Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Axiriya Te Bijartina Teva Girêdayî ye

Axiriya Te Bijartina Teva Girêdayî ye

Weke 3 500 sal pêşda Yehowa Xwedê xizmetkarên xwera got, ku ewana gerekê çi bikin seva ku axiriya baş û bêxof bistînin. Ewî got: “Ez emir û mirinê datînime ber te, dua û nifirê. De emir bibijêre wekî tu zureta xweva bijîyî” (Qanûna Ducarî 30:19).

Seva ku axiriya baş bistînin û bextewar bin, wana gerekê bijartina rast bikira. Îro mecala me jî heye ku bijartinê bikin. Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê, wekî ça em dikarin axiriya baş bijbêrin. Ev dibêje: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, gura wî bike” (Qanûna Ducarî 30:20).

ÇA EM DIKARIN YEHOWA XWEDÊ HIZ BIKIN Û GURA WÎ BIKIN?

JI KITÊBA PÎROZ ZANEBÛNÊ BISTÎNIN: Seva ku Yehowa hiz bikin, em gerekê ji Kitêba Pîroz derheqa wî pêbihesin. Usa emê pêbihesin wekî ew Xwedayê hizkirî ye û tiştê lapî baş bona me dixwaze. Ew we teglîf dike ku dilê xwe duada wîra vekin, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Kitêba Pîroz usa jî dibêje, heger hûn her tiştî bikin seva ku nêzîkî Xwedê bin, “ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8, ÎM).

ZANEBÛNÊ EMIRÊ XWEDA BIDINE XEBATÊ: Gura Xwedêda bin tê hesabê rêberiya wîye bîlan, kîjan ku Kitêba Pîrozda nivîsar e emirê xweda bidine xebatê. Çaxê tu usa bikî, “hingê wê riya te vebe û tuyê bi bîlanî tişta bikî” (Yêşû 1:8, DT).