Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Gelo gotinên 1. Korîntî 15:29 tên maneya ku hin şagirtên Îsa Mesîh ji bo xatirê miriyan dihatin bin av kirin?

Na, Kitêba Pîroz û çavkaniyên tarîxî behsa adeteke wisa nakin.

Hinek difikirin ku li rojên Pawlos, hin kes ji bo xatirê miriyan dihatin bin av kirin. Sebeb ev e ku li gor hin tercûmeyan, ev ayet wisa dibêje: “Nexwe, yên ku ji bo miriyan imad [bin av] dibin, wê çi bikin? Eger mirî tu caran neyên rakirin, hingê çima ji bo wan imad dibin?”

Gelo zanyarên Kitêba Pîroz li ser vê mijarê çi dibêjin? Mesela, Dr. Gregory Lockwood got ku li Kitêba Pîroz û li çavkaniyên tarîxî qet îsbat tune ku kesek ji bo xatirê kesên mirî hat bin av kirin. Profesor Gordon Fee jî nivîsî ku Kitêba Pîroz û çavkaniyên tarîxî behsa adeteke wisa nakin. Wekî din, wî got ku tiştekî wisa li sedsalên piştî sazkirina civata Mesîhiyan jî nedihat kirin.

Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz imad [bin av] bikin, hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin” (Met. 28:19, 20). Loma, berî ku kesek bikaribe bibe şagirtekî Îsa Mesîh, gerek ew di heqê Yehowa û Îsa Mesîh de melûmatê bistîne, baweriya xwe bi wan bîne û guh bide wan. Eşkere ye ku kesekî mirî nikare vêya bike, û kesekî sax nikare vêya li şûna kesekî mirî bike (Waiz 9:5, 10; Yûh. 4:1; 1. Kor. 1:14-16).

Madem ku wisa ye, gelo Pawlos dixwest çi bigota?

Hin xwişk û birayên li bajarê Korîntê înkar dikir ku mirî wê bên rakirin (1. Kor. 15:12). Lê belê, Pawlos îsbat kir ku nêrîna wan şaş e. Seba tengasiyên ku ew rastî wan dihat, wî got: “Ez her roj dimirim!” Pawlos helbet hê sax bû, lê wî dixwest bigota ku ew her roj diket talûkeya mirinê, û eger ew bimire jî, ew bawer bû ku ewê wek Îsa Mesîh ji mirinê bê rakirin û here ezmanan (1. Kor. 15:30-32, 42-44).

Lazim bû ku xwişk û birayên li Korîntê fehm bikin ku ji ber ku ew şagirtên meshkirî ne, ewê roj bi roj rastî tengasiyan bên û ewê bimirin berî ku ewê bên rakirin. Gava ew “di hevpariya Mesîh Îsa de” bin av bûn, ew “di hevpariya mirina wî de” jî bin av bûn (Rom. 6:3). Maneya vê ev e ku wek Îsa Mesîh, ewê jî rastî tengasiyan bihatana û bimirana berî ku ewê bihatana rakirin û biçûna ezmanan.

Zêdetirî du salên piştî ku Îsa Mesîh hatibû bin av kirin, wî ji du şandiyên xwe re got ku ewê bi “binavbûna” wî “bên bin av kirin” (Mar. 10:38, 39, NWT). Li vê ayetê, Îsa Mesîh behsa binavbûna herfî nedikir. Bi van gotinan, Îsa dixwest bigota ku ewê seba dilrastiya xwe bê kuştin. Pawlos ji meshkiriyan re wisa nivîsî: “Em bi wî re cefayê dikişînin, emê bi wî re bên birûmetkirin jî” (Rom. 8:16, 17; 2. Kor. 4:17). Belê, berî ku kesên meshkirî ji bo jiyana li ezmanan bihatana rakirin, ewê bimirana.

Loma, gotinên Pawlos li gor Wergera Dinyaya Nû wisa tên wergerandin: “Yan na, yên ku tên bin av kirin ji bo ku ew bibin kesên mirî, wê çi bikin? Eger mirî qet neyên rakirin, ew çima ji bo armanceke wisa tên bin av kirin?”