Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 1

Rihetiyê Xwey ke û Îtbariya Xwe Yehowa Bîne

Rihetiyê Xwey ke û Îtbariya Xwe Yehowa Bîne

RÊZA SALA 2021: “Qewata we wê yekêda ne, wekî dilê xweda rihetiyê xweyî kin û îtbarî bidine kifşê” (ÎŞAYA 30:15, DT).

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1. Mîna Dawid Padşa, em dibeke çi dipirsin?

EM GIŞK dixwazin bi jiyaneke rihet û bêderd bijîn. Lê em çi jî bikin yeke em carna dilteng dibin û rastî tengasiya tên. Gava em rastî zemeta tên, dibeke em jî mîna Dawid Padşa ji Yehowa usa dipirsin: “Heta kengê ezê binelim, her roj dilda derd û kul bim?” (Zebûr 13:2).

2. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

2 Rast e, em nikarin ji hemû tengasiya bifilitin, lê dîsa jî ne lazim e ku em bi zêdeyî xema bikişînin. Vê gotarêda emê derheqa hine sebebên xemên xwe şêwir kin. Usa jî, emê dîna xwe bidin şeş şîretên kêrhatî, yên ku dikarin alî me bikin wekî em nava problêmada rihetiyê xwey kin.

HINE SEBEBÊN XEMÊN ME ÇI NE?

3. Hine sebebên xemên me çi ne? Gelo em dikarin van tişta kontrol bikin?

3 Hine tiştên ku ne di destê meda nin dikarin xema me zêde bikin. Mesele, kinc, xwarin û kirêya mala çiqas diçe biha dibe. Li mektebê yan li ciyê xebatê, gelek kes qelpî û bênamûsiyê dikin, û ewana carna zorê li me dikin ku em jî bibine mîna wan. Usa jî der-dora me zulmî û zordarî tije ye. Em hilbet nikarin tiştên usa bidin sekinandin. Bi rastî sebeba van çetinaya ev e ku piraniya meriva prînsîpên Kitêba Pîroz qebûl nakin. Şeytan, yê ku xweyê vê dinyayê ye, dixwaze ku em bi “xemêd vê dinyayê” haqas mijûl bin, wekî em nikaribin Yehowara xizmet bikin (Metta 13:22; 1 Yûhenna 5:19). Lema, em ecêbmayî namînin ku dinya bi derdên giranva tije ye!

4. Tengasiyên jiyanê çawa dikarin li ser me hukum bikin?

4 Tengasiyên jiyanê dikarin bona me bibin barên giran. Mesele, em dibeke ditirsin ku emê xebata xwe unda bikin yan nexweş kevin û nikaribin ebûra malbeta xwe bikin. Yan jî, em belkî ditirsin ku gava em bên cêribandin, emê sist bibin û qanûna Xwedê biteribînin. Em zanin ku di demeke nêzîkda, Şeytan wê kesên ku di bin kontrola wîda nin, def de ku ew hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bikin, lema em dibeke berxwe dikevin ku li wê demê, emê çi bikin. Gelo ev yek ku em derheqa tiştên usa berxwe dikevin, nerast e?

5. Meniya van gotinên Îsa Mesîh çi ye: “Xema nekin”?

5 Em zanin ku Îsa Mesîh şagirtên xwera usa gotibû: “Xema nekin” (Metta 6:25). Gelo ev yek tê hesabê ku gerekê em bona tu tiştî xema nekin? Na. Mesele, li demên berê, hine xizmetkarên Yehowa dilteng dibûn, lê Yehowa dîsa jî wana qebûl dikir * (1 Padşatî 19:4; Zebûr 6:3). Bi rastî Îsa Mesîh bi gotinên xwe dixwest mêrxasiyê bide me. Ew naxwaze ku em bi xemên jiyanê haqas bargiran bin, wekî em nikaribin herî zêde dîna xwe bidin xizmeta Xwedê. Gelo em çawa dikarin xemên xwe kontrol bikin? (Çargoşe “ Çi Dikare Alî Te Bike?” binihêre.)

ŞEŞ TIŞT KU DIKARIN ALÎ ME BIKIN KU EM DILÊ XWEDA RIHETIYÊ XWEY KIN

Abzasa 6 binihêre *

6. Li gora Fîlîpî 4:6, 7, çi dikare xemên me diha sivik bike û dilê me rihet ke?

6 (1) Timê dua bike. Gava em rastî tengasiya tên, dua dikare alî me bike (1 Petrûs 5:7). Bi saya dua, em dikarin “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e”, bistînin (Fîlîpî 4:6, 7 bixûne). Yehowa wê pê ruhê xweyî pîroz xemên me diha sivik bike û dilê me rihet ke (Galatî 5:22).

7. Gerekê em derheqa çi dua bikin?

7 Gava tu Yehowara dua dikî, dilê xwe wîra veke. Wîra hûr bi hûr bêje ku problêma te çi ye, û gilî ke ku ev problêm li ser te çawa hukum dike. Heger çareya problêma te heye, ji wî bîlanî û qewatê bixwaze ku tu bikaribî vê çareyê bivînî û bixebitînî. Lê heger safîkirina problêmê destê teda nîne, ji Yehowa alîkariyê bixwaze, wekî tu bi zêdeyî xema nekî. Heger tu di duayên xweda raste-rast besa problêmên xwe bikî, wext şûnda tuyê diha zelal bivînî ku Yehowa çawa caba van duayên te dide. Heger tu derbêra caba duayên xwe nestînî jî, berdewam ke dua bike, çimkî Yehowa dixwaze ku tu hertim wîra dua bikî (Lûqa 11:8-10).

8. Wê baş be ku em di duayên xweda besa çi bikin?

8 Xêncî vê yekê ku tu di duayên xweda xemên xwe davêjî ser Yehowa, wê baş be ku tu razîbûna xwe jêra bidî kifşê. Halê me çiqas zor be jî, gerekê em keremên ku me ji Yehowa standine, bîr nekin. Carna belkî li te zor tê ku tu fikir û xemên xwe bi zelalî eyan kî. Heger tu tenê dikarî bêjî “Lava dikim alî min bike!”, Yehowa wê dîsa jî caba duaya te bide (2 Dîrok 18:31; Romayî 8:26).

Abzasa 9 binihêre *

9. Çaxê tirs dikeve dilê me em gerekê çi bikin?

9 (2) Xwe nespêre aqilê xwe, lê xwe bispêre bîlaniya Yehowa. Li qirna 8 ya B.D.M., cimeta Cihûdayê ji Asûriya ditirsiya. Ji bo ku ew nekevin bin nîrê Asûriya, wana ji Misriyên pûtparist alîkarî xwest (Îşaya 30:1, 2). Lê belê, Yehowa wanra got ku nêta wan wê vala derkeve (Îşaya 30:7, 12, 13). Bi saya Îşaya pêxember, Yehowa nîşanî wan kir ku ewana çawa dikarin bêne xweykirinê. Îşaya got: “Qewata we wê yekêda ne, wekî dilê xweda rihetiyê xweyî kin û îtbarî bidine kifşê” (Îşaya 30:15b, DT).

10. Baweriya me hindava Yehowa çawa dikare bê cêribandin?

10 Em çawa dikarin nîşan kin ku em baweriya xwe Yehowa tînin? Van sê mesela bîne ber çevê xwe: (1) Tera xebateke baş didin, lê ev xebat wê diha zêde wext ji te bistîne û tuyê kêm xizmet bikî. (2) Li ciyê xebatê, dilê kesekî dikeve te, lê ew Şedê Yehowa nîne. (3) Merivekî te tera dibêje: “Bijbêre: Yan ez yan jî Yehowa!” Derecên usada, carna hêsa nîne ku meriv safîkirina rast bike. Lê belê, Yehowa wê rêberiya te bike (Metta 6:33; 10:37; 1 Korintî 7:39). Niha pirs ev e: Gelo tuyê baweriya xwe bi vê rêberiyê bînî û guh bidî Yehowa Xwedê?

Abzasa 11 binihêre *

11. Kîjan serhatiyên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em wedê zêrandina dilrihet bimînin?

11 (3) Ji meselên baş û xirab dersa bistîne. Gelek serhatiyên Kitêba Pîroz nîşan dikin ku pir ferz e wekî meriv rihet bimîne û îtbariya xwe Yehowa bîne. Gava tu van serhatiya dixûnî, dîna xwe bidê ku çi alî xizmetkarên Xwedê dikir ku ew wedê zêrandinên giran dilrihet bimînin. Mesele, gava dîwana bilind ya Cihûya şandiyên Îsa Mesîhra got ku bira ew mizgînê bela nekin, ewana netirsiyan. Wana got: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:29). Paşî ku şandî dane ber qamçiya, ewana dîsa jî neketin panîkê. Gelo çima? Çimkî wana zanibû ku Yehowa tevî wan e û ji wan razî ye. Lema, wana belakirina mizgînê nedane sekinandinê (Karên Şandiya 5:40-42). Gava Cihûya dixwest Steyfan bikujin, ew usa dilrihet bû, ku “reng-rûyê wî mîna reng-rûyê milyaketa bû” (Karên Şandiya 6:12-15). Gelo çima? Çimkî Steyfan zanibû ku Yehowa wî qebûl dike.

12. Li gora 1 Petrûs 3:14 û 4:14, heger em rastî zêrandinê bên jî, em çima dikarin dilşa bin?

12 Li qirna yekê, Yehowa Xwedê eşkere dida kifşê ku piştgiriya şandiya dike. Mesele, ewî qewat da wan ku ewana keremeta bikin (Karên Şandiya 5:12-16; 6:8). Îro, Yehowa qewateke usa nade me. Dîsa jî, bi saya Xebera xwe, Yehowa bi dilovanî mera dibêje ku gava em bona rastiyê dikevine tengasiyê, ew ji me razî ye û ruhê wî li ser me ye (1 Petrûs 3:14; 4:14 bixûne). Lema, ne lazim e ku em bi zêdeyî bifikirin ku heger zêrandina giran destpêbe, emê çi bikin. Wê baş be wekî em bifikirin ku em çawa dikarin baweriya xwe hindava Yehowa diha qewî kin, çimkî tenê Yehowa dikare alî me bike û me xilaz bike. Mîna şagirtên li qirna yekê, gerekê em baweriya xwe bi vê soza Îsa Mesîh bînin: “Ezê zar-ziman û serwaxtiyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin”. Belê, mera soz hatiye dayînê ku heger em sebir bikin, emê bêne xilazkirinê (Lûqa 21:12-19). Bi serda, heger em emirê xwe seva aminiya xwe unda bikin jî, Yehowa wê me tu cara bîr neke, û ewê me ji mirinê rake.

13. Wê çima baş be ku em serhatiyên kesên ku dilrihet nediman û îtbariya xwe Yehowa nedianîn, lêkolîn bikin?

13 Usa jî, em dikarin ji serhatiyên kesên ku dilrihet nediman û îtbariya xwe Yehowa nedianîn jî, hine dersa bistînin. Wê baş be ku em van serhatiya lêkolîn bikin, wekî em wan şaşiya nekin. Mesele, di destpêka hukumdariya Asa, yê ku padşê Cihûda bû, gava ordîke mezin hicûmî wî kiribû, ewî xwe spartibû Yehowa, û Yehowa alî wî kir ku serkeve (2 Dîrok 14:9-12). Lê çend sal şûnda, gava Baaşa, yê ku padşê Îsraêlê bû, bi ordîke diha biçûk hicûmî wî kir, Asa Padşa dewsa ku alîkariyê ji Yehowa bixwaze, ewî zêr û zîv da padşê Sûriyayê, wekî ew alî wî bike (2 Dîrok 16:1-3). Xêncî vê yekê, gava ew îda kal bû û giran nexweş ket, ewî xwe nespart Yehowa (2 Dîrok 16:12).

14. Em dikarin ji şaşiyên Asa çi dersê bistînin?

14 Di serîda, gava Asa rastî çetinaya dihat, ewî îtbariya xwe Yehowa dianî. Lê paşê, dewsa ku alîkariya Xwedê bixwaze, ewî dixwest problêmên xwe bi mêtodên xwe safî bike. Ev yek ku ewî alîkariya Sûriyayê xwest, dibeke wek planeke baş dihat kifşê. Lê belê, pir wext derbaz nebû ku Yehowa bi saya pêxemberekî, wîra usa got: “Madem ku te xwe sipart qiralê [padşê] Sûriyê û te xwe nesipart Xwedayê xwe Xudan, lema artêşa qiralê Sûriyê ji destê teva reviya û xilaz bû” (2 Dîrok 16:7). Ji vê serhatiyê, gelo em dikarin çi dersê bistînin? Dibe ku problêmeke me heye û lazim e ku em zû safîkirinê bikin. Di halekî usada, gerekê em bi zêdeyî xwebawer nebin û nefikirin ku em dikarin vê problêmê bêy rêberiya Xebera Xwedê safî bikin. Lê belê, heger em rihet bimînin û xwe bispêrin Yehowa, ewê alî me bike ku em safîkirineke rast bikin.

Abzasa 15 binihêre *

15. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin, wê baş be ku em çi bikin?

15 (4) Rêza ezber bike. Gelek rêzên Kitêba Pîroz nîşan dikin ku heger em rihet bimînin û îtbariya xwe Yehowa bînin, emê qewat bin. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin û rastî rêzên usa tên, wê baş be ku em wan ezber bikin. Bona vê yekê, dibeke baş be ku em van rêza bi dengê bilind bixûnin. Yan jî, em dikarin wana binivîsin û gelek cara bixûnin. Yehowa Yêşûra gotibû ku bira ew kitêba Qanûnê hertim bi dengê nimiz bixûne, wekî ew bîlan be. Ev rêberî wê alî wî bikira ku ew cabdariya xwe bêtirs pêk bîne (Yêşû 1:8, 9). Di vê dinyayêda, gelek însan seva problêmên xwe xema dikişînin û ditirsin. Gava em rastî tengasiyên usa tên, gotinên Xebera Xwedê dikarin alî me bikin ku hiş û dilê me rihet be (Zebûr 27:1-3; Metelok 3:25, 26).

Abzasa 16 binihêre *

16. Yehowa çawa bi saya civatê alî me dike ku em rihet bimînin û îtbariya xwe wî bînin?

16 (5) Tevî xizmetkarên Xwedê wext derbaz bike. Yehowa bi saya xûşk-bira alî me dike ku em dilrihet bimînin û îtbariya xwe wî bînin. Li civîna, em ji rêberiya ku ji sênê tê dayîn, ji cabên guhdara û ji xeberdana tevî xûşk-bira, karê distînin (Îbranî 10:24, 25). Usa jî, em dikarin dilê xwe xûşk-birên aminra vekin. “Gotineke qenc” ya dostekî me dikare barê xemên me diha sivik bike (Metelok 12:25).

Abzasa 17 binihêre *

17. Li gora Îbranî 6:19, hêviya Padşatiyê çawa dikare alî me bike ku em sebir bikin?

17 (6) Hêviya xwe xwey bike. Hêviya Padşatiyê mîna “lenger” e bona me û alî me dike ku em wedê xem û tengasiya sebir bikin (Îbranî 6:19 bixûne). Yehowa soz daye ku di demeke nêzîkda, fikrên negatîf wê îda neyên bîra me (Îşaya 65:17). Bîne ber çevê xwe ku tu îda dinya tezeda nî, û kul û derd îda tune (Mîxa 4:4). Seva ku hêviya te diha qewî be, kesên dinra besa hêviya xwe bike. Mizgîna Padşatiyê bi dil û can bela bike. Bi vî awayî, tuyê bikaribî hêviya xwe heta xilaziyê qayîm bigirî (Îbranî 6:11).

18. Heger em rastî tengasiya bên, çi dikare alî me bike?

18 Çiqas em nêzîkî xilaziya vê sîstêmê dibin, haqas emê rastî hê zêde tengasiya bên, yên ku dikarin xemên me zêde bikin. Rêza sala 2021 dikare alî me bike ku em nava tengasiyên usa ne bi saya aqilê xwe, lê bi saya baweriya xwe hindava Yehowa rihet bimînin. Îsal, were em bi gotin û kirên xwe nîşan bikin ku em bi vê soza Yehowa bawer in: Heger hûn dilê xweda rihetiyê xweyî bikin û îtbarî bidin kifşê, hûnê qewat bin! (Îşaya 30:15).

KILAMA 8 Yehowa Sitara Me ye

^ abz. 5 Rêza sala 2021 nîşanî me dike ku gava em rastî tengasiya tên, gelek ferz e ku em xwe bispêrin Yehowa. Ev gotar wê alî me bike ku em çawa dikarin şîreta ji rêza salê emirê xweda pêk bînin.

^ abz. 5 Îsa besa wan xema nedikir, yên ku ji bo nexweşiyên êmosiyalî pêşda tên, mesele xemkişandina zêde yan jî panîkê. Hine xûşk-birên amin jî dikarin wan nexweşiya nexweşkevin.

^ abz. 63 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: (1) Nava rojêda, xûşkek gelek cara derheqa xemên xwe dua dike.

^ abz. 65 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: (2) Li ciyê xebatê, ew wedê hêsabûnê Kitêba Pîroz lêkolîn dike ku bîlaniya Xwedê bistîne.

^ abz. 67 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: (3) Ew li ser meselên baş û xirab, yên ku Kitêba Pîroz besa wan dike, kûr difikire.

^ abz. 69 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: (4) Ew rêzeke xweş, ya ku ew dixwaze ezber bike, li sarincêva dike.

^ abz. 71 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: (5) Ew bi xûşkeke dinra derdikeve xizmetê û tevî wê xeber dide.

^ abz. 73 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: (6) Ew derheqa sozên Yehowa difikire û bi vî awayî hêviya xwe diha qewî dike.