Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 49

Rabûna Miriyan – Hêviyeke Saxlem!

Rabûna Miriyan – Hêviyeke Saxlem!

“Vejîn [rabûna miriyan] ... wê çêbe, ev hêviya min jî ji Xwedê heye” (KAR. 24:15).

KILAM 151 Ewê Gazî Bike

PÊŞGOTIN *

1-2. Çi hêviya me heye?

HÊVÎ tiştekî pir muhîm e. Hin mirov hêvî dikin ku zewaca wan baş be, ku zarokên wan serkeftî bin yan jî ku ew ji nexweşiyeke giran bifilitin. Dibe ku em jî hesreta vê yekê ne. Lê belê, hêviya me ya herî mezin ev e ku em heta bi hetayê bijîn û ku hezkiriyên me ji mirinê rabin.

2 Pawlosê şandî wisa got: “Vejîna [rabûna] yên rast û nerast wê çêbe, ev hêviya min jî ji Xwedê heye” (Kar. 24:15). Çend sedsal berî Pawlos, Eyûb jî behsa rabûna miriyan kiribû. Ew bawer bû ku Xwedê wê wî bîne bîra xwe û ji mirinê rake (Eyûb 14:7-10, 12-15).

3. Em çawa dikarin ji beşa 15an a 1. Korîntî feydeyê bistînin?

3 Rabûna miriyan pareke “bingeha” baweriya me ye (Îbr. 6:1, 2). Li beşa 15an a 1. Korîntî, Pawlos di heqê rabûna miriyan de nivîsî. Şagirtên li sedsala yekê bê guman ji gotinên wî teşwîq distend. Ev beş dikare qewetê bide me û hêviya me xurttir bike.

4. Bingeha baweriya me ku hezkiriyên me wê ji mirinê rabin, çi ye?

4 Rabûna Îsa Mesîh baweriya me xurttir dike ku hezkiriyên me wê ji mirinê rabin. Rabûna Îsa para mizgînê bû, ya ku Pawlos ji Korîntiyan re îlan dikir (1. Kor. 15:1, 2). Pawlos got ku eger kesek bi rabûna Îsa Mesîh bawer nake, baweriya wî pûç e (1. Kor. 15:17). Belê, ev yek ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû hêviyê dide me ku kesên din jî wê ji mirinê rabin.

5-6. Gotinên 1. Korîntî 15:3, 4 ji bo me çima muhîm in?

5 Di nameya xwe de, Pawlos behsa sê nuqteyên muhîm kir: (1) “Mesîh ... ji bo gunehên me mir.” (2) Ew “hat veşartin”. (3) Ew “li gor Nivîsarên Pîroz roja sisiyan hat rakirin” (1. Korîntî 15:3, 4 bixwîne).

6 Mirin, defnkirin û rabûna Îsa Mesîh ji bo me çima muhîm in? Îşaya pêxember ji berê de gotibû ku Mesîh wê bê kuştin û tevî xeraban bê defn kirin. Wekî din, Îşaya gotibû ku Mesîh wê gunehên gelek mirovan ser xwe hilde. Gava Îsa Mesîh canê xwe wek fîdye da, wî ev pêxemberî anî cih (Îşa. 53:8, 9, 12; Met. 20:28; Rom. 5:8). Loma, mirin, defnkirin û rabûna Îsa Mesîh hêviyê didin me ku emê ji guneh û mirinê azad bibin û hezkiriyên xwe yên mirî dîsa bibînin.

ÇI ÎSBAT HENE KU ÎSA MESÎH JI MIRINÊ RABÛ?

7-8. Em çima dikarin bawer bin ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû?

7 Madem ku hêviya rabûna miriyan bi rabûna Îsa Mesîh ve girêdayî ye, gerek em serê pêşîn bawer bin ku Îsa Mesîh bi rastî jî ji mirinê rabû. Gelo em ji ku dizanin ku Îsa Mesîh bi rastî ji aliyê Xwedê ve ji mirinê hat rakirin?

8 Gelek kesan bi çavê xwe dît ku Îsa Mesîh ji mirinê hatibû rakirin (1. Kor. 15:5-7). Şahidê pêşîn, ê ku Pawlos behsa wî kir, Petrûsê şandî bû, yê ku wek Kîfas jî dihat bi nav kirin. Çend şagirtên din jî teyîd kir ku Îsa piştî rabûna xwe ji Petrûs re xuya bû (Lûqa 24:33, 34). Wekî din, Îsa Mesîh ji 12 şandiyên xwe re jî xuya bû. Paşê, Îsa Mesîh “di carekê de ji pênc sed birayî zêdetir kesî re xuya bû”. Dibe ku Metta 28:16-20 behsa vê bûyerê dike. Ji xeynî vê, Îsa “ji Aqûb re xuya bû”. Bi îhtimaleke mezin, ev Aqûb, birayê Îsa bû, yê ku di serî de Îsa wek Mesîh qebûl nedikir (Yûh. 7:5). Piştî ku Îsa Mesîh ji Aqûb re xuya bû, wî baweriya xwe bi Îsa anî. Di sala 55an a P.M. de, gava Pawlos ev name nivîsî, gelek şahidên rabûna Îsa Mesîh hê sax bûn. Loma, kesên ku bi rabûna Îsa Mesîh bawer nedikir dikaribû rasterast ji van şahidan melûmatê bistînin.

9. Karên Şandiyan 9:3-5 çawa îsbat dike ku Îsa Mesîh bi rastî ji mirinê rabû?

9 Paşê, Îsa Mesîh bi xwe ji Pawlos re xuya bû (1. Kor. 15:8). Gava ew diçû bajarê Şamê, wî dengê Îsa Mesîh bihîst û ew di dîtiniyekê de dît (Karên Şandiyan 9:3-5 bixwîne). Serpêhatiya Pawlos jî îsbat dike ku rabûna Îsa Mesîh çîrok nîne (Kar. 26:12-15).

10. Baweriya Pawlos ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, çawa alî wî dikir?

10 Berî ku Pawlos baweriya xwe bi Îsa Mesîh anî, wî zilm li şagirtên Îsa kiribû. Lê belê, gava ew îqna bû ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, wî pir xîret kir ku kesên din jî bide bawer kirin. Ji ber ku wî mizgîna di heqê mirin û rabûna Îsa Mesîh de belav dikir, ew rastî gelek tengasiyan dihat. Ew gelek caran hat lêxistin û hebs kirin, û sê gemiyên ku Pawlos li wan siwar bû, noq bûn (1. Kor. 15:9-11; 2. Kor. 11:23-27). Pawlos bi rabûna Îsa Mesîh ew qas bawer dikir ku ew hazir bû ku di oxira baweriya xwe de bimire. Ma gotinên van şahidan te îqna nakin ku Îsa bi rastî ji mirinê rabû? Ma ev yek baweriya te xurttir nake ku rojekê, mirî wê rabin?

RASTKIRINA NÊRÎNÊN ŞAŞ

11. Hin kesên li bajarê Korîntê belkî çima bi rabûna miriyan bawer nedikir?

11 Li bajarê Korîntê, hin xwişk û bira di heqê rabûna miriyan de xwediyê nêrînên şaş bûn. Heta, hinekan digot ku “rabûna miriyan tune”. Gelo çima? (1. Kor. 15:12). Li bajarê Atînayê jî, hin fîlozofan qerfên xwe bi rabûna Îsa Mesîh dikir. Nêrînên van fîlozofan belkî li ser hin şagirtên li Korîntê tesîr dikir (Kar. 17:18, 31, 32). Hin kes belkî difikirîn ku rabûna miriyan tenê tiştekî sembolîk e. Ew belkî difikirîn ku kesên gunehkar “mirî” ne, lê gava ew dibin şagirtên Îsa Mesîh, ew “sax” dibin. Sebebên nêrînên wan her çi bûn jî, ev yek ku wan bi rabûna miriyan bawer nedikir tê maneya ku baweriya wan pûç bû. Eger Îsa Mesîh ji mirinê ranebûya, ev yek wê bihata maneya ku fîdye nehatiye dayîn û her kes hê di nav guneh de ye. Loma, kesên ku bi rabûna miriyan bawer nedikir, bêhêvî bûn (1. Kor. 15:13-19; Îbr. 9:12, 14).

12. Li gor 1. Petrûs 3:18, 22, rabûna Îsa Mesîh çawa ji rabûna kesên din cuda bû?

12 Pawlos bi xwe dizanibû ku “Mesîh ji nav miriyan hatiye rakirin”. Rabûna Îsa Mesîh ji rabûna kesên din, yên ku bi zeman re dîsa mirin, çêtir bû. Pawlos got ku Îsa Mesîh “berê pêşî yê razayiyan e”. Gelo Îsa Mesîh çawa “berê pêşî” bû? Ew helbet ne mirovê pêşîn bû, yê ku ji mirinê hat rakirin, lê ew mirovê pêşîn bû, yê ku wek ruh hat rakirin û çû ezmanan (1. Kor. 15:20; Kar. 26:23; 1. Petrûs 3:18, 22 bixwîne).

KESÊN KU WÊ BÊN RAKIRIN

13. Li gor gotinên Pawlosê şandî, riya rabûna miriyan çawa vebûye?

13 Bi milyonan însan çawa dikarin bi saya mirina yek mirovî jiyanê bistînin? Pawlosê şandî zelal kir ku ev yek çawa mumkin e. Wî kirinên Adem bi kirinên Îsa Mesîh muqayese kir. Pawlos di heqê Adem de nivîsî ku “mirin bi navgîniya mirovekî hat”. Gava Adem guneh kir, wî felaket anî ser xwe û ser zarokên xwe. Em hê jî netîceyên xerab ên bêîtaetiya wî dikişînin. Lê belê, ji ber ku Xwedê Kurê xwe ji mirinê rakir, em dikarin ji vî halî bifilitin. Rabûna miriyan jî “bi navgîniya mirovekî”, yanî bi navgîniya Îsa Mesîh mumkin e. Pawlos wisa got: “Her kes çawa di Adem de dimire, bi vî awayî dê her kes di Mesîh de bigihêje jiyanê” (1. Kor. 15:21, 22, KP).

14. Gelo Adem wê ji mirinê bê rakirin?

14 Gava Pawlos got ku “her kes çawa di Adem de dimire”, wî behsa kê dikir? Bi van gotinan, Pawlos behsa zarokên Adem dikir, ên ku guneh û qisûrdarî ji Adem mîras stendine û ji ber vê yekê dimirin (Rom. 5:12). Adem wê ji mirinê neyê rakirin. Fîdyeya Îsa Mesîh gunehê Adem nanixumîne, çimkî Adem mirovekî bêqisûr bû, yê ku bi qesdî guh neda Xwedê. Wek ‘bizinên’ ku wê fermana mirina herheyî bistînin, Adem jî wê tu caran ji mirinê ranebe (Met. 25:31-33, 46; Îbr. 5:9).

Îsa Mesîh mirovê pêşîn bû, yê ku ji bo jiyana li ezmanan hat rakirin (Li paragrafên 15 û 16an binêre) *

15. Hêviya kesên meshkirî çi ye?

15 Wekî din, Pawlos got ku “dê her kes di Mesîh de bigihêje jiyanê” (1. Kor. 15:22, KP). Pawlos nameya xwe ji şagirtên meshkirî re dinivîsî, yên ku wê ji bo jiyana herheyî ji mirinê bihatana rakirin. Pawlos got ku ew “bi Mesîh Îsa hatine pîrozkirin û ji bo pîrozbûnê hatine gazîkirin”. Wekî din, wî behsa hin kesan kir, “ên ku di baweriya Mesîh de mirine” (1. Kor. 1:2; 15:18; 2. Kor. 5:17). Di nameyeke din de, Pawlos nivîsî ku yên ku wê mîna Îsa Mesîh bimirin wê mîna wî bên rakirin (Rom. 6:3-5). Îsa Mesîh wek ruh hat rakirin û çû ezmanan. Mîna wî, hemû şagirtên meshkirî jî wê wek ruh bihatana rakirin û biçûna ezmanan.

16. Pawlos çima Îsa Mesîh wek “berê pêşî” bi nav kir?

16 Pawlos nivîsî ku Mesîh wek “berê pêşî yê razayiyan” hat rakirin. Belê, kesên din ji bo jiyana li rûyê erdê hatibûn rakirin, lê Îsa mirovê pêşîn bû, yê ku wek ruh ji mirinê hat rakirin û jiyana herheyî stend. Ew wek “berê pêşî” bû, yê ku Îsraêliyan pêşkêşî Xwedê dikir. Wekî din, Pawlosê şandî Îsa Mesîh wek “berê pêşî” bi nav kir ji ber ku kesên din jî wê ji bo jiyana li ezmanan ji mirinê bihatana rakirin. Yanî, ewê jî wek Îsa Mesîh ji mirinê bihatana rakirin.

17. Kesên ku “di baweriya Mesîh de” bûn wê xelata ezmanî kengê bistenda?

17 Wexta ku Pawlos nameya xwe ji Korîntiyan dinivîsî, rabûna ji bo jiyana li ezmanan hê dest pê nekiribû. Pawlos got ku ev yek wê paşê biqewime: “Her kes di dora xwe de: Berê pêşî Mesîh; piştre, di hatina [hazirbûna] Mesîh de yên wî wê rabin(1. Kor. 15:23; 1. Sel. 4:15, 16). Belê, lazim bû ku şandiyên Îsa Mesîh û meshkiriyên din li benda wexta hazirbûna Mesîh bibûna ku xelata ezmanî bistenda û wek Îsa Mesîh bihatana rakirin. Îro, em di vê wexta xisûsî de dijîn.

HÊVIYA WE SAXLEM E

18. (a) Em çima bawer in ku piştî rabûna ji bo jiyana li ezmanan, rabûneke din jî wê hebe? (b) Wek 1. Korîntî 15:24-26 nîşan dide, li ezmanan çi wê biqewime?

18 Lê belê, halê şagirtên dilsoz, ên ku mirine, lê nehatine hilbijartin ku bi Mesîh re li ezmanan bijîn, wê çawa be? Ewê jî bên rakirin! Kitêba Pîroz dibêje ku Pawlos û meshkiriyên din wê di rabûna pêşîn de bên rakirin (Pey. 20:6). Ma ev yek nîşan nade ku rabûneke din jî heye? Ev yek bi gotinên Eyûb ve jî hevgirtî ye (Eyûb 14:15). “Çaxê ku Mesîh her hukumdarî û her desthilatî û hêzê betal bike”, yên meshkirî wê li ezmanan bin. Paşê, “dijminê dawî yê ku ... mirin e” wê bê ji holê rakirin. Jixwe, mirina mîrasgirtî li ser kesên ku ji bo jiyana li ezmanan tên rakirin, bandor nake. Lê belê, halê kesên din wê çawa be? (1. Korîntî 15:24-26 bixwîne).

19. Halê kesên ku ji bo jiyana li ezmanan nehatine hilbijartin, wê çi be?

19 Kesên ku nehatine hilbijartin ku li ezmanan bijîn li benda çi ne? Ew dikarin ji van gotinên Pawlos hêviyê bistînin: “Vejîna [rabûna] yên rast û nerast wê çêbe, ev hêviya min jî ... heye” (Kar. 24:15). Eşkere ye ku kesên “nerast” nikarin herin ezmanan, loma gotinên Pawlos rêyî me didin ku ewê li rûyê erdê bên rakirin.

Bi saya hêviya rabûna miriyan, baweriya me qewîtir dibe (Li paragrafa 20an binêre) *

20. Hêviya te çawa xurttir bûye?

20 Şik tune ku mirî wê rabin! Ên ku wê ji bo jiyana li rûyê erdê bên rakirin wê karibin heta bi hetayê bijîn. Tu dikarî bi vê sozê bawer bî! Eger te hezkiriyên xwe winda kirine, ev hêvî dikare dilê te rihet bike. Wexta ku Îsa Mesîh û hempadîşahên wî wê “hezar salî padîşahiyê bikin”, ewê ji mirinê bên rakirin (Pey. 20:6). Wekî din, tu dikarî bawer bî ku eger tu jiyana xwe ji dest bidî berî ku Hikumdariya Hezarsalî dest pê bike, tuyê ji mirinê bêyî rakirin. Ev hêvî wê vala dernekeve (Rom. 5:5). Bi saya vê hêviyê, tu dikarî dilsoz bimînî û bi dilxweşî ji Xwedê re xizmet bikî. Lê belê, em dikarin ji beşa 15an a 1. Korîntî tiştên din jî hîn bibin. Li meqaleya din, emê bala xwe bidin van tiştan.

KILAM 147 Soza Jiyana Herheyî

^ par. 5 Beşa 15an a 1. Korîntî behsa rabûna miriyan dike. Ev mijar ji bo me çima muhîm e, û em çima dikarin bawer bin ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû? Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin van pirsan û hin pirsên din ên di heqê rabûna miriyan de.

^ par. 56 RESIM: Îsa Mesîh mirovê pêşîn bû, yê ku çû ezmanan (Kar. 1:9). Tûma, Aqûb, Lîdya, Yûhenna, Meryem, Pawlos û gelek şagirtên din jî li benda jiyana li ezmanan bûn.

^ par. 58 RESIM: Birayekî pîreka xwe winda kiriye. Ew bawer e ku ewê ji mirinê bê rakirin, û ew bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dike.