Here Naverokê

Here naverokê

Tê Bîra Te?

Tê Bîra Te?

Gelo te rind bala xwe da hemû meqaleyên Birca Çavdêriyê yên vê salê? Ka tu dikarî cewabên van pirsan bidî?

Gerek em li meshkiriyan çawa binêrin?

Em baweriya wan ji xwe re dikin emsal; lê belê, gerek em wan ji kesên din bilindtir nebînin û bi zêdeyî ji wan re heyran nemînin. Wekî din, gerek em pirsên li ser hêviya wan nepirsin (w20.01, rûp. 29).

Çi îsbat hene ku Yehowa bi te eleqedar dibe?

Li gor Kitêba Pîroz, Yehowa tu dîtî berî ku tu hatî dinyayê. Yehowa guh dide duayên te. Ew dizane ku di dilê te de çi heye, û ew dizane ku tu çi difikirî. Yehowa seba kirinên te yan şa dibe yan xemgîn dibe (1. Dîr. 28:9; Mtl. 27:11). Wî tu ba xwe kişandî (w20.02, rûp. 12).

Gerek em kengê bipeyivin û kengê hiş bin?

Em her tim hazir in ku di heqê Yehowa de bipeyivin. Gava em dibînin ku kesek dikeve riyeke bitalûke, em bi wî re dipeyivin. Gava ji xwişk yan birayekî re şîret lazim e, kalên civatê bi wî re xeber didin. Em behsa îşê xwişk û birayên me, yên ku li welatên ku îşê me qedexe ye dijîn, nakin (yan ji kesên din napirsin). Em behsa meseleyên mehrem nakin (w20.03, rûp. 20-21).

Kuliyên li kitêba Yowêl çawa ji kuliyên li kitêba Peyxamê cuda ne?

Li gor Yowêl 2:20-29, Xwedê kuliyan dûr dixe û sozê dide ku ewê zerara ku ji aliyê kuliyan ve hatiye meydanê, telafî bike. Piştî vê yekê, Yehowa ruhê xwe dirijîne. Ev yek li dema ku ordiya Babîlê ket welatê Îsraêl û paşê hat cih. Lê belê, Peyxam 9:1-11 behsa meshkiriyan dike, yên ku wek kuliyan dixebitin ku fermana Xwedê ya li ser vê dinyaya xerab îlan bikin û bi vî awayî mirovên ku piştgiriya vê dinyayê dikin, pir aciz dikin (w20.04, rûp. 3-6).

Padîşahê bakûr îro kî ye?

Rûsya û hevalbendên wê. Padîşahê bakur hicûmî xizmetkarên Xwedê dike. Ew belavkirina mizgînê qedexe dike û ji Şahidên Yehowa nefret dike. Padîşahê bakur li dijî padîşahê başûr reqabetê dike (w20.05, rûp. 13).

Gelo “berê Ruh” tenê ji sifatên ku li Galatî 5:22, 23 derbas dibin, pêk tê?

Na. Ruhê Pîroz dikare alî me bike ku em sifatên din jî bînin meydanê, mesela rastdariyê (Ef. 5:8, 9) (w20.06, rûp. 17).

Bikaranîna medyaya civakî dikare çi problemê bîne meydanê?

Tiştên ku tu li medyaya civakî diweşînî dikarin nîşan bidin ku tu pesnê xwe didî, ne ku tu yekî dilnizm î (w20.07, rûp. 6-7).

Gelo mizgînvan ji “masîgirên” bitecrûbe dikarin çi bielimin?

Ew di wext û cihê rast de dixebitin. Ew dizanin ku gerek ew hacetên xwe çawa bi kar bînin. Wekî din, ew li gel şertên nû bi mêrxasî dixebitin. Em jî dikarin di xizmetê de eynî tiştan bikin (w20.09, rûp. 5).

Em çawa dikarin di dilê xwendekarên xwe de hezkirina Xwedê mezintir bikin?

Em dikarin wan teşwîq bikin ku ew Kitêba Pîroz her roj bixwînin û li ser wê kûr bifikirin û rêyî wan bidin ku çawa dua bikin (w20.11, rûp. 4).

“Hemû” kesên ku wê bên rakirin, kî ne? (1. Kor. 15:22).

Li vê ayetê, Pawlosê şandî nedigot ku “hemû” însan wê bên rakirin. Wê behsa şagirtên meshkirî dikir, “ên ku bi Mesîh Îsa hatine pîrozkirin” (1. Kor. 1:2; 15:18) (w20.12, rûp. 5-6).

Piştî ku kesên meshkirî wê “di girtin û vekirina çavan de” bên rakirin, ewê çi bikin? (1. Kor. 15:51-53).

Ewê bi Îsa Mesîh re miletan bi “gopalê hesin” bajon (Pey. 2:26, 27) (w20.12, rûp. 12-13).