Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 50

“Mirî Çawa Tên Rakirin?”

“Mirî Çawa Tên Rakirin?”

“Hey mirinê, kanê serketina te li ku derê ma? Hey mirinê, kanê derziya te li ku derê ma?” (1. KOR. 15:55).

KILAM 141 Jiyan Hediyeyeke Mezin e

PÊŞGOTIN *

1-2. Mijara rabûna ji bo jiyana li ezmanan çima ji bo hemû şagirtên Îsa Mesîh muhîm e?

PIRANIYA mirovên ku niha ji Yehowa Xwedê re xizmet dikin li benda jiyana herheyî ya li rûyê erdê ne. Lê belê, hin şagirtên meshkirî jî mane, yên ku li benda jiyana li ezmanan in. Şagirtên meshkirî helbet meraq dikin ka jiyana wan wê çawa be, lê gelo ev mijar ji bo kesên ku wê li rûyê erdê bijîn çima muhîm e? Emê bibînin ku rabûna meshkiriyan wê ji bo kesên ku wê heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn jî bereketan bîne. Loma hêviya me her çi be jî – jiyana li ezmanan yan jiyana li rûyê erdê – gerek em rind bala xwe bidin rabûna ji bo jiyana li ezmanan.

2 Bi îlhama Xwedê, hin şagirtên Îsa Mesîh di heqê hêviya ezmanî de dinivîsî. Mesela, Yûhennayê şandî wisa got: “Niha em zarokên Xwedê ne û hê ne eşkere ye ku emê bibin çi. Lê em vê yekê dizanin: Gava ku ew xuya bibe, emê bibin wek wî” (1. Yûh. 3:2). Yanî, şagirtên meshkirî nizanin ku jiyana li ezmanan wê çawa be. Lê belê, ew dizanin ku gava ewê xelata xwe bistînin, ewê Yehowa rû bi rû bibînin. Kitêba Pîroz hûr bi hûr nabêje ku rabûna ji bo jiyana li ezmanan wê çawa be, lê Pawlosê şandî di heqê vê mijarê de hin melûmat dan. Gava Îsa Mesîh “her desthilatî û hêzê” û “dijminê dawî”, yanî mirinê, ji holê rake, kesên meshkirî wê li cem wî bin. Di dawiyê de, Îsa Mesîh û hempadîşahên wî wê xwe û her tiştî teslîmî Yehowa bikin (1. Kor. 15:24-28). *

3. Wek 1. Korîntî 15:30-32 nîşan dide, hêviya rabûna miriyan çawa alî Pawlos dikir?

3 Bi saya hêviya rabûna miriyan, Pawlosê şandî li hemberî cure cure tengasiyan sebir kir (1. Korîntî 15:30-32 bixwîne). Wî ji Korîntiyan re wisa got: “Ez her roj dimirim!” Wekî din, wî nivîsî ku wî li Efesê “bi heywanên hov re” şer kiribû. Dibe ku Pawlos li arenaya Efesê bi heywanan re şer kiribû (2. Kor. 1:8; 4:10; 11:23). Yan jî, wî belkî behsa Cihûyan û kesên din dikir, ên ku wek “heywanên hov” li dijî wî muxalefet dikir (Kar. 19:26-34; 1. Kor. 16:9). Sebeb çi bû jî, eşkere ye ku Pawlosê şandî rastî talûkeyên mezin hatibû. Dîsa jî, wî hêviya xwe tu caran winda nedikir (2. Kor. 4:16-18).

Li welatekî ku fealiyetên Şahidên Yehowa li wê derê qedexe ne, malbatek bi dilsozî ji Yehowa re îbadet dike (Li paragrafa 4an binêre)

4. Hêviya rabûna miriyan çawa cesaretê dide me? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

4 Îro, dinya pir xerab e. Hin xwişk û birayên me seba şer yan zilm û zordariyê zerar dîtiye. Hin xwişk û birayên me jî li welatên ku îşê belavkirina mizgînê hatiye qedexe kirin, dijîn. Dîsa jî, ew dev ji xizmeta Yehowa bernadin, û dilsoziya wan ji me re emsal e. Ew dizanin ku eger ew jiyana xwe winda bikin jî, Yehowa wê jiyaneke baştir bide wan.

5. Kîjan nêrîna şaş dikare baweriya me bi rabûna miriyan sist bike?

5 Li rojên Pawlosê şandî, hin kes wisa difikirîn: “Eger mirî neyên rakirin, ‘Em bixwin û vexwin, çimkî emê sibê bimirin.’” Bi eslê xwe, ev nêrîna bitalûke berî rojên Pawlos jî hebû. Mesela, Îşaya 22:13 dibêje ku Îsraêliyên ku ji Xwedê dûr diketin û li xwestekên xwe digeriyan eynî tişt digot. Îro jî, gelek kes dibêjin: “Jiyan kin e, li kêfa xwe binêre!” Lê belê, tarîxa miletê Îsraêl rêyî me dide ku nêrîneke wisa netîceyên pir xerab tîne (2. Dîr. 36:15-20).

6. Madem ku em bi rabûna miriyan bawer dikin, gerek em xwe ji çi cure hevalan dûr bigirin?

6 Madem ku Yehowa dikare miriyan rake, gerek em hay ji xwe hebin ka em bi çi cure mirovan re hevaltiyê dikin. Mesela, lazim bû ku xwişk û birayên li Korîntê xwe ji kesên ku bi rabûna miriyan bawer nakin, dûr bigirin. Ev yek tiştekî muhîm rêyî me dide: Wê baş be ku em bi kesên ku tenê ji bo roja îro dijîn re hevaltiyê nekin, çimkî eger em bi kesên wisa re pir wext derbas bikin, ew dikarin ser nêrîn û exlaqa me xerab bandor bikin. Loma, Pawlosê şandî şagirtên Îsa Mesîh wisa tembîh dikirin: “Rast werin ser hişê xwe û guneh nekin” (1. Kor. 15:33, 34).

MIRÎ WÊ BI BEDENEKE ÇAWA BÊN RAKIRIN?

7. Li gor 1. Korîntî 15:35-38, dibe ku hin kesan di heqê rabûna miriyan de çi dipirsî?

7 1. Korîntî 15:35-38 bixwîne. Hin kesên ku bi rabûna miriyan bawer nedikir belkî wisa dipirsî: “Mirî çawa tên rakirin?” Gerek em rind bala xwe bidin cewaba Pawlos, çimkî îro jî di heqê jiyana piştî mirinê de cure cure fikir hene. Lê belê, Kitêba Pîroz li ser vê yekê çi dibêje?

Bi destê mîsala toximekê, Pawlos nîşan da ku Xwedê dikare bedeneke minasib bide kesên ku ji mirinê tên rakirin (Li paragrafa 8an binêre)

8. Kîjan mîsal dikare alî me bike ku em rabûna ji bo jiyana li ezmanan fehm bikin?

8 Gava mirov dimire, bedena wî dirize. Lê belê, Xwedê, yê ku Afirandêrê her tiştî ye, dikare vî kesî bi bedeneke nû rake (1. Mû. 1:1; 2:7). Pawlos bi mîsalekê nîşan da ku gava Xwedê kesekî ji bo jiyana li ezmanan radike, ne lazim e ku ew eynî bedenê rake. Mîna ku toximek tê çandin û giyayê ku jê derdikeve ji toximê biçûk pir cuda ye, Xwedê jî dikare “li gor daxwaza xwe bedenekê” çêke.

9. Li gor 1. Korîntî 15:39-41, çi cure beden hene?

9 1. Korîntî 15:39-41 bixwîne. Pawlos got ku cure cure beden hene. Mesela, bedenên dewar, çivîk û masiyan ji hev cuda ne. Wekî din, wî got ku Roj ji hîvê cuda ye, û “stêr ji stêrê jî cihê ye”. Belê, her çi qas em ferqa di nava stêran de bi çavê xwe nabînin jî, zanyar dibêjin ku hin stêrên mezin, biçûk, spî, sor û zer hene. Mesela, Roja me, stêreke zer e. Ji xeynî vê, Pawlos got ku “bedenên ezmanî û bedenên dinyayî hene”. Maneya vê çi ye? Li dinyayê, bedenên ji goşt hene, lê li ezmanan, bedenên ji ruh hene, mesela bedenên melekan.

10. Kesên ku wê li ezmanan bijîn wê bi bedeneke çawa bên rakirin?

10 Paşê, Pawlos wisa nivîsî: “Rabûna miriyan jî bi vî awayî ye. Di rizîbûnê de tê çandin, di nerizîbûnê de tê rakirin.” Gava mirov dimire, bedena wî dirize û vedigere axê (1. Mû. 3:19). Îcar beden çawa “di nerizîbûnê de tê rakirin”? Pawlos li vir behsa însanên ku ji bo jiyana li rûyê erdê tên rakirin – wek kesên ku ji aliyê Êlyas, Êlîşa û Îsa Mesîh ve hatibûn rakirin – nedikir. Wî behsa wan kesan dikir, ên ku bi bedeneke ezmanî, yanî bi “bedena ruhanî” tên rakirin (1. Kor. 15:42-44).

11-12. Îsa Mesîh bi bedeneke çawa hat rakirin, û kesên meshkirî bi bedenên çawa tên rakirin?

11 Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, bedena wî, bedeneke fîzîkî bû, lê gava ew ji mirinê rabû, ew bû “ruhê ku jiyanê dide” û vegeriya ezmanan. Mîna wî, şagirtên meshkirî jî wek ruh tên rakirin. Pawlos got: “Çawa ku em di sûretê axîn de bûn, wisa jî emê di sûretê ezmanî de bin” (1. Kor. 15:45-49, NWT).

12 Gerek em ji bîr nekin ku Îsa Mesîh bi bedeneke fîzîkî nehat rakirin. Li dawiya zelalkirina mijara rabûna miriyan, Pawlosê şandî got ku “xwîn û goşt nikarin Padîşahiya Xwedê mîras bistînin” û herin ezmanan. Ji ber vê yekê, şandiyên Îsa Mesîh û meshkiriyên din wê bi bedenên ji “xwîn û goşt” nehatana rakirin (1. Kor. 15:50). Gelo ewê kengê bihatana rakirin? Pawlos gotibû ku rabûna miriyan wê wexteke bi şûn de çêbe, yanî ewê hemen piştî mirinê ranebûna. Gava Pawlosê şandî nameya xwe ya pêşîn a ji Korîntiyan re dinivîsî, hin şagirt jixwe miribûn, mesela Aqûbê şandî (Kar. 12:1, 2). Bi zeman re, şandî û meshkiriyên din jî mirin (1. Kor. 15:6).

SERKEFTINA LI SER MIRINÊ

13. Li wexta hazirbûna Îsa Mesîh, çi wê biqewimiya?

13 Hem Îsa Mesîh hem jî Pawlosê şandî behsa wexta hazirbûna Mesîh dikir. Wê demê, tiştên wek şer, zelzele û nexweşiyên xerab wê li seranserê dinyayê biqewimiyana. Ji sala 1914an û pê ve, ev pêxemberiya Kitêba Pîroz li ber çavên me tê cih. Wekî din, Îsa Mesîh gotibû ku mizgîna sazkirina Padîşahiya Xwedê “wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê” (Met. 24:3, 7-14). Ji xeynî van tiştan, Pawlos gotibû ku li wexta hazirbûna Mesîh, şagirtên meshkirî “yên razayî” wê rabin (1. Sel. 4:14-16; 1. Kor. 15:23).

14. Kesên meshkirî, yên ku di wexta hazirbûna Mesîh de dimirin, kengê tên rakirin?

14 Kesên meshkirî, yên ku di dema me de dimirin, hemen ji bo jiyana li ezmanan tên rakirin. Ev yek ji gotinên Pawlosê şandî yên li 1. Korîntî 15:51 tê fehm kirin: “Em hemû namirin, lê di lêxistina boriya dawî de emê hemû di kêlîkekê de, di girtin û vekirina çavan de, bên guhertin.” Ev gotinên Pawlos niha tên cih. Piştî rabûna ji mirinê, ev birayên Mesîh digihîjin dilxweşiyeke mezin, û ewê “her bi Xudan re bin” (1. Sel. 4:17).

Kesên ku “di girtin û vekirina çavan de” tên rakirin wê tevî Îsa Mesîh mirovên xerab helak bikin (Li paragrafa 15an binêre)

15. Kesên ku “di girtin û vekirina çavan de” tên guhertin wê çi îşî bikin?

15 Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku kesên ku “di girtin û vekirina çavan de” tên guhertin wê li ezmanan çi îşî bikin. Îsa Mesîh ji wan re dibêje: “Ewê ku bi ser dikeve û heta dawiyê karên min li ba xwe digire, çawa ku min ji Bavê xwe standiye, ez jî, ezê li ser miletan hukumdariyê bidim wî. Wek ku firaxên cerîn dişikênin,wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike” (Pey. 2:26, 27). Belê, ewê tevî Fermandarê xwe Îsa Mesîh miletan bi “gopalê hesin” bajo (Pey. 19:11-15).

16. Gelek însan wê çawa li ser mirinê bi ser bikevin?

16 Eşkere ye ku kesên meshkirî wê li ser mirinê bi ser bikevin (1. Kor. 15:54-57). Piştî rabûna ji mirinê, ewê li şerê Harmegedonê xerabiyê ji temamiya dinyayê tune bikin. Bi milyonan şagirtên din jî wê li “tengahiya mezin” sax bimînin û derbasî dinyaya nû bibin (Pey. 7:14). Bi ser de, yên ku li dinyayê sax bimînin wê rabûna bi milyaran însanan bibînin. Bîne ber çavê xwe ku emê seba vê serkeftinê çi qas dilxweş bin! (Kar. 24:15). Wekî din, her kesê ku bi temamî ji Yehowa re dilsoz e wê li ser mirina mîrasgirtî bi ser bikeve û heta bi hetayê bijî.

17. Li gor 1. Korîntî 15:58, gerek em çi bikin?

17 Ma em ji bo melûmata ku Pawlosê şandî di heqê rabûna miriyan de ji Korîntiyan re nivîsî, şikurdar nînin? Wê baş be ku em guh bidin tembîha Pawlos ku em “di karê Xudan de herdem xîretkêş bin” (1. Korîntî 15:58 bixwîne). Eger em vî îşî bi xîret û bi dilsozî bînin cih, emê bereketên mezin bistînin. Belê, emê dilxweşiyeke ew qas mezin bistînin, a ku me xeyal jî nedikir. Emê bibînin ku “bi Xudan re keda [me] ne badîhewa ye”.

KILAM 140 Jiyana Bêdawî Nêzik e

^ par. 5 Para diduyan a beşa 15an a 1. Korîntî nîşan dide ku mirî wê çawa bên rakirin. Pawlos her çi qas bi xisûsî behsa rabûna meshkiriyan dikir jî, gotinên wî ji bo miyên din jî muhîm in. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku hêviya rabûna miriyan gerek li ser jiyana me çawa tesîr bike û çawa alî me dike ku em bala xwe bidin hêviya xwe.

^ par. 2 Meqaleya “Pirsên Xwendevanan” a li vê kovarê gotinên Pawlos ên li 1. Korîntî 15:29 zelal dike.