Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 50

Mirî Çawa Dikarin Rabin?

Mirî Çawa Dikarin Rabin?

“Mirin, kanê qîlê jera te? Mirin, kanê serketina te?” (1 KORN. 15:55).

KILAMA 141 Emir Keremeta Mezin e

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Têma rabûna bona jiyana li ezmana çima bona hemû şagirtên Îsa Mesîh ferz e?

PIRANIYA merivên ku niha Yehowa Xwedêra xizmet dikin hîviya jiyana her-heyî ya li rûyê erdê ne. Lê belê, hine şagirtên bi ruh kifşkirî jî mane, yên ku hîviya jiyana li ezmana ne. Şagirtên bi ruh kifşkirî hilbet dixwazin pêbihesin ku jiyana wan wê li ezmana çawa be, lê gelo ev têma bona kesên ku wê li rûyê erdê bijîn çima ferz e? Emê bivînin ku rabûna Mesîhiyên bi ruh kifşkirî wê bona kesên ku heta-hetayê li ser erdê bijîn jî bereketa bîne. Lema hêviya me çi be jî – jiyana li ezmana yan jiyana li ser erdê – gerekê em rind dîna xwe bidin rabûna bona jiyana li ezmana.

2 Ji bîna ber Xwedê, hine şagirtên Îsa Mesîh derheqa hêviya ezmanî dinivîsîn. Mesele, Yûhennayê şandî usa got: “Niha em zarêd Xwedê ne û hela hê ne eyan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa eyan be, emê bibine mîna wî” (1 Yûhn. 3:2). Dêmek, şagirtên bi ruh kifşkirî nizanin ku jiyana li ezmana wê çawa be. Lê belê, ew zanin ku gava ewê xelata xwe bistînin, ewê Yehowa rû bi rû bivînin. Kitêba Pîroz hûr bi hûr nabêje ku rabûna bona jiyana li ezmana wê çawa be, lê Pawlosê şandî derheqa vê yekê hine elametî da. Gava Îsa Mesîh “koka her serwêrtiyê, hukumetiyê û qewatê bîne” û “dijminê xilaziyê”, dêmek mirinê, ji kokêva rake, kesên bi ruh kifşkirî wê li cem wî bin. Xilaziyêda, Îsa Mesîh û hempadşên wî wê xwe û her tiştî tesmîlî Yehowa bikin (1 Korn. 15:24-28). *

3. Çawa ku 1 Korintî 15:30-32 nîşan dike, hêviya rabûna miriya çawa alî Pawlos dikir?

3 Bi saya hêviya rabûna miriya, Pawlosê şandî li himberî cûre-cûre tengasiya sebir kir (1 Korintî 15:30-32 bixûne). Ewî Korintiyara usa got: “Ez her roj dest ji emirê xwe dikişînim!” Usa jî nivîsî ku ewî li Efesê “tevî seva”, dêmek tevî heywanên xof şer kiribû. Dibe ku Pawlos li arênaya Efesê bi heywanara şer kiribû (2 Korn. 1:8; 4:10; 11:23). Yan jî, wî belkî besa Cihûya û kesên din dikir, yên ku mîna heywanên xof miqabilî wî derdiketin (Kar. Şand. 19:26-34; 1 Korn. 16:9). Sebeb çi bû jî, eşkere ye ku Pawlosê şandî rastî derecên xof hatibû. Lê dîsa jî, ewî hêviya xwe tu cara unda nedikir (2 Korn. 4:16-18).

Malbet ku dijî wî cîyî kîderê şixulê me qedexekirî ye, berdewam dike Xwedêra xizmet ke û hindava keremên Xwedê baweriya xwe unda nake (Binihêre abzasa 4)

4. Hêviya rabûna miriya çawa mêrxasiyê dide me? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

4 Îro, dinya pir xirab e. Hine xûşk û birên me seva şer yan zulm û zordariyê zirar dîtiye. Hine xûşk û birên me jî li welatên ku îşê belakirina mizgînê hatiye qedexe kirin, dijîn. Dîsa jî, ewana xizmeta Yehowa nadin sekinandin, û aminiya wan mera mesele ye. Ew zanin ku heger ewana jiyana xwe unda bikin jî, Yehowa wê jiyaneke diha baş bide wan.

5. Kîjan nihêrandina şaş dikare baweriya me bi rabûna miriya sist bike?

5 Li rojên Pawlosê şandî, hine kes usa difikirîn: “Heger rabûna miriya wê tunebe, de îdî ‘em bixwin-vexwin, çimkî emê sibê bimirin’”. Bi eslê xwe, ev nihêrandina nerast pêşiya rojên Pawlos jî hebû. Mesele, Îşaya 22:13 dibêje wekî Îsraêliyên ku ji Xwedê dûr diketin û li xwestinên xwe digeriyan, eynî tişt digotin. Îro jî, gelek kes dibêjin: “Jiyan kin e, li kêfa xwe binihêre!” Lê belê, terîxa miletê Îsraêl nîşanî me dike ku nihêrandineke usa axiriya pir xirab tîne (2 Dîr. 36:15-20).

6. Baweriya me hindava rabûna miriya, ça gerekê ser bijartina hevala hukum ke?

6 Ew yek ku Yehowa dikare miriya rake, gerekê ser bijartina me derheqa hevala hukum ke. Mesele, lazim bû ku xûşk û birên li Korintê xwe ji kesên ku rabûna miriya bawer nakin, dûr bigirin. Ev yek tiştekî ferz me hîn dike: Wê baş be ku em tevî kesên ku tenê bona îro dijîn hevaltiyê nekin, çimkî heger em bi kesên usara pir wext derbaz kin, ewana dikarin ser nihêrandin û rabûn-rûniştina me xirab hukum bikin. Lema, Pawlosê şandî şagirtên Îsa Mesîh usa temî dikirin: “Rast bifikirin, ser hişê xweda werin, îdî guna nekin” (1 Korn. 15:33, 34).

MIRÎ WÊ BI BEDENEKE ÇAWA BÊN RAKIRIN?

7. Li gora 1 Korintî 15:35-38, dibek hine kesa derheqa rabûna miriya çi dipirsîn?

7 1 Korintî 15:35-38 bixûne. Hine kesên ku rabûna miriya bawer nedikirin, belkî usa dipirsîn: “Mirî çawa dikarin rabin?” Gerekê em rind dîna xwe bidin caba Pawlos, çimkî îro jî derheqa jiyana paşî mirinê cûre-cûre fikir hene. Lê belê, Kitêba Pîroz li ser vê yekê çi dibêje?

Bi saya mesela toximekê, Pawlos nîşan kir ku Xwedê dikare bedeneke nû bide kesên ku ji mirinê tên rakirin (Abzasa 8 binihêre)

8. Kîjan mesele dikare alî me bike, ku em rabûna bona jiyana li ezmana fem bikin?

8 Gava meriv dimire, bedena wî dirize. Lê belê, Xwedê, yê ku Efirandarê her tiştî ye, dikare vî kesî bi bedeneke nû rake (Destp. 1:1; 2:7). Pawlos bi meselekê nîşan kir ku gava Xwedê kesekî bona jiyana li ezmana radike, ne lazim e ku ew bi eynî bedenê rake. Mîna ku toximek tê çandin û gîhayê ku jê derdikeve, ji toximê biçûk pir cude ye, Xwedê jî dikare “li gora xwestina xwe bedenekê” çêke.

9. Li gora 1 Korintî 15:39-41, çi cûre beden hene?

9 1 Korintî 15:39-41 bixûne. Pawlos got ku cûre-cûre beden hene. Mesele, bedenên dêwêr, çivîk û mesiya ji hev cude ne. Usa jî, ewî got ku tev ji hîvê cude ye, û “her steyrkek bi rewşa xwe ji hev têne firqîkirinê”. Belê, her çiqas em firqiya di nava steyrkada bi çevê xwe navînin jî, zandar dibêjin ku hine steyrkên mezin, biçûk, sipî, sor û zer hene. Mesele, teva me, steyrkeke zer e. Xêncî vê, Pawlos got ku qalibên, dêmek bedenên ezmanî û bedenên dinyayî hene. Ew çi tê hesabê? Li dinyayê, bedenên ji goşt hene, lê li ezmana, bedenên ji ruh hene, mesele bedenên meleka.

10. Kesên ku wê li ezmana bijîn wê bi bedeneke çawa bên rakirin?

10 Paşê, Pawlos usa nivîsî: “Bi vî awayî jî rabûna miriya ye: Qalibê dêris tê çandinê, yê nedêris wê rabe”. Gava meriv dimire, bedena wî dirize û vedigere axê (Destp. 3:19). Dêmek beden çawa nerizîbûnêda tê rakirin? Pawlos li vir besa însanên ku bona jiyana li ser erdê tên rakirin – mîna kesên ku ji aliyê Êlyas, Êlîşa û Îsa Mesîhva hatibûn rakirin – nedikir. Ewî besa wan kesa dikir, yên ku bi bedeneke ezmanî, dêmek bi “bedena ruhanî” tên rakirin (1 Korn. 15:42-44).

11-12. Îsa Mesîh bi bedeneke çawa hat rakirin, û kesên bi ruh kifşkirî bi bedenên çawa tên rakirin?

11 Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijît, bedena wî, bedeneke fîzîkî bû, lê gava ew ji mirinê rabû, ew bû “ruhekî jiyîndayînê” û vegeriya ezmana. Mîna wî, şagirtên bi ruh kifşkirî jî wek ruh tên rakirin. Pawlos got: “Me çawa kirasê yê ji xweliyê li xwe kiriye, emê usa jî kirasê yê ji ezmên li xwe kin” (1 Korn. 15:45-49).

12 Gerekê em bîr nekin, ku Îsa Mesîh bi bedeneke fîzîkî nehat rakirin. Li xilaziya zelalkirina têma rabûna miriya, Pawlosê şandî got ku “xûn û goşt li Padşatiya Xwedê nikarin war bin” û herin ezmana. Lema, şandiyên Îsa Mesîh û yên mayîn bi ruh kifşkirî, wê bi bedenên ji “xûn û goşt” nehatana rakirin (1 Korn. 15:50). Gelo ewê kengê bihatana rakirin? Pawlos gotibû ku rabûna miriya wê wexteke şûnda bibe, dêmek ewê derbêra paşî mirinê ranebûna. Gava Pawlosê şandî nema xwe ya pêşin Korintiyara dinivîsî, hine şagirt îda miribûn, mesele Aqûbê şandî (Kar. Şand. 12:1, 2). Bi zemanra, şandî û yên din bi ruh kifşkirî jî mirin (1 Korn. 15:6).

SERKETINA LI SER MIRINÊ

13. Li wexta hazirbûna Îsa Mesîh, çi wê biqewimiya?

13 Him Îsa Mesîh him jî Pawlosê şandî besa wexta hazirbûna Mesîh dikir. Wê demê, tiştên wek şer, erdhej û nexweşiyên xirab, wê li temamiya dinyayê biqewimiyana. Ji sala 1914 heta îro, ev pêxembertiya Kitêba Pîroz li ber çevên me tê sêrî. Usa jî, Îsa Mesîh gotibû ku mizgîna sazkirina Padşatiya Xwedê “wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Met. 24:3, 7-14). Xêncî van tişta, Pawlos gotibû ku li wexta hazirbûna Mesîh, şagirtên bi ruh kifşkirî yên ku mirine, wê rabin (1 Têsln. 4:14-16; 1 Korn. 15:23).

14. Kesên bi ruh kifşkirî, yên ku di wexta hazirbûna Mesîhda dimirin, kengê tên rakirin?

14 Kesên bi ruh kifşkirî, yên ku rojên meda dimirin, derbêra bona jiyana li ezmana tên rakirin. Ev yek ji gotinên Pawlosê şandî yên li 1 Korintî 15:51, 52 tên fem kirin: “Em hemûyê nemirin, lê em hemûyê jî bêne guhastinê, nişkêva, çawa çevê xwe bigirî-vekî, dema boriya axiriyê bê lêdanê”. Ev gotinên Pawlos niha tên sêrî. Paşî rabûna ji mirinê, ev birên Mesîh digihîjin dilxweşîke mezin, û ewê hertim “tevî Xudan bin” (1 Têsln. 4:17).

Kesên ku “çawa çevê xwe bigirî-vekî” tên guhastin, wê tevî Îsa Mesîh qira xiraba bînin (Abzasa 15 binihêre)

15. Kesên ku “çawa çevê xwe bigirî-vekî” tên guhastin, wê çi îşî bikin?

15 Kitêba Pîroz mera dibêje ku kesên ku “çawa çevê xwe bigirî-vekî” tên guhertin, wê li ezmana çi îşî bikin. Îsa Mesîh wanra dibêje: “Ewê ku serkeve û heta xilaziyê kirêd li gora dilê min bike, ezê wî hukumê ser mileta bidime wî, kîjan min ji Bavê xwe hildaye û ewê pê şivdara hesinî şivantiyê li wan bike, mîna firaqêd çinî wê bipişirîne” (Eyan. 2:26, 27). Belê, ewana tevî Fermandarê xwe Îsa Mesîh, wê şivantiya mileta bi “şivdara hesinî” bikin (Eyan. 19:11-15).

16. Gelek însan wê çawa li ser mirinê serkevin?

16 Eşkere ye ku kesên bi ruh kifşkirî wê li ser mirinê serkevin (1 Korn. 15:54-57). Paşî rabûna ji mirinê, ewana li şerê Harmegedonê xirabiyê ji temamiya dinyayê kuta bikin. Bi mîlyona şagirtên din jî wê di “tengasiya mezinda” sax bimînin û derbazî dinyaya nû bibin (Eyan. 7:14). Serda, yên ku li dinyayê sax bimînin wê rabûna bi mîlîarda însana bivînin. Bîne ber çevê xwe ku emê seva vê serketinê çiqas şabûnê bistînin! (Kar. Şand. 24:15). Usa jî, her kesê ku bi temamî Yehowara amin e, wê li ser mirina bi mîratstandî serkeve û heta bi hetayê bijî.

17. Li gora 1 Korintî 15:58, gerekê em çi bikin?

17 Gelo em bona elametiya ku Pawlosê şandî derheqa rabûna miriya Korintiyara nivîsî, şêkirdar nînin? Wê baş be ku em guh bidin temiya Pawlos ku em “her gav şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korintî 15:58 bixûne). Heger em vî îşî bi xîret û bi aminî bînin sêrî, emê bereketên mezin bistînin. Belê, emê dilxweşîke haqas mezin bistînin, ya ku me xeyal jî nedikir. Emê bivînin ku xebata me li ber Xudan, boş-betal nîne.

KILAMA 140 Va Emirê Her-Heyî!

^ abz. 5 Para duda ya 1 Korintî serê 15 nîşan dike, ku mirî wê çawa bên rakirin. Pawlos her çiqas bi mexsûsî besa rabûna Mesîhiyên bi ruh kifşkirî jî dikir, gotinên wî bona “pezên” din jî ferz in. Vê gotarêda, emê bivînin ku hêviya rabûna miriya gerekê li ser jiyana me çawa hukum bike, û çawa ew alî me dike ku em dîna xwe bidin hêviya xwe.

^ abz. 2 Gotara “Pirsên Xwendevana” ya li vê jûrnalê, gotinên Pawlos yên li 1 Korintî 15:29 zelal dike.