Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 2

Dersên ji “Şagirtê ku Îsa jê Hiz Dikir”

Dersên ji “Şagirtê ku Îsa jê Hiz Dikir”

“De em hevdu hiz bikin, çimkî hizkirin ji Xwedê ye” (1 YÛHENNA 4:7).

KILAMA 105 “Xwedê Hizkirin e”

VÊ GOTARÊDA *

1. Hizkirina Xwedê çawa li ser te hukum dike?

“XWEDÊ hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Bi van gotina, Yûhenna rastîke hîmgirtî tîne bîra me: Xwedê him Çevkaniya jiyanê him jî Çevkaniya hizkirinê ye. Belê, Yehowa me hiz dike. Bi saya hizkirina wî, em xwe bêxof, bextewar û dilrihet texmîn dikin.

2. Li gora Metta 22:37-40, du temiyên herî mezin kîjan in, û belkî li me çima zor tê ku em temiya duda pêk bînin?

2 Em şagirtên Îsa Mesîh ne, û em gerekê hizkirinê eyan bikin, çimkî eva temî ye (Metta 22:37-40 bixûne). Femdarî ye li me zor nayê ku em guh bidin temiya pêşin, çimkî Yehowa bêqisûr e, qenc e û bona me xem dike. Lê belê, belkî carna li me zor tê ku em temiya duda pêk bînin. Gelo çima? Çimkî xûşk û birên me – yên ku merivên me yên herî nêzîk in – qisûrdar in. Car-cara, gotin û kirinên wan dikarin me eciz kin. Yehowa zanibû ku ev çetinayî wê hebe. Lema, ewî bi saya hine nivîskarên Kitêba Pîroz nîşanî me kiriye ku gerekê em çima û çawa hevdu hiz bikin. Yek ji van nivîskara, Yûhennayê şandî bû (1 Yûhenna 3:11, 12).

3. Nivîsarên Yûhenna dîna me dikişînin ser çi?

3 Di nivîsarên xweda, Yûhennayê şandî gelek cara digot ku lazim e wekî şagirtên Îsa hizkirinê nîşan bikin. Gava Yûhenna derheqa jîyîna Îsa Mesîh nivîsî, ewî xebera “hizkirin”, ji Metta, Marqos û Lûqa zêdetir da xebatê. Wexta ku Yûhenna “kitêba Yûhenna” û sê nemên xwe nivîsîn, ew weke 100 salî bû. Ev nivîsarên ku ji bîna ber Xwedê ne, me hîn dikin ku hizkirin gerekê li ser hemû kirinên me hukum bike (1 Yûhenna 4:10, 11). Lê belê, Yûhennara jî wext lazim bû ku ew vê dersê hîn be.

4. Gelo Yûhenna hertim kesên dinra hizkirin eyan dikir?

4 Wexta ku Yûhenna hê xort bû, ewî carna hizkirin eyan nedikir. Mesele, carekê Îsa Mesîh û şagirtên wî berbi Orşelîmêva diçûn. Gava ewana di gundekî Samerîra derbaz dibûn, Sameriya ça mêvan wana qebûl nekirin. Gelo Yûhennayê şandî ça ser vê yekê nihêrî? Ewî xwest ku “ji ezmên agir . . . bibare û qira van bîne”! (Lûqa 9:52-56). Careke din jî, Yûhenna şandiyên dinra hizkirin eyan nekir. Usa tê fem kirin ku Yûhenna û birê wî Aqûb diya xwera gotin ku bira ew ji Îsa Mesîh usa rica bike: “Bêje, ku ev her du kurêd min li nav Padşatiya teda, yek li milê teyî rastê, yê din jî li milê teyî çepê rûnê”. Gava şandiyên din bihîstin ku Aqûb û Yûhenna çi kirin, ewana gelek hêrs ketin! (Metta 20:20, 21, 24). Rast e Yûhenna gelek şaşî dikirin, lê dîsa jî Îsa wî hiz dikir (Yûhenna 21:7).

5. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

5 Vê gotarêda, emê mesela Yûhenna û hine gotinên wî yên derheqa hizkirinê lêkolîn bikin. Ev yek wê me hîn ke ku em çawa dikarin xûşk-birara hizkirinê nîşan bikin. Usa jî, emê bivînin ku serên malbetê çawa dikarin îzbat bikin ku ewana malbeta xwe hiz dikin.

EM ÇAWA DIKARIN HIZKIRINÊ NÎŞAN BIKIN?

Yehowa Kurê xwe seva me qurban kir û bi vî awayî îzbat kir ku ew me hiz dike (Abzasa 6 û 7 binihêre)

6. Yehowa çawa nîşan kiriye ku ew me hiz dike?

6 Hizkirin hilbet bi gotinên nazik û şîrin tê nîşandayîn. Lê belê, ev yek ne bes e. Hizkirina rastî gerekê bi kirinên baş jî bê eyankirinê (Aqûb 2:17, 26 jî binihêre). Mesele, Yehowa me hiz dike (1 Yûhenna 4:19). Hizkirina wî, ji gotinên xweş, yên ku li Kitêba Pîroz hatine nivîsarê, eyan dibe (Zebûr 25:10; Romayî 8:38, 39). Lê belê, em hizkirina Xwedê ne tenê ji gotinên wî, lê ji kirinên wî jî divînin. Yûhennayê şandî usa nivîsî: “Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku ewî Kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn” (1 Yûhenna 4:9). Yehowa îzin da ku Kurê wîyî delal bona me êşê bikişîne û bimire (Yûhenna 3:16). Gelo ev yek îzbat nake ku Yehowa Xwedê bi rastî me hiz dike?

7. Îsa Mesîh çawa îzbat kir ku ew me hiz dike?

7 Îsa Mesîh gelek car şagirtên xwera digot ku ew wana hiz dike (Yûhenna 13:1; 15:15). Lê belê, ewî ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe jî nîşan dikir ku ew wana çiqas hiz dike. Ewî usa got: “Tu hizkirin ser wê hizkirinêra tune, ku yek emirê xwe ber dostêd xweva bide” (Yûhenna 15:13). Gava em tînin ber çevê xwe ku Yehowa û Îsa Mesîh bona me çi kirine, ev yek gerekê li ser me çawa hukum bike?

8. Li gora 1 Yûhenna 3:18, lazim e ku em çi bikin?

8 Gava em guhdariya Yehowa û Îsa Mesîh dikin, em îzbat dikin ku em wana hiz dikin (Yûhenna 14:15; 1 Yûhenna 5:3). Yek ji temiyên Îsa Mesîh ev bû ku em hevdu hiz bikin (Yûhenna 13:34, 35). Gerekê em ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe jî nîşan bikin ku em xûşk-bira hiz dikin (1 Yûhenna 3:18 bixûne). Gelo em çawa dikarin îzbat bikin ku em wana hiz dikin?

XÛŞK Û BIRA HIZ BIKE

9. Bi saya hizkirinê, Yûhenna çi kir?

9 Dewsa ku li cem bavê xwe bimîne û tevî malbeta xwe di îşê mesîgirtinêda bixebite, Yûhenna heta dawiya emrê xwe alî kesên din dikir ku ewana Yehowa û Îsa Mesîh nas bikin. Jiyana ku Yûhenna xwera bijart, jiyaneke hêsa nîbû. Ew rastî zulimê dihat, û nêzîkî xilaziya qirna yekê, gava ew îda kal bû, ew hat aksorkirin (Karên Şandiya 3:1; 4:1-3; 5:18; Eyantî 1:9). Gava Yûhenna girtî bû, çimkî mizgîna derheqa Îsa Mesîh bela dikir, ewî dîsa jî bona kesên din xem dikir. Mesele, wexta ku Yûhenna li girava Patmosê bû, ewî kitêba Eyantî nivîsî û çend civatara şand, wekî ewana derheqa “tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin” bizanibin (Eyantî 1:1). Diqewime paşî ku ew ji Patmosê aza bû, ewî hingê kitêba xwe derheqa jiyan û xizmeta Îsa Mesîh nivîsî. Usa jî, ewî sê neme nivîsîn, wekî xûşk-bira hêlan bike û wana qewî bike. Gelo tu çawa dikarî fedakariya Yûhenna xwera bikî mesele?

10. Tu çawa dikarî nîşan bikî ku tu meriva hiz dikî?

10 Heger tu însana hiz dikî, ev yek wê li ser safîkirinên te hukum bike. Dinya Şeytan dixwaze ku tu wext û qewata xwe tenê bona kara xwe bidî xebatê. Sîstêma îroyîn meriva hêlan dike ku ew bikevin pey mal û milk yan jî pey navê xwe. Lê belê, ser temamiya dinyayê, mizgînvanên fedakar çi ji destê wan tê dikin ku mizgînê bela bikin û alî meriva bikin wekî ewana nêzîkî Yehowa bin. Hine mizgînvan ça xizmetkarên hertim xizmet dikin.

Gerekê em bi kirinên xwe nîşan bikin ku em xûşk-bira û neferên xwe hiz dikin (Abzasa 11 û 17 binihêre) *

11. Gelek mizgînvanên amin çawa îzbat dikin ku ewana Yehowa û xûşk-bira hiz dikin?

11 Gelek xûşk û bira dixebitin ku ebûra xwe û malbeta xwe bikin. Lê dîsa jî, ev mizgînvanên amin bi dil û can piştgiriya teşkîleta Xwedê dikin. Mesele, hemû mizgînvan dikarin bi pera piştgiriya şixulê Padşatiyê bikin. Usa jî, hine mizgînvan paşî teşqelên tebiyetê alîkarî didin yan jî proêktên avakirinêda dixebitin. Bi vî awayî, ewana îzbat dikin ku ewana Xwedê û însana hiz dikin. Her hefte, em diçin civîna, çimkî em xûşk û bira hiz dikin. Em çiqas westiyayî bin jî, em diçine civîna. Em çiqas şermoke bin jî, em li civîna cabên xwe didin. Usa jî, çiqas problêmên me hebin jî, em pêşiya û paşî civatê kesên din dişidînin (Îbranî 10:24, 25). Em bona şixulên ku mizgînvanên din dikin gelek razî ne!

12. Yûhenna ça îzbat dikir ku ew xûşk û bira hiz dike?

12 Yûhenna xûşk û bira hiz dikir, û lema ewî ne tenê payê wan dida, lê şîret jî dida wan. Mesele, di nemên xweda, Yûhenna him seva baweriya wan û kirinên wan yên baş pesnê wan da, him jî derheqa gunekirinêda raste-rast şîret da wan (1 Yûhenna 1:8–2:1, 13, 14). Mîna Yûhenna, gava xûşk û bira tiştên baş dikin, gerekê em payê wan bidin. Lê heger kesek nihêrandin yan xeysetekî nebaş pêşda tîne, gerekê em bi nermî şîretê bidin wî. Hilbet hêsa nîne ku em şîretê bidin hevalekî, lê Kitêba Pîroz dibêje ku dostên rastî şîreta didin hevdu (Metelok 27:17).

13. Gerekê em çi nekin?

13 Carna, em hine tişta nakin, çimkî em xûşk û bira hiz dikin. Mesele, em seva gotinên wan zû eciz nabin. Bîne ber çevê xwe ku nêzîkî xilaziya emrê Îsa Mesîh, çi qewimî. Ewî şagirtên xwera got ku ji bo ku ewana jiyanê bistînin, gerekê ewana goştê wî bixwin û xûna wî vexwin (Yûhenna 6:53-57). Gelek şandiyên Îsa Mesîh haqas ecêbmayî man ku wana terka wî da. Lê belê, dostên wî yên rast – mesele Yûhenna – bi aminî tevî wî ma. Mîna kesên din, wana jî fem nedikir ku Îsa Mesîh dixwest çi bigota, û diqewime ewana jî seva gotinên wî ecêbmayî man. Lê belê, ewana nedifikirîn ku gotinên wî şaş in. Ewana bawer bûn ku gotinên wî rast in, lema ewana îtbariya xwe wî dianîn (Yûhenna 6:60, 66-69). Gelek ferz e ku em jî seva gotinên hevalên xwe zû eciz nebin û nexeydin. Gerekê em mecalê bidin wana ku ew gotinên xwe zelal bikin (Metelok 18:13; Waîz 7:9).

14. Gerekê em çima îznê nedin ku di dilê meda nefretî mezin bibe?

14 Usa jî, Yûhenna em temî kirine ku em xûşk û bira nefret nekin. Heger em vê şîretê pêk neynin, Şeytan dikare li ser me hukum bike (1 Yûhenna 2:11; 3:15). Nêzîkî xilaziya qirna yekê, halê hine xûşk û bira usa bû. Şeytan pir xîret dikir ku di nav wanda nefretê pêşda bîne û yektiya wan xirab bike. Wexta ku Yûhenna nemên xwe dinivîsîn, di civatada hine kes ketibûn ber bayê Şeytan. Mesele, merivekî bi navê Diyotrefîs dutîretî dixist nav civatê (3 Yûhenna 9, 10). Diyotrefîs yekî qure bû, û ewî wan rûspiya ku koma rêberiyê şandibû, qebûl nedikir. Bi serda, ewî dixwest wekî kesên ku birên cabdar li malên xwe dikirin mêvan, ji civatê bên derxistin. Îro jî, Şeytan çi ji destê wî tê dike ku dutîretiyê nav me xe. Bira em tu cara îznê nedin ku nefretî yektiya me xirab bike.

MALBETA XWE HIZ BIKE

Îsa Mesîh gote Yûhenna ku bona diya wî Meryem, xem bike. Gerekê ewî him ji aliyê fîzîkî him jî ji aliyê ruhanîva lê xwey kira. Îro jî, gerekê serên malbetê bona hewcên neferên xwe xem bikin (Abzasa 15 û 16 binihêre)

15. Gerekê serên malbetê çi bîr nekin?

15 Serên malbetê, yên ku neferên xwe hiz dikin, bona hewcedariyên wan xem dikin (1 Tîmotêyo 5:8). Lê belê, gerekê ewana bîr nekin ku mal û milk nikare hewcedariyên malbetê yên ruhanî têr bike (Metta 5:3). Îsa Mesîh bona serên malbetê meseleke baş hîşt. Li gora kitêba Yûhenna, gava Îsa Mesîh li ser stûnê mixkirî bû û li ber mirinê bû, ewî hela hê wî çaxî jî derheqa malbeta xwe xem dikir. Yûhenna û diya Îsa nêzîkî stûnê sekinîbûn. Êşa Îsa Mesîh çiqas giran bû jî, ewî Yûhennara got ku bira ew Meryemê xwey bike (Yûhenna 19:26, 27). Xûşk û birên Îsa Mesîh wê hilbet bona hewcên fîzîkî yên Meryemê xem bikirana, lê eşkere ye ku li wê demê, ew hê nebibûn şagirtên wî. Lema, Îsa Mesîh dixwest ku Meryem ne tenê ji aliyê fîzîkîda, lê ji aliyê ruhanîva jî bê xweykirin.

16. Çi cabdariyên Yûhenna hebûn?

16 Gelek cabdariyên Yûhenna hebûn. Ew jî yek ji şandiya bû, û ewî rêberiya îşê belakirina mizgînê dikir. Usa jî, ew dibeke zewicî bû, lema lazim bû ku ew bona hewcên neferên xwe yên fîzîkî û ruhanî jî xem bike (1 Korintî 9:5). Gelo serên malbetê dikarin ji wî çi dersê bistînin?

17. Çima ferz e ku serên malbetê bona hewcên ruhanî yên neferên xwe xem bikin?

17 Cabdariyên serên malbetê gelek in. Mesele, bona rûmeta navê Yehowa, gerekê ew di xebata xweda xîret be (Efesî 6:5, 6; Tîto 2:9, 10). Usa jî, belkî di civatêda jî cabdariyên wî hene. Mesele, ew dibeke şivantiyê dike û rêberiya îşê belakirina mizgînê dike. Xêncî vê yekê, ferz e ku ew Kitêba Pîroz her hefte tevî jin-zarên xwe lêkolîn bike. Bi vê yekê, ew bona hewcên fîzîkî, êmosiyalî û ruhanî yên neferên xwe xem dike, û malbeta wî cefê wî dişêkirînin (Efesî 5:28, 29; 6:4).

“HIZKIRINA MINDA BIMÎNIN”

18. Yûhenna çida bawer bû?

18 Emrê Yûhenna pir dirêj bû, û ew rastî gelek tengasiya dihat, yên ku dikaribûn baweriya wî sist kirana. Lê belê, ewî hertim xîret dikir ku temiyên Îsa Mesîh bîne sêrî. Yek ji van temiya ev e ku gerekê em xûşk û bira hiz bikin. Lema, Yûhenna bawer bû ku Yehowa û Îsa Mesîh wî hiz dikin û ku ewê qewatê bidin wî wekî ew serî bi hemû tengasiyara derxe (Yûhenna 14:15-17; 15:10; 1 Yûhenna 4:16). Belê, Şeytan û dinya wî nikaribû hizkirina Yûhennara bibe asteng. Bi gotin û kirinên xwe, ewî hertim nîşan dikir ku ew xûşk û bira hiz dike.

19. 1 Yûhenna 4:7 me hêlan dike ku em çi bikin, û çima?

19 Mîna Yûhenna, em jî dinya Şeytanda dijîn (1 Yûhenna 3:1, 10). Şeytan dixwaze hizkirina di nav meda sar bike, lê heta ku em îznê nedin wî, ewê nikaribe bigihîje nêta xwe. Were em bi gotin û kirinên xwe îzbat bikin ku em xûşk û birên xwe hiz dikin. Heger hizkirina me sar nebe, emê di malbeta Yehowada şa û bextewar bin! (1 Yûhenna 4:7 bixûne).

KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

^ abz. 5 Eyan e wekî “şagirtê ku Îsa jê hiz dikir”, Yûhennayê şandî bû (Yûhenna 21:7). Eşkere ye ku gava ew hê xort bû, gelek hunurên wî yên baş hebûn. Gelek sal şûnda, ewî bi rêberiya Yehowa derheqa hizkirinê gelek tişt nivîsîn. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin hine nivîsarên Yûhenna, û emê bivînin ku em dikarin ji mesela wî çi hîn bin.

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Serê malbetekî di îşê alîkarîkirina paşî teşqelên tebiyetê dixebite, bi qurbankirinên xwe piştgiriya şixulê meyî hemdinyayê dike û kesên din bona qulixkirina tevî malbetê teglîf dike.