Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 48

Raste-rast li Pêşiya Xwe Binihêre

Raste-rast li Pêşiya Xwe Binihêre

“Bira çevêd te raste-rast binihêrin û dîna bijangêd te li pêşîya te bin” (METLK. 4:25).

KILAMA 77 Ronayî li Dinya Terîda

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Em çawa dikarin şîreta ji Metelok 4:25 pêk bînin?

VAN mesela bîne ber çevê xwe: Xûşkeke emirda mezin rojên xweş tîne bîra xwe. Jiyana wê niha hê zor e, lê ew dîsa jî bi dil û can Yehowara xizmet dike (1 Korn. 15:58). Ew her roj dide ber çevê xwe ku jîyîna dinya tezeda wê çiqas xweş be. Xûşkeke din tîne bîra xwe ku xûşkeke ji civata wê dilê wê çawa êşandibû, lê ew safî dike ku hêrsa xwe berde (Kols. 3:13). Birak şaşiyên xwe yên berê bîr nekiriye, lê niha ew ser xwe dixebite û her tiştî dike wekî amin bimîne (Zeb. 51:10).

2 Ev sê mesele çawa hevva girêdayî ne? Hersêka jî bîr nekiriye ku di rojên berêda çi qewimîbû. Dîsa jî, ew raste-rast li pêşiya xwe dinihêrin, û hişê wan li ser tiştên berê namîne (Metelok 4:25 bixûne).

3. Çima ferz e ku çevê me raste-rast binihêrin?

3 Çima ferz e ku çevê me raste-rast binihêrin? Merivekî ku hertim li paş dinihêre nikare raste-rast rê here. Mîna vê yekê, heger em hertim derheqa rojên berê bifikirin, emê nikaribin di xizmeta Yehowada pêşda herin (Lûqa 9:62).

4. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber bidin?

4 Vê gotarêda, emê derheqa sê telika xeber din, yên ku dikarin bibin sebeb ku em bi zêdeyî derheqa rojên berê bifikirin: (1) Nostaljî, (2) hêrsbûn û (3) xwesûcdarkirin. Emê bivînin ku prînsîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin alî me bikin ku em bi zêdeyî li ser “tiştêd pişt xweva hiştî” nefikirin, lê pêşiya xwe binihêrin (Fîlî. 3:13).

TELIKA NOSTALJIYÊ

Çi dikare bibe sebeb ku em raste-rast li pêşiya xwe nenihêrin? (Abzasa 5, 9 û 13 binihêre) *

5. Waîz 7:10 besa kîjan telikê dike?

5 Waîz 7:10 bixûne. Dîna xwe bide ku ev rêz nabêje ku gerekê em nepirsin: “Çima rojên berê baş bûn?” Bi eslê xwe, bîranînên xweş pêşkêşeke ji Yehowa ne. Lê belê, rêz usa dibêje: “Nepirse ‘Çima rojên berê ji yên niha çêtir bûn?’” Dêmek telik ev e ku em halê xweyî berê beramberî halê xweyî niha bikin û bifikirin ku niha, her tişt diha xirab e.

Paşî ku Îsraêlî ji Misrê derketin, wana çi şaşî kir? (Abzasa 6 binihêre)

6. Gerekê em çima nefikirin ku jiyana meye berê çêtir bû?

6 Gerekê em çima nefikirin ku rojên berê “çêtir bûn”? Nostaljî dikare bibe sebeb ku em tenê tiştên xweş bînin bîra xwe. Gava em dikevin nostaljiyê, zemetên ku me berê kişandibûn dikarin di çevê meda biçûk xuya bikin. Paşî ku Îsraêlî ji welatê Misrê derketin, ew ketin vê telikê. Wana zû bîr kir ku jiyana li Misrê çiqas zor bû. Wana tenê dîna xwe da xwarinên xweş, yên ku li wêderê hebûn. Wana got: “Tê bîra me ew mesîyêd Misirêda ku me bê heq dixwarin. Usa jî xiyar, zeveş, pîvazok, pîvaz û sîr” (Jimar 11:5). Gelo wana berê bi rastî “bê heq” xwarin dixwar? Na! Wî çaxî, ew li Misrê xulam bûn (Derk. 1:13, 14; 3:6-9). Belê, wana zemetên xulamtiyê bîr kir, û bîra rojên berê dikir. Dewsa ku ew dîna xwe bidana keremên ku wana ji Yehowa distandin, wana dîna xwe dida rojên berê (Jimar 11:10).

7. Çi alî xûşkekê kir ku ew xwe ji telika nostaljiyê dûr bigire?

7 Em çawa dikarin xwe ji telika nostaljiyê biparêzin? Vê serhatiyê bîne ber çevê xwe: Xûşkekê di sala 1945-da xizmeta li Beytela Brûklînê destpêkiribû. Çend sal şûnda, ewê Beytelvanek stand, û wana bi gelek sala tevayî li Beytelê xizmet kir. Lê belê, li salên 1970, mêrê wê giran nexweş ket. Gava ew li ber mirinê bû, ewî jina xwera şîreteke baş da. Ewî got: “Zewaca me bextewar bû. Gelek însan tu cara haqas bextewar nabin”. Usa jî, ewî got: “Bîranînên te wê hilbet unda nebin. Dîsa jî, hertim li ser rojên berê nefikire. Wext wê birîna te qenc bike. Bihêrs nebe û bi zêdeyî xemgîn nebe. Şa be ku te ev dilxweşî û kerem standine. Bîranînên me pêşkêşeke ji Xwedê ne”. Hilbet tu jî qayîl î ku ev şîreteke baş e.

8. Xûşka me çawa kar stand, ku ewê bi zêdeyî dîna xwe nedida rojên berê?

8 Xûşka me ev şîret di dilê xweda xwey kir. Ewê 92 sal emir kir û heta mirinê bi aminî Yehowara xizmet kir. Çend sal pêşiya mirina xwe, ewê usa got: “Gava ez li van 63 sala dinihêrim, yên ku min di xizmeta hertimda derbaz kirine, ez dikarim bêjim ku jîyîna min bi rastî jî gelek xweş bû”. Gelo çima? Ewê got: “Tiştê ku jîyîna me bi rastî xweş dike ev e, ku biratiya meye mexsûs heye û hêviya me heye ku emê tevî xûşk û bira di cineta li ser erdê bijîn û heta-hetayê ji Efirandarê Mezin û Xwedayê rast Yehowara xizmet bikin”. * Xûşka me bi rastî jî raste-rast dîna xwe dida pêşiya xwe. Çi meseleke baş e!

TELIKA HÊRSBÛNÊ

9. Wek Qanûna Kahîntiyê 19:18 nîşan dike, carina belkî çima li me zor tê ku em hêrsa xwe berdin?

9 Qanûna Kahîntiyê 19:18 bixûne. Gava dost yan merivekî me, yan jî kesekî ji civatê dilê me diêşîne, carina li me zor tê ku em hêrsa xwe berdin. Mesele, xûşkeke ji civatê xûşkeke din neheq kiribû ku ewê perê wê diziye. Paşê, xûşka ku ew sûcdar kiribû ji wê baxşandin xwest, lê xûşka sûcdarkirî nikaribû neheqiya ku hat serê wê bîr bike. Gelo tiştekî usa qet hatiye serê te? Belkî tu jî carina hêrs dikevî û difikirî ku tuyê tu cara nikaribî hêrsa xwe berdî.

10. Gava em hêrs dikevin, çi dikare alî me bike?

10 Gava em hêrs dikevin, çi dikare alî me bike? Ya yekê, gerekê em bîr nekin ku Yehowa her tiştî divîne. Gava em rastî tengasiyê yan neheqiyê tên, ew vê yekê divîne (Îbrn. 4:13). Gava em êşê dikişînin, ew eciz dibe (Îşa. 63:9). Bi serda, ewî soz daye ku rojekê, ewê hemû tiştên ku ji bo neheqiyê têne serê me, wê kokêva rake (Eyan. 21:3, 4).

11. Çima bona me wê kar be heger em hêrsa xwe berdin?

11 Gerekê em bînin bîra xwe ku gava em hêrsê xwe berdidin, ev yek bona me kar e. Wede şûnda, xûşka sûcdarkirî ev yek fem kir, û ewê hêdî-hêdî hêrsa xwe berda. Ewê fem kir ku gava em kesên din dibaxşînin, Yehowa jî dibaxşîne me (Met. 6:14). Ev yek nayê hesabê ku ewê şaşiya xûşka din îda biçûk didît, lê ewê safî kir ku hêrsa xwe berde. Axiriyêda, xûşka me hê bextewar bû û dikaribû dîna xwe bide xizmeta Yehowa.

TELIKA XWESÛCDARKIRINÊ

12. Gotinên 1 Yûhenna 3:19, 20 çi me hîn dikin?

12 1 Yûhenna 3:19, 20 bixûne. Hine kes seva şaşiyên ku wana kiribûn, pêşiya ku bûn Şedên Yehowa, xwe sûcdar dikin. Hine kes jî seva şaşiyên ku wan paşî nixumandinê kirin, xwe sûcdar dikin. Em gişk carina seva şaşiyên xwe yên berê eciz dibin (Rom. 3:23). Em hilbet dixwazin tiştên rast bikin. Lê belê, em “hemû jî gelekî şaşiya dikin” (Aqûb 3:2; Rom. 7:21-23). Hine karên xwesûcdarkirinê jî hene, çimkî gava em xwe seva şaşîke xwe sûcdar dikin, ev yek dikare alî me bike ku em xwe rast bikin û şaşiya xwe dubare nekin (Îbrn. 12:12, 13).

13. Çima ferz e ku em xwe bi zêdeyî sûcdar nekin?

13 Lê belê, telik ev e ku em xwe bi zêdeyî sûcdar bikin. Mesele, dibeke me tobe kiriye û Yehowa nîşan kiriye ku ewî em efû kirine, lê em xwe dîsa jî sûcdar dikin. Ev yek dikare zirarê bide me (Zeb. 31:10; 38:3, 4). Gelo çima? Serhatiya xûşkeke ku xwe seva şaşiyên xwe yên berê sûcdar dikir, bîne ber çevê xwe. Ew dibêje: “Ez difikirîm ku ne hêja ye ku ez di xizmeta Yehowada bixîret bim, çimkî halê min bêçare ye”. Belkî em jî carina wek vê xûşkê difikirin. Gerekê em xwe ji telika xwesûcdarkirinê biparêzin. Heger em bifikirin ku Yehowa îda me hiz nake û xizmeta xwe bidine sekinandinê, ev yek wê dilê Mîrê-cina gelek şa bike (2 Korintî 2:5-7, 11 jî binihêre).

14. Em çima dikarin bawer bin ku Yehowa hê me hiz dike?

14 Belkî em ji xwe usa dipirsin: “Gelo ez çawa dikarim bizanibim ka Yehowa hê min hiz dike yan na?” Bi eslê xwe, heger tu vê pirsê dipirsî, ev yek tê hesabê ku Yehowa dikare te efû bike. Di sala 1954-da, jûrnala “Birca Qerewiliyêda” usa hatibû gotinê: “Em [belkî] eynî şaşiyê dîsa û dîsa dikin. Dibeke xeysetekî meye berê usa kûr nav meda rûniştiye ku heta niha mera çetin e ev xeyset kokêva derxin. . . . Hêviya xwe unda neke! Nefikire ku te gunekî usa kiriye, ya ku Yehowa nikare efû bike. Şeytan dixwaze ku tu usa bifikirî. Ev yek ku tu seva şaşiya xwe xemgîn î nîşan dike ku tu merivekî xirab nînî û Yehowa dikare bibaxşîne te. Bi milûktî û ji dil ji Xwedê reca bike ku ew te efû bike, îsafa te paqij bike û alî te bike ku tu vê şaşiyê îda nekî. Çawa ku zarokekî biçûk seva problêmên xwe dîsa û dîsa ji bavê xwe alîkariyê dixwaze, tu jî dikarî alîkariyê ji Yehowa bixwazî, û ewê bi dilovanî alî te bike”. *

15-16. Hine xûşk û birên me çawa fem kirine ku Yehowa hê wana hiz dike, û vê yekê li ser wan çawa hukum kiriye?

15 Gelek xizmetkarên Yehowa dilrihet bûne, çimkî wana fem kiriye ku Yehowa hê wana hiz dike. Mesele, çend sal pêşda, serhatiyeke ku li rêza gotara ya bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” dilê birakî me girt. Di vê gotarêda, xûşkekê got ku seva jiyana xwe ya berê, li wê zor dihat ku bawer bike wekî Yehowa dikare wê hiz bike. Paşî nixumandina wê, ev problêma wê dîsa jî bi gelek sala berdewam kir. Lê belê, gava ew li ser qurbana Îsa kûr fikirî, ewê nihêrandina xwe guherand. *

16 Serhatiya vê xûşkê li ser birê me çawa hukum kir? Ewî nivîsî: “Gava ez cahil bûm, min gelek cara li şiklên pornografî dinihêrî, û li min zor dihat ku terka vê yekê bikim. Çendek pêşda, min dîsa li pornografiyê nihêrî. Min ji rûspiyên civatê alîkarî xwest, û ez gelek ser xwe dixebitim. Rûspiyên civatê alî min kirin ku ez bawer bikim wekî Xwedê dilrem e û min hiz dike. Dîsa jî, ez xwe carina bêqîmet hesab dikim, qey Yehowa nikare min hiz bike. Serhatiya vê xûşkê gelek alî min kir. Niha ez fem dikim ku gava ez difikirim wekî Xwedê nikare min efû bike, ev yek tê hesabê ku ez bawer nakim ku qurbana Kurê wî bes e, wekî gunên min paqij bike. Min ev gotar xwera veşartiye. Gava ez xwe bêqîmet texmîn dikim, ez vê gotarê dîsa dixûnim û li ser wê kûr difikirim”.

17. Paşî ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, ewî xwe çawa ji telika xwesûcdarkirinê diparast?

17 Serhatiyên usa halê Pawlosê şandî tînin bîra me. Pêşiya ku ew bû şagirtê Îsa Mesîh, ewî hine gunên giran kiribûn. Pawlos hilbet bîr nekiribû ku ewî çi kiribû, lê ew bi zêdeyî li ser van şaşiya nedifikirî (1 Tîmt. 1:12-15). Wî qurbana Îsa Mesîh wek pêşkêşeke şexsî didît (Galt. 2:20). Lema, Pawlos nediket telika xwesûcdarkirinê, lê ewî berdewam kir bi dil û can Yehowara xizmet bike.

DÎNA XWE BIDE AXIRIYA XWEŞ

Hertim dîna xwe bide pêşiya xwe (Abzasa 18 û 19 binihêre) *

18. Vê gotarêda, em çi hîn bûn?

18 Em derheqa sê telikên ku di vê gotarêda tên şêwirkirinê, çi hîn bûn? (1) Bîranînên xweş kerema Yehowa ne; lê belê, jiyana me ya berê çiqas xweş bû jî, jiyana me ya dinya tezeda wê diha xweş be. (2) Merivên din dikarin dilê me bêşînin, lê heger em wana efû bikin, emê bikaribin li ser riya xwe pêşda herin. (3) Heger em xwe bi zêdeyî sûcdar bikin, ev yek dikare bibe sebeb ku em bi şabûnê Yehowara xizmet nekin. Lema, mîna Pawlosê şandî, gerekê em bawer bikin ku Yehowa em efû kirine.

19. Em ji ku zanin ku dinya tezeda, emê îda seva tiştên berê poşman nebin?

19 Jiyana heta-hetayê pêşiya me ye. Dinya tezeda, emê îda seva tiştên berê poşman nebin. Kitêba Pîroz usa dibêje ku tiştên berê wê neyên bîra me (Îşa. 65:17). Hinek ji me xizmeta Yehowada kal û pîr bûne, lê dinya tezeda, emê dîsa cahil bibin (Îb. 33:25). Lema, bira em herî zêde dîna xwe bidin, ne rojên berê, lê axiriya xweş ku hîviya me ye!

KILAMA 142 Xwe Qewî li Baweriyê Digirin

^ abz. 5 Carina baş e ku em rojên berê bînin bîra xwe. Lê gerekê em îznê nedin ku hişê me bi rojên berê haqas mijûl be, wekî em dîna xwe nedin dema niha û axiriyê. Vê gotarêda, emê derheqa sê telika xeber bidin, yên ku dikarin bibin sebeb ku hişê me bi zêdeyî li rojên berê bimîne. Emê li prînsîpên Kitêba Pîroz û li hine serhatiya binihêrin, yên ku dikarin alî me bikin ku em xwe ji van telika dûr bigirin.

^ abz. 14 Li jûrnala “Birca Qerewiliyê” 15 Sibatê 1954, rûp. 123 binihêre.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Nostaljî, hêrsbûn û xwesûcdarkirin barên giran in, yên ku dikarin li ser riya jiyanê mera bibin asteng.

^ abz. 65 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Gava em van barên giran ji stûyê xwe davêjin, em rihet dibin, qewat û dilxweşiya me jî zêde dibe. Bi saya vê yekê, em dikarin dîna xwe bidin pêşiya xwe.