Here Naverokê

Here naverokê

Gelo Ev Dinya ber bi Tunebûna Xwe ve Diçe?

Gelo Ev Dinya ber bi Tunebûna Xwe ve Diçe?

Belkî te bihîstiye ku Kitêba Pîroz behsa dawiya dinyayê dike (1. Yûhenna 2:17). Maneya vê gotinê çi ye? Ma li ser rûyê erdê tu însanek wê sax nemîne? Ma erd wê bibe çol û çolistan yan jî ewê bi temamî were tunekirin?

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE NA!

Çi Dimîne?

ÎNSANIYET

Kitêba Pîroz dibêje: Xwedê erd “vikîvala neafirandiye, [Wî] şikil daye ku li ser were rûniştin” (ÎŞAYA 45:18, Mizgînî).

ERD

Kitêba Pîroz dibêje: “Nifşek diçe û nifşek tê, lê dinya her wek xwe dimîne” (WAIZ 1:4, Mizgînî).

MANEYA VAN GOTINAN ÇI YE? Li gor Kitêba Pîroz, erd qet nayê tunekirin û însan wê her tim li ser wê bimînin. Îcar maneya dawiya dinyayê çi ye?

KA BIFIKIRE: Kitêba Pîroz dawiya vê dinyayê dişibîne rojên Nûh Pêxember. Di wê wextê de, li ser erdê “zordarî zêde” bûbû (1. Mûsa 6:13, Mizgînî). Dîsa jî pêxemberekî adil hebû, navê wî Nûh bû. Îcar gava ku Xwedê însanên xerab bi destê Tofanê tune kirin, wî Nûh Pêxember û mala wî sax hiştin. Kitêba Pîroz li ser wî zemanî dibêje ku “bi avê, dinya berê bi tofanê helak bû” (2. Petrûs 3:6). Bi vî awayî, dawiya wê dinyayê hatibû. Gelo çi hatibû tunekirin? Ne erd, lê însanên xerab hatibûn tunekirin. Ji ber vê yekê, gava ku Kitêba Pîroz behsa dawiya dinyayê dike, ew nabêje ku erd bi xwe wê bê xerakirin. Bi vê gotinê, ew qala tunekirina însanên xerab û nîzam û sîstemên wan jî dike.

Çi Namîne?

KUL Û DERD Û XERABIYÊN DINYAYÊ

Kitêba Pîroz dibêje: “Di nêz de wê dawiya yê xerab bê, tu bigerî jî, wê neyê dîtin ciyê wî. Wê nefsbiçûk mîras bistînin welat [erdê], ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet” (ZEBÛR 37:10, 11).

MANEYA VAN GOTINAN ÇI YE? Bi destê Tofana Nûh Pêxember koka xerabiyê nehatibû rakirin. Ji wexta piştî Tofanê heta îro jî, însanên xerab jiyana her kesî xera dikin. Lê belê, di wexteke nêzîk de, Xwedê wê xerabiyê ji binî ve tune bike. Wek ku Pêxemberê Xwedê gotibû: “Dawiya yê xerab [wê] bê.” Xwedê wê bi destê Padîşahiya xwe xerabiyê tune bike. Kitêba Pîroz dibêje ku Padîşahiya Xwedê hikûmeteke ezmanî ye. Ewê ji ezmanan li ser temamiya dinyayê hikum bajo.

KA BIFIKIRE: Gelo serokên vê dinyayê wê hikmê Padîşahiya Xwedê qebûl bikin? Kitêba Pîroz dibêje ku ewê vê yekê red bikin. Ji bêaqiliya xwe, ewê li hemberî Padîşahiya Xwedê serî rakin (Zebûr 2:2). Netîce wê bibe çi? Padîşahiya Xwedê wê şûna hemû hikûmetên dinyayê bigire û “herdem li ser piyan bimîne” (Danîêl 2:44, Mizgînî). Lê belê, çima pir lazim e ku hikûmetên vê dinyayê werin rakirin?

ÇI LAZIM E? Dawiya Hikûmetên Însanan

Kitêba Pîroz dibêje: “Gavên xwe rastkirin ne di destê mirovê ku dimeşe de ye” (YÊREMYA 10:23).

MANEYA VAN GOTINAN ÇI YE? Însan nehatine xuliqandin ji bo ku ew li ser kesên din hikum bajon. Ji ber vê yekê, ew nikarin li ser mirovan baş hikum bajon û kul û derdên wan derman bikin.

KA BIFIKIRE: Ansîklopediya Britannica Academic li ser hikûmetên dinyayê vê fikrê dibêje: “Ew nikarin dijminên însaniyetê, yanî feqîrî, birçîtî, felaketên tebîetê, şer yan jî zilm û zordariyê tune bikin.” Paşê, ew wisa dewam dike: “Hin kes ... bawer dikin ku tenê hikûmeteke cîhanî dikare kul û derdên dinyayê safî bike.” Lê belê, eger hemû hikûmetên dinyayê bibin yek, dîsa jî dinya wê di bin destê kesên qisûrdar de bimîne. Û ew nikarin kul û derdên dinyayê safî bikin. Tenê qeweta Padîşahiya Xwedê heye ku hemû kul û derdên dinyayê bi temamî safî bike.

Îcar li gor Kitêba Pîroz qet ne lazim e ku însanên baş ji dawiya dinyayê, yanî ji dawiya vê nîzam û sîstema xerab, bitirsin. Bi rastî rojên pir xweş li pêşiya me ne! Xwedê wê li şûna vê dinyaya malxerab, dinyayeke pir xweş ava bike!

Gelo ev tiştên xweş wê kengê çêbin? Meqaleya din zelal dike ku cewaba Kitêba Pîroz çi ye.