Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 51

Yehowa Nêzikî Dilşikestiyan e

Yehowa Nêzikî Dilşikestiyan e

“Nêzikî dilşikestiyan e Xudan, ruhê wî rizgar dike bindestan” (ZEB. 34:18).

KILAM 30 Bav, Xwedê û Dostê Min

PÊŞGOTIN *

1-2. Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

JIYANA me bi rastî jî kin û “têrî tengasiyê” ye (Eyûb 14:1). Loma, em carinan dilteng dibin. Hin xizmetkarên Yehowa Xwedê, yên ku li demên berê dijiyan, eynî tişt hîs dikir. Heta, hin ji wan dixwest bimirin (1. Qra. 19:2-4; Eyûb 3:1-3, 11; 7:15, 16). Lê belê, wan xwe dispart Yehowa, û wî dîsa û dîsa qewet û cesaret dida wan. Serpêhatiyên wan ji bo teselî û perwerdeya me hatine nivîsandin (Rom. 15:4).

2 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin hin xizmetkarên Yehowa, yên ku rastî tengasiyan dihatin: kurê Aqûb Ûsiv, Naomî û bûka wê Rût, zilamê Lêwî yê ku Zebûra 73yan nivîsî û Petrûsê şandî. Gelo Yehowa çawa qewet dida wan? Em dikarin ji serpêhatiyên wan çi dersan bistînin? Cewabên van pirsan wê rêyî me bidin ku Yehowa “nêzikî dilşikestiyan e” û “ruhê wî rizgar dike bindestan” (Zeb. 34:18).

ÛSIV LI HEMBERÎ ZILMÊ SEBIR DIKIR

3-4. Gava Ûsiv xort bû, çi hat serê wî?

3 Gava Ûsiv weke 17 salî bû, wî du xewnên ji Xwedê dîtin. Van xewnan nîşan dida ku rojekê, Ûsiv wê bigihîşta mertebeyeke bilind, û malbata wî wê hurmet bidaya wî (1. Mû. 37:5-10). Lê belê, demeke kin piştî ku Ûsiv ev xewn dîtin, jiyana wî tev li hev bû. Birayên wî ew firot, û ew wek kole ket mala memûrekî Misrî yê bi navê Potîfar (1. Mû. 37:21-28). Ûsiv, ê ku kurê herî hezkirî yê bavê xwe bû, ji nişka ve li Misrê bû kole (1. Mû. 39:1).

4 Paşê, tiştên hê xerabtir hatin serê Ûsiv. Pîreka Potîfar îftira avêt ser Ûsiv. Wê got ku wî bi zorê dixwest bi wê re rakeve. Potîfar lêkolîn nekir ka Ûsiv bi rastî jî tiştekî wisa kiribû yan na, lê wî ew rasterast avêt zindanê, û li wê derê, ew bi zincîrên hesin hat girêdan (1. Mû. 39:14-20; Zeb. 105:17, 18). Bîne ber çavê xwe ku Ûsiv çi qas xemgîn bû ji ber ku îftirayeke ew qas xerab hat avêtin ser wî! Wekî din, bifikire ku ev îftira navê Yehowa çawa reş dikir. Belê, gelek sebeb hebûn ku Ûsiv dilteng bibe!

5. Ûsiv çawa nêrîneke pozîtîf xwedî dikir?

5 Gava Ûsiv kole bû û gava ew ket zindanê, azadiya wî tune bû. Gelo çi alî wî dikir ku ew nêrîneke pozîtîf xwedî bike? Wî bala xwe nedida tiştên ku wî êdî nikaribû bikira, lê wî wezîfeya xwe bi dil û can dianî cih. Ya herî muhîm jî ev e ku wî her tim xîret dikir ku dilê Yehowa şa bike. Loma, Yehowa hemû karên Ûsiv bibereket dikirin (1. Mû. 39:21-23).

6. Ûsiv belkî ji xewnên xwe çawa teselî distend?

6 Ûsiv belkî xewnên xwe yên berê dianîn bîra xwe û di heqê wan de difikirî. Van xewnan bê guman cesaret dida wî, çimkî wan eşkere dikir ku rojekê, ewê malbata xwe dîsa bibîne û halê wî wê baştir bibe. Bi rastî jî wisa bû. Gava Ûsiv weke 37 salî bû, xewnên wî bi awayekî nehêvîkirî hatin cih (1. Mû. 37:7, 9, 10; 42:6, 9).

7. Li gor 1. Petrûs 5:10, çi wê alî me bike ku em li hemberî tengasiyan sebir bikin?

7 Dersên ji bo me. Serpêhatiya Ûsiv tîne bîra me ku dinya zalim e û dixwazin naxwazin, emê rastî neheqiyan bên. Xwişk yan birayekî me jî dikare dilê me biêşîne. Lê belê, eger em Yehowa wek Zinar û Stara xwe bibînin, emê cesareta xwe winda nekin û dev ji xizmeta wî bernedin (Zeb. 62:6, 7; 1. Petrûs 5:10 bixwîne). Wekî din, bîne bîra xwe ku gava Ûsiv xewnên ji Xwedê dîtin, ew tenê weke 17 salî bû. Ev yek nîşanî me dide ku Yehowa bi xizmetkarên xwe yên ciwan jî bawer e. Îro, gelek ciwan wek Ûsiv in. Mîna wî, ew baweriya xwe bi Yehowa tînin. Hin ji wan seba dilsoziya xwe bi neheqî hatine hebs kirin (Zeb. 110:3).

DU JINÊN XEMGÎN

8. Çi hat serê Rût û Naomiyê?

8 Seba xelayeke giran, jinikeke bi navê Naomî tevî malbata xwe ji welatê Cihûda derket û çû welatê Moab. Li wê derê, zilamê wê Elîmelek mir. Naomî tevî kurên xwe tenê ma. Bi zeman re, her du kurên wê bi jinên Moabî re zewicîn. Navên bûkên wê Rût û Orpa bûn. Weke 10 sal bi şûn de, kurên Naomiyê jî mirin, û zarokên wan tune bûn (Rût 1:1-5). Bîne ber çavê xwe ku ev sê jin çi qas xemgîn bûn! Rût û Orpa helbet serbest bûn ku ji nû ve mêr bikin. Lê belê, gelo kê wê Naomî xwedî bikira? Ew êdî pîr bû, û lazim bû ku kesek lê binêre. Naomî carekê seba xemên xwe ew qas dilteng bû ku wê wisa got: “Ne bi navê Naomî, bi navê Mara bangî min bikin. Ji ber Xwedayê ku hêza wî besî her tiştî ye, gellek êş da min.” Piştî van bûyerên xerab, Naomiyê qerar da ku vegere Beytlehemê, û Rût jî bi wê re çû (Rût 1:7, 18-20).

Xwedê ji Rût û Naomiyê re îsbat kir ku ew dikare alî xizmetkarên xwe bike ku ew ji bêcesaretiyê û ji xemgîniyê bifilitin. Ma ew nikare alî te jî bike? (Li paragrafên 8 heta 13an binêre) *

9. Li gor Rût 1:16, 17, 22, Rûtê çawa cesaret da Naomiyê?

9 Di vî rewşa xerab de, çi alî Naomiyê kir? Hezkirina dilsoz! Mesela, gava Rûtê ji Naomiyê re got ku ewê bi wê re bimîne, wê hezkirina dilsoz eyan kir (Rût 1:16, 17, 22 bixwîne). Li Beytlehemê, Rûtê ji bo debara xwe û Naomiyê li zêviyan ceh top dikir. Di netîceyê de, pir wext derbas nebû ku Rûtê navekî baş qazanc kir (Rût 3:11; 4:15).

10. Yehowa hezkirina xwe ji kesên feqîr re çawa nîşan dida?

10 Ji bo ku hewcedariyên kesên feqîr bên tedarek kirin, Yehowa qanûneke xisûsî dabû Îsraêliyan. Li gor vê qanûnê, lazim bû ku ew li wexta palehiyê qeraxên zeviyan ji bo mirovên feqîr bihêlin (3. Mû. 19:9, 10). Loma, ne lazim bû ku Rût û Naomî parse bikin, lê wan dikaribû ji bo debara xwe bixebitin.

11-12. Boaz çawa dilê Rût û Naomiyê şa kir?

11 Xwediyê zeviya ku Rûtê li wir ceh top dikir, zilamekî dewlemend ê bi navê Boaz bû. Gava wî didît ku Rût ji Naomiyê re çi qas dilsoz e, vê yekê dilê wî girt. Ji ber vê yekê, Boaz mîrasa malbatê bi şûn de kirî û bi Rûtê re zewicî (Rût 4:9-13). Ji wan re zarokekî bi navê Ovêd çêbû, yê ku paşê bû kalikê Dawid Padîşah (Rût 4:17).

12 Bûyîna Ovêd bê guman dilê Naomiyê pir şa kir. Lê belê, Rût û Naomî wê bereketên hê jî mezintir bistînin. Ewê ji mirinê bên rakirin û bibihîzin ku Ovêd yek ji kal û bavên Mesîhê Sozdayî bû!

13. Serpêhatiya Rût û Naomiyê çi rêyî me dide?

13 Dersên ji bo me. Gava em rastî tengasiyan tên, em dikarin dilteng bibin û xwe bêçare hîs bikin. Li demên wisa, gerek em xwe bi temamî bispêrin Yehowa û xwe nêzikî xwişk û birayên xwe bigirin. Em helbet dizanin ku îro, Yehowa hemû tengasiyên me ji holê ranake. Mesela, wî zilam û kurên Naomiyê ji mirinê ranekirin. Lê belê, ew dikare bi navgîniya dilovaniya xwişk û birayan sebrê bide me (Mtl. 17:17).

HINDIK MABÛ KU EWÊ BIKETA

Hindik mabû ku nivîskarê Zebûra 73yan seba serkeftîbûna xeraban biketa. Eger em dîqat nekin, em jî dikarin bikevin vê dafikê (Li paragrafên 14 heta 16an binêre)

14. Zilamekî Lêwî cesareta xwe çima winda kir?

14 Nivîskarê Zebûra 73yan zilamekî Lêwî bû, loma wî li perestgehê xizmet dikir. Dîsa jî, ew carekê pir dilteng bû. Gelo çima? Wî çavnebariya kesên xerab û qure kir – ne seba xerabiya wan, lê seba vê ku jiyana wan ji jiyana wî rihettir xuya dikir (Zeb. 73:2-9, 11-14). Wisa xuya dikir qey ew zengîn bûn û qet kêmasî û xemên wan tune bûn. Vê yekê zebûrbêj ew qas aciz dikir ku wî got: “Ya rast, min dilê xwe beredayî paqij kiriye, bi bêsûcî destê xwe şûştiye.” Belê, hindik mabû ku wiyê dev ji xizmeta Yehowa berdaya.

15. Li gor Zebûr 73:16-19, 22-25, zebûrbêjê Lêwî çawa ji diltengiyê filitî?

15 Zebûr 73:16-19, 22-25 bixwîne. Paşê, zilamê Lêwî çû perestgeha Xwedê. Li wê derê, di nav xizmetkarên Xwedê de, wî halê xwe bi zelalî analîz kir û dua kir. Di netîceyê de, wî fehm kir ku fikrên wî şaş in, û eger ew dev ji van fikran bernede, ewê dostaniya Yehowa winda bike. Wekî din, wî fehm kir ku kesên xerab li “derên şemitok” disekinin û wê rojekê tune bibin. Ji bo ku zebûrbêj ji çavnebariyê û ji bêcesaretiyê bifilite, lazim bû ku ew wek Yehowa li meseleyan binêre. Gava wî ev yek kir, hizûr ket dilê wî. Wî got: “Ez kesî din [ji xeynî Yehowa] naxwazim li ser rûyê erdê.”

16. Serpêhatiya zilamê Lêwî çi rêyî me dide?

16 Dersên ji bo me. Bila em tu caran çavnebariya xeraban nekin. Jiyana wan her çi qas rihet xuya bike jî, dilşadiya wan kûr nîne û zû diqede. Hêviya wan tune (Waiz 8:12, 13). Eger em çavnebariya wan bikin, emê hem cesareta xwe hem jî dostaniya Yehowa winda bikin. Loma, eger tu tê derxî ku tu çavnebariya serkeftîbûna xeraban dikî, zilamê Lêwî bîne bîra xwe. Guh bide şîreta Xwedê û nêzikî xwişk û birayan bimîne. Eger tu herî zêde ji Yehowa hez bikî, tuyê bextewariya rastîn bi dest bixî, û tuyê li riya ku ber bi “jiyana rastîn” ve dibe, bimînî (1. Tîm. 6:19).

PETRÛS SEBA KÊMASIYÊN XWE DILTENG BÛ

Serpêhatiya Petrûs nîşanî me dide ku mirov çawa dikare cesareta xwe ji nû ve qazanc bike. Ji bo ku em alî kesên din bikin, em dikarin bala wan bikişînin ser vê serpêhatiyê (Li paragrafên 17 heta 19an binêre)

17. Petrûs çima dilteng bû?

17 Petrûs mirovekî jîr bû, lê wî carinan bêhemdî xeber dida yan hereket dikir û paşê poşman dibû. Mesela, gava Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re got ku ewê bê kuştin, Petrûs ji wî re got: “Ev tişt tu caran bi te nayê!” (Met. 16:21-23). Hingê Îsa Mesîh nêrîna Petrûs serrast kir. Wexta ku elaletek hat ku Îsa bigire, Petrûs guhê xulamekî serokkahîn jêkir (Yûh. 18:10, 11). Dîsa, Îsa Mesîh ew serrast kir. Ji xeynî vê, Petrûs pesnê xwe dabû ku eger her kes dudilî û sist be jî, ewê tu caran dudilî û sist nebe (Met. 26:33). Lê paşê, Petrûs xwebaweriya xwe winda kir, û wî Îsa sê caran înkar kir. Petrûs pir xemgîn bû û “derket derve û bi dilşewatî giriya” (Met. 26:69-75). Wî bê guman meraq dikir ka Îsa wê wî efû bike yan na.

18. Îsa Mesîh çawa alî Petrûs kir ku ew ji diltengiyê bifilite?

18 Lê belê, Petrûsê şandî seba diltengiyê dev ji xizmeta Yehowa berneda. Piştî ku wî şaşî kir, ew dîsa hat ser xwe, û ew vegeriya ba şandiyên din (Yûh. 21:1-3; Kar. 1:15, 16). Gelo çi alî wî dikir? A yekê, Îsa dua kiribû ku baweriya Petrûs winda nebe, û wî ji Petrûs re gotibû ku bila ew vegere û qewetê bide birayên xwe. Eşkere ye ku Yehowa cewab da vê duaya Îsa. Paşê, Îsa bi xwe ji Petrûs re xuya bû. Armanca wî bê guman ev bû ku cesaretê bide wî (Lûqa 22:32; 24:33, 34; 1. Kor. 15:5). Piştî şeva ku şandiyan qet masî negirtibûn, Îsa dîsa ji wan re xuya bû. Wî fersend da Petrûs ka ew bibêje ku ew ji wî çi qas hez dike. Belê, Îsa Mesîh dostê xweyî hêja efû kiribû, û wî mesûliyeteke muhîm emanetî wî kir (Yûh. 21:15-17).

19. Li gor Zebûr 103:13, 14, Yehowa li gunehên me çawa dinêre?

19 Dersên ji bo me. Ev yek ku Îsa Mesîh çawa cesaret dida Petrûs nîşan dide ku Îsa yekî dilrehm e. Wekî din, em dizanin ku Îsa Mesîh bi awayekî bêqisûr dişibe Bavê xwe. Loma, gava em şaşiyan dikin, gerek em nefikirin ku halê me bêçare ye. Ji bîr neke ku Îblîs dixwaze ku em wisa bifikirin. Ji ber vê yekê, gerek em bînin bîra xwe ku Yehowa ji me hez dike û sînorên me dizane. Ew hazir e ku me efû bike, û gerek em jî hazir bin ku kesên ku dilê me diêşînin efû bikin (Zebûr 103:13, 14 bixwîne).

20. Li meqaleya din, emê çi hîn bibin?

20 Serpêhatiyên Ûsiv, Rût û Naomî, zebûrbêjê Lêwî û Petrûs nîşanî me didin ku Yehowa “nêzikî dilşikestiyan e” (Zeb. 34:18). Ew carinan îznê dide ku em rastî tengasiyan bên û dilteng bibin. Lê belê, gava em bi alîkariya Yehowa li hemberî tengasiyan sebir dikin, baweriya me xurttir dibe (1. Ptr. 1:6, 7). Li meqaleya din, emê bibînin ku Yehowa çawa piştgiriya xizmetkarên xwe dike, yên ku seba kêmasiyên xwe yan zehmetên jiyanê dilteng dibin.

KILAM 7 Yehowa Hêza Me ye

^ par. 5 Seba tengasiyan, Ûsiv, Rût, Naomî, zilamekî Lêwî û Petrûsê şandî carinan dilteng dibûn. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa çawa teselî û qewet dida wan. Wekî din, emê bibînin ku em dikarin ji serpêhatiyên wan û ji dilrehmiya ku Xwedê ji wan re eyan dikir, çi hîn bibin.

^ par. 56 RESIM: Rût, Orpa û Naomî seba mirina zilamên xwe xemgîn bûn. Paşê, gava Ovêd hat dinyayê, Rût, Naomî û Boaz pir şa bûn.