hukum bike, wekî ewana mîna Yûlyos xûşk û birayên me yên girtîra qenciyê bikin.

ALÎKARIYA XÛŞK Û BIRA

15-16. Yehowa çawa bi saya Erîstarxo û Lûqa alî Pawlos kir?

15 Pawlos çi alîkarî stand? Gava Pawlos diçû Romê, ewî çend cara bi destê xûşk û bira ji Yehowa alîkarî stand. Niha emê li çend mesela binihêrin.

16 Du hevalên Pawlos – Erîstarxo û Lûqa – tevî wî çûn Romê. * Kitêba Pîroz nabêje ku Îsa soz dabû wan ku ewê sax û silamet bigihîjin Romê. Lema, gava ew rê ketin, wana jiyana xwe dikirine bin xofê. Dîsa jî, ew hazir bûn ku tevî Pawlos rêwîtiyê bikin. Ancax gava ew îda li gemiyê bûn, wana bihîst ku ewê jî sax bimînin. Lema, çaxê Erîstarxo û Lûqa li Qeyseryê ketine gemiyê, Pawlos bêşik bona alîkariya van du birên mêrxas, şikirî da Yehowa (Kar. Şand. 27:1, 2, 20-25).

17. Yehowa çawa bi destê xûşk û bira alî Pawlos dikir?

17 Pawlos di rêwîtiya xweda çend cara ji xûşk û bira alîkarî stand. Mesele, li bajarê Saydayê, Yûlyo îzin da ku Pawlos “here cem dostêd xwe, wekî bona wî xem bikin”. Paşê, li bajarê Potiyolê, Pawlos û hevalên wî “xûşk-bira dîtin”, yên ku hîvî ji wan kirin, ku heftîkê wir bimînin. Xûşk û birayên li van dera bona hewcedariyên Pawlos û hevalên wî xem dikirin, û bêşik Pawlos jî wanra besa serhatiyên xwe dikir û bi vî awayî dilê wan qewî dikir (Karên Şandiya 15:2, 3 jî binihêre). Paşî ku Pawlos û hevalên wî ji xûşk û bira alîkarî standin, ew dîsa rê ketin (Kar. Şand. 27:3; 28:13, 14).

Mîna Pawlos, em alîkariya Yehowa bi saya xûşk û bira distînin (Abzasa 18 binihêre)

18. Pawlos çima “şikirî da Xwedê û dilê wî şidiya”?

18 Gava Pawlos berbi Romêva dimeşiya, gotinên ku wî 3 sal pêşda civata Romêra nivîsîbû belkî hatin bîra wî: “Ev çend sal e ez dikim bême cem we” (Rom. 15:23). Lê belê, ew nedifikirî ku ewê bi zincîra here wêderê. Bîne ber çevê xwe ku gava ewî dît ku birên ji Romê li ser rê hîviya wî bûn, dilê wî çiqas şa bû! Kitêba Pîroz usa dibêje: “Pawlos ku ew dîtin, şikirî da Xwedê û dilê wî şidiya” (Kar. Şand. 28:15). Pawlos şikirî da Xwedê bona ku bira hatin bal wî, û ewî fem kir ku Yehowa bi destê van bira alî wî dikir.

Abzasa 19 binihêre

19. Wek 1 Petrûs 4:10 dibêje, Yehowa çawa dikare me bide xebatê ku em alî xûşk û bira bikin?

19 Em dikarin çi bikin? Gelo di civata teda xûşk yan birayên nexweş hene? Gelo problêmên wan yên din hene? Gelo ew xemgîn in ku wana hizkiriyekî xwe unda kiriye? Heger em bivînin ku xûşk yan birakîra alîkarî lazim e, em dikarin dua bikin ku Yehowa alî me bike ku em tiştekî baş bona wan bikin yan bêjin. Dibeke xûşk yan birê me bi saya gotin û kirinên me mêrxasiyê bistîne (1 Petrûs 4:10 bixûne). Gava em alî wan dikin, baweriya wana dikare hê qewî be hindava vê soza Yehowa: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim”. Gelo ew yek wê dilê te şa nekira?

20. Em çima dikarin bi bawerî bêjin: “Xudan piştovanê min e”?

20 Wek Pawlos û hevalên wî, em jî di jiyana xweda rastî cûre-cûre tengasiya tên. Lê belê, em zanin ku Yehowa tevî me ye. Ew bi destê Îsa û meleka alî me dike. Usa jî, heger li gora qirara wî be, ew dikare bi destê kesên xweyîhukum jî alî me bike. Xêncî vê yekê, gelek ji me bi çevên xwe dîtiye ku Yehowa xizmetkarên xwe bi saya ruhê pîroz dide xebatê ku ew alî xûşk û bira bikin. Lema, wek Pawlos, em dikarin bi bawerî bêjin: “Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?” (Îbrn. 13:6)

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

^ abz. 5 Vê gotarêda, emê bivînin ku Yehowa bi kîjan sê awaya alî Pawlosê şandî kir ku ew li himberî zemeta sebir bike. Çawa ku Yehowa di demên berêda xizmetkarên xwera dibû Alîkar, ew îro jî alî me dike ku em tengasiyada neşikên.

^ abz. 16 Erîstarxo û Lûqa pêşda jî tevî Pawlos rêwîtî kiribûn. Gava Pawlos li Romê girtî bû, ev du birên amin dîsa li bal wî man (Kar. Şand. 16:10-12; 20:4; Kols. 4:10, 14).