SERHATÎ
Em Hîn bûn ku Yehowara Tu Car Nebêjin “Na”
PAŞÎ firtonê, çem bi kevir û herî tije bû. Gerekê em derbazî aliyê din bûna, lê pêlên avê pira hilşandibû. Ez, mêrê min Harvî û welgerê meyî ji zimanê Amîs, me xwe bêçare texmîn dikir û pir ditirsiyan. Gava em di çemra derbaz dibûn, birên me li aliyê din bi tirsê li me dinihêrîn. Me ereba xweye biçûk danî ser kamyonekê û bi tu tişti girê neda, û em hêdî-hêdî çemra derbaz bûn. Ev rê mera pir dirêj hate kifşê, û me Yehowara dua dikir heta ku em gihîştin aliyê din. Ev yek di sala 1971-da qewimî. Em li rojhilata berava Taywanê, bi hezara kîlometra dûrî welatên xwe bûn. Ezê serhatiya me wera gilî kim.
EM HÎN DIBIN KU YEHOWA HIZ BIKIN
Ji çar bira, Harvî yê mezin bû. Malbeta wî di wexta krîzîsa êkonomîkî ya salên 1930-da Mîdland Cankşnda, (Rojavaya Avstralyayê), bûne Şedên Yehowa. Harvî Yehowa pir hiz kir, û ew di 14 saliya xweda hate nixumandinê. Ew hîn bû ku dersên têokratîk înkar neke. Cahiltiya xweda, ewî carekê di civatêda xwe hêjayî xwendina “Birca Qerewiliyê” negirt, lema ewî ev yek înkar kir. Lê birê ku pêra xeber dida, jêra usa got: “Gava kesek di teşkîleta Yehowada ji te bixwaze ku tu tiştekî bikî, ew te hêjayî vî tiştî divîne!” (2 Korintî 3:5).
Min, dayka min û xûşka mine mezin, me rastî li Înglîstanê nas kir. Bavê min pêşiyê li himberî rastiyê bû, lê paşî wexteke dirêj, ew jî bû Şedê Yehowa. Li himberî xwestina wî, ez di 9 saliya xweda hatim nixumandinê. Min dixwest ku ez pêşiyê bibim pêşeng û paşê mîsyonêr. Lê ji bo ku ez bibûma pêşeng, bavê min dixwest ku ez hîviyê bim heta ku emrê min bibe 21 sal. Min nedixwest ku ez haqas wext hîviyê bisekinim. Gava ez bûme 16 salî, ez bi îzna
wî çûm ku li cem xûşka xweye mezin bimînim, ya ku li Avstralyayê dijît. Di 18 saliya xweda, min îda pêşengtî destpêkir.Li Avstralyayê, min Harvî nas kir. Xwestina dilê me ew bû ku em Yehowara ça mîsyonêr xizmetê bikin. Em di sala 1951-da zewicîn. Paşî ku me du sala ça pêşeng xizmet kir, Harvî ça berpirsiyarê mihalê hat kifşkirin. Herêma me ya li rojavaya Avstralyayê pir mezin bû, û me gelek cara di çolara bi seda kîlometra rêwîtî dikir.
XWESTINA DILÊ ME TÊ SÊRÎ
Di sala 1954-da, em hatine teglîfkirinê ser Mekteba Gîledê. Xwestina me ku em bibin mîsyonêr îda dihat sêrî! Em bi gemiyê gihîştin Niyû Yorkê, û me hûr bi hûr destpêkir Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Pareke dersên me, hînbûna zimanê Îspanî bû. Ev yek bona Harvî zemet bû, çimkî ewî nikaribû herfa “R” rast bêje.
Li mektebê, mamosta mera gotin ku yên ku dixwazin bên şandin Japonyayê dikarin xwe bona dersa zimanê Japonî binivîsin. Me dixwest ku teşkîleta Yehowa dewsa me safî bike ku em li ku derê xizmet bikin. Paşî demeke kin, birê Albêrt Şrêdêr, yê ku yek ji mamostên Gîledê bû, pêhesiya ku me navên xwe nenivîsîne. Ewî mera got: “Ka dîsa li ser vê yekê bifikirin”. Dîsa jî, me navên xwe nenivîsîn, lê birê Şrêdêr got: “Min û mamostên din, me dewsa we nivîsî. Bixebitin ku zimanê Japonî hîn bin!” Harvî zû hînî vî zimanî bû.
Gava em di sala 1955-da gihîştin Japonyayê, li temamiya welêtda tenê 500 mizgînvan hebûn. Wê demê, ez 24 salî bûm, û Harvî 26 salî bû. Em hatin şandin bajarê Kobeyê. Li wêderê, me çar sala xizmet kir. Harvî dîsa berpirsiyarê rêwî hat kifşkirin, û me li nêzîkî bajarê Nagoyayê xizmet dikir. Xizmeta me gelek xweş bû, û me xûşkbirên wêderê, xwarina wan û tebiyetê hiz kir. Gelek wext derbaz nebû ku me mecaleke din stand ku em Yehowara nebêjin “na”.
KIFŞKIRINA TEZE ZEMETÊN TEZE XWERA TÎNE
Paşî sê salên xizmeta rêwî, fîlîala Japonyayê ji me pirs kir ka em dixwazin herin * Me xizmeta li Japonyayê pir hiz dikir, lema ev safîkirin bona me pir zor bû. Lê belê, Harvî hîn bibû ku tu cara Yehowara nebêje “na”, lema em çûn Taywanê.
Taywanê bona ku em mizgînê bidin cimeta Amîsê. Li wêderê, çend xûşk û bira bibûne raber. Lema, lazim bû ku birakî ku zimanê Japonî rind zane û dikare vê problêmê rast bike, here wêderê.Em li meha Mijdarê ya sala 1962 derbazî wêderê bûn. Li Taywanê, 2 271 mizgînvan hebûn, û piraniya wan Amîs bûn. Lê sêrîda lazim bû ku em zimanê Çînî hîn bin. Li cem me tenê kitêbek bona hînbûna wî zimanî hebû, û mamosta me Înglîzî nizanibû. Dîsa jî, em vî zimanî hîn bûn.
Demeke kin paşî ku em hatin Taywanê, Harvî wek xizmetkarê fîlîalê hat kifşkirin. Ji ber ku fîlîal biçûk bû û îşê Harvî hindik bû, wexta wî hebû ku her meh weke sê heftiya tevî xûşk û birên Amîsra xizmetê bike. Carna, wî wek berpirsiyarê nehiyê xizmet dikir û li civatên mezin gotar dixwend. Harvî wê bikaribûya gotarên xwe bi zimanê Japonî bixwanda, û xûşk û birên Amîs wê fem bikira. Lê dewletê civînên rêlîgî ku ne bi zimanê Çînî bûn, qedexe kiribûn. Bona Harvî, zimanê Çînî hê zemet bû, lê ewî dîsa jî bi Çînî xeber dida, û birakî din bi zimanê Amîs tercime dikir.
Li wê demê, Taywan di bin hukumê eskerîda bû. Lema lazim bû ku birên me bona civatên mezin destûrê bistînin. Hêsa nîbû îzinê bistînin, û polîsê îşê me derengî dixist. Lê gava polîsê heta heftiya civîna mezin destûr nedida, Harvî li polîsxanê rûdinişt heta ku destûrê bidin wî. Ew bi vê taktîkê serketî bû, çimkî bona polîsa şerma mezin bû ku yekî xerîb li polîsxaneyê hîviyê bisekine.
EZ CARA PÊŞIN HILDIKIŞIM ÇIYÊ
Wan heftiyên ku em tevî xûşk û bira bûn, lazim bû ku em herî kêm sihetekê bimeşin. Em hildikişiyan çiya û di çemara dimeşiyan. Hilkişîna min ya pêşin hê di bîra minda ye. Paşî ku me zû teştê xwar, em siheta 5:30 bi otobûsê çûn gundekî dûr, di çemekî firera derbaz bûn û hilkişiyan çiyê. Çiya haqas berbijor bû ku nigên birê li pêşiya min digihîştin heta ber çevên min.
Wê sibehê, Harvî tevî çend xûşk û birara derkete xizmetê, lê min tenê mizgîn dida cimeta gundekî ku ser zimanê Japonî xeber dida. Nêzîkî siheta yekê, serê min gêj bû, çimkî min bi siheta tiştek nexwaribû. Gava ez dîsa rastî Harvî hatim, birên din îda ne li cem wî bûn. Harvî çend jûrnal bi sê hêkên xav guhartibû. Ewî bona xwarinê hêkek girte destê xwe, binî û serî qul kir û nîşanî min kir ku ew çawa tê mijandin. Medê min nediçû wê, lê min dîsa
jî yek tem kir. Lê hêka sisiya bona kê bû? Harvî da min, çimkî ew difikirî ku heger ez ji birçîbûnê bixeriqim, ewê nikaribe min ji ser çiyê daxe jêr.SERŞÛŞTINEKE ECÊB
Li civateke mezin, tiştekî ecêb hat serê min. Em li mala birakî li nêzîkî Oda civatê diman. Ji ber ku serşûştin bona cimeta Amîs pir ferz e, jina berpirsiyarê mihalê mera av hazir kiribû. Harvî vala nîbû, lema ewî minra got ku bira ez pêşiyê serê xwe bişom. Bona serşûştinê tenê sê tişt hebû: Sîtileke ava sar, sîtileke ava germ û teşteke vala. Ez şaş mam ku jina berpirsiyarê mihalê ew her sê tişt li derê malê hema ber Oda civatê hazir kiribû, kîderê ku bira haziriya civata mezin dikirin. Min ji wê perdek xwest, lê ewê naylonekî şefaf da min! Min xwest ku ez herim bin siya pişt xanî, lê li wêderê qaza qirika xwe di çeperêra derbaz dikir û hîviyê bûn ku her kesê ku nêzîkî wan bibe, nikul bikin. Min xwera got: “Bira haqas şixulva mijûl in ku ewê dîna xwe nedin min. Û heger ez serê xwe neşom, xweyê malê eciz bibin. Lema min serê xwe li ber her kesî şûşt”.
EDEBYETÊN BI ZIMANÊ AMÎS
Harvî fem kir ku xûşk-birên Amîs ji aliyê ruhanîva bi pêşda naçin, çimkî gelek nikaribûn bixûnin, û edebyet di destê wanda tune bûn. Lê belê, zimanê Amîs îda bi herfên Latînî dihat nivîsîn, û wext şûnda, xûşk-bira hînbûn ku bi zimanê xwe bixûnin û xwexa lêkolîna bikin. Edebyetên ser zimanê Amîs cara pêşin nêzîkî sala 1965-da derketin, û ji sala 1968-da, “Birca Qerewiliyê” bi zimanê Amîs hate derxistinê.
Li wê demê, dewletê dixwest ku edebyet tenê bi zimanê Çînî bêne neşirkirinê. Seva ku problêm çênebe, “Birca Qerewiliyê” wextekê duzimanî bû, dêmek Çînî-Amîs. Usa dihate kifşê qey em cimetê zimanê Çînî hîn dikin. Ji wî wextî, teşkîleta Yehowa gelek edebyetên bi zimanê Amîs bela kirine, wekî ev însanên hêja rastiyên Kitêba Pîroz nas bikin (Karên Şandiya 10:34, 35).
WEXTA PAQIJKIRINÊ
Di salên 1960 û 1970-da, gelek xûşk û birayên Amîs ne li gora prînsîpên Xwedê dijîtin. Ji ber ku hineka prînsîpên Kitêba Pîroz rind fem nekiribûn, wana bênamûsî dikir, serxweş dibûn yan jî titûn û narkotîkên din didane xebatê. Harvî teseliya gelek civata dikir, wekî alî xûşk û bira bike ku ew fikrên Yehowa derheqa van tişta fem bikin. Wedê teseliya civatekê, ew yek qewimî çi ku me destpêkêda gilî kir.
Xûşk û birên milûk hazir bûn ku xwe biguhêzin, lê sed heyf, gelek kes ne hazir bûn. Lema, hejmara mizgînvanên li Taywanê di nava bîst salada ji 2 450 daket heta nêzîkî 900. Em seva vê yekê pir xemgîn bûn. Dîsa jî, me zanibû ku Yehowa kerema xwe qet nade teşkîleteke nepaqij (2 Korintî 7:1). Axiriyêda, ew kirinên şaş hatin rast kirin û îro, bi saya kerema Yehowa, li Taywanê zêdetirî 11 000 mizgînvan hene.
Ji salên 1980, me dît ku civatên Amîs îda ji aliyê ruhanîva diha qewî bûn. Lema, Harvî dikaribû hê zêde wext bona herêma Çînî veqetîne. Ewî bi şabûnê alî gelek mêrên xûşkên me kir, ku ew bibin Şedên Yehowa. Tê bîra min gava ku yekî ji van cara pêşin Yehowara dua kir, ew pir şa bû. Ez jî dilxweş im ku min alî gelek kesên dilpak kir ku ewana nêzîkî Yehowa bibin. Li fîlîala Taywanê, min şabûn distand ji vê yekê ku tevî kur û qîza xwendekareke xweye berê xizmet dikir.
MIRINA DELALÊ MIN
Niha, ez tenê mame. Delalê min Harvî li 1 meha Çileyê ya sala 2010 bi nexweşiya kanserê mir. Em weke 59 sal zewacêda bûn. Ewî nêzîkî 60 salî xizmeta hertimda bû! Ez pir bîra wî dikim. Lê ez pir şa me ku min li du welatên xweş ji bo destpêkirina îşê belakirina mizgînê alîkarî da wî! Em hîn bûn ku bi du zimanên çetin xeber bidin, û Harvî nivîsîna wan jî hîn bû.
Çend sal şûnda, Koma Rêberiyê safî kir ku bona min diha baş e ku ez ji bo emirê mine mezin vegerim Avstralyayê. Fikra min ya pêşî usa bû: “Ez naxwazim Taywanê bihêlim”. Lê ez ji Harvî hîn bûm ku teşkîleta Yehowara qet nebêjim “na”, lema ez çûm. Niha, ez bîlaniya vê safîkirinê rind fem dikim.
Îro, ez di nava heftiyêda li fîlîala Awistralasyayê şixul dikim û di xilaziya heftiyêda tevî civatê mizgînê bela dikim. Ez şa me ku ez dikarim bi zimanên Japonî û Çînî, Beytelê nîşanî mêvana bikim. Ez hizreta roja rabûna miriya me, û ez zanim ku Harvî, yê ku hîn bû ku Yehowara qet nebêje “na”, di bîranîna wîda ye (Yûhenna 5:28, 29).
^ abz. 14 Berî ku zimanê Çînî bû zimanê fermî yê Taywanê, zimanê Japonî bi deha sala zimanê fermî bû. Lema, cimeta Taywanê hê bi zimanê Japonî bi hevra xeber didan.