Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 49

Rabûna Miriya – Hêvîke Saxlem!

Rabûna Miriya – Hêvîke Saxlem!

“Ez Xwedêda jî guman im . . . ku hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (KAR. ŞAND. 24:15).

KILAMA 151 Wê Gazî ke

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Çi hêviya me heye?

HÊVÎ tiştekî pir ferz e. Hine meriv hêvîdar in ku zewaca wan baş be, ku zarên wan wê serketî bin, yan jî ku ewana wê ji nexweşîke giran bifilitin. Dibe ku em jî hizreta vê yekê ne. Lê belê, hêviya me ya herî mezin ev e ku em heta-hetayê bijîn û ku hizkiriyên me ji mirinê rabin.

2 Pawlosê şandî usa got: “Ez Xwedêda jî guman im . . . ku hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Kar. Şand. 24:15). Lê tenê Pawlos nîbû ku besa rabûna miriya dikir, Îbo jî besa rabûna miriya kiribû. Ew bawer bû ku Xwedê wê wî bîne bîra xwe û ji mirinê rake (Îb. 14:7-10, 12-15).

3. Em çawa dikarin ji serê 15 ya 1 Korintî karê bistînin?

3 Rabûna miriya pareke “hîmê” baweriya me ye (Îbrn. 6:1, 2). Li serê 15 ya 1 Korintî, Pawlos derheqa rabûna miriya nivîsî. Şagirtên li qirna yekê bêşik ji gotinên wî hêlan distand. Ev serî dikare qewatê bide me û hêviya me hê qewî bike.

4. Hîmê baweriya me ku hizkiriyên me wê ji mirinê rabin, çi ye?

4 Rabûna Îsa Mesîh baweriya me hê qewî dike ku hizkiriyên me wê ji mirinê rabin. Rabûna Îsa para mizgînê bû, ya ku Pawlos Korintiyara elam dikir (1 Korn. 15:1, 2). Pawlos got ku heger kesek rabûna Îsa Mesîh bawer nake, baweriya wî pûç e (1 Korn. 15:17). Belê, ev yek ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû hêviyê dide me ku kesên din jî wê ji mirinê rabin.

5-6. Gotinên 1 Korintî 15:3, 4 bona me çima ferz in?

5 Di nema xweda, Pawlos besa sê tiştên ferz kir: (1) “Mesîh bona gunêd me mir”. (2) Ew “hate definkirinê”. (3) Ew “roja sisiya . . . ji mirinê rabû li gora nivîsara” (1 Korintî 15:3, 4 bixûne).

6 Mirin, definkirin û rabûna Îsa Mesîh bona me çima ferz in? Îşaya pêxember ji berêda gotibû ku Mesîh wê bê kuştin û tevî xiraba bê defin kirin. Usa jî, Îşaya gotibû ku Mesîh wê gunên gelek meriva hilde ser xwe. Gava Îsa Mesîh emirê xwe wek kirîn da, ewî ev pêxembertî anî sêrî (Îşa. 53:8, 9, 12; Met. 20:28; Rom. 5:8). Lema, mirin, definkirin û rabûna Îsa Mesîh hêviyê didin me ku emê ji gune û mirinê aza bibin û hizkiriyên xwe yên ku mirine, dîsa bivînin.

ÇI ÎZBAT HENE KU ÎSA MESÎH JI MIRINÊ RABÛ?

7-8. Em çima dikarin bawer bin ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû?

7 Hêviya rabûna miriya bi rabûna Îsa Mesîhva girêdayî ye, lema jî gerekê em berî pêşin bawer bin ku Îsa Mesîh bi rastî jî ji mirinê rabû. Gelo em ji ku zanin ku Îsa Mesîh bi rastî ji aliyê Xwedêva ji mirinê hat rakirin?

8 Gelek kesa bi çevê xwe dît ku Îsa Mesîh ji mirinê hatibû rakirin (1 Korn. 15:5-7). Şedê pêşin, yê ku Pawlos besa wî kir, Petrûsê şandî bû, yê ku wek Kîfas jî dihat nav kirin. Çend şagirtên din jî îzbat kirin ku Îsa paşî rabûna xwe Petrûsra xuya bû (Lûqa 24:33, 34). Usa jî, Îsa Mesîh 12 şandiyên xwera jî xuya bû. Paşê, Îsa Mesîh “carekêra pênsid xûşk-birayî zêdetirva xuya bû”. Dibe ku Metta 28:16-20 besa vê qewimandinê dike. Xêncî vê yekê, Îsa “paşê Aqûbva xuya bû”. Diqewime ev Aqûb, birê Îsa bû, yê ku di serîda Îsa wek Mesîh qebûl nedikir (Yûhn. 7:5). Paşî ku Îsa Mesîh Aqûbra xuya bû, ewî baweriya xwe bi Îsa anî. Di sala 55 ya D.M., gava Pawlos ev neme nivîsî, gelek şedên rabûna Îsa Mesîh hê sax bûn. Lema, kesên ku bi rabûna Îsa Mesîh bawer nedikirin dikaribûn raste-rast ji van şeda elametiyê bistînin.

9. Karên Şandiya 9:3-5 çawa îzbat dike ku Îsa Mesîh bi rastî ji mirinê rabû?

9 Paşê, Îsa Mesîh Pawlosra jî xuya bû (1 Korn. 15:8). Gava ew diçû bajarê Şamê, ewî dengê Îsa Mesîh bihîst û ew xeyalêda dît (Karên Şandiya 9:3-5 bixûne). Serhatiya Pawlos jî îzbat dike ku rabûna Îsa Mesîh çîrok nîne (Kar. Şand. 26:12-15).

10. Baweriya Pawlos ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, çawa alî wî dikir?

10 Pêşiya ku Pawlos baweriya xwe bi Îsa Mesîh anî, ewî zulim li şagirtên Îsa kiribû. Lê belê, gava ewî bawer kir ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, wî pir xîret kir ku kesên din jî bide bawer kirin. Ji bo vê yekê ku ewî mizgîna derheqa mirin û rabûna Îsa Mesîh bela dikir, ew rastî gelek tengasiya dihat. Pawlos gelek cara hat lêdanê, wî davîtine kelê, û sê cara gemiyên ku ew têda bû, noq bûn (1 Korn. 15:9-11; 2 Korn. 11:23-27). Pawlos bi rabûna Îsa Mesîh haqas bawer dikir ku ew hazir bû wekî bona baweriya xwe bimire. Gelo gotinên van şeda te nadine bawerkirinê, ku Îsa bi rastî ji mirinê rabû? Gelo ev yek baweriya te diha qewî nake ku rojekê mirî wê rabin?

RASTKIRINA NIHÊRANDINÊN ŞAŞ

11. Hine kesên li bajarê Korintê belkî çima rabûna miriya bawer nedikirin?

11 Li bajarê Korintê, hine xûşk û bira derheqa rabûna miriya xweyê nihêrandinên şaş bûn. Hela hê jî, hineka digot ku “rabûna miriya tune”. Gelo çima? (1 Korn. 15:12). Li bajarê Atînayê jî, hine fîlosofa qerfên xwe bi rabûna Îsa Mesîh dikirin. Nihêrandinên van fîlosofa belkî li ser hine şagirtên li Korintê hukum dikir (Kar. Şand. 17:18, 31, 32). Hine kes diqewime difikirîn ku rabûna miriya tenê tiştekî sîmbolîk e. Ew belkî difikirîn ku kesên gunekar “mirî” ne, lê gava ew dibin şagirtên Îsa Mesîh, ew “sax” dibin. Sebebên nihêrandinên wan her çi bûn jî, ev yek ku wana bi rabûna miriya bawer nedikir tê hesabê ku baweriya wan pûç bû. Heger Îsa Mesîh ji mirinê ranebûya, ev yek wê bihata hesabê ku qurban nehatiye dayîn û her kes hê di nav gunada ye. Lema, kesên ku bi rabûna miriya bawer nedikir, bêhêvî bûn (1 Korn. 15:13-19; Îbrn. 9:12, 14).

12. Li gora 1 Petrûs 3:18, 22, rabûna Îsa Mesîh çawa ji rabûna kesên din cude bû?

12 Pawlos zanibû ku “Mesîh ji mirinê rabûye”. Rabûna Îsa Mesîh ji rabûna kesên din çêtir bû, yên ku bi zemanra dîsa mirin. Pawlos got ku Îsa Mesîh “berê deremeta pêşin ji nava miriya rabûyî” bû. Gelo Îsa Mesîh çawa “berê deremeta pêşin” bû? Ew hilbet ne merivê pêşin bû, yê ku ji mirinê hat rakirin, lê ew merivê pêşin bû, yê ku wek ruh hat rakirin û çû ezmana (1 Korn. 15:20; Kar. Şand. 26:23; 1 Petrûs 3:18, 22 bixûne).

KESÊN KU WÊ BÊN RAKIRIN

13. Li gora gotinên Pawlosê şandî, riya rabûna miriya çawa vebûye?

13 Bi mîlyona însan çawa dikarin bi saya mirina merivekî jiyanê bistînin? Pawlosê şandî zelal kir ku ev yek çawa dibe. Ewî kirinên Adem bi kirinên Îsa Mesîh himberî hev kir. Pawlos derheqa Adem nivîsî ku “mirin rûyê merivekîda bû”. Gava Adem gune kir, wî bela anî ser xwe û ser zarên xwe. Em jî axiriya xirab ya neguhdariya wî dikişînin. Lê belê, bi saya vê yekê ku Xwedê Kurê xwe ji mirinê rakir, em dikarin ji vî halî bifilitin. “Bi merivekî jî wê rabûna miriya bibe”, dêmek bi Îsa Mesîh. Pawlos usa got: “Çawa hemûyêd ji Adem bûyî dimirin, usa jî hemûyêd ji Mesîh bûyî wê sax bin” (1 Korn. 15:21, 22).

14. Gelo Adem wê ji mirinê bê rakirin?

14 Gava Pawlos got ku “hemûyêd ji Adem bûyî dimirin”, ewî besa kê dikir? Bi van gotina, Pawlos besa zarên Adem dikir, yên ku gune û qisûrdarî ji Adem mîrat standine û lema dimirin (Rom. 5:12). Adem wê ji mirinê neyê rakirin. Qurbana Îsa Mesîh gunê Adem danade, çimkî Adem merivekî bêqisûr bû, yê ku bi hemdê xwe guh neda Xwedê. Wek ‘bizinên’ ku wê dîwana mirina her-heyî bistînin, Adem jî wê tu cara ji mirinê ranebe (Met. 25:31-33, 46; Îbrn. 5:9).

Îsa Mesîh merivê pêşin bû, yê ku bona jiyana li ezmana hat rakirin (Abzasa 15 û 16 binihêre) *

15. Kî dikevne nava “hemûyêd” ku “wê sax bin”?

15 Usa jî, Pawlos got ku “hemûyêd ji Mesîh bûyî wê sax bin” (1 Korn. 15:22). Pawlos nema xwe şagirtên bi ruhê pîroz bijartîra dinivîsî, yên ku wê bona jiyana her-heyî ji mirinê bihatana rakirin. Pawlos got ku ew “buhurtî-jibarebûyiyêd yektiya Mesîh Îsada, yêd pîrozbûnêra gazîkirî” bûn. Usa jî, ewî besa hine kesa kir, “ewêd baweriya Mesîhda jî mirine” (1 Korn. 1:2; 15:18; 2 Korn. 5:17). Nema dinda, Pawlos nivîsî ku yên ku wê mîna Îsa Mesîh bimirin wê mîna wî bên rakirin (Rom. 6:3-5). Îsa Mesîh wek ruh hat rakirin û çû ezmana. Mîna wî, hemû şagirtên yên bi ruh kifşkirî jî wek ruh tên rakirin û diçin ezmana.

16. Pawlos çima Îsa Mesîh wek “berê deremeta pêşin” nav kir?

16 Pawlos nivîsî ku Mesîh “rabûye, çawa berê deremeta pêşin ji nava miriya rabûyî”. Belê, kesên din bona jiyana li rûyê erdê hatibûn rakirin, lê Îsa merivê pêşin bû, yê ku wek ruh ji mirinê hat rakirin û jiyana her-heyî stand. Ew wek “berê deremeta pêşin” bû, yê ku Îsraêliya pêşkêşî Xwedê dikir. Usa jî, Pawlosê şandî Îsa Mesîh wek “berê deremeta pêşin” nav kir, çimkî kesên din jî wê bona jiyana li ezmana ji mirinê bihatana rakirin. Dêmek, ewê jî wek Îsa Mesîh ji mirinê bihatana rakirin.

17. Kesên ku “baweriya Mesîhda” bûn wê xelata ezmanî kengê bistandana?

17 Wexta ku Pawlos nema xwe Korintiyara dinivîsî, rabûna bona jiyana li ezmana hê destpênebibû. Pawlos got ku ev yek wê paşê biqewime: “Her kes dora xweda: Pêşiyê Mesîh çawa berê deremeta pêşin, paşê yêd para Mesîh” (1 Korn. 15:23; 1 Têsln. 4:15, 16). Belê, lazim bû ku şandiyên Îsa Mesîh û bijartiyên din hîviya wexta hazirbûna Mesîh bibûna ku xelata ezmanî bistandana û wek Îsa Mesîh bihatana rakirin. Îro, em di vê wexta mexsûsda dijîn.

HÊVIYA WE SAXLEM E

18. (a) Em çima bawer in ku paşî rabûna bona jiyana li ezmana, rabûneke din jî wê hebe? (b) Çawa ku 1 Korintî 15:24-26 nîşan dike, li ezmana çi wê biqewime?

18 Lê halê şagirtên amin, yên ku mirine, lê nehatine hilbijartin ku bi Mesîhra li ezmana bijîn, wê çawa be? Ewê jî bên rakirin! Kitêba Pîroz dibêje ku Pawlos û yên bi ruhê kifşkirî wê di rabûna pêşinda bên rakirin (Eyan 20:6). Ev yek nîşan dike ku rabûneke din jî heye. Îbo jî besa vê yekê kiribû (Îb. 14:15). Gava Mesîh “koka her serwêrtiyê, hukumetiyê û qewatê bîne”, yên bi ruh kifşkirî wê li ezmana bin. Paşê, “dijminê xilaziyê ku . . . mirin xwexa ye”, wê kokêva bê rakirin. Belê, mirin wê li ser kesên ku bona jiyana li ezmana tên rakirin, hukum neke. Lê halê kesên din wê çawa be? (1 Korintî 15:24-26 bixûne).

19. Halê kesên ku bona jiyana li ezmana nehatine hilbijartin, wê çi be?

19 Kesên ku nehatine hilbijartin ku li ezmana bijîn hîviya çi ne? Ew dikarin ji van gotinên Pawlos hêviyê bistînin: “Ez . . . guman im . . . ku hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Kar. Şand. 24:15). Eşkere ye ku kesên “neheq” nikarin herin ezmana, lema gotinên Pawlos mera eyan dikin ku ewê li rûyê erdê bên rakirin.

Bi saya hêviya rabûna miriya, baweriya me diha qewî dibe (Abzasa 20 binihêre) *

20. Hêviya te bi rabûna miriya çawa hê qewî bû?

20 Belê, şik tune ku mirî wê rabin! Yên ku wê bona jiyana li rûyê erdê bên rakirin wê bikaribin heta-hetayê bijîn. Tu dikarî bi vê sozê bawer bî! Heger te hizkiriyên xwe unda kirine, ev hêvî dikare dilê te rihet bike. Wexta ku Îsa Mesîh û hempadşên wî “tevî wî hezar salî padşatiyê bikin”, ewana wê ji mirinê bên rakirin (Eyan. 20:6). Usa jî, tu dikarî bawer bî ku heger tu jiyana xwe unda kî pêşiya ku Hukumdariya Hezarsalî destpêbe, tuyê jî ji mirinê bêyî rakirin. Ev hêvî wê vala dernekeve (Rom. 5:5). Bi saya vê hêviyê, tu dikarî amin bimînî û bi şabûnê Xwedêra xizmet bikî. Lê belê, em dikarin ji serê 15 ya 1 Korintî tiştên din jî hîn bibin. Gotara dinda, emê dîna xwe bidin van tişta.

KILAMA 147 Emirê Heta-Hetayê Sozdayî

^ abz. 5 Serê 15 ya 1 Korintî besa rabûna miriya dike. Ev têma bona me çima ferz e, û em çima dikarin bawer bin ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû? Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin van pirsa û hine pirsên din yên derheqa rabûna miriya.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa Mesîh merivê pêşin bû, yê ku çû ezmana (Kar. Şand. 1:9). Tûma, Aqûb, Lîdya, Yûhenna, Meryem, Pawlos û gelek şagirtên din jî hîviya jiyana li ezmana bûn.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî jina xwe unda kiriye. Ew bawer e ku ewê ji mirinê bê rakirin, û ew bi aminî Yehowara xizmet dike.