Here Naverokê

Here naverokê

Tu Çawa Dikarî Bikevî Dinyaya Nû?

Tu Çawa Dikarî Bikevî Dinyaya Nû?

Meqaleyên berê nîşan dan ku Xwedê wê di wexteke nêzîk de însanên xerab û hemû problemên ku ew çêdikin, tune bike. Bê şik û bê guman em dikarin pê bawer bin ku Xwedê wê vêya bike. Gelo çima? Çimkî Kitêba Pîroz wisa soz dide:

“Îcar dinya ... derbas dibe” (1. YÛHENNA 2:17).

Em dikarin ji sedî sed pê bawer bin ku em dikarin sax bimînin, çimkî ev ayet wisa jî soz dide:

“Yê ku daxwaza Xwedê dike her û her dijî.”

Li gor vê ayetê, eger em daxwaza Xwedê bînin cih, emê sax bimînin. Ji bo ku em fehm bikin ka daxwaza Xwedê çi ye, ewilî gerek em wî baş nas bikin.

JI BO KU TU SAX BIMÎNÎ, XWEDÊ ‘NAS BIKE’

Îsa Pêxember gotibû: “Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew te, tu Xwedayê bi tenê rast ... nas bikin” (Yûhenna 17:3). Ji bo ku em di dawiya dinyayê de sax bimînin û heta bi hetayê bijîn, gerek em Xwedê “nas bikin”. Yanî, ne bes e ku em dizanin ku Xwedê heye. Xwedê dixwaze ku em bibin dostên wî. Ji bo ku em bibin dostên yekî, gerek em wexta xwe pê re derbas bikin. Avakirina dostaniya bi Xwedê re jî wisa çêdibe. Bala xwe bide hin rastiyên Kitêba Pîroz. Ew alî me dikin ku em dostaniyeke baş bi Xwedê re ava bikin.

JI XWE RE HER ROJ KITÊBA PÎROZ BIXWÎNE

Di dawiya dinyayê de, tu dikarî sax bimînî. Ji bo vê yekê ji Xwedê re dua bike, alîkariya wî bixwaze û daxwaza wî bîne cih

Ji bo ku em sax bimînin, gerek em her roj xwarinê bixwin. Lê Îsa Pêxember gotibû: “Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva ku ji devê Xwedê derdikeve dijî” (Metta 4:4).

Îro jî, em dikarin peyvên Yehowa di Kitêba Pîroz de bibînin. Gava ku tu vê Kitêba Muqedes bixwînî, tuyê bielimî ku Xwedê di wextên berê de çi kiriye, ew niha çi dike û ewê di pêşerojê de çi bike.

JI XWEDÊ RE DUA BIKE Û ALÎKARIYA WÎ BIXWAZE

Eger tu dixwazî di rêya Xwedê de bimeşî, lê li te zor tê ku tu dev ji tiştên xerab berdî, gerek tu çi bikî? Bi rastî, gava ku tu Xwedê baş nas bikî, ewê helbet alî te bike.

Ka werin em li ser jinikeke ku em bibêjin navê wê Sakura ye, xeber bidin. Wê di jiyana xwe de bênamûsî dikir. Gava wê dest bi xwendina Kitêba Pîroz kir, ew elimî ku Xwedê ji bênamûsiya cinsî nefret dike (1. Korîntî 6:18). Sakurayê ji Xwedê re dua kir ku ew qewetê bide wê. Bi alîkariya Xwedê wê karibû dev ji vî tiştê xerab berde. Lê hê jî, ew li hemberî vê ceribandinê disekine. Ew wisa dibêje: “Gava ku fikrên bêexlaq tên hişê min, ez ji Yehowa re dua dikim û derdê dilê xwe ji wî re dibêjim. Çimkî ez dizanim ku ez nikarim bi qeweta xwe li hemberî vê xwesteka xerab bisekinim. Lê bi destê duayê, min Yehowa baş nas kir.” Wek Sakurayê, bi milyonan însan Xwedê êdî baş nas dikin. Xwedê qewetê dide wan ku ew jiyana xwe li gor daxwaza wî serrast bikin. Bi vî şiklî, jiyana wan bi dilê Xwedê ye (Filîpî 4:13).

Gava ku tu Xwedê baştir nas bikî, tuyê jî “ji aliyê Xwedê ve [werî] naskirin”. Bi vî awayî, tu dikarî bibî dostê Xwedê (Galatî 4:9; Zebûr 25:14). Eger tu wisa bikî, tuyê sax bimînî û bikevî dinyaya nû. Lê jiyana li dinyaya nû wê çawa be? Meqaleya din vê yekê zelal dike.

a Kitêba Pîroz dibêje ku navê Xwedê Yehowa ye.