Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Metelok 24:16 usa dibêje: “Heger yê rast heft cara bikeve, wê dîsa rabe”. Gelo ev rêz besa van kesa dike, yên ku gelek cara gune dikin lê ji aliyê Xwedêva tên efû kirin?

Na, meniya vê rêzê ne ev e. Ev rêz besa van kesa dike, yên ku seva tengasiyê dikevin, lê paşê dîsa radibin, dêmek tên ser xwe.

Rêzên berê û paşî vê rêzê usa dibêjin: “Hey nepako! Xwe li mala rastada netelîne û hêwargeha wî wêran neke, çimkî, heger yê rast heft cara bikeve, wê dîsa rabe, lê nepakê xirabîyêda sersêrî bên. Gava dijminê te bikeve şa nebe û gava nigê wî bilikume, dilê xwe wî şa neke” (Metlk. 24:15-17).

Hine kes difikirin ku rêza 16 besa van kesa dike, yên ku gune dikin lê paşê tobe dikin. Mesele, du keşîşên dêrê nivîsiye ku ev rêz ji aliyê gelek kesava usa tê zelal kirin. Li gora vê nihêrandinê, meriv her çi bike jî, ew hizkirina Xwedê tu cara unda nake, lê her tim dikare tobe bike û dîsa rabe. Ev fikir dikare li kesên ku naxwazin gunên xwe tobe bikin, xweş bê. Ew belkî difikirin ku ew her çiqas gune bikin jî, Xwedê wê wan her tim efû bike.

Lê belê, meniya rêza 16 ne ev e.

Xebera Îbranî, ya ku li rêzên 16 û 17 wek “ketin” hatiye welgerandin, dikare bi cûre-cûre awaya bê xebitandin. Ev xeber dikare bê hesabê ketina raste-rast, mesele gava kesek ji serxaniyê xwe dikeve, yan kevirek dikeve erdê (Qan. Dcr. 22:4, 8; Ams. 9:9). Ev xeber bi awayekî sîmbolîk jî dikare bê xebitandin, wek li vê rêzê: “Xudan gavêd wî merivî dişidîne rîya kîjanî ew begem dike. Heger ew bilikume, wê nekeve, çimkî Xudanê destê wî bigire” (Zeb. 37:23, 24; Metlk. 11:5; 13:17; 17:20).

Lê belê, Profêsor Êdward Plamptr usa dibêje: “Xebera Îbranî, ya ku wek [“ketin”] tê welgerandin, tu cara ji bo gune nayê xebitandinê”. Lema, zandarekî din meniya rêza 16 usa zelal dike: “Heger kesek xizmetkarên Xwedêra xirabiyê bike jî, ewana her tim li ser piya dimînin, lê belê kesên xirab li ser piya namînin!”

Belê, Metelok 24:16 besa kesên ku gune dikin nake, lê besa van kesa dike, yên ku dîsa û dîsa rastî çetinaya tên. Li vê dinyaya xirab, kesên rast jî dikarin nexweş bikevin yan rastî xemên din bên. Usa jî, ew dikarin ji aliyê dewletêva rastî zulim û zordariyê bên. Dîsa jî, ew dikarin bawer bin ku Xwedê wê piştgiriya wan bike û alî wan bike ku ew sebir bikin û serketî bibin. Ka bifikire ku te çiqas car dîtiye ku halê xizmetkarên Xwedê axiriyêda baş dibe. Belê, em dikarin bawer bin ku “Xudan dest davêje hemû ketîya û yê tewîyayî dide sekinandinê” (Zeb. 41:1-3; 145:14-19).

“Kesê rast” şa nabe çaxê kesên din rastî problêma tên, lê ew dilrihet dibe, çimkî Xwedê piştgiriya xizmetkarên xwe dike (Waîz 8:11-13; Îb. 31:3-6; Zeb. 27:5, 6).