Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 47

Hertim ser Xwe Bixebitin

Hertim ser Xwe Bixebitin

“Xûşk-birano, hertim şa bin, ser xwe bixebitin” (2 KORN. 13:11, DT).

KILAMA 54 “Eva ye Rê”

VÊ GOTARÊDA *

1. Li gora Metta 7:13, 14, em li ser kîjan rê ne?

EM GIŞK li ser rêyekê dimeşin. Nêta me ev e ku em bin hukumdariya Yehowada dinya tezeda bijîn. Roj bi roj, em xîret dikin ku li ser riya jiyanê bimînin. Lê wek Îsa Mesîh gotibû, ev rê teng e, û carina li me zor tê ku em li ser vê rê bimînin (Metta 7:13, 14 bixûne). Ji ber ku em qisûrdar in, em hêsa dikarin ji vê rê derkevin (Galt. 6:1).

2. Vê gotarêda, emê li ser çi xeber bidin? (Çargoşe bi navê “ Milûktî Alî Me Dike ku Em ser Xwe Bixebitin” binihêre.)

2 Seva ku em li ser riya jiyanê bimînin, gerekê em hazir bin ku fikir, nihêrandin û rabûn-rûniştina xwe biguhêzin. Pawlosê şandî xûşk û birên li bajarê Korintêra gotibû ku bira ew “ser xwe bixebitin” (2 Korn. 13:11, DT). Ev şîret bona me jî ferz e. Vê gotarêda, emê bivînin ku Kitêba Pîroz çawa dikare alî me bike ku em ser xwe bixebitin û xûşk-birên gihîştî çawa dikarin alî me bikin, wekî em ji riya teng dernekevin. Usa jî, carina belkî li me zor tê ku em guh bidin rêberiya teşkîleta Yehowa. Emê bivînin ku milûktî çawa dikare alî me bike, wekî em xwe rast bikin û di xizmeta Yehowada dilxweşiya xwe unda nekin.

ÎZNÊ BIDE KU XEBERA XWEDÊ TE RAST BIKE

3. Xebera Xwedê çawa dikare alî me bike?

3 Hêsa nîne ku em fikrên xwe bicêribînin, çimkî dilê me “xapînok” e, lema em carina fem nakin ku dilê me, me dibe ku derê (Yêrem. 17:9). Gerekê em haş ji xwe hebin ku em bi fikirên şaş xwe nexapînin (Aqûb 1:22). Lema, heger em dixwazin xwe bicêribînin, gerekê em Xebera Xwedê bidine xebatê. Xebera Xwedê eşkere dike ku em merivên çawa ne û “nêt û fikirêd” dilê me çi ne (Îbrn. 4:12, 13). Xebera Xwedê wek rêntgênê ye, ya ku nîşanî me dike ku nav dilê meda çi heye. Lê belê, seva ku em şîretên Kitêba Pîroz û yên teşkîleta Xwedê qebûl kin û karê bistînin, gerekê em milûk bin.

4. Em ji ku zanin ku Şawûl Padşa bû merivekî qure?

4 Serhatiya Şawûl Padşa me hîn dike ku kêmasiya milûktiyê çi axirî pey xwe tîne. Şawûl haqas qure bû ku ewî qebûl nekir wekî ew gerekê fikir û rabûn-rûniştina xwe rast bike (Zeb. 36:1, 2; Hebq. 2:4). Paşî ku Şawûl ordiya Amalekiya bindest kir, quretiya wî eşkere bû. Yehowa raste-rast gotibû ku gerekê ew çi bike, lê Şawûl guh neda wî. Gava Samûyêl pêxember ser wî hêrs ket jî, Şawûl Padşa şaşiya xwe biçûk hesab kir û dixwest sûcê xwe bavêje ser kesên din (1 Sam. 15:13-24). Ev yek ne cara pêşin bû ku Şawûl nihêrandineke usa eyan kir (1 Sam. 13:10-14). Çi heyf e ku wî îzin da ku quretî bikeve dilê wî. Ewî fikrên xwe rast nekir, lema Yehowa ser wî hêrs ket û ew red kir.

5. Em dikarin ji serhatiya Şawûl çi dersê bistînin?

5 Seva ku em ji serhatiya Şawûl dersê bistînin, wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Gava ez şîreteke ji Xebera Xwedê dixûnim, gelo ez meniya digerim ku guh nedim wan şîreta? Gelo ez şaşiyên xwe biçûk hesab dikim? Gelo ez sûcê xwe davêjim ser kesên din?” Heger di van aliyada kêmasiyên me hebin, gerekê em nihêrandin û fikrên xwe rast bikin. He-ger em vê yekê nekin, quretî dikare bikeve dilê me, û em dikarin dostiya xwe tevî Yehowa unda bikin (Aqûb 4:6).

6. Dawid Padşa çawa ji Şawûl Padşa cude bû?

6 Dawid Padşa ne mîna Şawûl Padşa bû. Dawid qanûna Yehowa pir hiz dikir (Zeb. 1:1-3). Ewî zanibû ku Yehowa kesên milûk xilaz dike, lê kesên qure nefret dike (2 Sam. 22:28). Lema Dawid îzin da ku qanûna Xwedê fikrên wî rast bike. Ewî usa nivîsî: “Pesinê Te ezê bidim, Xudanê şîretkar, heta şev jî dil nav minda dibe dersdar” (Zeb. 16:7).

XEBERA XWEDÊ

Xebera Xwedê me hişyar dike ku em ji riya rast dernekevin. Heger em milûk bin, emê îznê bidin ku Xebera Xwedê fikrên me yên şaş rast bike. (Abzasa 7 binihêre)

7. Milûktî çawa dikare alî me bike?

7 Heger em milûk bin, emê îznê bidin ku Xebera Xwedê fikrên me yên şaş rast bike pêşiya ku em şaşîkê bikin. Xebera Xwedê wê mera usa bêje: “Rê ev e, di vê rêyada bimeşin!” Gava em ji riya rast şaş bibin, ewê me hişyar bike (Îşa. 30:21). Heger em guh bidin Yehowa, emê gelek karê bistînin (Îşa. 48:17). Mesele, wê ne lazim be ku kesekî din me rast bike. Usa jî, emê diha nêzîkî Yehowa bibin, çimkî emê fem bikin ku ew me wek zarên xwe divîne (Îbrn. 12:7).

8. Li gora Aqûb 1:22-25, Xebera Xwedê çawa beramberî neynikekê dibe?

8 Xebera Xwedê beramberî neynikekê dibe (Aqûb 1:22-25 bixûne). Sibehê, pêşiya ku em ji malê derdikevin, ma em di neynikêda li xwe nanihêrin? Bi vî awayî, em divînin ku gerekê em çi rast bikin pêşiya ku kesên din me bivînin. Mîna vê yekê, heger em Kitêba Pîroz her roj bixûnin, emê bivînin ku gerekê em kîjan nihêrandin û fikrên xwe rast bikin. Gelek xûşk û bira her sibehê rêza rojê dixûnin pêşiya ku ew ji malê derdikevin. Paşê, ew temamiya rojê difikirin ku ew çawa dikarin vê şîreta Xebera Xwedê pêk bînin. Usa jî, gerekê em xwera bernameke lêkolînê çêkin, Xebera Xwedê her roj bixûnin û li ser wê kûr bifikirin. Dibeke em difikirin ew tiştên hêsa ne, lê bi rastî gelek ferz e wan tişta bikin, wekî em li ser riya jiyanê bimînin.

GUH BIDE XÛŞK Û BIRÊN GIHÎŞTÎ

XÛŞK Û BIRÊN GIHÎŞTÎ

Carina, xûşk û birên gihîştî me bi zarşîrînî hişyar dikin. Gelo em şikirdar nînin, ku ew bi mêrxasiyê şîretê didin me? (Abzasa 9 binihêre)

9. Wê belkî kengê lazim be ku kesek me şîret bike?

9 Gelo te qet şaşîke usa kiriye, ya ku tu ji Yehowa dûr xistî? (Zeb. 73:2, 3) Heger xûşk yan birakî gihîştî tu şîret kirî, gelo te guh da wî û li gora şîreta wî kir? Heger te usa kir, te baş kir, û tu bêşik şêkirdar î ku hevalê te tu hişyar kirî (Metlk. 1:5).

10. Heger hevalekî te şîretê bide te, tu gerekê ça ser vê yekê binihêrî?

10 Xebera Xwedê dibêje ku birînên ji hevalê qenc, aminiya wî didine kifşê (Metlk. 27:6). Ev yek çi tê hesabê? Vê meselê bîne ber çevê xwe: Tu dixwazî derbazî wî aliyê rê bibî, lê wî wextî kesek tera têlê dixe. Tu dîna xwe didî têlê, û li derdora xwe nanihêrî û dikî ku derbaz bibî. Wê gavê, hevalekî te milê te digire û te dide sekinandin. Ew milê te usa qayîm digire ku milê te dêşe, lê bi saya alîkariya wî, tu sax dimînî. Qe tuyê bixeyîdiyayî ser wî, ku ewî milê te êşand? Hilbet na! Tuyê bona alîkariya wî şêkirdar bûyayî. Mîna vê yekê, heger hevalek tera bêje ku gotin yan kirinên te ne li gora prînsîpên Xwedê ne, dibe ku tu di serîda hinek eciz bibî. Lê belê, ji bo şîreta wî hêrs nekeve û nexeyîde. Ev yek wê bêaqilayî be (Waîz 7:9). Gerekê tu şêkirdar bî ku hevalê te bi mêrxasî şîret da te.

11. Hine kes çima şîretên hevalên xwe qebûl nakin?

11 Hine kes çima şîretên baş yên dost û hevalên xwe qebûl nakin? Çimkî ew qure ne! Merivên qure hertim dixwazin tiştên ku li guhên wan xweş tên, bibihên, û ew guhên xwe ji rastiyê dizivirînin (2 Tîmt. 4:3, 4). Ew difikirin ku nihêrandina wan, nihêrandina herî rast e, û ku qîmeta wan ji qîmeta kesên din bilindtir e. Lê Pawlosê şandî usa nivîsî: “Heger yek xwe dewsa tiştekî datîne û xwexa ne tu tişt e, ew xwexa xwe dixapîne” (Galt. 6:3). Silêman Padşa jî nivîsî: “Xortê feqîr û şehreza, ji padşayê bêaqil û kalbûyî yê ku îda naşêwire çêtir e” (Waîz 4:13, ÎM).

12. Ji serhatîke Petrûs, ya ku Galatî 2:11-14-da em dixûnin, em çi hîn dibin?

12 Bîne bîra xwe ku gava Pawlosê şandî li ber her kesî şaşiya Petrûsê şandî da rûyê wî, Petrûs xwe ça kifş kir (Galatî 2:11-14 bixûne). Ji ber ku Petrûs yekî aqilmend bû, ew nexeyîdî ku Pawlos li ber her kesî şîret da wî, lê ewî şîreta wî qebûl kir. Paşê, ewî derheqa Pawlos got “birê . . . delal” (2 Pet. 3:15).

13. Pêşiya ku em şîretê bidin kesekî, gerekê em li ser çi bifikirin?

13 Heger tu difikirî ku xûşk yan birak hewceyî şîretê ye, gerekê tu çi bikî? Pêşiya ku tu şîretê bidî kesekî, ji xwe bipirse: “Gelo ew bi rastî hewceyî vê şîretê ye?” Hine kes xwe bi zêdeyî rast hesab dikin, lema ew meriva ne li gora prînsîpên Yehowa, lê li gora nihêrandina xwe meriva sûcdar dikin, û merivên usa gelek cara dilrem nînin (Waîz 7:16). Heger bi rastî lazim be ku tu şîretê bidî hevalê xwe, wîra bi zelalî bêje ku problêm çi ye, û bi alîkariya pirsa alî hevalê xwe bike ku ew şaşiya xwe fem bike. Bîr neke ku gerekê hevalê te ne li ber te, lê li ber Yehowa hesabê xwe bide (Rom. 14:10). Lema, gava tu şîretê didî kesekî, Xebera Xwedê bide xebatê û mîna Îsa Mesîh dilrem be (Metlk. 3:5; Met. 12:20). Gelo çima? Çimkî heger em hindava kesên din dilrem bin, Yehowa jî wê hindava meda dilrem be (Aqûb 2:13).

GUH BIDE RÊBERIYA TEŞKÎLETA XWEDÊ

TEŞKÎLETA XWEDÊ

Teşkîleta Xwedê bi saya edebyet, vîdêo û civîna alî me dike ku em şîretên Xebera Xwedê pêk bînin. Carina Koma Rêberiyê teşkîletêda guhastin û safîkirinên teze dike. (Abzasa 14 binihêre)

14. Teşkîleta Xwedê çida alî me dike?

14 Yehowa bi saya teşkîleta xwe alî me dike ku em li ser riya jiyanê bimînin. Vîdêo, edebyet û civînên ku ji aliyê teşkîletêva tên hazir kirin, alî me dikin ku em şîretên Kitêba Pîroz pêk bînin. Hemû şîretên ku em ji teşkîletê distînin, li ser hîmê Kitêba Pîroz tên dayîn. Gava Koma Rêberiyê safî dike ku îşê belakirina mizgînê bi kîjan mêtoda bîne sêrî, ew xwe dispêre ruhê pîroz. Usa jî, Koma Rêberiyê safîkirinên xwe car cara ji nûva dicêribîne. Gelo çima? Çimkî halê dinyayê her ku diçe tê guhastinê, û lazim e ku teşkîleta Xwedê li gora halê nû pêşda here (1 Korn. 7:31).

15. Hine mizgînvan rastî çi tengasiya tên?

15 Bêşik em hazir in ku rêberiya Kitêba Pîroz ya li ser namûsiyê qebûl bikin. Lê belê, gava teşkîlet safîkirineke nû dide, ya ku li ser jiyana me hukum dike, gelo em çi dikin? Mesele, li van sala, xercê avakirin û xweykirina Odên Civata gelek zêde bûye. Lema, Koma Rêberiyê safî kiriye ku gerekê Odên Civata diha bi êkonomîkî û bi aqilayî bidine xebatê. Bona vê yekê, li hine dera çend civat kirine yek, û hine Odên Civata hatine firotinê. Ew pere bona avakirina oda li ciyên ku hewcetî heye, têne xebitandinê. Heger li mihala te hine ode bên firotinê û hine civat bikine yek, belkî li te zor bê ku tu hînî halê nû bibî. Dibeke lazim e ku hine mizgînvan herin odên diha dûr. Hine xûşk û birên ku bona avakirin û xweykirina odekê pir xebat kiribûn, niha berxwe dikevin ku ev ode çima tê firotinê. Ew belkî difikirin ku wana wext û qewata xwe badîhewa xerc kiriye. Dîsa jî, ew hêjayî paya ne, çimkî safîkirina nû qebûl dikin.

16. Pêkanîna şîreta li Kolosî 3:23, 24 çawa dikare alî me bike ku em şabûna xwe unda nekin?

16 Bona ku em şabûna xwe unda nekin, gerekê em bînin bîra xwe ku em bona Yehowa dixebitin, û ew xwexa rêberiya teşkîleta xwe dike (Kolosî 3:23, 24 bixûne). Gava Dawid Padşa dixwest bona avakirina paristgehê pera qurban ke, ewî got: “Ez kî me û netewa [cimeta] min çî ye ku, em bikaribin usa pêşkêşên ji dil bidin? Ji ber ku her tişt ji te ye û me ji destê te dan te” (1 Dîr. 29:14). Gava em pera qurban dikin, em jî tiştên ku me ji Yehowa standine, didin wî. Lê yeke Yehowa qîmet dike wext, qewat û hebûna me ku em bona piştgiriya îşê wî xerc dikin (2 Korn. 9:7).

LI SER RIYA TENG BIMÎNE

17. Heger hewce be ku tu xwe rast bikî, çima ne lazim e ku tu eciz bibî?

17 Seva ku em li ser riya teng bimînin, gerekê em pêgeha Îsada herin (1 Pet. 2:21). Heger hewce be ku tu xwe rast bikî, dilteng nebe. Bi eslê xwe, ev yek eyan dike ku tu hazir î wekî rêberiya Yehowa qebûl bikî. Yehowa zane ku em gunekar in, lema em nikarin bi temamî çev bidine Îsa Mesîh.

18. Seva ku em bigihîjin nêta xwe, gerekê em çi bikin?

18 Her ku em li ser riya jiyanê pêşda diçin, bira em hazir bin ku fikir, nihêrandin û rabûn-rûniştina xwe rast bikin (Metlk. 4:25; Lûqa 9:62). Bira em milûk bimînin, “hertim şa bin” û “ser xwe bixebitin” (2 Korn. 13:11, DT). Heger em usa bikin, “Xwedêyê hizkirinê û edilayiyê wê tevî [me] be”. Usa jî, emê him bigihîjin nêta xwe him jî ji vê rêwîtiyê şabûnê bistînin!

KILAMA 34 Bêqisûrtiya Xweda Here

^ abz. 5 Carina li me zor tê ku em fikir, nihêrandin û rabûn-rûniştina xwe biguhêzin. Vê gotarêda, emê bivînin ku çima lazim e ku em xwe rast bikin û bi vî awayî şabûna xwe xwey bikin.

^ abz. 76 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî cahil birakî diha mezinra (li aliyê rastê) dibêje, ku seva safîkirina xirab, çi hat serê wî. Birê mezin guh dide wî û difikire ka lazim e ku ew şîretê bide wî yan na.