Here Naverokê

Here naverokê

Di Wezîfeya Xwe de bi Dil û Can Bixebite!

Di Wezîfeya Xwe de bi Dil û Can Bixebite!

GAVA tu ji dostekî xwe nameyeke bi gotinên dilgerm distînî, ma tu şa nabî? Tîmotêyos nameyeke wisa ji Pawlosê şandî stend. Paşê, ev name bû pareke Kitêba Pîroz û wek “2. Tîmotêyos” hat bi nav kirin. Gava Tîmotêyos ev name stend, ew bê guman pir şa bû. Dibe ku Tîmotêyos wisa difikirî: “Gelo Pawlos çawa ye? Gelo ew çi dike? Gelo Pawlos ji bo wezîfeya min şîretek nivîsî? Gelo ev name wê alî min bike ku ez di xizmetê de serkeftî bim û alî kesên din bikim?” Ji vê nameya Pawlos, Tîmotêyos cewabên van pirsan û gelek pirsên din stendin. Niha emê bala xwe bidin çend şîretên ji vê nameyê, yên ku wê ji bo me jî bifeyde bin.

“EZ ... HER TIŞTÎ RADIGIRIM”

Gotinên pêşîn ên nameyê nîşan dida ku Pawlos ji Tîmotêyos çi qas hez dikir. Pawlos wisa nivîsî: “Kurê min ê delal” (2. Tîm. 1:2). Weke sala 65an a P.M., gava Tîmotêyos ev name stend, ew weke 30 salî bû. Wê demê, ew jixwe kalekî bitecrûbe bû, ji ber ku wî zêdetirî 10 salan bi Pawlos re xizmet kiribû û gelek tiştan hîn bûbû.

Pawlos li Romayê li zindanê bû, û ew li benda îdama xwe bû (2. Tîm. 1:15, 16; 4:6-8). Gava Tîmotêyos pêhesiya ku Pawlos çawa bi dilsozî li hemberî tengasiyan sebat dikir, wî bê guman teşwîq distend. Cesareta Pawlos ji van gotinan xuya dike: “Ez ... her tiştî radigirim” (2. Tîm. 2:8-13). Mîna Tîmotêyos, em jî dikarin ji emsala Pawlos teşwîqê bistînin.

‘AGIRÊ DIYARIYA XWEDÊ GUR BIKE’

Pawlosê şandî Tîmotêyos teşwîq dikir ku ew qîmetê bide xizmeta xwe. Pawlos dixwest ku Tîmotêyos “agirê diyariya Xwedê”, yê ku ji wî re hat dayîn, gur bike (2. Tîm. 1:6). Li vê ayetê, Pawlos peyva xarîsma bi kar anî, peyveke Yewnanî ya ku tê maneya “diyarî”, “hediye” yan jî “kerem”. Gava Tîmotêyos hat tayîn kirin ku di civatê de bi awayekî xisûsî xizmet bike, wî ev “diyarî” stend (1. Tîm. 4:14).

Gerek Tîmotêyos ev diyarî çawa bi kar bianiya? Gava wî gotinên ‘agirê diyariya Xwedê gur bike’ dixwend, vê yekê belkî agirê li malan anî bîra wî, yê ku piştî wextekê ditemire û gerek dîsa bê gur kirin. Li gor ferhengekê, peyva Yewnanî (anazopîreo) ya ku Pawlos bi kar anî tê maneya “ji nû ve gur kirin”. Ev peyv bi awayekî mecazî jî dihat bi kar anîn. Yanî, Pawlos ji Tîmotêyos re wisa digot: “Di wezîfeya xwe de bi dil û can bixebite!” Gerek em jî mîna Tîmotêyos bi xîret di wezîfeya xwe de bixebitin.

“WAN TIŞTÊN QENC ... BIPARÊZE”

Di nameya Pawlos de, Tîmotêyos şîreteke din jî dît, a ku alî wî dikir ku ew di xizmeta xwe de serkeftî bibe. Pawlos wisa nivîsî: “Wan tiştên qenc ên ku li te hatine spartin, bi Ruhê Pîroz ê ku di dilê me de rûdine, biparêze” (2. Tîm. 1:14). Ev ‘tiştên qenc ên ku li wî hatin spartin’ çi bûn? Li ayeta pêşiya vê ayetê, Pawlos behsa “peyvên saxlem”, yanî rastiyên Nivîsarên Pîroz, kir (2. Tîm. 1:13). Tîmotêyos xizmetkarê Xwedê bû, loma lazim bû ew rastiyê hem li hundirê civatê hem jî li derveyî civatê hîn bike (2. Tîm. 4:1-5). Wekî din, Tîmotêyos wek kalê civatê hatibû tayîn kirin ku “şivantiya keriyê Xwedê” bike (1. Ptr. 5:2). Bi saya vê ku Tîmotêyos xwe dispart ruhê pîroz û Peyva Xwedê, wî dikaribû ev ‘tiştên qenc ên ku li wî hatin spartin’ – yanî rastiya ku gerek wî hîn bikira – biparêze (2. Tîm. 3:14-17).

Rastî ji me re jî hatiye emanet kirin, da ku em wê ji kesên din re hîn bikin (Met. 28:19, 20). Ji bo ku em tu car ji bîr nekin ku ev rastî çi qas biqîmet e, wê baş be ku em her tim dua bikin û Kitêba Pîroz lêkolîn bikin (Rom. 12:11, 12; 1. Tîm. 4:13, 15, 16). Hin kes ji me wek kalên civatê yan mizgînvanên tamrojî xizmet dikin. Eger me emaneteke wisa stendiye, gerek em bi dilnizmî fehm bikin ku em hewceyî alîkariya Yehowa ne. Gerek em qîmetê bidin ‘van tiştên qenc’ û ji Yehowa alîkariyê bixwazin ku wan biparêzin.

“WAN TIŞTAN ... BISPÊRE WAN MIROVÊN DILSOZ”

Wezîfeyên Tîmotêyos ne tenê bi wî ve, lê bi kesên din ve jî girêdayî bûn. Loma jî Pawlos ev şîret da Tîmotêyos: “Tiştên ku te ... ji min bihîstine, bispêre wan mirovên dilsoz ên ku wê bikarin hînî hinekên din bikin” (2. Tîm. 2:2). Belê, lazim bû ku Tîmotêyos tiştên ku ew elimîbû ji kesên din re jî hîn bike. Îro jî, pir muhîm e ku her kalê civatê xîret bike ku eynî tiştî bike. Nazirekî baş wê zanîna xwe ji kesên din veneşêre, lê ewê kesên din hîn bike ku ew jî bikaribin îşên civatê bînin cih. Ew natirse ku kesên din wê vî îşî ji wî baştir bikin û pesnan bistînin. Ji ber vê yekê, nazirekî baş serobero hîn nake. Ew dixwaze alî kesên din bike ku ew fehmdar û bihîkmet bibin û ji aliyê ruhî ve mezin bibin. Bi vî awayî, “mirovên dilsoz”, ên ku ew hîn dike, wê ji bo civatê hê kêrhatîtir bibin.

Bê guman, Tîmotêyos ji bo nameya Pawlos pir şikurdar bû. Bi îhtimaleke mezin, wî ev name gelek caran dixwend û difikirî ku ew çawa dikare van şîretan baştir pêk bîne.

Şîretên ku Tîmotêyos stendibûn ji bo me jî bifeyde ne. Wê baş be ku em jî îşê xwe bi dil û can bibin serî, tiştên ku ji me re hatine emanet kirin biparêzin û ji kesên din re hîn bikin. Bi vî awayî, emê bikaribin xizmeta xwe bibin serî (2. Tîm. 4:5).