Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Dua Dikare Alî Te Bike

Çawa Dua Dikare Alî Te Bike

Pamêla giran nexweş ket. Ew ji bo kanserê gelek diçerçirî û alîkariya doxdira xwest. Hemikî ewê Xwedêra jî dua dikir, wekî qewatê bidê ku ber vê çetinayê teyax ke. Gelo dua alî wê kir?

Pamêla dibêje: “Çaxê min alîkariya mêdîsînayê distand, min xwe gelek xirab texmîn dikir. Lê gava min Yehowa Xwedêra dua dikir, min rihetiya dil distand, û fikirên min zelal dibûn. Heta niha ez ji bo nexweşiya xwe gelek êşê dikişînim, lê dîsa jî dua alî min dike nihêrandina pozîtîv xweyî kim. Gava meriv ji min dipirsin, ku ez çawa nim, ez dibêjim: ‘Nebaş im, lê yeke şabûna xwe unda nakim!’”

Hemikî eseyî nîne em hîviyê bin, heta ku tiştek bê serê me, paşê destpêkin dua bikin. Her kes ji me rastî çetinaya tê, firqî tune çetinayên mezin yan yên biçûk, lema jî em hewcê alîkariyê ne. Lê dua dikare alî me bike?

Kitêba Pîroz dibêje: “Tu barê xwe ji Xudanra bihêle, Ewê te li ser lingan bihêle. Ew tucar nahêle, ku yê rast bikeve” (Zebûr 55:22). Ev gilî çiqas xweş in û berdiliyê didin! Dêmek dua çawa dikare alî te bike? Gava tu Xwedêra rast dua dikî, ew wê eseyî alî te bike wê yekêda, çida tu hewce yî, ku bikaribî ber çetinayên xwe teyax kî. (Binihêre çargoşe “ Dua Çi Karê Dikare Tera Bîne”).