Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 6

Serê Jinê Mêr e

Serê Jinê Mêr e

“Serê jinê mêr [e]” (1. KORÎNTÎ 11:3).

KILAM 13 Îsa ji Me re Mînak e

PÊŞGOTIN a

1. Berî ku xwişkeke azib bizewice, wê baş be ku ew ji xwe çi bipirse?

 HEMÛ şagirtên Îsa Mesîh di bin serîtiya bêqisûr a Îsa Mesîh de ne. Lê belê, gava jin dizewice, ew dikeve bin serîtiya zilamekî qisûrdar. Ev yek carinan zehmet e. Loma, berî ku xwişkek bizewice, wê baş be ku ew ji xwe wisa bipirse: “Gelo ev bira wê ji bo malbatê bibe serekî baş? Gelo îbadeta Yehowa di jiyana wî de cihê pêşîn digire? Eger na, ez ji ku dizanim ku piştî ku ezê bi wî re bizewicim, ewê ji aliyê ruhî ve serîtiya malbatê bike?” Wê helbet baş be ku xwişk di heqê xwe de jî hin pirsan bipirse: “Gelo çi sifetên min ên baş hene? Gelo ez yeke bisebir û destvekirî me? Gelo dostaniya min ya bi Yehowa re qewî ye?” (Waiz 4:9, 12). Eger jinikek berî zewacê qerarên baş bide, ewê di zewaca xwe de hê bextewartir bibe.

2. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

2 Bi milyonan xwişkên me serîtiya zilamên xwe qebûl dikin. Ji ber vê yekê, ew hêjayî pesnan in! Em seba dilsoziya van xwişkan serbilind in! Li vê meqaleyê, emê cewabên van sê pirsan bistînin: (1) Hin jinên zewicî rastî çi tengasiyan tên? (2) Jinên zewicî çima gerek serîtiya zilamên xwe qebûl bikin? (3) Jin û mêr dikarin ji mîsalên Îsa Mesîh, Abîgaîl û Meryemê çi hîn bibin?

JINÊN ZEWICÎ RASTÎ ÇI TENGASIYAN TÊN?

3. Zewaceke bêqisûr çima ne mumkin e?

3 Zewac bi eslê xwe hediyeyeke bêqisûr a ji Xwedê ye, lê çi heyf e ku însan bêqisûr nînin (1. Yûhenna 1:8). Loma, Kitêba Pîroz ji jin û mêran re dibêje ku di zewaca wan de tengasiyên wan wê hebin (1. Korîntî 7:28). Gelo pîrek dikarin rastî çi cure tengasiyan bên?

4. Hin pîrek çima difikirin ku serîtiya zilam wan nizm dike?

4 Hin jin belkî difikirin ku qebûlkirina serîtiya zilam wan nizm dike. Mesela, xwişkeke me ya bi navê Marisol, a ku li Amerîkayê dijî, wisa dibêje: “Li herêma me, digotin ku gerek jin û mêr di her tiştî de wek hev bin. Ez dizanim ku prensîpa serîtiyê ji Yehowa tê, û ew dixwaze ku jin qedrê zilamê xwe bigire. Dîsa jî, carinan li min hêsan nayê ku ez serîtiya zilamê xwe qebûl bikim.”

5. Di heqê rola jinan de kîjan nêrînên şaş hene?

5 Ji aliyê din ve, li hin deran zilam difikirin ku pîrek ji wan nizmtir in. Xwişkeke bi navê Ivon, a ku li Amerîkaya Başûr dijî, wisa dibêje: “Li herêma me, pêşî mêr xwarinê dixwe, paşê jin. Keçikên biçûk gerek şixulên malê bikin, lê lawikên biçûk wek axayê malê ne, û xwişk û dayikên wan ji wan re xizmet dikin.” Xwişkeke bi navê Yînglîng, a ku li Asyayê dijî, wisa dibêje: “Di zimanê me de gotinek heye, ya ku tê maneya ku ne lazim e ku jin biaqil be yan ku hunerên wê hebin. Gerek ew şixulên malê bike, û îzin tune ku ew fikrên xwe ji zilamê xwe re bibêje.” Li gor Kitêba Pîroz, ev nêrîn şaş e. Zilamekî ku di bin bandora nêrînên wisa de dimîne bêrehm e, jiyana pîreka xwe bargiran dike, Îsa Mesîh ji xwe re emsal nagire û li dilê Yehowa xweş nayê (Efesî 5:28, 29; 1. Petrûs 3:7).

6. Gerek jineke zewicî çi bike ji bo ku dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewî bike?

6 Wek me li meqaleya berê dîtibû, Yehowa dixwaze ku zilam hewcedariyên malbata xwe yên madî û manewî tedarek bike (1. Tîmotêyos 5:8). Ji xeynî vê, jineke zewicî her çi qas mijûl be jî, gerek ew bi xwe jî her roj Kitêba Pîroz bixwîne, li ser wê kûr bifikire û ji Yehowa re ji dil dua bike. Ev yek carinan hêsan nîne. Ji ber ku şixulên malê pir in, hin jin dibêjin ku ji bo tiştên wisa wext û qeweta wan tune. Lê belê, pir muhîm e ku jin ji bo van tiştan wext veqetîne, çimkî Yehowa dixwaze ku her yek ji me dostaniya bi wî re qewî bike (Karên Şandiyan 17:27).

7. Çi dikare alî pîrekê bike ku ew mesûliyeta xwe pêk bîne?

7 Ji ber ku hemû zilam qisûrdar in, carinan li pîrekên wan hêsan nayê ku serîtiya wan qebûl bikin. Lê belê, eger pîrek rind fehm bike ku li gor Kitêba Pîroz, ev yek çima muhîm e, wê li wê hêsantir bê ku vê mesûliyetê pêk bîne.

JINÊN ZEWICÎ GEREK SERÎTIYA ZILAMÊN XWE ÇIMA QEBÛL BIKIN?

8. Li gor Efesî 5:22-24, jinên bawermend serîtiya zilamên xwe çima qebûl dikin?

8 Pîrekên bawermend serîtiya zilamên xwe qebûl dikin ji ber ku Yehowa vêya dixwaze (Efesî 5:22-24 bixwîne). Ew bi Yehowa bawer in û rind dizanin ku hemû daxwazên wî ji hezkirinê tên û her tiştê ku ew ji wan dixwaze, ji bo xêra wan e (5. Mûsa 6:24; 1. Yûhenna 5:3).

9. Wê çima baş be ku xwişk otorîteya zilamê xwe qebûl bike?

9 Dinyaya Îblîs jinan teşwîq dike ku ew standardên Yehowa bavêjin pişt guhê xwe û serîtiyê wek tiştekî bêkêr bibînin. Kesên ku wisa difikirin Xwedayê meyî dilovan nas nakin. Yehowa qîmetê dide qîzên xwe, loma ew qaîdeyên ku wan nizm dikin, danayne. Xwişkên ku rola ku Yehowa daye wan bi dil û can pêk tînin, hizûra malê bi pêş dixin (Zebûr 119:165). Ev yek ji bo kara zilam, kara pîrekê û kara zarokan e.

10. Em dikarin ji gotinên Carolê çi dersan bistînin?

10 Prensîpa serîtiyê ji aliyê Yehowa ve hatiye danîn. Jinên ku serîtiya zilamên xwe yên qisûrdar qebûl dikin îsbat dikin ku ew ji Yehowa hez dikin û hurmetê didin wî. Xwişkeke bi navê Carol, a ku li Amerîkaya Başûr dijî, wisa dibêje: “Ez dizanim ku zilamê min wê şaşiyan bike. Wekî din, ez dizanim ku reaksiyona min wê nîşan bide ku ez çi qas qîmetê didim dostaniya xwe ya bi Yehowa re. Loma ez xîret dikim ku serîtiya zilamê xwe qebûl bikim, çimkî ez dixwazim dilê Bavê xweyî ezmanî şa bikim.”

11. Çi alî xwişkeke me dike ku ew efûkar be, û em dikarin ji gotinên wê çi hîn bibin?

11 Eger zilam hîs û xemên pîreka xwe hesab neke, dibe ku li wê zor bê ku qedrê wî bigire û serîtiya wî qebûl bike. Lê belê, binêre ka xwişkeke bi navê Aneese çi dike gava tiştekî wisa diqewime. Ew dibêje: “Ez xîret dikim ku hêrs nekevim. Ez tînim bîra xwe ku em gişt qisûrdar in. Armanca min ev e ku wek Yehowa efûkar bim. Wexta ku ez efû dikim, hizûr dikeve dilê min” (Zebûr 86:5). Li pîrekên efûkar hêsantir tê ku serîtiya zilamên xwe qebûl bikin.

EM DIKARIN JI SERPÊHATIYÊN KITÊBA PÎROZ ÇI HÎN BIBIN?

12. Kitêba Pîroz behsa çi cure mirovan dike?

12 Bi dîtina hinekan, mirovekî ku li ber kesekî din serî datîne, yekî sist e. Lê belê, ev yek ne rast e. Kitêba Pîroz behsa gelek kesan dike, yên ku hem guhdar bûn hem jî pir mêrxas bûn. Mesela, Îsa Mesîh, Abîgaîl û Meryem mirovên wisa bûn. Gelo em dikarin ji wan çi dersan bistînin?

13. Îsa Mesîh çima li ber Yehowa serî datîne?

13 Îsa Mesîh li ber Yehowa serî datîne. Ev yek helbet nayê maneya ku aqil yan hunerên wî kêm in. Ev yek ku Îsa Mesîh bi awayekî pir zelal û hêsan hîn dikir, nîşan dide ku ew yekî pir biaqil e (Yûhenna 7:45, 46). Yehowa pir qîmet dida hunerên Îsa Mesîh, loma wî îzin da ku Îsa tevî wî di afirandina gerdûnê de bixebite (Methelokên Silêman 8:30; Îbranî 1:2-4). Wekî din, piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, Yehowa “li erdê û li ezmên hemû desthilatî” da wî (Metta 28:18). Hunerên Îsa Mesîh her çi qas pir bin jî, ew xwe dispêre rêberiya Yehowa. Gelo çima? Çimkî ew ji Bavê xwe hez dike (Yûhenna 14:31).

14. (a) Yehowa jinan çawa dibîne? (b) Zilam dikare ji beşa 31ê ya Methelokên Silêman çi dersan bistîne?

14 Dersên ji bo zilaman. Ev yek ku Yehowa zilam wek serê pîrekê tayîn kiriye nayê maneya ku ew jinan ji mêran nizmtir dibîne. Yehowa ne tenê mêran, lê jinan jî wek hempadîşahên Îsa Mesîh hildibijêre (Galatî 3:26-29). Yehowa îtibariya xwe bi Kurê xwe tîne, loma wî otorîte daye wî. Mîna vê, zilamekî aqilmend wê heta dereceyekê otorîteyê bide pîreka xwe. Li gor Kitêba Pîroz, jineke jîr û jêhatî dikare çavdêriya malê bike, milk bikire û bifiroşe û ticaretê bike (Methelokên Silêman 31:15, 16, 18 bixwîne). Jin ne kole ye, ya ku gerek dengê xwe neke. Zilamekî ku dixwaze li gor prensîpên Kitêba Pîroz hereket bike wê îtibariya xwe bi pîreka xwe bîne û guh bide fikrên wê (Methelokên Silêman 31:11, 26, 27 bixwîne). Eger zilam qedrê pîreka xwe bigire, ewê serîtiya wî bi hêsanî qebûl bike.

Îsa Mesîh serîtiya Yehowa qebûl dike. Gelo jineke jîr û jêhatî dikare ji emsala wî çi dersan bistîne? (Li paragrafa 15an binêre)

15. Pîrek dikarin ji emsala Îsa Mesîh çi dersan bistînin?

15 Dersên ji bo pîrekan. Îsa Mesîh her çi qas serkeftî bû jî, ew nedifikirî ku qebûlkirina serîtiya Yehowa wî nizm dike (1. Korîntî 15:28; Filîpî 2:5, 6). Mîna vê, jineke jîr û jêhatî, ya ku Îsa Mesîh ji xwe re emsal digire, nafikire ku qebûlkirina serîtiya mêr wê nizm dike. Ew piştgiriya zilamê xwe dike – ne tenê ji ber ku ew ji wî hez dike, lê herî zêde ji ber ku ew ji Yehowa hez dike û dixwaze hurmetê bide wî.

Abîgaîl ji Dawid û leşkerên wî re xwarinê dişîne. Paşê, ew li ber wî dikeve ser çokan û ji wî re dibêje ku bila ew heyfa xwe nestîne û xwînê neyne ser serê xwe (Li paragrafa 16an binêre)

16. Li gor 1. Samûyêl 25:3, 23-28, Abîgaîl rastî çi tengasiyan hat? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

16 Zilamê Abîgaîl Nabal mirovekî xwehez, qure û nankor bû. Dîsa jî, Abîgaîl hewl nedida ku ji zilamê xwe bifilite. Wê dikaribû dengê xwe nekira û îzin bidaya ku Dawid û leşkerên wî zilamê wê bikujin. Lê li şûna vê, Abîgaîl ji bo parastina zilam û malbata xwe bi mêrxasî çû ba Dawid û 400 leşkerên wî ku bi wî re xeber bide. Bi ser de, ew hazir bû ku sûcê zilamê xwe hilde ser xwe (1. Samûyêl 25:3, 23-28 bixwîne). Dawid fehm kir ku Yehowa bi destê vê jina mêrxas şîret da wî, da ku ew şaşiyeke mezin neke.

17. Zilam dikare ji serpêhatiya Dawid û Abîgaîl çi dersan bistîne?

17 Dersên ji bo zilaman. Abîgaîl jineke serwext bû, û Dawid guh da şîreta wê. Loma, wî xwîna kesên bêsûc nerijand. Wek Dawid, zilamekî aqilmend wê nêrîna pîreka xwe hesab bike berî ku ew qerareke muhîm bide. Nêrîna pîreka wî dikare alî wî bike ku ew qerareke xerab nede.

18. Pîrek dikare ji emsala Abîgaîlê çi dersan bistîne?

18 Dersên ji bo pîrekan. Ferq nake ku zilam Şahidê Yehowa be yan na, pîrekeke ku ji Yehowa hez dike û hurmetê dide zilamê xwe dikare li ser malbata xwe baş tesîr bike. Ewê hewl nede ku zilamê xwe bê sebebeke muhîm berde. Jineke bawermend wê qedrê zilamê xwe bigire û serîtiya wî qebûl bike. Bi vî awayî, ewê belkî bikaribe zilamê xwe teşwîq bike ku ew di heqê Yehowa de hîn bibe (1. Petrûs 3:1, 2). Eger qenciya pîrekê dilê zilam negire jî, Yehowa qîmetê dide dilsoziya wê û ji wê razî ye ji ber ku ew serîtiya zilamê xwe qebûl dike.

19. Kengê lazim e ku pîrek guh nede zilamê xwe?

19 Eger zilam bixwaze ku pîreka wî qanûn û prensîpên Kitêba Pîroz binpê bike, gelo pîrek gerek çi bike? Mesela, eger zilamê xwişkeke me bixwaze ku ew derewan bike, diziyê bike yan tiştekî din bike, yê ku Yehowa jê nefret dike, gelo gerek ew çi bike? Ji her tiştî zêdetir, lazim e ku şagirtên Îsa Mesîh guh bidin Yehowa. Loma, eger zilam bixwaze ku pîreka wî tiştekî xerab bike, gerek ew vêya red bike û bi nezaket, lê bi eşkereyî zelal bike ku ew çima nikare bi ya wî bike (Karên Şandiyan 5:29).

Li paragrafa 20an binêre b

20. Em ji ku dizanin ku Meryem pir nêzikî Yehowa bû?

20 Diya Îsa Mesîh Meryem pir nêzikî Yehowa bû. Xuya ya ku Meryemê Nivîsarên Pîroz rind dizanibûn. Gava wê bi Elîzabetê re sohbet kir, Meryemê zêdetirî 20 caran behsa Nivîsarên Pîroz kir (Lûqa 1:46-55). Wekî din, gava Meryem dergistiya Ûsiv bû, melekê Yehowa serê pêşîn ne ji Ûsiv re, lê ji Meryemê re xuya bû. Melek rasterast bi Meryemê re peyivî û jê re mizgîn da ku ewê Kurê Xwedê bîne dinyayê (Lûqa 1:26-33). Yehowa Meryem rind nas dikir, û ew bawer bû ku Meryem wê ji Kurê wî hez bike û wî xwedî bike. Piştî ku Îsa Mesîh mir û ji bo jiyana li ezmanan hat rakirin jî, Meryemê bê guman dostaniya xwe ya bi Yehowa re berdewam dikir (Karên Şandiyan 1:14).

21. Zilam dikare ji serpêhatiya Meryemê çi dersan bistîne?

21 Dersên ji bo zilaman. Eger pîrek Nivîsarên Pîroz rind dizane, zilam gerek şa be. Ne lazim e ku ew aciz bibe û bifikire ku pîrek dixwaze otorîteya wî ji destê wî bigire. Gerek ew fehm bike ku eger pîreka wî gotin û prensîpên Kitêba Pîroz rind dizane, ev yek ji bo malbatê bifeyde ye. Eger pîrek ji zilam zêdetir xwendî be jî, zilam dîsa jî serê malbatê ye. Loma, gerek zilam alî malbata xwe bike ku ew ji Yehowa re îbadetê bikin. Mesela, gerek ew îbadeta malbatê îdare bike (Efesî 6:4).

Di warê lêkolîna Kitêba Pîroz û fikirîna kûr de, jineke bawermend dikare ji Meryemê çi dersan bistîne? (Li paragrafa 22an binêre) c

22. Pîrek dikare ji Meryemê çi dersan bistîne?

22 Dersên ji bo pîrekan. Zilam her çi qas serê malbatê ye jî, gerek pîrek “barê xwe hilgire” û baweriya xwe xurt bike (Galatî 6:5). Ji bo vê, gerek ew ji bo lêkolîna şexsî û fikirîna kûr wext veqetîne. Ev yek wê alî wê bike ku ew bi dewamî ji Yehowa hez bike û hurmetê bide wî. Wekî din, pîrek wê karibe bi dilxweşî serîtiya zilamê xwe qebûl bike.

23. Qebûlkirina serîtiya mêr ji bo pîrek, malbat û civatê çima bifeyde ye?

23 Pîrekên ku serîtiya zilamên xwe qebûl dikin ji ber ku ew ji Yehowa hez dikin ji pîrekên ku prensîpên Yehowa li ser serîtiyê red dikin bextewartir in. Pîrekên wisa ji bo xort û qîzan emsaleke baş in. Wekî din, ew hem di malbata xwe de hem jî di civatê de hezkirin û hizûrê bi pêş dixin (Tîtos 2:3-5). Îro, piraniya xizmetkarên Yehowa jin in (Zebûr 68:11). Di civatê de, dixwazî jin be, dixwazî mêr be, rola her kesî heye. Li meqaleya din, emê bielimin ku em çawa dikarin rolên xwe binîn cih.

KILAM 131 Xwedê Ew Kirine Yek

a Yehowa dixwaze ku jineke zewicî guh bide zilamê xwe û qedrê wî bigire. Gelo ev yek tê çi maneyê? Di vî warî de, cotên zewicî dikarin ji Îsa Mesîh û ji jinên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, pir tiştan hîn bibin.

b RESIM: Gava Meryemê bi Elîzabetê re sohbet dikir, wê hin ayetên ji Nivîsarên Pîroz bi ezberî anîn zimên.

c RESIM: Îro jî, wê baş be ku pîrekên bawermend ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz wext veqetînin, da ku baweriya wan qewî be.