Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 52

Tu Çawa Dikarî Serî bi Diltengiyêra Derxî?

Tu Çawa Dikarî Serî bi Diltengiyêra Derxî?

“Tu barê xwe bide Xudan Ewê hilgire dewsa te” (ZEB. 55:22).

KILAMA 33 Barê Xwe Bide ser Yehowa

VÊ GOTARÊDA *

1. Diltengî dikare li ser me çawa hukum bike?

ROJ bi roj, em rastî problêma tên, û em her tiştî dikin ku serî bi wanra derxin. Lê belê, gava em dilteng dibin, li me zor tê ku problêmên xwe safî bikin. Diltengî dikare bibe menî ku em xwebawerî, mêrxasî û şabûna xwe unda kin. Kitêba Pîroz jî dibêje ku diltengî dikare me sist bike (Metlk. 24:10). Belê, gava em dilteng dibin, em belkî bêtaqet dibin û mera îda çetin dibe ber problêmên xwe sebir bikin.

2. Hine sebebên diltengiyê çi ne, û vê gotarêda, emê çi hîn bibin?

2 Em dikarin seva gelek tişta dilteng bibin, mesele seva nexweşî yan qisûr û kêmasiyên xwe. Yan jî, em dikarin dilteng bibin, çimkî me di xizmeta Yehowada vê cabdariyê nestandiye ku me dixwest, yan jî çimkî gelek merivên li mihala me guh nadin mizgînê. Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin ber diltengiyê sebir bikin.

QISÛR Û KÊMASIYÊN ME

3. Xwedê ser kêmasiyên me çawa dinihêre û ev yek çi me hîn dike?

3 Meriv hêsa dikare seva qisûr û kêmasiyên xwe dilteng bibe û bifikire ku Yehowa wî hêjayî jiyana her-heyî hesab nake. Nihêrandineke usa xof e û dikare ziyanê bîne. Gelo em gerekê ser kêmasiyên xwe çawa binihêrin? Li gora Kitêba Pîroz, tenê Îsa Mesîh gune nekiriye, lê em gişk gunekar in (Rom. 3:23). Lê belê, Xwedê bi zêdeyî dîna xwe nade qisûrên me. Ew Bavekî dilovan e, û ew dixwaze alî me bike. Usa jî, ew bisebir e. Ew divîne ku em çawa xîret dikin ku ji qisûrên xwe bifilitin û derheqa xwe bi zêdeyî nêgatîv nefikirin. Xwedê hertim hazir e ku alî me bike (Rom. 7:18, 19).

Qenciya ku me berê kiribû û qenciya ku em niha dikin, Yehowa tu car bîr nake (Abzasa 5 binihêre) *

4-5. Gotinên ji 1 Yûhenna 3:19, 20 çawa alî du xûşka kir ku ew nihêrandina xwe rast bikin?

4 Serhatiyên du xûşkên bi navê Dêbî û Marîa bîne ber çevê xwe. * Dêbî di malbeteke dilsarda mezin bibû. Dê-bavê wê payê wê nedidan. Lema wê xwe bêqîmet hesab dikir. Gava ewê şaşiyên biçûk dikir, ew difikirî ku ew bêkêr e. Halê Marîayê jî wek halê wê bû. Merivên wê ew nimiz dikirin. Lema, ewê jî xwe bêqîmet hesab dikir. Paşî ku ew bû Şeda Yehowa jî, ew difikirî ku ew hêjayî vî navî nîne.

5 Dîsa jî, van du xûşka xizmeta xwe Yehowara nedane sekinandinê. Gelo çima? Çimkî ya lape ferz, wana ji dil dua dikir û barê xwe Yehowara dihîştin (Zeb. 55:22). Wana fem kir ku Bavê meyî dilovan rind zane ku tiştên xirab, yên ku hatibûn serê me, dikarin bibin sebeb ku em xwe nimiz hesab kin. Em belkî difikirin ku hunurên me yên baş tunene, lê belê Yehowa usa nafikire (1 Yûhenna 3:19, 20 bixûne).

6. Gava kesek şaşîke xwe dubare dike, ev yek çawa dikare li ser wî hukum bike?

6 Gava kesek xîret dike ku terka xeyseteke xirab bike, lê vî tiştî dîsa dike, ew dikare dilteng bibe. Hilbet normal e ku em xwe seva şaşiyên xwe sûcdar bikin (2 Korn. 7:10). Lê belê, gerekê em nefikirin ku em bêkêr in û ku Yehowa wê tu cara nebaxşîne me. Nihêrandineke usa ne rast e û dikare bibe sebebku em xizmeta xwe Yehowara bidine sekinandinê. Wek Metelok 24:10 dibêje, diltengî dikare me sist bike. Lema, dewsa ku em xwe bi zêdeyî sûcdar bikin, gerekê em Yehowara dua bikin û ji wî baxşandinê bixwazin (Îşa. 1:18). Heger em ji dil tobe bikin, ewê bibaxşîne me. Usa jî, wê baş be ku em rûspiyên civatêra besa problêma xwe bikin. Ewê bi sebir alî me bikin ku em ji aliyê ruhanîva qenc bibin (Aqûb 5:14, 15).

7. Heger em li himberî kêmasîke xwe şer dikin, gerekê em çima mêrxasiya xwe unda nekin?

7 Rûspîkî civatê bi navê Jan-Lûk, yê ku li Fransayê dijî, wanra yên ku li himberî kêmasîke xwe şer dikin, usa dibêje: “Di çevê Yehowada, kesê rast ne ew e yê ku qet şaşiya nake, lê ew e yê ku seva şaşiyên xwe poşman dibe û tobe dike” (Rom. 7:21-25). Lema, heger tu li himberî kêmasîke xwe şer dikî, xwe bêkêr hesab neke. Em gişk jî qisûrdar in, û em hewceyî kerema Xwedê ne, ya ku ew bi saya qurbana Îsa li ser me dibarîne (Efes. 1:7; 1 Yûhn. 4:10).

8. Gava em dilteng dibin, em dikarin ji kê alîkariyê bistînin?

8 Xûşk û bira dikarin me hêlan bikin. Gava em dixwazin besa problêmên xwe bikin, ewana dikarin guh bidin me û dil bidine me (Metlk. 12:25; 1 Têsln. 5:14). Xûşkeke bi navê Coy, ya ku li Nîjeriyayê dijî, dibêje ku gava ew dilteng dibû, çi alî wê dikir: “Heger xûşk û bira alî min nekirana, minê çi bikira? Alîkariya wan îzbat dike ku Yehowa caba duayên min dide. Bi serda, ez ji wan hîn bûme ku ez çawa dikarim kesên din hêlan bikim, yên ku wek min dilgiran in”. Lê belê, gerekê em nefikirin ku xûşk û bira hertim zanin ku halê me çi ye. Lema, wê belkî lazim be ku em herin bal xûşk yan birakî gihîştî û bêjin ku em hewceyî alîkariyê ne.

DILTENGÎ JI BO NEXWEŞIYÊ

9. Zebûr 41:3 û 94:19 me çawa hêlan dikin?

9 Ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Gava em nexweş dikevin – îlahî gava em nexweşîke kronîkî nexweş in – belkî li me zor tê ku em nihêrandineke pozîtîv xwey bikin. Îro, Yehowa me her çiqas bi keremeta qenc neke jî, ew berdiliyê û qewatê dide me ku em bikaribin sebir bikin (Zebûr 41:3; 94:19 bixûne). Mesele, gava em bona îşên malê yan bona kirîn-firotinê hewceyî alîkariyê dibin, Xwedê dikare li ser dilê xûşk û birên me hukum bike ku ew alî me bikin. Yan jî, ew dikare wana hêlan bike ku ew tevî me dua bikin. Usa jî, ew dikare gotinên dilbînî ji Kitêba Pîroz bîne bîra me, mesele hêviya jiyaneke bê êş û bê nexweşiyê dinya tezeda (Rom. 15:4).

10. Îsang çawa ji diltengiyê filitî?

10 Birakî bi navê Îsang, yê ku li Nîjeriyayê dijî, kete qezîkê û şil û şat bû. Doktor wîra got ku ewê îda nikaribe bimeşe. Îsang dibêje: “Ez pir xemgîn û dilgiran bûm”. Gelo çi alî wî dikir ku ew ji diltengiya xwe bifilite? Îsang usa dibêje: “Ez û jina min, me berdewam dikirin Yehowara dua bikin û Kitêba Pîroz lêkolîn dikir. Usa jî, me dîna xwe dida bereketên ku me standine, mesela hêviya jiyana dinya tezeda”.

Kesên nexweş û emirda mezin jî dikarin ji xizmetê şabûnê bistînin (Abzasa 11 heta 13 binihêre)

11. Gava Sîndî nexweş ket, ewê şabûna xwe çawa xwey dikir?

11 Xûşkeke bi navê Sîndî, ya ku li Meksîkê dijî, bi nexweşîke giran nexweş ket. Di vî halîda, gelo ewê çawa sebir dikir? Gava ew dihate qenckirin, ewê xwera nêt danî ku her roj hema merivekîra besa mizgînê bike. Ew usa dinivîse: “Bi vî awayî, min dîna xwe dida – ne ser nexweşiyê, êşa xwe yan ser vê ku min çiqas xirab xwe texmîn dikir – lê ser kesên din. Lema, gava min tevî hekîm yan berdestên hekîma xeber dida, min ji wan dipirsî ku malbeta wan çawa ye. Paşê, min dipirsî ku wana çima xwera îşekî haqas zor bijartiye. Bi vî cûreyî, min fem dikir ku kîjan têma dikarin dilê wan bigirin. Çend kesa got ku piraniya kesên nexweş tu cara napirsin ku ew çawa nin. Gelek hekîm û berdestên hekîma seva vê yekê ji min razî bûn. Hela hê hinek ji wana adrês yan hejmara têla xwe jî didane min. Di vî halê zorda, Yehowa dilê min pir şa dikir!” (Metlk. 15:15).

12-13. Hine xûşk û birên me yên nexweş yan emirda mezin çawa xizmetê dikin?

12 Xûşk û birên me yên emirda mezin yan jî yên nexweş carina dilteng dibin, çimkî ew nikarin mîna berê xizmet bikin. Dîsa jî, ew çi ji destê wan tê dikin ku mizgînê bidin meriva. Mesele, li Amêrîkayê, xûşkeke bi navê Laûrêl, 37 sal di hundirê mekîneke ji bo bînkişandinêda ma. Xêncî vê yekê, kansera wê hebû, ew çend cara hat opêrasiyonkirin û nexweşiya çerm cem wê hebû. Dîsa jî, tu tiştî nikaribû riya wê bigire ku ew besa mizgînê neke. Ewê mizgîn dida berdestên hekîma û kesên din ku dihatin mala wê. Bi saya xîreta wê, herî kêm 17 kes bûn Şedên Yehowa! *

13 Rûspîkî civatê bi navê Rîçard, bona kesên ku nikarin ji malê derkevin, û wanra yên ku mala bona kal-pîrada dijîn, şîretekê usa dide: “Wê baş be ku stênda edebyeta bal wan hebe. Stêndên usa wê dîna meriva bikişîne û bona xeberdanê rê veke. Ev yek dikare dilê xûşk û birên meye delal, yên ku îda nikarin mal bi mal xizmetê bikin, şa bike”. Usa jî, kesên ku nikarin ji malê derkevin dikarin bi nema û bi têlê jî xizmetê bikin.

GAVA EM KIFŞKIRINEKÊ NASTÎNIN

14. Dawid Padşa çawa mera bû mesele?

14 Dibe ku tu seva kal-pîrbûnê, nexweşiyê yan sebebên din nikarî xizmetêda hine kifşkirina bistînî. Heger halê te usa ye, serhatiya Dawid Padşa bîne ber çevê xwe. Ewî ji dil dixwest paristgeha Xwedê ava bike. Gava Dawidra hat gotin ku îzna wî tune ku paristgehê ava bike, ewî bi dil û can alîkarî da vî merivî, yê ku ji aliyê Xwedêva hat bijartin ku vî îşî bike. Usa jî, Dawid bona vê avakirinê pir zêr û zîv hazir kir. Çi meseleke baş! (2 Sam. 7:12, 13; 1 Dîr. 29:1, 3-5).

15. Hûgo çawa ji diltengiyê filitî?

15 Birakî bi navê Hûgo, yê ku li Fransayê dijî, ji bo nexweşiyê îda nikaribû wek rûspî xizmet bike. Serda jî, ewî îda nikaribû hine îşên malê bike. Ew usa dinivîse: “Di serîda, min xwe bêqîmet texmîn dikir, û ez pir dilteng bûm. Lê wede şûnda, min fem kir ku gerekê ez sînorên xwe qebûl bikim, û min himberî van sînora xizmeta Yehowada şabûn distand. Ezê tu cara xizmeta xwe nedim sekinandinê. Mîna Gîdeyon û 300 eskerên wî, yên ku westiyayî bûn û dîsa jî şerê xwe berdewam dikirin, ezê jî nehêlim ku diltengî min bişkêne!” (Hakim. 8:4).

16. Mesela melekên amin çi me hîn dikin?

16 Melekên amin mera mesele ne. Li dema Ahab Padşa, Yehowa meleka pirsî ka wana wê ev padşê xirab çawa bixapanda. Çend meleka fikrên xwe gotin. Lê belê, Xwedê tenê yek ji wan bijart û wîra got ku fikra wî baş e (1 Padş. 22:19-22). Gelo melekên din eciz bûn û fikirîn ku xîreta wan badîhewa bû? Hilbet na! Melek bi rastî milûk in, û ewana dixwazin ku Yehowa hemû pesna bistîne (Hakim. 13:16-18; Eyan. 19:10).

17. Heger em xemgîn in ji bo ku me hine kifşkirinên xizmetê nestandine, gerekê em çi bikin?

17 Bîr neke wekî ew qedirekî mezin e ku navê Xwedê li ser me ye û em mizgîna Padşatiya Xwedê elam dikin. Em dikarin hine kifşkirinên mexsûs bistînin yan jî unda bikin, lê belê bona Yehowa, tiştê herî ferz ev e ku em milûk bin û sînorên xwe bizanibin. Heger em merivên usa bin, him Yehowa him jî xûşk û birên me wê me hiz bikin. Lema, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu milûk bimînî. Serhatiyên merivên dilnimiz, yên ku li Kitêba Pîroz hatine nivîsandin, bîne ber çevê xwe. Îşê ku gerekê tu bikî çi be jî, vî îşî bi dil û can bona kara xûşk û bira pêk bîne (Zeb. 138:6; 1 Pet. 5:5).

GAVA MERIV GUH NADIN MIZGÎNÊ

18-19. Heger gelek kes guh nedin me, em çawa dikarin dîsa jî ji xizmetê şabûnê bistînin?

18 Gelo tu carina dilteng dibî ji ber ku li herêma te, gelek meriv guh nadin mizgînê yan ne li malê ne? Heger usa ye, tu çawa dikarî şabûna xwe xwey bikî yan zêde bikî? Çargoşe “Xizmetêda Diha Pêşdaçûyî be” nîşan dike ku em çawa dikarin ji xizmeta xwe zêdetir şabûnê bistînin. Usa jî, pir ferz e ku nihêrandina me li ser xizmetê rast be. Gelo em çawa dikarin nihêrandineke pozîtîv xwey bikin?

19 Bîr neke ku nêta herî ferz ya xizmeta me ev e ku em navê Xwedê û Padşatiya wî elam bikin. Îsa Mesîh zelal kiribû ku yên ku riya jiyanê divînin, hindik in (Met. 7:13, 14). Gava em diçin xizmetê, em tevî Yehowa, Îsa Mesîh û meleka hevkariyê dikin (Met. 28:19, 20; 1 Korn. 3:9; Eyan. 14:6, 7). Yehowa kesên hêja dikişîne bal xwe (Yûhn. 6:44). Lema, heger kesek niha mizgînê qebûl neke jî, ewê belkî careke din guh bide me.

20. Li gora Yêremya 20:8, 9, em çawa dikarin serî ji diltengiyê derxin?

20 Vê yekêda Yêremya pêxember mera meseleke baş e. Ewî nav merivên sert û serhişkda xizmet dikir. Meriva hertim qerfên xwe pê dikirin û pê dikeniyan (Yêremya 20:8, 9 bixûne). Carekê, Yêremya haqas eciz bû ku ewî dixwest xizmeta xwe bihêle. Lê ewî usa nekir. Gelo çima? Çimkî xebera Yehowa di dilê Yêremyada wek agir bû, û ewî nikaribû xwe bigire. Gava hiş û dilê me bi xebera Yehowava tije dibe, em jî usa dibin. Lema, pir ferz e ku em Kitêba Pîroz roj bi roj lêkolîn bikin û li ser wê kûr bifikirin. Bi vî awayî, şabûna me wê zêde bibe, û xizmeta me wê hê zêde ber bide (Yêrem. 15:16).

21. Em çawa dikarin serî bi diltengiyêra derxin?

21 Dêbî, ya ku me berê besa wê kiribû, usa dibêje: “Şeytan dikare diltengiyê wek çekekê bixebitîne”. Lê belê, Yehowa ji Şeytan û hemû çekên wî qewattir e. Lema, gava tu seva tiştekî dilteng dibî, Yehowara dua bike ku ew alî te bike. Bi alîkariya wî, tu dikarî li himberî qisûr û kêmasiyên xwe şer bikî. Hergê tu nexweşî jî, Yehowa wê kêleka te be û piştgiriya te bike. Usa jî, ewê alî te bike ku nihêrandina te ya li ser xizmeta te pozîtîv be. Belê, Bavê xweyî ezmanîra derheqa xemên xwe gilî ke. Bi alîkariya wî, tu dikarî serî bi diltengiyêra derxî.

KILAMA 41 Bavo, Duayê Min Bibihê

^ abz. 5 Carina, em dilteng dibin. Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin diltengiyê alt bikin. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin serî ji diltengiyê derxin.

^ abz. 4 Hine nav hatine guhastinê.

^ abz. 12 Serhatiya Laûrêl Nîsbêt li jûrnala “Hişyar Bin!” ya 22 Çile 1993 hatibû neşir kirin.

^ abz. 69 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkek demekê dilteng bû, lê ew derheqa xizmeta xwe ya berê difikire û dua dike. Ew bawer e ku Yehowa keda wê bîr nake.