Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 51

Yehowa Nêzîkî Dilşkestiya ye

Yehowa Nêzîkî Dilşkestiya ye

“Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne” (ZEB. 34:18).

KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Vê gotarêda, emê çi hîn bibin?

JIYANA me bi rastî jî kin û “têrî tengasiyê” ye (Îb. 14:1). Lema, em carina dilteng dibin. Hine xizmetkarên Yehowa Xwedê, yên ku li demên berê dijîtin, eynî tişt texmîn dikirin. Hine ji wan hela hê mirinê jî xwera dixwestin (1 Padş. 19:2-4; Îb. 3:1-3, 11; 7:15, 16). Lê belê, wana xwe dispart Yehowa, û ewî timê qewat û mêrxasî dida wan. Serhatiyên wana bona dilbîniya û hînbûna me hatine nivîsandin (Rom. 15:4).

2 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin hine xizmetkarên Yehowa, yên ku rastî tengasiya dihatin: Ûsiv kurê Aqûb, Nahomî û bûka wê Rût, mêrekî Lêwî yê ku Zebûra 73 nivîsî û Petrûsê şandî. Gelo Yehowa çawa qewat dida wan? Em dikarin ji serhatiyên wana çi dersa bistînin? Cabên van pirsa wê nîşanî me kin ku Yehowa “nêzîkî dilşkestiya ye” û “merim-belengaza didebirîne” (Zeb. 34:18).

ÛSIV LI HIMBERÎ ZULIMÊ SEBIR DIKIR

3-4. Gava Ûsiv cahil bû, çi hate serê wî?

3 Gava Ûsiv weke 17 salî bû, ewî du xewnên ji Xwedê dîtin. Van xewna nîşan dida ku rojekê, Ûsiv wê nav û dengekî usa bistanda ku malbeta wî wê hurmet bidaya wî (Destp. 37:5-10). Lê belê, demeke kin paşî ku Ûsiv ev xewn dîtin, jiyana wî tevlihev bû. Birên wî ew firotin, û ew wek xulam kete mala serwêrekî Misrî yê bi navê Potîfar (Destp. 37:21-28). Ûsiv, yê ku bona bavê xwe kurê herî hizkirî bû, nişkêva li Misrê bû xulam (Destp. 39:1).

4 Paşê, tiştên hê xirab hatin serê Ûsiv. Jina Potîfar şer avîte Ûsiv. Ewê got ku ewî bi zorê dixwest serê xwe pêra dayne. Potîfar lêkolîn nekir ka Ûsiv bi rastî jî tiştekî usa kiribû yan na, lê ewî ew raste-rast avîte kelê, û li wêderê, ew bi zincîrên hesin hat girêdan (Destp. 39:14-20; Zeb. 105:17, 18). Bîne ber çevê xwe ku Ûsiv çiqas xemgîn bû, ji bo ku buxdanekî usa xirab avîtin ser wî. Usa jî, bifikire ku ev buxdan navê Yehowa çawa reş dikir. Belê, gelek sebeb hebûn ji bo çi jî Ûsiv dilteng dibû!

5. Ûsiv çawa nihêrandineke pozîtîv xwey dikir?

5 Gava Ûsiv xulam bû û paşê kete kelê, azaya wî tune bû û ewî nikaribû halê xwe biguhasta. Gelo çi alî wî dikir ku ew nihêrandineke pozîtîv xwey bike? Ewî dîna xwe nedida tiştên ku îda nikaribû bikira, lê ewî şixulên xwe bi dil û can dianî sêrî. Ya herî ferz jî ev e ku ewî hertim xîret dikir ku dilê Yehowa şa bike. Lema, Yehowa hemû karên Ûsiv bibereket dikirin (Destp. 39:21-23).

6. Ûsiv belkî ji xewnên xwe çawa dilbînî distand?

6 Ûsiv belkî xewnên xwe yên berê dianîn bîra xwe û derheqa wan difikirî. Van xewna bêşik dilbînî dida wî, çimkî van eşkere dikir ku rojekê, ewê malbeta xwe dîsa bivîne û halê wî wê baş bibe. Bi rastî jî usa bû. Gava Ûsiv weke 37 salî bû, xewnên wî bi cûrekî nehêvîkirî hatin sêrî (Destp. 37:7, 9, 10; 42:6, 9).

7. Li gora 1 Petrûs 5:10, çi wê alî me bike ku em li himberî tengasiya sebir bikin?

7 Dersên bona me. Serhatiya Ûsiv tîne bîra me ku dinya bêrem e û dixwazin naxwazin emê rastî neheqiya bên. Xûşk-birên me jî dikarin dilê me biêşînin. Lê belê, heger em Yehowa wek Zinar û Stara xwe bivînin, emê mêrxasiya xwe unda nekin û xizmeta xwe nedin sekinandin (Zeb. 62:6, 7; 1 Petrûs 5:10 bixûne). Usa jî, bîne bîra xwe ku gava Ûsiv xewnên ji Xwedê dîtin, ew tenê weke 17 salî bû. Ev yek nîşanî me dike ku Yehowa bi xizmetkarên xwe yên cahil jî bawer e. Îro, gelek cahil wek Ûsiv in. Mîna wî, ew baweriya xwe Yehowa tînin. Hine ji wan seva aminiya xwe bi neheqî ketine kelê (Zeb. 110:3).

DU JINÊN XEMGÎN

8. Çi hat serê Rût û Nahomiyê?

8 Seba xelayeke giran, jinikeke bi navê Nahomî tevî malbeta xwe ji welatê Cihûda derket û çû welatê Mowab. Li wêderê, zilamê wê Elîmelex mir. Nahomî tevî kurên xwe tenê ma. Wext şûnda, her du kurên wê bi jinên Mowabîra zewicîn. Navên bûkên wê Rût û Orpa bûn. Weke 10 sal şûnda, kurên Nahomiyê jî mirin, û zarên wan tune bûn (Rût 1:1-5). Bîne ber çevê xwe ku ev sê jin çiqas xemgîn bûn! Rût û Orpa hilbet aza bûn ku dîsa mêr bikin. Lê belê, gelo kê wê Nahomî xwey bikira? Ew îda pîr bû, û lazim bû ku kesek lê binihêre. Nahomî carekê seva xemên xwe haqas dilteng bû ku ewê usa got: “Minra nebêjin Nahomî, lê minra bêjin Mara, çimkî Yê Herî Zor derd û kulava ez danîme”. Paşî van qewimandinên xirab, Nahomiyê safî kir ku vegere Beytlehemê, û Rût jî tevî wê çû (Rût 1:7, 18-20).

Xwedê Rût û Nahomiyêra îzbat kir, wekî ew dikare alî xizmetkarên xwe bike ku ew ji diltengiyê û ji xemgîniyê bifilitin. Gelo ew nikare alî te jî bike? (Abzasa 8 heta 13 binihêre) *

9. Li gora Rût 1:16, 17, 22, Rûtê çawa dilbînî da Nahomiyê?

9 Di vî halê xirabda, çi dilbînî da Nahomiyê? Hizkirina amin! Mesele, gava Rûtê Nahomiyêra got ku ewê tevî wê bimîne, ewê hizkirina amin eyan kir (Rût 1:16, 17, 22 bixûne). Li Beytlehemê, Rûtê bona ku ebûra xwe û Nahomiyê bike, zeviya ceh top dikir. Di axiriyêda, pir wext derbaz nebû ku Rûtê navekî baş qazanc kir (Rût 3:11; 4:15).

10. Yehowa hizkirina xwe kesên kesîbra çawa nîşan dikir?

10 Yehowa bona hewcên kesîba xem dikir, û lema jî qanûneke mexsûs da Îsraêliya. Li gora vê qanûnê, lazim bû ku ew li wexta dirûnê qeraxên zeviyan bona merivên kesîb bihêlin (Qan. Kah. 19:9, 10). Lema, ne lazim bû ku Rût û Nahomî parse bikin, û bi saya vê qanûnê wana dikaribû ebûra xwe bikin.

11-12. Bowaz çawa dilê Rût û Nahomiyê şa kir?

11 Xweyê zeviya ku Rûtê li wir ceh top dikir, merivekî dewlemend bi navê Bowaz bû. Gava ewî didît ku Rût Nahomiyêra çiqas amin e, vê yekê dilê wî girt. Lema, wext şûnda Bowaz mîrata malbetê kirî û Rûtêra zewicî (Rût 4:9-13). Wanra zarokekî bi navê Ovêd hate bûyînê, yê ku paşê bû kalikê Dawid Padşa (Rût 4:17).

12 Bûyîna Ovêd bêşik dilê Nahomiyê pir şa kir. Lê belê, Rût û Nahomî wê bereketên diha mezin bistînin. Ewê ji mirinê bên rakirin û pêbihesin ku Ovêd yek ji kal û bavên Mesîhê Sozdayî bû!

13. Serhatiya Rût û Nahomiyê çi me hîn dike?

13 Dersên bona me. Gava em rastî tengasiya tên, em dikarin berxwe kevin û hela hê dilşkestî jî bin. Li demên usa, gerekê em xwe bi temamî bispêrin Yehowa û xwe nêzîkî xûşk-birên xwe bigirin. Em hilbet zanin ku îro Yehowa me ji hemû tengasiya xilaz nake. Mesele, ewî mêr û kurên Nahomiyê ji mirinê ranekirin. Lê ew dikare bi saya dilovaniya xûşk û bira sebrê û dilbîniyê bide me (Metlk. 17:17).

HINDIK MABÛ KU EWÊ BIKETA

Hindik mabû ku nivîskarê Zebûra 73 seva pêşdaçûyîna xiraba biketa. Heger em miqatî xwe nebin, em jî dikarin bikevin vê telikê (Abzasa 14 heta 16 binihêre)

14. Mêrekî Lêwî mêrxasiya xwe çima unda kir?

14 Nivîskarê Zebûra 73 mêrekî Lêwî bû, lema wî li paristgehê xizmet dikir. Dîsa jî, ew carekê pir dilteng bû. Gelo çima? Ewî çevnebariya kesên xirab û qure kir – ne seva xirabiya wan, lê seva vê ku jiyana wan ji jiyana wî rihettir xuya dikir (Zeb. 73:2-9, 11-14). Usa dihate kifşê ku her tişt cem wan hebû, jîyîna baş, hebûk û emirê bêxem. Vê yekê zebûrbêj haqas eciz dikir ku wî got: “Ku usa ye badîhewa min xwe paqij xweyî kirîye û destêd xwe pê bêsûcîyê şûştine”. Belê, hindik mabû ku ewî xizmeta xwe Yehowara bida sekinandinê.

15. Li gora Zebûr 73:16-19, 22-25, zebûrbêjê Lêwî çawa ji diltengiyê filitî?

15 Zebûr 73:16-19, 22-25 bixûne. Paşê, ev Lêwî çû paristgeha Xwedê. Li wêderê, di nav xizmetkarên Xwedêda, ewî halê xwe bi zelalî cêriband û dua kir. Di axiriyêda, ewî fem kir ku fikrên wî şaş in, û heger ew terika wan fikra neke, ewê dostiya xwe tevî Yehowa unda ke. Usa jî, ewî fem kir ku kesên xirab li ser riya şimitok disekinin û wê rojekê tune bibin. Ji bo ku zebûrbêj ji çevnebariyê û ji dilşkestîbûnê bifilite, lazim bû ku ew mîna Yehowa ser tişta binihêre. Gava ewî usa kir, ewî dilrihetî stand û şabûna wî vegeriya. Ewî got: “Li ser erdê jî pêştirî [Yehowa] tiştekî din ez naxwazim”.

16. Serhatiya zebûrbêjekî Lêwî çi me hîn dike?

16 Dersên bona me. Bira em tu cara çevnebariya xiraba nekin. Jiyana wan her çiqas rihet tê kifşê jî, şabûna wan dirêj nakişîne û hêviya wan tune (Waîz 8:12, 13). Heger em çevnebariya wan bikin, emê him mêrxasiya xwe him jî dostiya xwe tevî Yehowa unda bikin. Lema, heger tu têderxî ku tu çevnebariya serketîbûna xiraba dikî, zebûrbêjê Lêwî bîne bîra xwe. Guh bide şîreta Xwedê û xwe li xûşk-bira bigire. Heger tu herî zêde Yehowa hiz bikî, tuyê bextewariya rastî qazanc kî, û tuyê li ser riya “jiyîna ku rastî jiyîn e”, bimînî (1 Tîmt. 6:19).

PETRÛS SEVA KÊMASIYÊN XWE DILTENG BÛ

Serhatiya Petrûs nîşanî me dike ku meriv çawa dikare mêrxasiya xwe ji nûva qazanc bike. Seva ku em alî kesên din bikin, em dikarin dîna wan bikişînin ser vê serhatiyê (Abzasa 17 heta 19 binihêre)

17. Petrûs çima dilteng bû?

17 Petrûs merivekî jîr bû, lê ewî carina bêhemdê xwe xeber dida, lez diket tiştekî bike û bona vê yekê gelek şaşî dikir. Lê paşê ew poşman dibû û berxwe diket. Mesele, gava Îsa Mesîh şandiyên xwera got ku ewê bê kuştin, Petrûs wîra got: “Ew tişt wê tu car neyê serê te!” (Met. 16:21-23). Hingê Îsa Mesîh nihêrandina Petrûs rast kir. Wexta ku elaletek hat ku Îsa bigire, Petrûs guhê xulamekî serekkahîn jêkir (Yûhn. 18:10, 11). Dîsa, Îsa Mesîh ew rast kir. Xêncî vê yekê, Petrûs pesnê xwe da ku heger her kes dudilî û sist be jî, ewê tu cara dudilî û sist nebe (Met. 26:33). Lê paşê, Petrûs kete ber bayê tirsê û xwebaweriya xwe unda kir, û sê cara Îsa înkar kir. Petrûs pir dilteng bû, “derkete derva û kele-kel giriya” (Met. 26:69-75). Bêşik ew berxwe diket, gelo Îsa wê bibaxşîne wî yan na.

18. Îsa Mesîh çawa alî Petrûs kir ku ew ji diltengiyê bifilite?

18 Petrûsê şandî seva diltengiyê xizmeta xwe neda sekinandinê. Paşî ku ewî şaşî kir, ew dîsa hat ser xwe, û vegeriya bal şandiyên din (Yûhn. 21:1-3; Kar. Şand. 1:15, 16). Gelo çi alî wî kir? Ya pêşin, Îsa dua kiribû ku baweriya Petrûs xilaz nebe, û ewî Petrûsra gotibû ku bira ew vegere û qewatê bide birên xwe. Eşkere ye ku Yehowa caba vê duayê Îsa da. Paşê, Îsa Petrûsra jî xuya bû. Nêta wî bêşik ev bû ku dilbîniyê bide wî (Lûqa 22:32; 24:33, 34; 1 Korn. 15:5). Îsa şandiyên xwera dîsa xuya bû, paşî şeva ku ewana qet mesî negirtibûn. Ewî mecal da Petrûs ku ew bêje wekî ew wî çiqas hiz dike. Belê, Îsa Mesîh dostê xweyî hêja efû kir, û cabdarîke ferz da destê wî (Yûhn. 21:15-17).

19. Li gora Zebûr 103:13, 14, Yehowa li gunehên me çawa dinêre?

19 Dersên bona me. Ev yek ku Îsa Mesîh çawa dil dida Petrûs nîşan dike ku Îsa yekî dilrem e. Usa jî, em zanin ku Îsa Mesîh bi temamî çev dida Bavê xwe. Lema, gava em şaşiya dikin, gerekê em nefikirin ku halê me bêçare ye. Bîr neke ku Mîrê-cin dixwaze ku em usa bifikirin. Lema, gerekê em bînin bîra xwe ku Yehowa me hiz dike û sînorên me zane. Ew hazir e ku bibaxşîne me, û gerekê em jî hazir bin ku bibaxşîn wan yên ku dilê me diêşînin (Zebûr 103:13, 14 bixûne).

20. Gotara dinda, emê çi hîn bibin?

20 Serhatiyên Ûsiv, Rût û Nahomî, zebûrbêjê Lêwî û Petrûs nîşanî me dikin ku Yehowa “nêzîkî dilşkestiya ye” (Zeb. 34:18). Ew carina îznê dide ku em rastî tengasiya bên û dilteng bibin. Lê belê, gava em bi saya alîkariya Yehowa ber tengasiya sebir dikin, baweriya me diha qewî dibe (1 Pet. 1:6, 7). Gotara dinda, emê bivînin ku Yehowa çawa piştgiriya xizmetkarên xwe dike, yên ku seva kêmasiyên xwe yan jî seva zemetên jiyanê dilteng dibin.

KILAMA 7 Yehowa Qewata Me ye

^ abz. 5 Seva tengasiya, Ûsiv, Rût, Nahomî, mêrekî Lêwî û Petrûsê şandî carina dilteng dibûn. Vê gotarêda, emê bivînin ku Yehowa çawa dilbînî û qewat dida wan. Usa jî, emê bivînin ku em dikarin ji serhatiyên wan û ji dilremiya ku Xwedê wanra eyan dikir, çi hîn bibin.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rût, Orpa û Nahomî seva mirina mêrên xwe xemgîn bûn. Paşê, gava Ovêd hate bûyînê, Rût, Nahomî û Bowaz pir şa bûn.