Here Naverokê

Here naverokê

Ji Me re Dinyayeke Xweş Pir Lazim e!

Ji Me re Dinyayeke Xweş Pir Lazim e!

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, António Guterres, wisa gotibû: “Dinyaya me bi temamî serobino bûye.” Tu çi dibêjî, ma gotina wî nerast e?

Însan ji ber van xeberên reş û tarî pir aciz dibin:

  • Nexweşî û pandemiyên malxerab

  • Felaketên tebîetê

  • Feqîrî û birçîtî

  • Gemarîbûn û germbûna dinyayê

  • Zilm û zordarî û rişwet

  • Şer û herbên malwêran

Pir eşkere ye ku ji me re dinyayeke xweş lazim e. Hesreta dilê me ev e:

  • Siheteke bêqisûr

  • Sax û selametî û emniyet

  • Têr û tije xwarin

  • Dinyayeke paqij

  • Edaleta ji bo her kesî

  • Aştiya li temamiya dinyayê

Gava ku em behsa dinyayeke xweş dikin, em dixwazin çi bibêjin?

Gelo çi wê bê serê vê dinyayê?

Ji bo ku em di dinyayeke xweş de bijîn, gerek em çi bikin?

Ev kovara Birca Çavdêriyê xweş zelal dike ku Kitêba Pîroz li ser van pirs û meseleyan çi dibêje.