Gelo Xwedê Duayên Te Dibihê?
Çaxê tu dua dikî, tu bawer dikî ku Xwedê te dibihê?
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?
Xwedê dibihê. Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, wekî “Xudan nêzîkî wan hemûya ye, . . . ku dilê rast gazî dikin. Ew . . . zarînîya wan dibihê û wan xilaz dike” (Zebûr 145:18, 19).
Xwedê dixwaze, wekî tu wîra dua bikî. Kitêba Pîroz dibêje: “Lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be” (Fîlîpî 4:6).
Xwedê bi rastî bona te xem dike. Xwedê haş ji derd û xemên me heye, û ew dixwaze alî me bike. Kitêba Pîroz dibêje: “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).