Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 5

Serê Her Zilamî Mesîh e

Serê Her Zilamî Mesîh e

“Serê her zilamî Mesîh [e]” (1. KORÎNTÎ 11:3).

KILAM 12 Yehowa, Tu Bêemsal î

PÊŞGOTIN a

1. Hin kes li serîtiyê çawa dinêrin?

 GAVA tu peyva “serîtî” dibihîzî, çi tê hişê te? Hin zilam serîtiya xwe ya li ser malbatê li gor urf û adetên derdorê yan li gor nêrîna merivên xwe pêk tînin. Xwişkeke bi navê Yanita, ya ku li Ewropayê dijî, wisa dibêje: “Li welatê me, gelek mirov difikirin ku jin ji mêran nizmtir in, û jin wek xizmetkar tên dîtin.” Birayekî bi navê Luke, yê ku li Amerîkayê dijî, wisa dibêje: “Hin bav lawên xwe hîn dikin ku jin gerek dengê xwe nekin, û ku nêrîna jinan qet muhîm nîne.” Lê belê, fikrên wisa şaş in. Yehowa naxwaze ku zilam serîtiya xwe bi vî awayî pêk bîne (li Marqos 7:13 jî binêrê). Gelo zilam çawa dikare ji bo malbata xwe bibe serekî baş?

2. Gerek serê malbatê çi bizanibe, û çima?

2 Ji bo ku zilam bibe serekî baş, gerek ew fehm bike ku Yehowa ji wî çi dixwaze. Gerek ew bizanibe ku Yehowa serîtî çima saz kiriye û ew çawa dikare Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigire. Çima muhîm e ku zilam van tiştan hîn bibe? Çimkî Yehowa otorîte daye serê malbatê, û ew dixwaze ku ew vê otorîteyê bi awayekî baş bi kar bîne (Lûqa 12:48b).

SERÎTÎ ÇI YE?

3. Gotinên 1. Korîntî 11:3 di heqê serîtiyê de çi rêyî me didin?

3 1. Korîntî 11:3 bixwîne. Ev ayet nîşanî me dide ku Yehowa malbata xwe ya li ezmanan û li rûyê erdê çawa organîze kiriye. Serîtî bi otorîte û bi mesûliyetê ve girêdayî ye. Yê herî bilind Yehowa ye, û hemû melek û însan li ber wî mesûl in (Romayî 14:10; Efesî 3:14, 15). Yehowa otorîteya li ser civatê daye Îsa Mesîh, lê Îsa dîsa jî ji bo xêr û xweşiya civatê li ber Yehowa mesûl e (1. Korîntî 15:27). Wekî din, Yehowa otorîteya li ser pîrek û zarokan daye zilam, lê zilam jî ji bo xêr û xweşiya malbatê hem li ber Yehowa hem jî li ber Îsa Mesîh mesûl e (1. Petrûs 3:7).

4. Heqê Yehowa û Îsa Mesîh heye ku çi bikin?

4 Yehowa serê malbata xwe ya li erd û ezmanan e. Ji ber vê yekê, heqê wî heye ku ji bo zarokên xwe qaîde û qanûnan deyne, û eger yek ji wan guh nede van qaîde û qanûnan, Yehowa dikare şîretê bide wî û wî serrast bike (Îşaya 33:22). Îsa Mesîh serê civatê ye, û heqê wî jî heye ku qaîde û qanûnan deyne û kesên ku guh nadin, serrast bike û şîretê bide wan (Galatî 6:2; Kolosî 1:18-20).

5. Heqê serê malbatê heye ku çi bike, û sînorên vê otorîteyê çi ne?

5 Wek Yehowa û Îsa Mesîh, heqê serê malbatê jî heye ku ji bo malbata xwe qeraran bidin (Romayî 7:2; Efesî 6:4). Lê belê, sînorên otorîteya wî hene. Mesela, gerek qaîdeyên ku ew ji bo malbatê datîne bi prensîpên Kitêba Pîroz ve hevgirtî bin (Methelokên Silêman 3:5, 6). Wekî din, heqê serê malbatê tune ku ji bo kesên ku ne aîdî malbata wî ne, qaîdeyan deyne (Romayî 14:4). Ji xeynî vê, gava zarok mezin dibin û ji malê diçin, ew helbet dîsa jî qedrê bavê xwe digirin, lê ew êdî di bin otorîteya wî de nînin (Metta 19:5).

GELO YEHOWA ÇIMA OTORÎTE DAYE HIN KESAN?

6. Yehowa çima otorîte daye hin kesan?

6 Ji ber ku Yehowa ji malbata xwe hez dike, wî otorîte daye hin kesan. Otorîte hediyeyeke ji Xwedê ye. Bi saya serîtiyê, malbata Yehowa rêk û pêk e û di nav aştiyê de ye (1. Korîntî 14:33, 40). Eger serîtî tune bûya, malbata Yehowa wê tev li hev û bêhizûr bûya. Mesela, tu kesî wê nizanibûya ku gerek kî qerarên dawîn bide û van qeraran pêk bîne.

7. Li gor Efesî 5:25, 28, gelo Yehowa dixwest ku zilam pîreka xwe bindest bike?

7 Madem ku serîtî tiştekî ew qas baş e, gelek jin çima di bin serîtiya zilamê xwe de dinalin? Problem ev e ku gelek zilam guh nadin qanûnên ku Yehowa ji bo malbatê danîne, lê li gor urf û adetên herêmê hereket dikin. Wekî din, hin zilam xwehez in û pîreka xwe bindest dikin. Bi vî awayî, ew belkî dixwazin xwebaweriya xwe zêde bikin yan ji kesên din re îsbat bikin ku ew “mêr in”. Ew belkî difikirin ku tiştê herî muhîm ne ev e ku pîrek ji zilamê xwe hez bike, lê ku pîrek ji wî bitirse. Zilamên wisa tirsê bi kar tînin ku pîreka xwe kontrol bikin. b Zilamên ku wisa difikirin û hereket dikin qedrê pîreka xwe nagirin û rasterast li hemberî daxwaza Yehowa serî hildidin (Efesî 5:25, 28 bixwîne).

ZILAM ÇAWA DIKARE BIBE SEREKÎ BAŞ?

8. Zilam çawa dikare bibe serekî baş?

8 Ji bo ku zilam ji malbata xwe re bibe serekî baş, gerek ew serîtiya xwe li gor emsala Yehowa û Îsa Mesîh pêk bîne. Niha emê bala xwe bidin du sifetên ku Yehowa û Îsa Mesîh eyan dikin, û emê bibînin ku serê malbatê çawa dikare van sifetan ji pîrek û zarokên xwe re eyan bike.

9. Yehowa dilnizmiya xwe çawa nîşan dide?

9 Dilnizmî. Hîkmeta Yehowa bêemsal e. Dîsa jî, ew guh dide nêrînên xizmetkarên xwe (1. Mûsa 18:23, 24, 32). Ew îznê dide ku ew fikrên xwe bînin zimên (1. Qiralan 22:19-22). Yehowa yekî bêqisûr e, lê ew bêqisûriyê ji me teleb nake. Bi ser de, ji ber ku em qisûrdar in, Xwedê alî me dike ku em serkeftî bibin (Zebûr 113:6, 7). Kitêba Pîroz Yehowa wek “alîkar” bi nav dike (Zebûr 27:9; Îbranî 13:6). Dawid Padîşah qebûl dikir ku ew ancax bi saya dilnizmiya Yehowa dikare wezîfeya xwe bîne cih (2. Samûyêl 22:36).

10. Îsa Mesîh dilnizmiya xwe çawa nîşan da?

10 Emsala Îsa Mesîh bîne ber çavê xwe. Ew her çi qas “Xudan” û “Mamoste” bû jî, wî lingên şagirtên xwe şûştin. Gelo Yehowa ev serpêhatî çima di Kitêba Pîroz de daye qeydkirin? Yek ji sebeban bê guman ev e ku Yehowa dixwest ji serên malbatan re û ji kesên din re emsaleke baş nîşan bide. Îsa Mesîh wisa got: “Min mînakek da we, da ku çawa min ji we re kir, hûn jî wisa bikin” (Yûhenna 13:12-17). Otorîteya Îsa Mesîh her çi qas mezin bû jî, wî nedixwest ku kesên din ji wî re xizmetê bikin, lê wî ji wan re xizmet dikir (Metta 20:28).

Gerek serê malbatê bi hezkirin û dilnizmî hem di îşê malê de alîkariyê bike hem jî alî pîrek û zarokên xwe bike ku ew nêziktirî Yehowa bin (Li paragrafên 11 û 13an binêre)

11. Di warê dilnizmiyê de, serê malbatê dikare ji Yehowa û Îsa Mesîh çi hîn bibe?

11 Dersên ji bo me. Serên malbatê dikare dilnizmiya xwe bi gelek awayan nîşan bide. Mesela, gerek ew ji pîrek û zarokên xwe bêqisûriyê teleb neke. Eger ferdên malbatê bi nêrînên wî qaîl nînin, wê dîsa jî baş be ku serê malbatê guh bide nêrînên wan. Xwişkeke bi navê Marley, ya ku li Amerîkayê dijî, wisa dibêje: “Nêrîna min carinan ji nêrîna zilamê min cuda ye. Dîsa jî, ez dizanim ku ew qedrê min digire, çimkî berî ku ew qerarekê dide, ew fikra min dipirse û li ser fikra min kûr difikire.” Wekî din, xelk her çi qas bifikire ku îşê malê ne îşê mêran e jî, zilamekî dilnizm hazir e ku di şixulên malê de alîkariya pîreka xwe bike. Lê gelo ev yek carinan çima hêsan nîne? Xwişkeke bi navê Rachel wisa dibêje: “Li herêma me, eger zilam alî pîreka xwe bike û firaqan bişo yan malê paqij bike, cîran û merivên wî wê bifikirin ku ew ‘ne mêr e’. Ewê bibêjin ku wî pîreka xwe daniye ser serê xwe.” Eger li herêma te nêrîneke wisa heye, ji bîr neke ku gava Îsa Mesîh lingên şagirtên xwe şûştin, hemwelatiyên wî ev îş wek îşê koleyan didît. Ji bo serekî baş, tiştê herî muhîm ne ev e ku mirovên din wî wek “mirovekî mezin” bibînin, lê ku pîrek û zarokên wî dilxweş bin. Ji xeynî dilnizmiyê, gelo serê malbatê hewceyî kîjan sifetê din e?

12. Em ji ku dizanin ku Yehowa û Îsa Mesîh ji me hez dikin?

12 Hezkirin. Hemû kirinên Yehowa bi hezkirinê ve girêdayî ne (1. Yûhenna 4:7, 8). Ji hezkirinê, Yehowa hemû hewcedariyên me yên madî û manewî tedarek dike. Roj bi roj, ew nîşanî me dide ku ew ji me hez dike. Mesela, Xwedê hewcedariyên me yên ruhî bi destê Kitêba Pîroz û teşkîlata xwe tedarek dike. Wekî din, ew hewcedariyên me yên madî bi comerdî tedarek dike (1. Tîmotêyos 6:17). Gava em şaşiyan dikin, Yehowa me serrast dike, lê ew dîsa jî ji me hez dike. Ji hezkirinê, Yehowa fîdye daye. Îsa Mesîh jî ji me pir hez dike, loma wî canê xwe di oxira me de feda kir (Yûhenna 3:16; 15:13). Belê, Yehowa û Îsa Mesîh ji kesên ku ji wan re dilsoz in, hez dikin, û tu tişt nikare wan ji vê hezkirinê veqetîne (Yûhenna 13:1; Romayî 8:35, 38, 39).

13. Çima muhîm e ku serê malbatê nîşan bide ku ew ji malbata xwe hez dike? (Li çarçoveya “ Zilamekî ku Nû Zewicî ye Çawa Dikare Hurmeta Pîreka Xwe Qazanc Bike?” binêre.)

13 Dersên ji bo me. Gerek serê malbatê jî her tiştî ji hezkirinê bike. Gelo ev yek çima pir muhîm e? Yûhennayê şandî wisa dibêje: “Çimkî yê ku ji birayê xwe [yan ji malbata xwe] yê ku dibîne hez neke, nikare ji Xwedayê ku nabîne hez bike” (1. Yûhenna 4:11, 20). Wek Yehowa û Îsa Mesîh, zilamekî ku ji malbata xwe hez dike gerek hewcedariyên madî û manewî yên malbata xwe tedarek bike (1. Tîmotêyos 5:8). Gerek ew zarokên xwe perwerde û terbiye bike. Wekî din, gerek ew bi dewamî qerarên baş bide, yên ku Yehowa birûmet dikin û ji bo malbatê bifeyde ne. Niha emê yek bi yek li van nuqteyan binêrin û bibînin ku serê malbatê çawa dikare Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigire.

MESÛLIYETÊN SERÊ MALBATÊ ÇI NE?

14. Serê malbatê çawa dikare alî pîrek û zarokên xwe bike ku ew nêzikî Yehowa bin?

14 Alî pîrek û zarokên xwe bike ku ew nêzikî Yehowa bin. Wek Yehowa, Îsa Mesîh jî alî şagirtên xwe dikir ku baweriya wan qewî be (Metta 5:3, 6; Marqos 6:34). Mesûliyeta herî muhîm a serê malbatê jî ev e ku alî pîrek û zarokên xwe bike ku ew nêzikî Yehowa bin (5. Mûsa 6:6-9). Ji bo vê, gerek ew alî wan bike ku ew Kitêba Pîroz bixwînin û lêkolîn bikin, herin civînan, mizgînê belav bikin û bibin dostên Yehowa.

15. Serê malbatê çawa dikare nîşanî malbata xwe bide ku ew ji wan hez dike?

15 Nîşan bide ku tu ji malbata xwe hez dikî. Yehowa rasterast got ku ew ji Kurê xwe hez dike (Metta 3:17). Îsa Mesîh bi gotin û kirinên xwe nîşan dida ku ew ji şagirtên xwe hez dike, û wan jî digot ku ew ji wî hez dikin (Yûhenna 15:9, 12, 13; 21:16). Serê malbatê jî dikare bi kirinên xwe nîşan bide ku ew ji pîrek û zarokên xwe hez dike. Mesela, pir muhîm e ku ew Kitêba Pîroz bi wan re lêkolîn bike. Wekî din, gerek ew rasterast ji wan re bibêje ku ew ji wan hez dike û qîmetê dide wan. Eger fersend hebe, gerek ew li ber kesên din jî pesnê wan bide (Methelokên Silêman 31:28, 29).

Yehowa dixwaze ku serê malbatê debara malbata xwe bike (Li paragrafa 16an binêre)

16. Hin mesûliyetên din ên serê malbatê çi ne, û gerek ew wan çawa bîne cih?

16 Debara malbata xwe bike. Gava Yehowa miletê Îsraêl seba bêîtaetiya wan ceza dikir, wî dîsa jî hewcedariyên wan ên esasî tedarek dikirin (5. Mûsa 2:7; 29:5). Îro jî, ew hewcedariyên me yên esasî tedarek dike (Metta 6:31-33; 7:11). Îsa Mesîh jî însanên ku li pey wî diçûn, têr kirin (Metta 14:17-20). Wekî din, wî gelek kesên nexweş qenc dikirin (Metta 4:24). Serekî malbatê, yê ku dixwaze dilê Yehowa şa bike, gerek debara malbata xwe bike. Ji aliyê din ve, ji bo ku ew karibe bi hewcedariyên manewî yên malbata xwe jî eleqedar bibe, gerek ew dîqat bike ku karê wî wexta wî bi zêdeyî nexwe.

17. Yehowa û Îsa Mesîh me çawa perwerde û terbiye dikin?

17 Malbata xwe perwerde bike. Ji ber ku Yehowa ji me hez dike, ew me perwerde dike (Îbranî 12:7-9). Wek Yehowa, Îsa Mesîh jî şagirtên xwe bi dilovanî perwerde dike (Yûhenna 15:14, 15). Ew rasterast, lê bi nezaket şîretê dide me (Metta 20:24-28). Ew fehm dike ku ji ber ku em qisûrdar in, em carinan şaşiyan dikin (Metta 26:41).

18. Serê malbatê gerek çi ji bîr neke?

18 Serekî malbatê, yê ku Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re emsal digire, ji bîr nake ku hemû ferdên malbatê qisûrdar in. Loma, ew li pîrek û zarokên xwe bi zêdeyî bihêrs nabe (Efesî 4:31; Kolosî 3:19). Li gor Galatî 6:1, gerek ew malbata xwe ‘bi ruhê nermîtiyê bîne ser rê’ û ji bîr neke ku ew bi xwe jî qisûrdar e. Wek Îsa Mesîh, ew fehm dike ku ji bo hînkirina malbatê, kirinên wî ji gotinên wî muhîmtir in (1. Petrûs 2:21).

19-20. Gava lazim dibe ku serê malbatê qerarekê bidin, ew çawa dikare Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re bike emsal?

19 Ji bo xêra malbatê qeraran bide. Gava Yehowa qeraran dide, ew ji bo xêra kesên din difikire. Mesela, wî ne ji bo kara xwe, lê ji ber ku wî dixwest ku em ji jiyanê lezetê bistînin dest bi afirandinê kir. Wekî din, wî ne bi zora kesekî din, lê bi dilxwazî qerar da ku Kurê xwe ji bo gunehên me qurban bike. Gava Îsa Mesîh qerar didan, wî jî herî zêde bala xwe dida xêra kesên din (Romayî 15:3). Mesela, rojekê, gava ew westiyayî bû, li şûna ku îstirhetê bike, wî wexta xwe ji bo hînkirina mirovan feda kir (Marqos 6:31-34).

20 Ji bo serê malbatê carinan hêsan nîne ku qerarên aqilmend bide. Ew rind dizane ku ev yek mesûliyeteke giran e. Loma, gerek serê malbatê rind bifikire berî ku ew qeraran bide, û gerek ew îznê bide ku Yehowa wî perwerde bike c (Methelokên Silêman 2:6, 7). Bi vê yekê, ewê ne ji bo xêra xwe, lê ji bo xêra kesên din bifikire (Filîpî 2:4).

21. Li meqaleya din, emê di heqê çi de xeber bidin?

21 Yehowa mesûliyeteke giran daye serê malbatê, û ew dixwaze ku serê malbatê vê mesûliyetê bi awayekî baş pêk bîne. Ji bo vê, gerek ew Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigire. Ji xeynî vê, ji bo zewaceke bextewar muhîm e ku pîrek jî mesûliyeta xwe pêk bîne. Gelo gerek pîrek li serîtiyê çawa binêre, û ev yek carinan çima zor e? Li meqaleya din, emê cewabên van pirsan bistînin.

KILAM 16 Ji bo Îsa Mesîh Pesnê Yehowa Bide!

a Gava zilam dizewice, ew dibe serê malbateke nû. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku serîtî çi ye, Yehowa çima otorîte daye hin kesan, û zilam dikare ji emsala Yehowa û Îsa Mesîh çi hîn bibe. Li meqaleya diduyan a vê rêza meqaleyan, emê bibînin ku jin û mêr dikarin ji Îsa Mesîh û ji kesên din, ên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, çi hîn bibin. Li meqaleya sisêyan, emê bibînin ku di civatê de, gerek bira otorîteya xwe çawa bi kar bînin.

b Li gelek fîlm, lîstikên tiyatroyê û çîrokan, zilam li pîreka xwe zordariyê dike. Loma, gelek kes difikirin ku ev yek tiştekî normal e, û ew bawer in ku heqê zilam heye ku pîreka xwe bindest bike.

c Ji bo zêdetir melûmata li ser vê ku tu çawa dikarî qerarên baş bidî, li meqaleya “Li Gor Baweriya Xwe Bijî – Qerarên Biaqil Bide!” binêre (Birca Çavdêriye, Adar 2017, rûp. 13-17).