Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kifşkirina Xweda bi Dil û Can Bixebite!

Kifşkirina Xweda bi Dil û Can Bixebite!

GAVA tu ji dostekî xwe nemeke bi gotinên dilgerm distînî, gelo tu şa nabî? Tîmotêyo nemeke usa ji Pawlosê şandî stand. Paşê, ev neme bû pareke Kitêba Pîroz û wek kitêba “2 Tîmotêyo” hat nav kirin. Gava Tîmotêyo ev neme stand, ew bêşik pir şa bû. Dibe ku Tîmotêyo usa difikirî: “Gelo Pawlos çawa ye? Gelo ew çi dike? Gelo Pawlos bona kifşkirina min şîretek minra nivîsî? Gelo ev neme wê alî min bike ku ez di xizmetêda pêşdaçûyî bim û alî kesên din bikim?” Ji vê nema Pawlos, Tîmotêyo cabên van pirsa û gelek pirsên din standin. Niha emê dîna xwe bidin çend şîretên ji vê nemê, yên ku wê bona me jî kêrhatî bin.

“EZ HER TIŞTÎ SEBIR DIKIM”

Gotinên pêşin yên nemê nîşan dikirin ku Pawlos Tîmotêyo çiqas hiz dikir. Pawlos usa jêra nivîsî “lawê . . . delal” (2 Tîmt. 1:2). Weke sala 65 D.M., gava Tîmotêyo ev neme stand, ew weke 30 salî bû. Wê demê, ew rûspîkî cêribandî bû, ji ber ku ewî zêdetirî 10 sala tevî Pawlos xizmet kiribû û gelek tişta hîn bibû.

Pawlos li Romê kelêda bû, û ew hîviya sûcê xwe bû (2 Tîmt. 1:15, 16; 4:6-8). Gava Tîmotêyo pêhesiya ku Pawlos çawa bi aminî li himberî tengasiya sebir dikir, ewî bêşik hêlan distand. Mêrxasiya Pawlos ji van gotina eyan dibe: “Ez her tiştî sebir dikim” (2 Tîmt. 2:8-13). Mîna Tîmotêyo, em jî dikarin ji mesela Pawlos hêlanê bistînin û çev bidine sebira wî.

‘AGIRÊ PÊŞKÊŞA XWEDÊ HÊ GUR BIKE’

Pawlosê şandî Tîmotêyo hêlan dikir ku ew xizmeta xwe qîmet bike. Pawlos dixwest ku Tîmotêyo “agirê pêşkêşa Xwedê”, yê ku wîra hat dayîn, hê gur bike (2 Tîmt. 1:6). Li vê rêzê, Pawlos xebera xarîsma da xebatê, xebereke Yûnanî ya ku tê hesabê “diyarî”, “hediye” yan jî “kerem”. Gava Tîmotêyo hat kifşkirin ku di civatêda bi awayekî mexsûsî xizmet bike, ewî hingê ev “pêşkêş” stand (1 Tîmt. 4:14).

Gerekê Tîmotêyo ev pêşkêş çawa bida xebatê? Gava ewî wan xeberên Pawlos xwend ku ‘agirê pêşkêşa Xwedê hê gur bike’, ev yek dibeke agirê ku malda vêdixistin anî bîra wî, yê ku paşî wextekê ditemirî û gerekê dîsa bihata gurkirinê. Li gora ferhengekê, xebera Yûnanî (anazopîreo) ya ku Pawlos da xebatê tê hesabê “ji nûva gur kirin”. Ev xeber bi awayekî sîmbolîk jî dihat xebitandin. Yanî, Pawlos Tîmotêyora usa digot: “Di kifşkirina xweda bi dil û can bixebite!” Gerekê em jî mîna Tîmotêyo bi xîret di kifşkirina xweda bixebitin.

“EW TIŞTÊD QENCE KU LI TE HATINE SPARTINÊ . . . XWEY KE”

Di nema Pawlosda, Tîmotêyo şîreteke din jî dît, ya ku alî wî dikir ku ew di xizmeta xweda pêşdaçûyî bibe. Pawlos usa nivîsî: “Ew tiştêd qence ku li te hatine spartinê bi wî Ruhê Pîrozî nava meda xwey ke” (2 Tîmt. 1:14). Ev ‘tiştên qenc yên ku li wî hatin spartin’ çi bûn? Li rêza pêşiya vê rêzê, Pawlos besa “hînkirina saxlem”, dêmek besa rastiyên Nivîsarên Pîroz kir (2 Tîmt. 1:13). Tîmotêyo xizmetkarê Xwedê bû, lema lazim bû ew rastiyê him li hundirê civatê him jî li derveyî civatê hîn bike (2 Tîmt. 4:1-5). Usa jî, Tîmotêyo wek rûspî hatibû kifş kirin ku “şivantiyê . . . keriyê pezê Xwedê” bike (1 Pet. 5:2). Bi saya vê ku Tîmotêyo xwe dispart ruhê pîroz û Xebera Xwedê, ewî dikaribû ev ‘tiştên qenc yên ku li wî hatin spartin’ – dêmek rastiya ku gerekê ewî hîn bikira – biparêze (2 Tîmt. 3:14-17).

Rastî mera jî hatiye tesmîlkirin, dêmek hatiye spartin, wekî vê rastiyê meriva hîn bikin (Met. 28:19, 20). Bona ku em tu car bîr nekin ku ev rastî çiqas biqîmet e, wê baş be wekî em hertim dua bikin û Kitêba Pîroz lêkolîn bikin (Rom. 12:11, 12; 1 Tîmt. 4:13, 15, 16). Hine kes ji me wek rûspiyên civatê yan xizmetkarên hertim xizmet dikin. Heger şixulekî ferz tesmîlî me kirine, gerekê em bi milûktî fem bikin ku em hewcê alîkariya Yehowa ne. Gerekê em ‘van tiştên qenc’ qîmet bikin û ji Yehowa alîkariyê bixwazin ku wan biparêzin.

WAN TIŞTA “BISPÊRE . . . MERIVÊD AMIN”

Kifşkirin û şixulên Tîmotêyo ne tenê wîva, lê kesên dinva jî girêdayî bûn. Lema jî Pawlos ev şîret da Tîmotêyo: “Ew tiştêd ku te . . . ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin” (2 Tîmt. 2:2). Belê, lazim bû ku Tîmotêyo tiştên ku ew hîn bibû kesên din jî hîn bike. Îro jî, pir ferz e ku her rûspî xîret bike wekî eynî tiştî bike. Berpirsiyarekî baş wê zanebûna xwe ji kesên din veneşêre, lê ewê kesên din hîn bike ku ewana jî bikaribin îşên civatê bînin sêrî. Ew natirse ku kesên din wê vî îşî ji wî baştir bikin û pesna bistînin. Lema, berpirsiyarekî baş sera-bera hîn nake. Ew dixwaze alî kesên din bike ku ew femdar û bîlan bin û ji aliyê ruhanîva mezin bin. Bi vî awayî, “merivên amin”, yên ku ew hîn dike, wê bona civatê hê kêrhatî bin.

Bêşik, Tîmotêyo bona nema Pawlos pir şêkirdar bû. Diqewime, ewî ev neme gelek cara dixwend û difikirî ku ew çawa dikare van şîreta diha baş pêk bîne.

Şîretên ku Tîmotêyo standibûn bona me jî kêrhatî ne. Wê baş be ku em jî îşê xwe bi dil û can bînin sêrî, tiştên ku mera hatine spartin biparêzin û kesên din jî hîn bikin. Bi vî awayî, emê bikaribin xizmeta xwe bînin sêrî (2 Tîmt. 4:5).