Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Axiriya Meye Baş Qencîkirinêva Girêdayî ye?

Gelo Axiriya Meye Baş Qencîkirinêva Girêdayî ye?

Nava terîxiyêda gelek meriv difikirîn ku heger ewana heyf û nav-namûs bin, ewana wê bigihîjine axiriya baş. Mesele, merivên ji rohilatê gelek qedirê dersdar-fîlosof bi navê Konfusyus digirin (551-479 B.D.M.), yê ku giliyên usa got: “Tu bona xwe çi naxwazî, vê yekê merivên dinra jî nexwaze”. *

RÊ KU GELEK DIJBÊRIN

Gelek meriv bawer dikin wekî rabûn-rûniştina baş merivara bextewariyê û axiriya baş tîne. Ewana aliyê xweda her tiştî dikin wekî hindava merivada bi qedir û merîfet bin, usa jî cabdariyên xwe rind bînin sêrî û îsafa temiz xwey kin. Kulfeteke ji Viyetnamê bi navê Lîn dibêje: “Min bawer dikir ku heger ez helal û diltemiz bim, axiriya min wê baş be”.

Hinek jî dixwazin merivne heyf bin, çimkî rêlîgiya wan usa hîn dike. Mêrikek bi navê Hsû-Yûn, ji Teywanê, dibêje: “Min hîn dikirin ku heger meriv qenciyê bike, ewê paşî mirinê axiriya baş bistîne, lê heger xirabiyê bike, ewê biçerçire”.

GELO KARA VÊ YEKÊ HEYE?

Eva rast e ku gava em qenciyê dikin, em gelek karê distînin. Lê yeke gelek merivên ku bi dil dixwazin hindava merivada heyf bin, ne her gav qenciya wan tê pêşiya wan. Kulfeteke bi navê Şîû Pîn ji Hon-Kongê dibêje: “Min ji emirê xwe dît wekî qenciya meriva ne her gav tê pêşiya wan. Min ji aliyê xweda her tişt dikir, wekî bona malbeta xwe xem bikim û qenciyê bikim. Lê sed heyf, mêrê min ji min qetiya û ewî ez û kurê me hîşt çû”.

Gelek meriva têderxistine wekî rêlîgiya ne her gav meriva aliyê başda diguhêze. Êtsûko kulfeteke ji Japonyayê, dibêje: “Ez ketime rêlîgiyekê û min destpêkir bona cahila şixulên rêlîgî organîze kim. Lê ez metal mam gava min dît wekî endemên vê rêlîgiyê namûsa xwe unda kiribûn, bona hukum hevra diketine lecê û perê dêrê bona kara xwe xerc dikirin”.

“Min ji aliyê xweda her tişt dikir, wekî bona malbeta xwe xem bikim û qenciyê bikim. Lê sed heyf, mêrê min ji min qetiya û ewî ez û kurê me hîşt çû” (ŞÎÛ PÎN, HON-KONG).

Gelek merivên bawermend ku kirên qenc dikin, dilşkestî dibin, çimkî tiştên xirab dîsa jî têne serê wan. Kulfeteke ji Viyetnamê bi navê Van usa dibêje: “Her roj min êmîş, kulîrk û xwarin dikirî û datanî ber şiklê kal-bavên xwe, û min tirê ew yek wê minra axiriyêda kerema bîne. Min nava gelek salada çi dikir-nedikir, û çiqas eyd-qeyd dikir, yeke mêrê min giran nexweş ket. Paşê qîza mine cahil ku welatê xerîbda hîn dibû, mir”.

Lê heger merivên qenc dîsa jî bextewar nînin, dêmek axiriya baş û bextewarî çiva girêdayî ye? Seva ku caba vê pirsê bistînin, mera lazim e rêberiya bi îtbar, kanîke usa ku rast caba pirsên me dide û rê berbi jîyîna baş nîşan dike. Gelo kîderê em dikarin rêberîke usa bivînin?

^ abz. 2 Bona hê zêde înformasiya derheqa hînkirinên Konfusyus dîna xwe bidine kitêba “Însanet Xwedê Digere”, serê 7, abzasên 31-35, ku Şedên Yehowa derxistine û bi onlayn heye ser www.pr418.com.