Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Rêberiya Baş bona Jîyîna Bextewar Heye?

Gelo Rêberiya Baş bona Jîyîna Bextewar Heye?

Çawa me gotarên pêşiya vêda dît, meriv dixwazin wekî axiriya wan baş be, û ewana bawer in wekî bext, hînbûna bilind, hebûk û qencîkirin dikarin wana bextewar kin. Merivên usa mîna vî kesî ne, yê ku dixwaze here cîkî, lê xerîta nerast dide xebatê. Gelo ev yek tê hesabê wekî meriv tu car nikare rêberiya rast bivîne? Hemikî na!

RÊBERIYA HERÎ BAŞ

Çaxê em dixwazin bi bîlanî safîkirinekê bikin, heçî zef em alîkariyê ji merivên emirda mezin û bîlan dixwazin. Mîna vê yekê em dikarin rêberiya rast bona axiriyê, ji Kesê ku me mestir û bîlantir e, bistînin. Van şîreta em dikarin Kitêba Pîrozda bixûnin, ya ku weke 3 500 sal pêşda hatibû nivîsarê.

Çira tu dikarî îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînî? Çimkî avtorê vê kitêbê gerdûnêda Kesê herî bîlan e. Ser wî tê gotinê “yê rojên wî kevn”, yê ku “ji her-heyê heta-hetayê” ye (Daniyêl 7:9; Zebûr 90:2). Ew heye “Xudanê ku ezmana efirandiye . . . Yê ku erdê çêkiriye û şikil dayê” (Îşaya 45:18, ÎM). Ew dibêje wekî navê wî Yehowa ye (Zebûr 83:18, DT).

Kitêba Pîroz ji Efirandarê temamiya însanetê ye, yê ku firqiyê nake orta meriva. Şîretên wî bona hemû mileta kêrhatî ne. Kitêba Pîroz ser gelek zimana dest dikeve û ji kitêbên din herî belabûyî ye. * Ev tê hesabê wekî her dera meriv dikarin vê kitêbê bixûnin û şîretên vê jîyîna xweda bidine xebatê. Kitêba Pîroz xwexa vê yekê îzbat dike:

“Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (KARÊN ŞANDIYA 10:34, 35).

Mîna bavekî hizkirî ku zarên xwe şîret dike, Yehowa Xwedê jî Bavê meyî ezmana bi saya Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz, me şîret dike û alî me dike (2 Tîmotêyo 3:16). Tu dikarî îtbariya xwe Xebera wî bînî, çimkî ew Efirandarê me ye û zane çi wê bi rastî me bextewar ke.

Tu gerekê çi bikî wekî axiriya usa baş bistînî? Dîna xwe bide gotara din.

^ abz. 6 Seva hê zêde elametî derheqa welgerandin û belakirina Kitêba Pîroz, têkevine www.pr418.com û binihêrin HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > TERÎXÎ Û KITÊBA PÎROZ.

^ abz. 16 Seva hê zêde elametî, binihêre serê 9 ji kitêba “Kitêba PîrozXebera Xwedê ye yan ya Meriya?”, ya ku Şedên Yehowa neşir kirine. Ev bi onlayn ser www.pr418.com heye. Binihêre KITÊBXANE > KITÊB Û BROŞÛR.