Here Naverokê

Here naverokê

Dinyaya nû êdî pir nêzîk bûye. Ji niha ve, tu dikarî xwe ji bo dinyaya nû hazir bikî

Ceneta li ser Rûyê Erdê Pir Nêzîk Bûye!

Ceneta li ser Rûyê Erdê Pir Nêzîk Bûye!

Xwedê dinya pir xweş çêkiriye. Ew dixwaze ku însanên rast heta bi hetayê li ser erdê bijîn (Zebûr 37:29). Xwedê însanên pêşîn, yanî Adem û Hewa, xistibûn ceneta li baxçeyê Adenê. Wî erd emanetî destê wan û zarokên wan kiribû. Gerek wan erd biçandana û lê xwedî derketana (1. Mûsa 1:28; 2:15).

Xwedê dixwest ku dinya bibe cenet. Lê dinya heta îro jî nebûye cenet. Dîsa jî Xwedê fikra xwe neguherandiye. Gelo ewê çawa dinyayê bike cenet? Wek ku me heta niha dît, erd wê heta bi hetayê bimîne. Xwedê dixwaze ku tenê însanên dilsoz li ser erdê bijîn. Gava ku Xwedê sozên xwe bîne cih, halê dinyayê wê çawa be?

Tenê hikûmetek

Di wexteke nêzîk de, Xwedê wê bi destê hikûmeta xwe ya ezmanî li ser temamiya erdê hikum bajo. Erd wê bibe cenet, însan wê bi hev re di yekîtiyê de bin û ji şixulê xwe kêfê bistînin. Xwedê hikumkirina li ser vê dinyayê emanetî destê Îsa Mesîh kiriye. Îsa Mesîh ne wek serokên vê dinyayê ye. Ew hikumdarekî bi dilê xelkê ye. Ew ji însanan hez dike, ew hikumdarekî qenc, dilrehm û biedalet e (Îşaya 11:4).

Yekîtiya însanan

Li dinyaya nû wê ferq û cudahiya însan, milet û eşîretan tune be. Hemû însan wê bi hev re di yekîtiyê de bin (Peyxam 7:9, 10). Însan gişt wê ji Xwedê û ji hevdû hez bikin. Ewê bi hev re di nav xêr û selametiyê de bijîn. Û çawa ku Xwedê ewilî dixwest, însan wê dinyayê bikin cenet (Zebûr 115:16).

Selametiya di nav însan û tebîetê de

Gava ku Padîşahiya Xwedê li ser dinyayê hikum bajo, ewê temamiya av û hewayê kontrol bike. Ji ber vê yekê, av û hewa wê pir xweş be (Zebûr 24:1, 2). Wexta ku Îsa Pêxember li erdê bû, wî bi qudreta Xwedê bi rihetî bayekî pir xurt sekinand (Marqos 4:39, 41). Li bin hikumdariya Îsa Mesîh ne lazim e ku tu kes ji felaketên tebîetê bitirse, çimkî ewê êdî çênebin. Padîşahiya Xwedê wê bike ku di nav însan û tebîetê de xêr û selametî çêbe (Hoşeya 2:18).

Siheta bêqisûr û têr û tije xwarin

Siheta her kesî wê pir xweş be. Tu kes wê nexweş nekeve, kal û pîr nebe û nemire (Îşaya 35:5, 6). Wek ku Adem û Hewayê ji baxçeyê Adenê kêf distand, însan jî wê ji dinyaya xweş û paqij kêfê bistînin. Li dinyaya nû, wek li baxçeyê Adenê, erd wê bixêr û bibereket bibe. Ji bo her kesî wê têr û tije xwarin hebe (1. Mûsa 2:9). Eynî wek ku Mûsa Pêxember gotibû, wê her kes ‘heta ku têr bibe nanê xwe bixwe’ (3. Mûsa 26:4, 5).

Aştî û selametî

Li bin hikumdariya Xwedê hemû însan wê di nav aştî û selametiyê de bin û ji hev re baş bin. Şer û herb wê tune bin. Tu kes wê qewet û qudreta xwe ji bo xerabiyê neşixulîne. Û çi ji kê re lazim be, ewê bêzehmet bistîne. Kitêba Pîroz wisa soz dide: “[Wê] her kes di bin mêwa xwe de û di bin darê xwe yî hêjîrê de rûnin û yê ku wan bitirsîne tune be” (Mîka 4:3, 4).

Xanî û şixulekî baş

Mala her kesî wê hebe. Tu kes wê êdî nebêje ‘ez bêmal im’. Her kes wê ji karê destê xwe lezetê bistîne. Wek Kitêba Pîroz dibêje, li dinyaya nû tu kes wê ‘li cihê vala keda xwe nede’, yanî şixulê wan wê ne pûc û vala be (Îşaya 65:21-23).

Perwerdeya herî baş

Kitêba Pîroz wisa soz dide: “[Wê] dinya jî bi zanîna XUDAN ve tijî bibe” (Îşaya 11:9). Li dinyaya nû însan wê ji hîkmeta Yehowa Xwedê û ji tiştên ku wî çêkirine, bielimin gelek tiştan. Tu kes wê çek û sîlahan çêneke. Tu kes wê zerarê nede kesekî din (Îşaya 2:4). Li şûna vê yekê, ewê bielimin ku bi hev re di nav xêr û selametiyê de bijîn, û ewê li erd û dinyayê xwedî derkevin (Zebûr 37:11).

Jiyana bêdawî

Xwedê dinya pir xweş çêkiriye. Ji ber vê yekê, em dikarin her roj şa bin. Xwedê dixwaze ku însan heta bi hetayê li ser erdê bijîn (Zebûr 37:29; Îşaya 45:18). Ji bo ku Xwedê mexseda xwe ya eslî bîne cih, ewê “mirinê her û her daqurtîne” (Îşaya 25:8, Mizgînî). Kitêba Pîroz wisa soz dide: “Êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Peyxam 21:4). Belê, Xwedê dixwaze jiyana bêdawî bide hemû însanan. Yanî, kesên ku wê li dawiya vê dinyaya xerab sax bimînin, dikarin heta bi hetayê bijîn. Û kesên ku wê li dinyaya nû ji mirinê rabin, ew jî dikarin her tim bijîn (Yûhenna 5:28, 29; Karên Şandiyan 24:15).

Dinyaya nû êdî pir nêzîk bûye. Îcar bi milyonan însan xwe hazir dikin ku bikevin dinyaya nû. Her çi qas ew nekamil in jî, ew dixwazin her tim di rêya Xwedê de bimeşin. Ji bo vê yekê, ew xîret dikin ku Yehowa Xwedê û Îsa Pêxember baş nas bikin (Yûhenna 17:3).

Di wexteke nêzîk de, dawiya vê dinyayê tê. Tu dikarî sax bimînî û bikevî dinyaya nû. Eger tu bixwazî, yek ji Şahidên Yehowa dikare kursa Kitêba Pîroz a bêpere bide te. Ji bo vê kursê pirtûka Heta Bi Hetayê Dilşad Be! tê bikaranîn.