Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Em Elimîn ku ji Yehowa re Qet Nebêjin “Na”

Em Elimîn ku ji Yehowa re Qet Nebêjin “Na”

PIŞTÎ firtoneyê, çem bi kevir û lehiyê ve tije bû. Gerek em derbasî aliyê din bibûna, lê pêlên avê pir bi xwe re biribû. Ez û zilamê min Harvey û tercûmanê meyî ji bo zimanê Amîs, me xwe bêçare hîs dikir û pir ditirsiyan. Gava em di çem re derbas dibûn, birayên me li aliyê din bi diltirsî li me dinêrî. Pêşî, me erebeya xwe ya biçûk kir ser kamyonekê. Paşê, bêyî ku erebeya me bi bend û zincîran bê girêdan, em hêdî hêdî ji çem derbas bûn. Sefer ji me re pir dirêj xuya dikir, û me bi dewamî ji Yehowa re dua kir heta ku em gihîştin aliyê din. Ev yek di sala 1971ê de çêbû. Em li rojhilata berava Taywanê, bi hezaran kîlometreyan dûrî welatên xwe bûn. Ezê serpêhatiya me ji we re bibêjim.

EM DIELIMIN KU JI YEHOWA HEZ BIKIN

Ji çar birayan ê mezin Harvey bû. Malbata wî di wexta krîza ekonomîk a salên 1930an de li Midland Junction, li rojavayê Awistralyayê, bûn Şahidên Yehowa. Harvey ji Yehowa pir hez kir, û ew di 14 saliya xwe de hat binavkirin. Ew zû elimî ku wezîfeyên teokratîk red neke. Di xortaniya xwe de, wî carekê di civatê de xwe hêjayî xwendina Birca Çavdêriyê nedît, loma wî ev wezîfe red kir. Lê birayê ku pê re xeber dida, jê re wisa got: “Gava kesek di teşkîlata Yehowa de ji te bixwaze ku tu tiştekî bikî, ew te hêjayî vî tiştî dibîne!” (2. Korîntî 3:5).

Min û dayik û xwişka mine mezin, me rastî li Îngilistanê nas kir. Bavê min pêşî li hemberî rastiyê bû, lê piştî wexteke dirêj, ew jî bû Şahidê Yehowa. Li hemberî xwestina wî, ez di 9 saliya xwe de hatim binavkirin. Min dixwest ku ez pêşî bibim pêşeng û paşê mizgînvana wezîfedar. Lê belê, ji bo ku ez bibim pêşeng, bavê min dixwest ku ez bisekinim heta ku emrê min bibe 21 sal. Min nedixwest ku ez ew qas wext li bendê bisekinim. Îcar gava ez bûm 16 salî, ez bi îzna wî çûm ku li cem xwişka xwe ya mezin bimînim, a ku li Awistralyayê dijiya. Di 18 saliya xwe de, min êdî dest bi pêşengiyê kir.

1951: Roja daweta me

Li Awistralyayê, min Harvey nas kir. Daxwaza dilê me ew bû ku em ji Yehowa re wek mizgînvanên wezîfedar xizmetê bikin. Em di sala 1951ê de zewicîn. Piştî ku me du salan pêşengî kir, Harvey wek nazirê herêmê hat tayînkirin. Herêma me ya li rojavaya Awistralyayê pir mezin bû, û me gelek caran di çolan re bi sedan kîlometreyan rêwîtî dikir.

XEYALA ME TÊ CIH

Stadyûma Yankee, 1955: Mezûniyeta Gîleadê

Di sala 1954an de, em ji bo sinifa 25an a Mekteba Gîleadê hatin dawetkirin. Xeyala me ku em bibin mizgînvanên wezîfedar êdî dihat cih! Em bi gemiyê gihîştin New Yorkê, û me hûr û kûr dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir. Qismekî dersên me, elimîna zimanê Îspanî bû. Ev yek ji bo Harvey zehmet bû, çimkî wî nikaribû herfa “R” rast telafûz bike.

Li mektebê, mamosteyan ji me re got ku yên ku dixwazin bên şandin Japonyayê dikarin xwe ji bo dersa zimanê Japonî qeyd bikin. Me dixwest ku teşkîlata Yehowa ji bo me qerarê bide ku em li ku derê xizmetê bikin. Piştî demeke kin, birayê Albert Schroeder, yê ku yek ji mamosteyên Gîleadê bû, pê hesiya ku me navên xwe nenivîsîne. Wî ji me re got: “Ka dîsa li ser vê yekê bifikirin.” Dîsa jî, me navên xwe nenivîsîn, lê birayê Schroeder got: “Min û mamosteyên din, me hûn qeyd kirin. Hewl bidin ku zimanê Japonî bielimin!” Harvey zû hînî vî zimanî bû.

Gava em di sala 1955an de gihîştin Japonyayê, li seranserê welêt tenê 500 mizgînvan hebûn. Wê demê, ez 24 salî bûm, û Harvey 26 salî bû. Em hatin şandin bajarê Kobeyê. Li wê derê, me çar salan xizmet kir. Harvey dîsa wek nazirê rêwî hat tayînkirin, û me li nêzikî bajarê Nagoyayê xizmet dikir. Xizmeta me pir xweş bû, û me ji her tiştî pir hez dikir – ji xwişk û birayan, ji xwarinan û ji tebîetê. Gelek wext derbas nebû ku me fersendeke din stend ku em ji Yehowa re nebêjin “Na”.

WEZÎFEYA NÛ ZEHMETÊN NÛ BI XWE RE TÎNE

Kobe (Japonya), 1957: Ez û Harvey bi çend mizgînvanên wezîfedar re

Piştî sê salên xizmeta rêwî, buroya Japonyayê ji me pirs kir ka em dixwazin herin Taywanê ji bo ku em mizgînê bidin xelkê Amîsê. Li wê derê, çend xwişk û birayan li hemberî rastiyê serî hildabû. Loma, lazim bû ku birayekî ku zimanê Japonî rind dizane û dikare vê meseleyê serrast bike, here wê derê. a Me ji xizmeta li Japonyayê pir hez dikir, loma ev qerar ji bo me pir zor bû. Lê belê, Harvey elimîbû ku tu caran ji Yehowa re nebêje “na”, loma em çûn Taywanê.

Em li meha Mijdarê ya sala 1962yan gihîştin wê derê. Li Taywanê, 2.271 mizgînvan hebûn, û piraniya wan Amîs bûn. Lê ewilî, lazim bû ku em zimanê Çînî bielimin. Li cem me tenê kitêbeke ji bo elimîna zimên hebû, û mamosteya me bi Îngilîzî nizanibû. Dîsa jî, em vî zimanî elimîn.

Demeke kin piştî ku em hatin Taywanê, Harvey wek xizmetkarê buroyê hat tayînkirin. Ji ber ku buro biçûk bû û îşê Harvey hindik bû, wexta wî hebû ku her meh weke sê heftiyan bi xwişk û birayên Amîs re xizmetê bike. Carinan, wî wek nazirê mintiqeyî xizmet dikir û li civînên mezin gotar pêşkêş dikirin. Harvey wê bikaribûya gotarên xwe bi zimanê Japonî pêşkêş bikirana, û xwişk û birayên Amîs wê fehm bikira. Lê belê, dewletê îbadetên ku ne bi zimanê Çînî bûn, qedexe kiribûn. Ji bo Harvey, zimanê Çînî hê zehmet bû, lê wî dîsa jî bi Çînî xeber dida, û birayekî din bi zimanê Amîs tercûme dikir.

Li wê demê, Taywan di bin rêveberiya leşkerî de bû. Loma lazim bû ku birayên me ji bo civînên mezin destûrê bistînin. Bidestxistina destûrê ne hêsan bû, û polîsê îşê me dereng dixist. Lê belê, gava polîsê heta heftiya civîna mezin destûr nedida, Harvey li merkeza polîsê rûdinişt heta ku destûrê bidin wî. Ew bi vê taktîkê serkeftî bû, çimkî ji bo polîsan şermezariyeke mezin bû ku yekî xerîb li polîsxaneyê li bendê bisekine.

EZ CARA PÊŞÎN HILDIKIŞIM ÇIYÊ

Taywan: Em ji bo belavkirina mizgînê di çemekî re derbas dibin

Wan heftiyên ku em bi xwişk û birayan re bûn, lazim bû ku em herî kêm saetekê bimeşin. Em hildikişiyan çiyayan û di çeman re dimeşiyan. Hilkişîna min a pêşîn hê di bîra min de ye. Piştî ku me zû taştê xwar, em saet 5:30 bi otobusê çûn gundekî dûr, di çemekî fireh re derbas bûn û hilkişiyan çiyê. Çiya ew qas berbijor bû ku lingên birayê li pêşiya min digihîştin heta ber çavên min.

Wê sibehê, Harvey bi çend xwişk û birayan re derket xizmetê, lê min bi tena serê xwe mizgîn dida xelkê gundekî Japonîziman. Nêzikî saet yek, serê min gêj bû, çimkî min bi saetan tiştek nexwaribû. Gava ez dîsa rastî Harvey hatim, birayên din êdî ne li cem wî bûn. Harvey çend kovar bi sê hêkên xav berdêl dabû. Wî ji bo xwarinê yek girt destê xwe, binî û serî qul kir û nîşanî min da ku ew çawa tê mijandin. Li min pir xweş xuya nedikir, lê min dîsa jî yek tehm kir. Lê hêka sisêyan ji bo kê bû? Harvey da min, çimkî ew difikirî ku eger ez ji birçîbûnê bêhiş bikevim, ew nikare min ji ser çiyê daxîne jêr.

SERŞÛŞTINEKE ECÊB

Li civîneke mezin, tiştekî ecêb hat serê min. Em li mala birayekî li nêzikî Salona Îbadetê diman. Ji ber ku serşûştin ji bo xelkê Amîs pir muhîm e, jina nazirê herêmê ji me re av hazir kiribû. Harvey mijûl bû, loma wî ji min re got ku bila ez pêşî serê xwe bişom. Banyo ji sê tiştan pêk dihat: Ji satileke ava sar, satileke ava germ û teşteke vala. Ez şaş mam ku jina nazirê herêmê banyo li derveyî malê li ber Salona Îbadetê hazir kiribû, çimkî birayan li wê derê haziriya civîna mezin dikir. Min ji wê perdeyek xwest, lê wê naylonekî şefaf da min! Min dil hebû ku ez herim bin siya pişt xênî, lê li wê derê qazan qirika xwe di çeperê re derbas dikir û li bendê bûn ku her kesê ku nêzikî wan dibe, nikul bikin. Min ji xwe re got: ‘Xwişk û bira ew qas mijûl in ku ewê bala xwe nedin min. Û eger ez serê xwe neşom, ewê aciz bibin.’ Loma min serê xwe li ber her kesî şûşt.

Bi kinc û bergên xelkê Amîs

WEŞANÊN BI ZIMANÊ AMÎS

Harvey fehm kir ku xwişk û birayên Amîs ji aliyê ruhî ve bi pêş ve naçin ji ber ku gelekan nikaribû bixwînin, û weşan di destê wan de tune bûn. Lê belê, zimanê Amîs êdî bi herfên Latînî dihat nivîsîn, û bi zeman re, xwişk û bira elimîn ku bi zimanê xwe bixwînin û xwe bi xwe lêkolînê bikin. Weşanên bi zimanê Amîs cara pêşîn weke sala 1965an derketin, û ji sala 1968an û pê ve, Birca Çavdêriyê bi zimanê Amîs hat weşandin.

Li wê demê, hikûmetê dixwest ku weşan tenê bi zimanê Çînî bên weşandin. Ji bo ku problem çênebe, Birca Çavdêriyê ji bo demekê duzimanî bû, yanî hem Çînî hem Amîs. Wisa xuya dikir qey em xelkê dielimînin zimanê Çînî. Ji wê wextê û pê ve, teşkîlata Yehowa gelek weşanên bi zimanê Amîs belav kirine, da ku ev însanên hêja rastiyên Kitêba Pîroz nas bikin (Karên Şandiyan 10:34, 35).

WEXTA PAQIJKIRINÊ

Di salên 1960 û 1970an de, gelek xwişk û birayên Amîs ne li gor standardên Xwedê dijiyan. Ji ber ku hinekan prensîpên Kitêba Pîroz rind fehm nekiribûn, wan bêexlaqî dikir, serxweş dibûn yan jî titûn û narkotîkên din bi kar dianîn. Harvey gelek civat ziyaret dikirin da ku alî xwişk û birayan bike ku ew fikrên Yehowa di heqê van meseleyan de fehm bikin. Di gereke wisa de, serpêhatiya di destpêkê de hatibû serê me.

Xwişk û birayên nefsbiçûk hazir bûn ku xwe biguherînin, lê mixabin, gelek kes ne hazir bûn. Loma, hejmara mizgînvanên li Taywanê di nava bîst salan de ji 2.450 daket heta nêzîkî 900î. Em seba vê pir xemgîn bûn. Dîsa jî, me dizanibû ku Yehowa bereketa xwe qet nade teşkîlateke nepak (2. Korîntî 7:1). Welhasil, ew kirinên şaş hatin serrast kirin û îro, bi saya bereketa Yehowa, li Taywanê zêdetirî 11.000 mizgînvan hene.

Ji salên 1980an û pê ve, me dît ku civatên Amîs êdî ji aliyê ruhî ve xurttir bûn. Ji ber vê yekê, Harvey dikaribû hê zêdetir wextê ji bo herêma Çînî veqetîne. Wî bi kêfxweşî alî gelek zilamên xwişkên me kir ku ew bibin Şahidên Yehowa. Tê bîra min gava ku yekî ji van zilaman cara pêşîn ji Yehowa re dua kir, ew pir şa bû. Ez jî dilxweş im ku min alî gelek kesên dilpak kir ku ew nêzikî Yehowa bibin. Li buroya Taywanê, kêfa min dihat ku min bi kur û keçeke xwendekareke xwe ya berê re xizmet dikir.

MIRINA DELALÊ MIN

Niha, ez tenê mame. Delalê min Harvey piştî zewaceke nêzikî 59 salan li 1ê meha Çileyê ya sala 2010an bi nexweşiya kanserê mir. Wî nêzikî 60 salî xizmeta tamrojî kiribû! Ez pir bêriya wî dikim. Lê ez pir şa me ku min li du welatên xweş ji bo destpêkirina îşê belavkirina mizgînê destek da wî! Em elimîn ku bi du zimanên çetin xeber bidin, û Harvey nivîsîna wan jî elimî.

Çend sal bi şûn de, Koma Rêberiyê qerar da ku ji bo min baştir e ku ez seba pîrbûnê vegerim Awistralyayê. Fikra min a pêşî wisa bû: “Ez naxwazim Taywanê terk bikim.” Lê ez ji Harvey elimîm ku ji teşkîlata Yehowa re qet nebêjim “Na”, loma ez çûm. Niha, ez hîkmeta vê qerarê rind fehm dikim.

Ez kêfxweş im ku ez dikarim bi zimanên Japonî û Çînî Beytelê nîşanî mêvanan bikim

Îro, ez di hundirê heftiyê de li buroya Awistralasyayê şixul dikim û di dawiya heftiyê de bi civatê re mizgînê belav dikim. Ez şa me ku ez dikarim bi zimanên Japonî û Çînî Beytelê nîşanî mêvanan bikim. Ez bi hesreta roja rabûna miriyan im, û ez dizanim ku Harvey, yê ku elimî ku ji Yehowa re qet nebêje “Na”, di bîranîna wî de ye (Yûhenna 5:28, 29).

a Berî ku zimanê Çînî bû zimanê resmî yê Taywanê, zimanê Japonî bi dehan salan zimanê resmî bû. Loma, gelên Taywanê hê bi zimanê Japonî bi hev re xeber dida.